6 Nivîsên li jêr, têbiniyên gera min a Amed, Mêrdîn û Qoserê ne ku di meha Sibata 2016an de pêk hat.
EZ ÇÛM AMEDÊ (1)
Îro 11.02.2016 ye. Belê… Gellek roj bûn ku min nenivîsandibû. Ji ber ku êdî rewş hê pir guheriye û bawerim destê min nediçû klavyeya kompiturê. Û belkî jî min pir fedî dikir ji ber qehremanî, bêzarî û trajediya brindarên li Cizîrê di bin betonan de, di jêrzemînan de bû. 60 kes di jêrzemînan de û ev 12 roj, an 14 roj in. Ji wan bi piranî hatine kuştin bi qasî 50 kesî. Jin, zarok, pitik, ciwan û û belkî jî şervan hemî hatin kuştin. Dibêjin hinek ji wan şewitîne. Kesî meytê wan jî nedîtine hema hema. Hinekan bi dizî kişandine wêneyên şewitî. Wekil Sariyildiz jî nikare xwe bigihîne wan. Polîsan meyt birine nexweşxaneyê û nehiştine karmend û mirovên nexweşxaneyê jî bibînin.
Di vê keftûleftê de hew sebra min hat. Min dixwest herim Amedê. Birayê min, biraziyên min, hevalên min, meriv û hemwelatiyên min li wir in. Kurdên dilsoz û têkoşer û belengaz li wir in. Ez dê biçûma carekê saxiya wan rû bi rû bikim. Wekî carên berê ne bi kêf bûm ku herim. Tenê dilxemgîniyek û hisretek rojên xweş ku me buhurandiye bi min re hebû çûyina Amedê. Tenê min dixwest piçek hêviya wan bibînim bi van çavên xwe, çi dibe, çi nabe, çi dikin, dê di pêşerojê de çi bibe, ew dê çi bikin? Ez dixwazim bibînim. Tevlî ku hinekî ne rehet im û doktor ji bo guh û dilê min î nexweş, bê dil got tu dikarî herî jî, ez dê herim. Ne dema ku mirov li nexweşiyên xwe bi hûrgulî pêledar bibe.
Û ji bo ku mirov bûyeran tam fêm bike an jî rast binirxîne pêşî divê mirov di nava bûyerê de be. Lê heke ne pêkan be ku mirov di nava bûyeran de be û mirov bixwaze bi awayekî objektîv binirxîne divê mirov nêzî bûyerê be an jî mirov here cihê bûyerê. Heke ew jî ne pêkan be divê mirov bi hinekî dost re ku li nêzî bûyerê dijî biaxive û agahiyê jê bistîne. Lê ev cûre an jî çûyina nêzî bûyerê tenê têrê nake ku mirov sedem an jî qewimîna bûyeran bi awayekî objektîv binirxîne, wê demê jî divê mirov bi gellek aliyan re bipeyîve ku rastiya bûyerê baş fêm bike an jî nêzî objektivîyê bikaribe li bûyeran binêre û binirxîne.
Ku ev her sê rê ne pêkan be jî wê demê dimîne ku mirov texmînan bike, ku mirov texmînan bike jî ne pêkan e ku mirov bibêje ev wisa ye. Divê mirov bibêje belkî wisa be an jî bi awayekî din be gotin.
Îjar ez heta ku li dûr bûm min pir ewqas bi awayekî qutebirî nikarîbû tiştinan fêm bikim an jî nirxandinên nêzî bûyerê û bûyerê rast binirxînim. Gellek kes jî wisa ne. Bi vê yekê re sebr û arama min ku gelê min, mirovên min, hevalên min di nava gurmika şerê bêaman de mabûn. Pir zor e ku mirovek dûrbûniya bûyerên li Kurdistan diqewimin û nelive ragire. Ez ji bo vê yekê jî rabûm çûm Amedê.
11.02.2016 êvarî.
Piştî ku li Amedê saet di 8 û nîvan de daketim, birayê min hat bi erebeyê ez birim mala xwe. Wê êvara ku kesî kes nasnedikir li balafirgeha Amedê ku avahiya wê gellekî hatibû guherandin, dixanek nerm bêhna bajêr bi mirov dida hîskirin. Her wiha li derveyî balefirgehê hemû tabela afiş û nivîsên kolanan yên şaredariyê bi kurdî û tirkî bûn bala min kişandin û hizneke cûda bi min re çêkir..
Piştî em çûn malê ku jin mêr herdu jî muşawîrên darayî bûn, pirsên min dest pê kir ji bo rewşa şer. Wan êdî rewş wekî şerekî asayî û bi hêzbûna hereketa kurd ve girê dida. Ji bilî mafdarî an nemafdarî û şaşî an rastiya xendek û xweparasinê, wan taktîk, bihêzbûna hereketê û şerkarên Sûrê nîqaş dikirin û fikrên xwe dianîn zimên. Di bin bandora bihêzbûnê de jî mabûn û hatibûn wê baweriyê ku van têkoşerana di demek nêz de hemû bajarê Amedê têxin bin destên xwe. Li ser rewşa aborî û darayî ya bajarê Amedê nîqaşa me dom kir. Herduyan jî digotin ku xanî û milkên Amedê êdî qet ne tê firotin û ne tê kirîn an jî bazara wan têk çûye. Her wiha bazar û, dan û stendina alavan pir nexweş e û gellek kesan iflas kirine. Gellek mirov deynê xwe nikarin bidinû nikarin bistînin. Heke mirov bixwaze ji bo şer amadekariya xwe ya aborî bike jî derfet pir kêm bûne. Ji ber wê jî têkiliya mirovan jî nexweş bûne. Her wiha bihayê avahî û xaniyên Amedê jî êdî pir kêm bûne û gellek xaniyên ku derketine ber firotinê jî ji sedî 30-40 bi kêmanî jî nayên firotin.
Piştî min van agahiyana jî ji mazûmanên xwe pirsî, “hûn ditirsin?”. Gotin, na, em dibêjin çi bi kê hat wê bê, lê niha em nizanin em dê çi bikin û di dorpêçeke malê de, di koçberiyekê de em dê herin ku û çawa tevbigerin. Amedê hemî têkeve nava şerekî mezin, emê çi bikin, stargeh dê ku be ji me re û ka çi heye ku me xwedî bike? Em dê av, nan, xwarin û pereyan çawa peyde bikin di rojên xerab de? Ji xwe bi van pirs û bersivên ku li vê malê re êdî pirsên ku ez ji nas û dostên xwe, ji hevalên xwe ji mirovên ku ez bibînim bipirsim jî derketin holê.
Êdî ez herim ku jî ji Amedê heta Mêrdînê ez dê van pirsan bikim.
(Dê bidome… )
Ez Çûm Amedê (2). Li nava bajêr, li ber sûran
Îro 12.02.2016 roja înê ye. Li mala mazûbanê ewilî, sibehê saet di 9an de em çûn metbexê, taştê. Li ser taştê jî ji ber ku mijar her vedigere ser şer, ez dipirsim, çima gel ji bo Sûrê nakevin çalakiyek mezin an jî tiştekî bi bandor. Ji axaftina wan xuya dibe û dibêjin, ji ber ku gel hînî şer nebûne û tiştekî wisa mezin û bi mirin nedîtine, herwiha ji ber ku çalakiyên demokratîk û xwepêşandanê bê fêde dibînin, mirin bi mirovan nexweş e û w.d. Lê bawerî heye ku li hemû deran şer dest pê bike dê pirên kesan tevlê bibe.
Baş e dibêjim (ez dê vê pirsê ji her kesî bikim), heke aniha 500 şervan têkevin nava Amedê û hereketa kurd îlan bike bibêje “êdî me li hemî Amedê xweserî îlan kiriye”, hûn bawer dikin ku şervan karibin Amedê kontrol bikin? An jî kes û girseyên sivil dikarin li himber wan derkevin û bertekê nîşan bidin. Gotin , na tu kesekî ku li himber derkeve tuneye, ew û dewlet dimîne, ji xwe mirov wan nas dikin ku karin gellek tiştan bikin, ji 65 rojên ku sûr di dest xwe de girtine ev bawerî bi mirovan re çêkirine. Lê ku rêya revê hebe dîsa gellek kes dê koçî cîhekî din bikin. Heke li hemû Kurdistanê bê îlankirin, tu kes bi derekê de narin. Ev bandora psikolojiya ku YPS hêzeke ku dikare tiştên mezin bike û serdestiya wê ya psikolojîk li Amedê jî hinekî xuya dike.
Piştî taştê, ji ber ku dixwazim bi mirovên ji derveyî siyaseta aktif re biaxivim, ez rabûm çûm maleke xizmê xwe yî din, ji bo dîtina wan, taxa Kayapinar an jî Peyasê. Taxa Peyasê bi avahî û apartmanên xwe yî bilind û pir li nava Amedê navdar e. Taxeke ku nujenî lê pir e. Navendên çarşiyên konseptên nû (AVM) gellek in. Cadde û kolan fireh û plaza têra xwe henin. Gellek nexweşxaneyên navdar jî wekî Memorial li Amedê zûde bicîh bûne. Ev hemû bi rê de bi awayekî berbiçav xuya dike.
Xwediyê malê xaniyek li Mêrsînê jî kiriye ango ew jî wekî gellek kurdî li alîkî bi rojhilatê Anadolu ve têkildar e. Û Karmendekî dewletê yê 25 sale ye. Lê belê ji alî kurdîtî û welatparêziyê mirov dikare bibêje ji berê de radîkal e. Lê niha ji bo rewşa xendek kolandina li nava taxên bajarên Kurdistanê napejirîne û dibêje ev taktikek şaş e. Lewre van ciwanan dikarîbûn gellek tiştên din ji azadiya kurdan re bikirana, lê niha di bodruman de tên kuştin. Lê dawî dawî tê ser Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê û dibêje, heke ne bi vê yekê girêdayî be ev çalakî û şerê niha li nava bajaran çêdibin, ne hêjayî tiştekî ye. Ji mirin û qetlkîamên Cizîrê pir diltengiyan dike û wekî zaafeke siyasetê binav dike. Pê re jî bahsa amadekariya xwe ya ku şerekî mezin derkeve ew dê here ku an çi bike û xwe biparêze dike. Ew jî bawer dike ku ev rewş dê veguhere şerekî mezin. Piştî sohbeteke duvdirêj, ez rabûm, min berê xwe da Şaredariya bajarê mezin, ba hevalekî xwe yî qedîm ku karmendekî şaredariyê ye.
Ku mirov di dolmişê de li nava kolanên navendî dinêre mirov dibêje qey tu şer tune ye li Amedê. Gerxêle û qelebalixek mezin heye, lê dibe ku ji ber hewa xweş bû ev yek wisa bû. Li taxa Ofîsê ciwan bir bi bir digerin, qahwexane û çayxane tije mirov û aşxane bi muşteriyan dagirtî ne. Ku mirov li taxa Ofîsê nêzî parka Anitê dibe, şer bi hemû amareyên xwe xuya dibe. Ew der nêzî Vilayetê ye. Li dora parkê toma û akrep rêz bi rêz in. Bariyer li dora parkê jî henin, ji xwe nêzî vilayetê wekî dîwar ji tomayan çêkirine. Lê dîsa jî mirov di wan bariyerana re derbas dibin û diçin li parkê rûdinin, cixareyan vedixwin. Deriyê Sûrê yê li ber Hala Sebze ya kevin, garana toma û akreban e. Ne qorek tenê, çend qor bariyer li pey hev hatine danîn û polis li paş wan in. Tiştekî balkêş û bi qasî ku min dû re jî şopand, ji bilî ber van deriyên Sûrê tu polis an leşkerên ku bi cilên fermî, bi unîforma li nava bajêr nexwiyabûn. Her wiha erebeyên polîsan ku li ser polis dinivîsand jî qet tunebûn, bi taybetî min şopan lê min qet nedît. Min pirsî gotin ku êdî hemî polîs bi erebeyên sivil digerin.
Li alî Deriyê Çiyê jî, nexweşxane, dikan û erebe bi awayekî normal dixebitin. Bi qasî xuya dibe dixana şewatê ji navenda Sûrê bilind dibû û yek dudu dengê teqînên çekên destan dihat. Bariyerên li Deriyê Çiyê jî pir in û gellekî dirêj in. Herwiha Timên taybet jî hinek xuya dibin li ser akreban sekinî.
Bi silavdayinekê em li ba hevalê şaredariyê rûdinin. Bi pirsên xwe dîsa min xwest nêrînên wî û qewimînan ji devê wî bibihîzim. Pêşî dibêje ez pir xemgînim ku li Cizîrê ev cure tevkujî pêk hat. Herwiha çarenedîtina ji wan re ew jî pir heyîrî dihişt. Lê hinekî efsaneyên nava bajêr ku li ser şervan, leşker û pevçûnên wan li hundur Sûrê bêhtir ew bi hêz kiribû û hinekî din jî bi hêviya lihevkirineke mezin bû. Digot me bihîstiye ku toma û akrep û top nikarin têkevin taxên dora Minareya Çarnig, lê hemî avahiyên dikevin ber wan bi dozeran xera dikin û rê ji xwe re çêdikin. Ango tu tiştek li ber xwe qebûl nakin, xera dikin, kavil dikin û dimeşin. Wî jî digot ku ez bawer dikim ev şer dê hê mezin bidome. Û siyaseta kurdî ya legal û meşrû rexne dikir ku nikare çareyê bibîne. Ev jî hinekî bi rewşa şer ya giran ve girê dida ku di rojên giran de hindik kes li qadan dimînin. Herwiha hêviya wî hê bêhtir mezin xuya bû, digot bawer dikim ku êdî veger tune ye. Û wî jî dixwest daxwaza netewî derkeve pêş. Rewş bi Rojava re girê dida û ew jî wekî kesên ku berê min dîtin, ji Tv yên kurdan bi gazin bû û digot “moralê mirovan xera dikin û wan dixin panîkê”. Herwiha ji alî proje û têkiliya şaredariyê jî tengezar bû. Digot, dewlet pir bi ser me de tê. Projeyên me hemî sekinîne, şaredarî nikare peywîrên xwe piran bi cîh bîne. Em gellekî bi gûman in ku dewlet êdî dê pereyan jî ji me re neşînin.
Piştî sohbet û pirsînê em derketin derve. Li derve, li ber Şaredariyê tenduristvan û doktorên ku ji bo aştî û çareseriyê nobet digirtin kom bûbûn. Ji bo nobetgirtina bi mehan îro dê bi dawî bikirana û ji bo wê yekê jî dê daxwiyanî bidana. Em jî ketin nava wan û tevlî çalakiya wan bûn. Hê xwendina daxwiyaniyê dest pê nekiribû teqîna çekên nava Sûrê dest pê kir dîsa. Çek, hema hema wekî li ber me biteqe û belkî jî gulle di ser me re diçûn. Ji xwe pir nêzîk bû şer. Lê balkêş bû (ji min re tabî), bi qasî 100-150 kes (jin mêr) hebûn û kes ji cihê xwe tevneliviyan. Gellek rojnameger û muhabîrên tv yan û kameraman jî li wir bûn, lê kesekî panîk nekir ku xwe bidin alî. Di daxuyaniyê de jî digot “li alîkî em aştiyê dixwazin, belê li aliyekî şer e û ji dengê çekan dengê me naçe kesî”. Çend doktorên ku min berê nas dikirin jî li wir bûn. Min pirsî çima hûn bi dawî dikin. Gotin, qey êdî fêde nake û me dengê xwe têra xwe derxist, rewş jî êdî giran dibe. Lê giraniya rewşê û ew berpirsiyariya peywîra wan a tenduristiyê ji rûyê wan û axaftinên wan î kurt xuya dibû.
Piştî çalakiya tenduristvanan me xatir ji wan jî xwest û berê xwe da Komeleya Nivîskarên Kurd.
Dê Bidome…
Serdana Saziyên Kurd (Ez Çûm Amedê- 3)
Di heman roja (12.02) de ez û hevalê xwe yî ku li Amedê dimîne û pîsporê xizmeta civakî bi hev re di bin dengê çekên Sûrê de ber bi Komeleya Nivîskarên Kurd ve dimeşin. Em dengê çekan jî yek bi yek li gor xwe bi nav dikin, “ev ya keleşê bû, ev ya tiştekî hê cûda”. Pîspor dibêje, em jî bi damezrandina komeleyekê re mijûl in van rojana, em dixwazin biryarekê bidin ku komeleyeke karê xwe ya ji bo derûniya civakî tê kirin ya Kurdistanî ava bikin û ji alî rojavayê Tirkiyeyê veqetin, tenê komeleyek xwe ava bikin. Çima? dibêjim. Dibêje, ji ber ku her em diçin Enqereyê û deverên din, em ji wan re bahsa travmayên xwe û yên mirovên di nava şerê kurdan de dikin û ev yek wan nerehet dike carinan an jî fêm nakin û gelek carî em nikarin hinek tiştên bi dilê xwe bikin û bibêjin.
Di wê kêlîkê de panzereke derbxwarî li ser kamyonetekê ku ji alî Sûrê tê û di ber me re derbas dibe. Hevalê min nişanî min kir derba wê, li kêlekê bû û derbeke bazûka bû teqez, pir kûr çûbû. Gerwiha panzer gellekî hejiyabû li go amareyên din. Kî dizane çend kes di vê panzerê de mirine, min digot. Aha li ber me bû û di lampeyên trafîkê de jî sekinîbû û hinek kesan lê dinêrî bi balkêşî, lê pirê mirovan qet bala xwe nedidanê û wekî tiştekî ji rêzê, di ber re derbas dibûn û diçûn.
Komeleya Nivîskaran jî nêzî Şaredariyê bû û em bi asansorê çûn jor û me li zengila derî xist hinekî bi peroşî. 4-5 hevalê nivîskar li wir bûn. Bi silavdayinekê û xêrhatineke germ em rûniştin. Cihekî xweş stendiye komeleyê, daireyek fireh û nû bû.
Dema ku serokê komeleyê bahsa halê xwe û komeleyê dikir, digot aha ev e halê me û berê xwe ber bi Sûrê vedikir û her wiha dengê çekan nişan dikir. Û digot nivîskar jî kêm tên vê derê. Ji alîkî jî amadekariya qursekê dikir û texteyê nivîsê amade dikir ku me fêm kir hinekî japonî dê werin kursa zimanê kurdî ya taybet, ji bo wan hatiye amadekirin. Ji xwe çend kêlîkên din ew jî hatin û derbasî alî metbexê bûn. Wekî malbat bûn û zarokên wan î biçûk jî bi wan re bûn. Me cih ji wan re vala kir û jinek û du-sê mêrên Japonî-Çînî hatin ba serokê komeleyê ji bo dersa zimanê kurdî û bi kurdî ji me re gotin “rojbaş !”.
Piştî wan dest bi dersa xwe kirin me em jî derbasî metbexê bûn, metbexa ku cihê xwarin û vexwarinê bû, îjar dibû metbaxa raman û nîqaşên kûr û xuyabû ku gellek carî wisa bûye.
Nîqaşa ku min bi 2-3 hevalên nivîskar re li vê metbaxê kir dûrî hestiyarî û bi awayekî ‘aqlî selim’ bihurî. Hat gotin ku ev têkoşîna aniha dengê çekên wê tê me, ne tenê bi Sûrê û Cizîrê ve girêdayî ye, bi Rojhilata navin ve girêdayî ye. Hat gotin ku; ev têkoşîna ku niha li nava bajaran dest pê kiriye, dibe ku amadekariya şerên mezin bin, dibe ku destkeftiyên mezin derxin holê û xuyaye ku ev şerekî bêveger e, dibe ku ev yek êşên mezin jî derxe holê û bi sedan mirov jî bên kuştin. Dibe ku koçberiyên mezin jî çêbibin û gellek tiştên ku niha xuya nabin jî xuya bibin; wekî şerê çiyê û bajaran bibin yek, wekî şer li hemû navçe û kolanan belav bibe, li gundan, li bejahî û bajaran jî gûr bibe. Wisa jî xuyaye ku gel jî bi vî şerê bajaran re xwe bi xwe xwe amade dike. Peyva ku ji 60 rojî bêhtir berxwedana ciwanan li Sûrê û bandora wê, hêza psikolojîk li ser her kesî xuya dibe, wekî qaweteke heta niha nedîtî dibînin. Bawerî jî çêdibe ku ev şer heta serkeftineke berbiçav neyê, bi dawî nabe û heta tê gotin ku kî bêbêje jî ev nasekine heta ku serkeftyinek çênebe. Herwiha bandora qetlîama Cizîrê û Silopî gellekî xuya dibe li vê metbaxê û hinek heval wê bi hinek eşîrên Cizîrê û Silopî ve jî girê didin û alîkariya wan eşîran a bi dewletê jî derdikeve pêş.
Her wiha dibe ku dewletên dinyayê jî tevlî şerê nava Tirkî û Kurdistanê bibin û têkiliyên cuda yên kurdan û dewletên dinyayê derkevin holê. Dibe ku ev têkilî hebin jî, dibe ku korîdorên şer bi derveyî dewletên xuyayî jî bên holê. Dibe ku NATO di şerê tirk û kurdan de alîkariya dewleta tirkiyeyê nekin û bi ser şoreşger û çekdarên kurd de neçin û êrişî wan nekin. Ji ber ku xala rêziknameya NATo ya 5 ê dibêje ku ji derve êriş li emdam û mutefîkên NATO çêbibe dê bertek û piştgirî bê kirin, lê navxweyî be kes nakeve navbera şer. Herwiha bi balafiran jî ku bombe bikin dikeve nava peymana Cenewreyê ya rêzikên şer. Û niha ev şerê wekî navxweyî xuya dike. Her wiha dibe ku Rusya an Amerîka jî tevlî vî şerê navxweyî bibin û ku berjewendiya wan li ba kurdan hebe dibe ku alîkarî jî bibe. Lê dibe ku alîkarî bi Tirkiyeyê re jî bikin. Û xuya dibe ku haya rêxistin, şexs û nivîskarên kurd hemî ji vê yekê heye û herkes bilêv dike û li gor wê yekê jî tevdigerin.
Piştî gellek nîqaşên di metbexa nivîskarên kurd de, ji wê metbaxa ku di bin dengê çekên şervanan û endamê artêjê de qursa zimanê kurdî dihat dayin û bi “aqlî selîm”, bêyî peroşî niqaşên cûr be cûr dihat kirin, em rabûn û min û hevalê pîsporê travmayan me berê xwe da cîhekî din.
Em çûn Rojnameya Azadiya Welat ku hinekî dûrî Sûrê ye, lê bi hemû hêz, fikir, nûçe û xebatên xwe ji her kurdî, ji her sazî û girseyê bêhtir di nava sûrê de bû. Xebatkarên vê rojnameyê wekî her demê dîsa bi şewkek bêhempa, bi biryar û hişê zindî, bi cesaret û çalakgeriyên nedîtî karên xwe dikirin. Ev ji axaftinên wan, ji tevger pirs û bersivên wan di derbarê bûyeran de xuya bû. Ev ji hevalên wan nûçegihanên wan ku digotin niha yek jê di bodrumeke Cizîrê de maye, ji nûçegihanên wan î niha li Sûrê ne jî diyar dibû.
Min îro gera xwe ya li saziyên kurd bi serdana bernameger û nivîskarekî Tv ya kurd a Amedê, li cafeya parkeke xweş ya nava bajêr bi dawî kir.
Dê bidome…
Û Min Xatir Ji Amedê Xwest
Ez çûm Amedê (4)
Roja 13.02.2016 an ez çûm Ba nivîskarê heval ku di Tv yê de bernameyan çê dike. Avahiya wan hinekî li perê bajêr bû, ji bo wê jî rê nîv ax û hê nû çêdibûn. Avahiya Tv yê jî nû bû, plazeyeke mezin, li ser 3 qatan û fireh. Her wiha ode û studyoyên wan modern û têra xwe xweşik bûn. Xebatkarên wê jî xuya bû ku profesyonelî dabûn pêş. Navenda Tv yek zarokan jî li vir bû. Yek ji wan jî Nuçegihanê DIHA yê, yê ku li Kobanê bi nûçeyên xwe yî herî mezin balkêş bûbû sembol. Em bi hev re li vê avahiyê jî derbasî metbaxê bûn û mijar dîsa şer û têkoşîna kurdan. Fikra wan jî baweriyek derdixist holê. Wan jî digot ev şer dê bidome û şerekî giran e, ne ku gel û siyasetmedar wekî berê nêzîk bibin û bertekê bidin. Dibe ku biharî li her derê belav bibe. Ku wisa jî bibe her kes jî dibe ku tevlê bibin ji bêgavî. Ji ber ku ev hevalê nuçegihanê Dihayê gellekî ji Kobanê zanebûn stendibû, digot “êş dê mezin be û serkeftinên mezin dibe ku bê”.
Roja 14.02.2016, ez tenê ji mala mazûbanê xwe derketim û min berê xwe da taxa Ofîsê. Ku ji dolmişê daketim pêşî min berê xwe da İstasyonê û meşiyam. Li ser vê kolanê tiştekî ku guheriye tune bû, heman dengê esnaf û mirovan û ciwanên ku wekî zîbeqê diherikin û bi telefonên xwe mijûl in. Ku ez çûm cîhê bombeya li İstasyonê li mitîngê teqiyabû sekinîm û min bala xwe da erdê. Li erdê hê jî kortalên biçûk hebûn û trafoya elektrikê hatibû guherandin, wekî din hemû tişt wekî xwe bûn; dîwar, peyarêk, dar û belkî jî xwîna hişk hebû ku ji min ve nexuyabû. Ji rawestgeha ku dolmiş lê disekinîn û diçûn Şemrexê û Mêrdînê ku ez jî bi sedan caran li vir sekinîme û li dolmiş û Otobosan siwar bûme, vegeriyam.
Min îjar berê xwe da aliyê Wilayetê û ber bi parka Anitê. Pir gerxêleyek mezin hebû li nava kolanên navenda Ofisê. Belkî ji bo ku rojek bi tav bû û yekşem bû jî, mirov pir digeriyan li van deran. Dor dora parkê girtî bû ji barikatên polîsan. Min ew derbas kirin û çûm nava parkê, geriyam û di navê re çûm ber deriyê sûrê ku bi çend qoran bariyerên polîsan hebû. Lê min li temamê taxa ji (derveyî barikatan) tu polîs an leşkerekî bi unîforma qet nedît çar rojan. Li Alî barîkatan hinekî ji dûranî ve sekinîm û min li kevirên dîwêr nerîn. Îro roja min a dawî bû min dixwest biçim şaredariya Sûrê, lê belê yelşem bû û kes tunebû. Min qet nexwest biçim nava sûra. Geriyam, geriyam û çûm li kahwexaneya ber KCD ya ku li avahiya Konukevi ye rûniştim, Derdor pir aram bû. Piştî ku hevalekî min hat em wê rojê heta êvarî li Ofîs û nêzî Sûrê geriyan. Hemû nîqaşan ev derdixist holê: ev bûyer mezine, tiştên mezin dê pêk bê û yên ku niha li nava Sûrê psikolojiyek mezin dane ser mirovan. Mejiyê mirovan çelq kirine, mirovan û Kurdistanê ji binî ve dihejînin. Tirkiyeyê dileqînin. Kî çi dike, çi çalakî jî çêdibin nikare bigihêje beza wan, nikare bigihêje herikîna xwîna wan û nikare têrî mezinbûna çalakiya wan bike. Kes nikare têrî tarîfkirina vê wateyê tiştekî bibêjin. Xwedîderketina bi qasî mezinahiya wan belkî wan fêm bike.
Ez neçûm nava sûran, neçûm nava bedenê. Nizanim çima. Belkî ji fediya. Belkî ji tirsan, belkî bi zanebûn. Gelo ez biçûma min dê çi bikira? Min dê çi bidîta û çi bikira. Ma qey ne diyar e ku ez dê çi bibînim. Diwar û avahiyên kavilbûyî minê bidîta. Minê kolanên qulqulî, camên şikestî bidîtana, lê dû re. Dû re minê çi bikira, ne tiştek, yan jî tenê ax û wax. Minê dengê çekan, dengê topan bi van guhên xwe bibihîsta û belkî dixana wan bidîtana, belkî min gellek avahî û kolanên vikî vala bidîtana, lê dawî, dawî minê çi bikira? Ji xwe aniha jî dibînim, çi dikim? Qey xwîna min dê germ bibûya hinekî din jî. Lê dawî? Teqez min nexwest herim nava sûran û neçûm. Belkî ji ser sûran min xwe bavêta ser wan keviran û nava wê tozê û wê xwîna li erdê hişk dibe. Belkî wisa bibûma derman.
Û neçûm serdana tu siyasetmedaran jî. Sedema vê jî nizanim. Belkî ji xemsarî, belkî ji diltengî, belkî ji bêfêdeyî û belkî jî ji bêkêfî neçûm. Belkî jî min tenê xwest bi mirovên ku dê tiştinan ji min re bibêjin, mirovên bi “aqlî selîm” ku tiştekî fêm bikim. Ji wan mirovên ku di nava gurmika gel de.
Ku bû sibe roja 15.02.2016 min bi çûyinê re li gara dolmişên Mêrdînê dîsa berê xwe dabû nava bajarê Amedê. Van peyvana ji dilê min dihat ku bibêjim:
Ax Diyarbekir
Ax Ameda mezin ya di dilên mezin de
Ez têr bi te şa nebûm û diçim
Min têr li ber bedenên te hêsir nebarand û diçim
Min têr li ber bexçeyên te nelîrand û govend negirtim û diçim
Min têr porê zarokên te şeh nekir û bi wan re ranebûm dîzo
Û li biriqandina qondereyên dildarên te temaşe nekirim û diçim
Tenê ji qilafetên cangoriyên te têr bûm
Wanên ku bêdeng li min dinêrîn û tilîkên xwe kil dikin li min
Wanên ku kevirên bedena te û me yî reş bi ava rehên canê xwe spî dikin
Wan nehişt ez têr li ber te kevim û pesnê te bidim…
Ji ber ku ew ji pesnên te jî mezintir bûn
Ji dîlanên te ji xemgînî û hêsirên te jî mezintir bûn
Ne xatir, lê bexşê dixwazim Ameda min.
(Ez dê gera xwe ya Mêrdînê û Qoserê jî binivîsim.)
Ez Çûm Qoserê nava çarşiyê
Di roja 15 yê Sibatê de, piştî gera min a li nava Amedê ya 4 rojan min berê xwe dabû Mêrdînê. Lê belê min pêşî xwest herim Qoserê û ji ber wê yekê jî li dolmişên ku yekser diçin Qoserê siwar bûm. Berî ku dolmiş bi rê keve jî dixan ji Sûrê bilind dibû û helikopter bi qasî ku digotin bi hezaran metroyî bilind difiriyan. Mirov bi zor ew helîkopter didît. Xuya ye ku gellekî ditirsin ji gulleyan û ne wekî berê bi nizm firandin û guh kerkirin tune ye êdî ji wan re, kêfa firîna a li ser sûran ya bi hêsanî bi dawî bûye. Roj li ber ava bû dema em bi rê ketin û li Sûrê hê jî teqîn didomiya. Teqez niha çend çavên wekî dirêşan li roniya rojê dinêre û xwe ji mezinbûna jiyana xwe re amade dikin li nava gellek dîwarên kevirî, min got.
Wekî min polisên sivîl li nava Amedê nedît herwiha min li dora balafırgeha Amedê jî qet nedît û li dor dora wê ya nêzî rê jî qet leşkerên ku ji derve nobet digirtin nexiyabûn. Cihê nobetê jî kiribûn wekî kelehan ku berê ji sac û hesin bû û nobedar ji her kesî ve xuya bû.
Herwiha rê bi rê jî li ber qereqolan ne saxkirina mirovvan, ne sekinandina erebeyan û ne nobedarên qereqolan xuya bûn. Li ber qereqolên li ser rê cihê nobetê wekî kelehan hatibûn çêkirin û dora wan hemî ji kîsên qumê dorpêçkirî bûn. Bi rastî di salên 90 î de û heta 2004û5 an mirov ku di ber van qereqolana re derbas dibûn, her tim bi fikara ku bên saxkirin, bên girtin bûn. Wan salana leşkerek tenê li ser rê disekinî û bi dehan erebe disekinand û bi sedan mirov sax dikirin. Lê îro leşkerek tenê jî li derve tune ye û erebeyek wan jî li ser rê tune ye. Li ber hinekan panzerên wan hebûn. Bawer im kes jî fikara wê saxkirinê nake. Ji ber ku rewş gellekî ji wê qonaxê derbas bûye. Ango ew jî gellekî ditirsin. Êdî li her derê dibe ku şer di her demê, her kêlîkê de rû bide.
Ku em dikevin nava Mêrdînê, ji alî kampûsa zanîngeha Artûklû de xuya dibe ku Mêrdîn bi avahiyên nû tije bûye û bajar hema hema heta neqeba Axreşkê hatiye. Gundê bi aliyê çiyê bi Akres re bûye yek û gundê Xincika di nava xwe de hiştiye. Li her derê inşaatên avahiyan bilind bûne û hê jî bilind dibin. Ev jî ji ber ku bajar bûye şaredariya mezin. Di nava lampeyên ku di dixaneke nerm de diçurisîn de, di nava Mêrdîn re em xwe bera nava Qoserê didin.
Îro 15 yê Sibatê û rojek ji wan rojên berxwedanê bû. Derabeyên dikanan hemî girtî bûn û bêhna gazê ji hemî derê navenda Qoserê dihat û heta derengê şevê ciwanan û polîsan li nava kuçeyan bera hevdû didan. Li paş mala ku em lê diman teqînên çekan jî heta derengê şevê dom dikir. Tevlî vê yekê jî ku piştî şîvan em derketin derve, li ser cadeyan gellek mirov hebûn û digeriyan ango li vir jî hînbûneke dengê çekan hebû û di bin gulleyan re kêfa cixareyê dikirin mirovan. Mazûbanê min ku karmendekî dibistanê bû digot; tayina gellek mamosteyan derketiye û gellek ji wan jî neçûne û istifa kirine. Li vir jî dihat gotin ku “li hin deran heye li hin deran tune ye şer, ev tahdeyê li mirovên cihê şer dike”.
Sibeha 16.02.2016 an rojeke germ û hilbet ji bo Qoserê nava taxan hinekî toz û xwêdan bû. Pêşî min berê xwe da Şaredariya Qoserê ji bo dîtina hinek nasan. Li wê avahiya wekî zîguratê û di nava baxçeyekî fireh û bi çîmen û gul de ez pêşwazî kirim canik û camêran. Van karmendên ku di beşa Şêwirmendiya Jinan de diman, bahsa xwe û têkiliya jinên Qoserî dikirin û digotin; êdî jin hîn dibin ku ji bo şêwrê serî li me bidin, bi dehan tên û diherin. Em jî hewl didin ku pirsgirkên wan çareser bikin. Û yekê bi ken digot ku çend roj berê çiwanekî law jî hatiye ba me û pirsgirêka xwe ya bi dildara xwe re ji me re vegotiye û alîkarî xwestiye. Kêfa wan ji vê hewla han gellekî girîng re dihat. Bi rastî xebata şaredariyê ya di vî warî de mirov kêfxweş dike û ez jî kêfxweş kirim. Xebatkarên vê şaredariyê jî ji ber zextên dewletê ku dibêje em dê pereyên we bibirin xistibû fikaran.
Piştî ku em ji şaredariyê derketin û çûn ba nasine xwe yî din ku karê avahîsaziyê dikirin, sohbeta me ya li ser rewşê germ bû. Ji sohbetê xuyabû ku haya mirovên vê derê gellekî ji rewşa hundur û derve heye. Min gellek carî gotiye esil fikir û mafê peyvê yê ku di nava bûyeran de dijîn e. Rewşenbîrî li gurmika Qoserê ye ku divê mirov bibîne. Ne gengaz e ku mirov ji dûranî fêm bike û divê mafê mirov jî tune be ji rêberxistin û dahfdanekê. Haya mirovan ji hundur jî heye û ji derve jî bi saya teknolojiyê heye. Bawer bikin min tenê pirs ji wan dikir û li wan guhdarî dikir. Baweriya mirovan bi hêza ciwanan hebû ku digotin dikarin di demên kurt de bandora xwe li Qoserê bikin û ji derveyî dewletê tu girse jî nikarin li himber wan derkevin. Ji xwe di her sohbetê de bahsa 70 rojên şerê Sûrê jî her dihat kirin.
Li maleke nas jî dibim mêvan û em xwarinê dixwin bi wan re. Heciyê ku emrê wî ji 75 salî derbas kiriye jî pir li ber van êşên ku mirov dikişînin û tawanbariya mezin dixe aliyê Erdoxan û bûyeran wekî bobelateke mezin dihesibîne.
Û mirov di her kêlîkê dê van bûyerana nîqaş dikin û gellek ji wan jî dikevin hewldana tedbîrên malbatî ji bo stargeh û koçkirinan. Herwiha wekî Amedê li vir jî bahsa krîzeke mezin ji bo avahisaziyê tê kirin û bihayê xaniyan gellekî ketiye û ne kes dikire ne kes difroşe dibêjin. Gellek Nisêbînî, Cizîrî, Kerboranî û Sîlopîyî jî hatine Qoserê û li hin deveran jî wek taxên bi van navan ava bûne wekî “Taxa Cizîriyan”. Xuya ye ku kuştinên li van bajaran çêdibin bi piranî bandora xwe pêşî li bajarên wekî Qoserê dike ji ber nêzîkbûnê û mirovên vê derê jî ji her kesî bêhtir belkî li ber wan dikevin û alîkariyê jî dikin.
Piştî sohbetên dûr û dirêj Em rabûn û ber bi navenda Qoserê meşiyan. Qoser jî wekî Mêrdînê ji alî avahîsaziyê gellekî guheriye. Avahiyên pirqat pir bûne û Qoser gellekî guherandiye li gor 10 salên dawiyê. Ku em çûn navenda çarşiyê, gerxêleyek pir ya mirovan hebû û li cihê ku erebe nediketinê de bi sedan mirov kom bi kom rûniştibûn û diçûn û dihatin. Bawer bikin navenda çarşiyên bajarên metrepolan dianî bîra mirov û çûn û hatina mirovan gellek bû li vê çarşiyê, tevlî ku qîz û jin kêm xuya bûn jî. Ev der wekî cihê bêhnvedanê û hevdîtinê bû ji mirovan re.
Piştî gerek li nava Qoserê û heta ser Rêya Îpekê ku min toza wê dîsa tahm kir, li erebeyê siwar bûm û min berê xwe da Mêrdînê.
(Nivîsa gera li Mêrdîn jî dê bê)
Ez çûm Mêrdînê di rojên dawî de
Îro 17 yê Sibata 2016 an e û li Mêrdîn im. Piştî gera xwe ya Qoserê doh bi êvarê re hatim Mêrdînê. Di salên 2000î de 4-5 salan li nava sînorê bajaroka Misûriyê li alî Mêrdîn mam ji wan 18 salên binecîhiya min a Mêrdînê. Niha bi Mêrdîn re bûye yek bajarokê Misûriyê an Yalimkoy. Carinan ku em dê biçûna Misûriye wextekî cûda me vediqetand, wekî bajarekî cihê bû ji navenda Mêrdîn. Li navenda Mêrdînê gellek esnaf û zenaatkarên ji Misûriyê hebûn û hema hema ji alî karê avahîsaziyê ew serdest bûn, bi taybetî jî karê tesîsatê av û kehrebeyê (elektrîkê).
Îro bajarê nû û avahiyên nû Misûriyê gellekî derbas kirine û heta nêzî Qabala avahiyên pirqat bilind bûne. Gir û newal rast bûne û mirov nizane wê demê kî der best bû, kî der newal bû û kî der tilm û kolik. Ev ji ber ku vê dema hilbijartinê bû bajarê mezin û şaredarî jî ket destê partiya kurdan an jî ya ku pir kurd piştgiriya wê dike(HDP). Daîreya ku berê ez jî tê de dixebitîm bi şaredariyê re bûye yek û mezin bûye. Her wiha kar û xebar jî mezin bûye û rewş guheriye. Cara pêşîn ku aniha berbiçav ev yek xuyaye ji min, tabelayên der û waran bi 3-4 zimanan çêbûne. Bi kurdî, tirkî, erebî û suryanî. Mirov dikare bibêje ku di dîroka Mêrdîn de cara pêşîn e ku partiyeke pirê wê kurd in vê yekê dike û tu kesekî din an partiyên din bi vî awayî tev negeriyaye û heta bi piranî kurd tune hesibandine di dîrokê de. Tiştê aniha dibe gellekî baş e û ku hêvî ew e aramî hebe wisa dom bike.
Serê sibehê saet di dehan de min berê xwe da şaredariyê, ji bo hevalên xwe yî berê yên karmend bibînim û çend pirsan jî bikim û bersiva halê wan û ahwalê bajarê wan bistînim. Ez hatibûm daîreya çandê û li ba hevalekî nivîskarê zimanê kurdî jî rûniştim. Hilbet ne ji aş û bajar dîsa mijar şer û rewşa dawî bû. Her kes fikrê xwe dibêje dema yekî mêvan dibîne û tew mirov hevdû nas bike ew fikir diçe heta gazin û derdgotinê jî. Mirovekî nivîskar û wêjevan jî tiştan pir hûr li seradê dixe, moxil dike wek tê zanîn. Gellek pirsgirêkên bajarê Mêrdînê derketin holê, ji tevgerên kevneşopî yên siyasiyên Mêrdînê bigire heta tunebûna derfetan ji bo çalakiyên çand û hunerê û bêmoraliya ku van tiştana çêbike û herwiha mirovên ku ji çandê fêm bike bibe biryardarê van çalakiyan. Ji xwe şer jî çalakiyên çandê pir sar kiriye û kes bi dilê xweş çalakiyekê nakin û kes bi dilê rehetî naçin temaşe an beşdariya van çalakiyan. Mirovên herî dilsar û dilhişk jî di vê demê de ketiye mitaleya rewşê û difikire. Dibêje, hevalekî li şaredariyê; mirovên kurd ên rojava û metrepolan divê tevdîrên giran û duvdirêj bigirin, divê êdî ber bi welatê xwe bên, yên ku nikarin bên û ji bo kar nayên bila ber bi Bahra Spî ve herin û li wir kom bibin, ji xwe li wir pir in, bila hê jî pir bibe ji bo ku hêza wan jî pir bibe. Û dibêje ji ber ku rojekê teqez şerê navxweyî çêbibe ew hêz dê ji wan re bi kêrî tiştekî bê.
Bi berpirsiyarê Daireya Çandê re jî diaxivim û hinekî ji bo çalakî û xebatên çandî agahiyan jê distînim. Hilbet di şer de berpirsiyarê çandê yê şaredariyekê dê li ser rewşa şer û gel bifikire û ew jî wisa dike li gor dibêje û her rojê diçin 3-4 gund an navçeyan û rewşê dişopînin an jî ji bo alîkariyê û şopandina bûyeran amade dibin. Carinan berpirsiyarê şaredariyê û yên siyasî bi hev re diçin û li ber deriyê Nisêbînê disekinin û carinan hemû bi hev re li ber deriyê nexweşxaneyekê ji bo alîkariya birîndaran û malbatên miriyan dikevin hewldanan. Ji bilî endamên meclîsê, karmendên berpirsiyar û gellek karmend ji bo alîkariya koçberan gellek carî li ser piyan in. Ji xwe Mêrdîn jî wekî Qoserê bûye stargeha koçberên Cizîrê, Nisêbînê û Kerboranê.
Piştî xatirxwestina ji heval û berpirsiyarê şaredariyê min berê xwe dabû navenda bajarê nû. Li qahwexaneyekê rûniştim û min temaşeyî çûn û hatina mirovan kir, ji dehan teqez 4 heban min ew nas dikirin an jî min ew dîtibûn. Piştî bêhneke bi hevalekî xwe yî kar çayvexwarinê re nasê min î ku ez dê herim mala wan hat ba me û em çûn. Lê berî ku em rabin ev camêrê karker jî bi moral bû û digot “dîrokê ev nivîsandiye ku şerê azadiyê bêyî bobelatan nabe, guhê xwe medê, çi dibe bila bibe”. Mazûbanê min ê ku em herin mala wî, di heman demê de taloqê min e. Zarokên wî hinek jê û birayê wî li Nisêbînê ne, an jî li wir bûn heta niha. Lê du mal ji wan hatine ba wî û daireyek jî li nik wî girtine. Ew jî hatin xêrhatina min û em hinekî peyîvîn. Ew jî ji sawa xwe ya ewilî xelas bûne û êdî dest bi jiyanek zahmet kirine û hîn dibin. Lê hê jî hinek ji wan li Nisêbînê ne û diçin û tên. Lê belê him mazûbanê min û him yên Nisêbînê dibêjin “ku çi hewce be dê biqewime û em ji gellek tiştan re amade ne û em ji alemê ne çêtir in.” Bi rastî ji van peyvana û gellek peyvên ku di nava gel de dihat kirin şaş dimam carinan û pir bi awayekî normal dihat gotin û heta carinan jî bi ken dihatin bilêvkirin. Gellek carî digotin şerê nava bajaran nabe lê wekî tiştekî xwezayî jî didîtin.
Ji bo ku herim ba hevalekî wênekêş ez ji mala taloqê xwe rabûm û berjêrî nava taxa 13 Martê bûm. Piştî 10 deqeyan ez gihaştim wir û fikir û ramanên wî hevalê wênekêşê profesyonel jî balkêş bûn û her tim wî digot divê netewîbûn têkeve pêş an na hêza kurdan dê kêm bibe her ku biçe, herwiha divê hêdî hêdî yên metrepolan jî bên welatê xwe, rojek bê ku mal û milkên wan î li metrepolan bi qurişekî jî nayê firotin, divê niha bifroşin û werin.
Êvarî bi wênekêş û çend hevalên din re em çûn komeleya wênekêşan ku li Kuçeya Hunerê ya Mêrdînê bajarê kevin bû. Wan, saeta vê şevê dest bi dersa xwe û nirxandinên wêneyan kirin. Wêneyên ku li Heskîfê roja binavbûnê ya pêşî dest pê kiribû kişandibûn, dinirxandin û niqaş li ser dikirin.
Lê min destûr ji wan xwest û ez wê şevê bi nava bajarê Mêrdînê yê kevin ketim û bi tena xwe li kuçeyan geriyam û geriyam. Ji Kolana yekê de di ber dikanên zêrker û qidaman re heta meydana Cumhuriyetê hatim. Hemû tabelayên dikanan yek cûre bû ku wekî projeyekê hatibû çêkirin. Û di Sûka Ga re, di çarşiya cil û caw re, di çarşiya xeratan û ya Spehî re min berê xwe da sûka Hasan Ayyar ku nav hatibû guherandin û min bêhna xwe li Leylan Cafeyê vekir. Kafe bi xort û qîzan tije bû. Hinekan ez nas kirim û hatin ba min. Lê balkêş bû wekî rojên me yî berê ku li vir dibuhurîn ne bi kêf bû û dengê muzîkê pir kêm bû. Li şaneşînê rûniştim û li ber bayê xerbî min kulehê xwe kir serê xwe û ponijîm bi çayvexwarinê re heta ku hevalên min hatin. Ku hatin jî mijara wan ji xwe huner û wêne bû heta ku em çûn
Bi sibeha 18.02.2016an re li malên çend nas û dostan geriyam. Bi êvarê re min berê xwe dîsa da Qoserê. Li himber balafirgehê li malekê bûm mêvan. Dora balafırgehê û himber wê ku nexweşxaneyek mezin lê çêbûye, bi avahiyan tije bûne û bûye wekî bajarekî nû û xerîb. Hinek malên ku digotin ew karmendên ewlekariyê ne xuya bû û bala min kişand, alek tenê ya tirkiye hebû wekî din al tunebû li ser bi dehan avahîyî. Jina mala ku ez lê bûm bahsa jina cîranê xwe yî polîs dikir û digot, “bi rastî me deng li hevdû dikir û gellek carî zarokên wan dihatin ba yên me û em jî li derve bi ken û peyv bûn lê rojekê çûn welatê xwe û du sê mehan man, heta hatin jî şer dest pê kiribû. Ji ber wê yekê jî ketin hundur û derneketin. Heta 15 rojan jî me nizanîbû hatine an na. Dîsa jî min halê wê jinikê pirsî, lê wê berê xwe jî bi alî min venekir. Her ku ez didîtim bi lezgînî deriyê xwe digirt û nedihişt zarokên wê jî derkeve der. Ev 6 meh in peyva me li hevdû neketiye”.
Di vê mala ku lê dimam de jî zanîn û haydarbûna ji dinyayê û ji welêt di asteke bilind de bû û gellek carî û bi piranî tişt bi awayê mantiqî dihatin nirxandin û diyar dibû ku qezencek kurdan çê bibe her kes dê memnûn bibe li her derê Kurdistanê.
Ku bû sibeha 19.02.2016an, min berê xwe da nava Qoserê û heta saeta çûyinê li wir geriyam û bi kirîna kîloyek çaya qaçax min xatir ji gellek kesan û kesên min nedîtin jî xwest û ber bi Stenbolê bi rê ketim. Li hewa wisa difikirîm; teqez divê her kesê kurd bajarên xwe yî li bakur aniha bibînin, di nava gel kevin û bi wan re bipeyîvin û bêhna barûdê, bêhna gaza tûj û toza xerabeyan dengê koçberan û êşa veşartî bibînin, bibihîzin seh bikin, hîs bikin, alîkariyê bo welatiyên xwe, mirovên xwe bikin û tiştekî bikin.
Nivîskar; Çiya Mazî