Têbiniyên Twîtterê ji hesabê M.Çiya Mazî
Êdî kes guh nadin
"helwest û çalakiyên demokratik", çima? Rewş ji rewşa demokrasiyê
derketiye gelo?
Bi alên spî meyt
hatin rakirin li Cizîrê, rojên giran dibuhurîne gelê kurd... (êdî ew jî tune)
Rexneyên
bêbinî ji kîna hundur e lê bêfêde ye, bexîlî bêxîretî ye çirûska rojê nabîne.
Ked û xwêdana baqij her tim serbilindiyê tîne.
Qazî
Pêşawa ! Neviyên te ew in ku li bin devî û sûr û bircan li ber xwe didin..
Ku
dilê te hebe tu hereketekê reş bikî, tu dikarî ji nêrî jî ji berên jî şîr
bidoşî.
Hê jî mirov bi
îspata zimanê kurdî û bi ya ku kî tahdeyê li me dike, kî mirovan qetil dike re
mijûl bibe. Ecêb ev e.
Ku axeke kurdî ya
azad tunebe, tu profesorê kurdî bî tuyê çibikî jê? Dawî kuçeçekmezî ye.
Peyva
"Şiyar bibin" demode ye êdî, herkes şiyar e û zane li ku mexel e.
Ku ji sedî 90 kurd
bi karê xweYî normal ketibe û bi hûrguliyên jiyanê û berhemên Xwe mijûl bin, nexwe
şer tune, an tiştê heyî wan eleqeder nake
Di her karî de wisa
ye; hinek kes her tiştî rast wekî mast dixwazin lê qet xwe nalivînin
Alîkarî
îro nebe kengî? Bugün yardım edilmese ne zaman?
Zarok nikarin têr
avê vexwin û diber jiyanê didin, têkoşîna şoreşê ji vêya mezintir heye?
Egîdan mêrxasiya
derewîn betal kir. Xwînê peyvên qelew û qurretiyê fetisand. Azadî dê ji binê
erdê were.
Zaza
kurd in. Elewiyên kurd hene. Piraniyek mezin ji wan jî bi rastî di têkoşîna
kurdî de li pêş in.Yên vê nizanin hinek nanê tenûrê bixwin.
Nirxandin û zanina
encama bûyeran ya bi lez rast e gelo?
Yên gundiyên çiyayî
her yek deh kis arvanê wan hene, yê bajariyan qet.Heta tedarika tiştekî nakin.
Nexwe kes xeyala bûyerên mezin nakin.
Hûn
dikarin Kurdistanekê li Başûr ava bikin, lê bi vê nêrîna we ya li Bakur, kurd
dê warekî din ava bikin li bakur û bêyî we.
Diyanet û miyanet. Gellek
kurd û gellek tirk û mirovên din dixwazinRojevê biguherinŞer heye şer.KuMirov
karibe tiştekî ji bo çareseriyê bike başe
Hemû kurd
propagandaya terorê dikin, ji ber ku hemû kurd in.
Û îjar tew dibêjin
helbestê, çîrokê binivîsine li dû wan. Bila ax têkeve çavê min, devê min û
çenga min bişkê, zimanê min lal bibe bes...
Agirê
ku ciwanên kurd dişewitîne, gulleyên ku bedenên wan li erdê dixe dê rojekê
kurtêlxuran jî bike xwelî.
"Hêzên dewletê
bi dizî dikevin taxên Cizîrê’”
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder