20.10.2009

BILA KES BI ME NEHESE

1
Min û te ji hev hez kiribû di ciwaniya ciwaka şikeftî de. Dil tunebû li bazaran. Bazirganên dilqirêj tu diwezinandin ji pismamên qîldirêj re. Rextên îngilîzê bûn qelenê te û kenpisîkî xwestiyên bejna beledî. Dirêş û pola ditewiyan ji awirên te lê neditewiya nêrîna min ji dilê te î ramûsan diçandin serxetên pars û nav milên min.

Eyb û fedî bariyabû ji me re
Tore- teyrok
Namûs- pîrebok
Zilamî- revok
Û bêevînî barana şepel bû li ser serê me.
Lê me negot em şil bûn.
Di kortalên birûskan de mezin bû hezkirina me, çalên geniman seyrana me.

Em netirsiyan ji dulûleya birayê te
Me fedî nekir ji quretiya bavên xwe
Me guh neda çêrên xalê te
Me nehesiband tirsfirandina mamên xwe
Evîn bû bêedebiya me, dil miqabilî dil, kete devê pîrikan, deng da dilsosinan, pêl da şibakeyên xort û qîzan. Êl û eşîr diketin kozikên binya malên xwe. Li wan bû tofan evîna min û te.
Navê te bû qaqlîbaz û yê min Teyrê Baz.

2
Kuştin li ber derî bû. Me biryar da di havîna ber payizê de, bi nîşana ku qurix hilatibû berî xwîna ahd kiribû were, bi xatirxwestina hêlkanî lêv, bi awirên te î bi min re man heta warê bêxwedîbûnê, ji hevdû dûrketin bi destpelkê, çûm warê korxerîbiyê î çiqas zor

û tew tu
û tew hisreta bêhna destên hinekirî nehekên li ser dehekan bû. Ji çem xelas bûbûm dikirama di bahrê de bixeniqiyama û bihatama kuştin di filmên televizyonan de.
Şev û tu bûbûn nefîramên romê, xefik datanîn bin lihêfa min. Geh bi desmala sipî tu û zarokek, geh bi xêlîkek sor di dest xortekî de û diranên te zêr kiribûn
di xewneke min de.

Hih...! tew tu jî, bêmirazê

Min nedixwest te bibînim êdî di xewnên keftarî de. Fikar bûn "gelo" ji min re Dûrî çavan dûrî dilan.
Nebû Qaqlîbazê nebû. Hew di hundirê min de hilat tunebûn.

3
Min êvar girêdan
Min şev xeniqandin
Min xewn qewirandin
Min xem hedimandin
Min tirs veçirandin
Min gulle sekinandin ji bo te û rê da roja dibiriqand û ez hatim

4
Belê... Ez hatibûm perê taxa we. Cîhê dorpêçkirî bi qirxanên dirêj. Ez hatibûm te bixwazim ji mala Qazî. Tu xuya bû ji min li şaneşînê. Min xwest tu bi min bihesî û li min binêrî bi çavên şêrîn. Lê nehişt nahtorîyê malmirat, li bin holikê paldayî. Di dû çend gotinên nîqaşê de.
Got... Qaqlîbazê dil girtiye, dergistiya yekî din e.
Ez keniyam bêhemdî xwe. Ez ketim fikaran. Min got qey ji min dixwazî baca rê. Min nexwest bawerî bê min. Ne bawer bûm. Lê şanî min kir. Xortê di ber te re çû
Dest li ba bû. Min jî dît qaqlîbazê min jî dît. Nêrîna min qut bû gerdengazê. Gêj bûm, lal bûm. Min nexwest ez bijîm. Li pêş çavê min serap û leylan

5
Qet ne bawerim ku tu dev ji stranên me bihevre digotin berde.
Ma çi zû…Ma çi zû tu xapandin keçka Qazî. Tew me xistibû çavên xwe rev.
“wey lawiko wey xweşmêro ? ”
Kêlîkekê bîne bîra xwe wê demê lêvên te digot:”destê me bigihîje ber devê me, û ji kuştinê ji hiştinê emê bi hevre bin heta heta”.

Lê negihişt ber devê me tu dest, wekî guliyên te li qirika me bigere

Binêre, way dîsa qurix hilatiye. Û sozên te. Ma ne soza te bû çavşînkên bi ber derî de dardakirî. Ma ne guliyên te bûn li ser tahtikê jêkirî. Qey ne ew rîtolên kirasê te bûn bi dirîka şêx de dardakirî. Ne lêvên te bûn diricifîn di xatirxwestinê de te digot “di roja serxwebûnê de emê dawetek mezin çêkin”.

Qey morîkên min dabû te qetiyane bêmirazê. Nizanim ahd çi nin. Qey soz jî wekî te bê rû nin. Dişemitin. Wê nebihîzin çirçirkên li me guhdarî dikirin.

Heger wisa be gerdengazê, heger wisa be.Tika dikim bila kes bi me nehese.
Ez nakevim heyra terka te.Ez dikevim heyra wê heyrê bi me bihesin aşiq û maşûq û fedî bikin xortên ber zewacê. Bila kes nebihîze, nebêjin dilekî din hat, şimamokan bêhn nedan û çilmisîn. Ez naxwazim kes te fedîkar derxe û ez bibim paşgotin li dû te. Dikevim gûmanan êdî. Li dû min û li ser serê min digere. Ew qasidê wê felekê.

Xwezî bi min re hebûya ew hêz, aniha ez rabûma ser kab û nîvê. Min li destê xwe bigeranda guliyên hinekirî.

Nabe êdî… naa … qaqlîbazê bêyî te nabe. Ezê jî dawiyê bînim bi qesem. Rahêjim rahol û şûrê zingarî û nextekê bidim kezeba xwe. Bila kevir û kuçik bibarin îjar.

Lê kê got tu bibêjî fedî neke:
Delûdîn û xurufî bû ji eşqa xwe,
Derketibû ji dînê xwe,
Çelqiyabû ji hişê xwe,
Teriqî bû ji warê xwe,
Fetisîbû di wanê de.

Tirmeh 2000

16.10.2009

Gewretiya Mijarên Mîqro

DÎLAWER ZERAQ
Gewretiya ‘mijarên mîqro’ Pirsa ku serê pêşîn di serê min de çêbû, ev bû: “Ma mijarek dikare çiqas biçû(çi)k be?”Dûre, çend kêlî wisan hin fikir di hişê min de çûn û hatin, bi hev re ketin heftûheştê û wêje, sedem û çavkaniya tekane ya hênikayiya di hundirê min de, hat hawar min û got: “Hemû mijarên di wêjeyê de biçû(çi)k in û mezinayî û gewretiya wan ji awayê vegotina wan û afirîneriyê pêk tê.”Belê, dilê min fireh bûbû û pirtûka ku di destê min de bû û min xwendina wê temam kiribû, seqaya giran a fikran ku hiş ji min biribûn, siviktir kiribû û dilê min jî hêniktir…Ma ne wisan e? Wêje û wêjekarên xas, tim û tim ji xwe re ‘mijarên mîqro’ hildibijêrin, di nav detay û kitekitên wan mijaran de vegotineke ku xwendevan dibin cîhaneke dî, dikin ku xwendevan di cîhana xwe ya hundirîn de rûkalî hev bibin, dikin ku parçeyên girîng ên bûyer û qewamên ku li derveyî mirov tên jiyandin, hêdî hêdî têkevin nav û dilê mirov û mirov bi xwe bibe lehengekî/e wan bûyeran û dûre bi awayekî ji taqet û ji halê kulê ketî xwe ser piştê dirêj bike û piştre mîna ku tasek ava cemidî vexwaribe û vêsa xwe danîbe û bêje, ‘oxweşşşşş!’Ez a we nizanim, lê gava min pirtûka dawî ya Çiya Mazî ya bi navê “Mijarên Mîqro”* xwend, li min wisan qewimî. Nexasim çîroka bi navê Şemo Şano. Ger destûra we hebe ez piçekî qala vê çîrokê ji we re bikim: Çîrok li gundekî derbas dibe. Gundî di nav dilanekê de ne û bi kêfa xwe govendê digerînin. Dûre, dîlana xwe diqedînin û dixwazin dest bi şanoya xwe bikin. Hema ji xafil de kudikên mancoyan bi ser wan de derdikevin û dixwazin bibin derhêner û serlîstikvanên şanoyê… Lîstika xwe bi kotek û lêdan û tehdeyiyê didin destpêkirin û replik û axaftinên wan jî bi temamî ji çêr û dijûnan pêk tê. Û wekî kostum jî, hemû gundiyan tazî dikin û berê xwe û gundiyan didin gundê hember.Bi rê de, yên ku hişê wan sekiniye, yên ku pir xemgîn in, ên ku lîçik û hêsirên wan bi hev re diherikin… Hemû jî di nav tirsê û xemê û şermê de fetisîne. Û lêdana kudikên mancoyan jî her berdewam e.Piştî ku rê nîvî dibe şanogerên gundiyan Şemo, bi lêdan û dehfdana cewrikekî dilikume û qîrînek biken pê dikeve. Piştî ku dibîne leşker bi kena wî aciz bû, êdî bi her lêdanê re kena xwe bilindtir dike. Temo, Remo û Kemo jî wekî Şemo dikin û dengê kena wan diçe esmanan. Îcar her ku cewrik tundtir û hişktir û bi qûndaxan li wan dixin, ew dibêjin: “Oxx, ev çi xweş bû, lê xe, lê xe, ox, oxx…”Dûre, gava digihîjin gundê dî, sermanco dixwaze bila tev têkevin maleke wî gundî. Yekî ji wan dibêje: “Şemo ev gund neyarê me ne, em ê çi xweliyê li serê xwe bikin.” Yekî dî dibêje: “De bila me bikujin û em xelas bibin ji vê şermê.”Û Şemo bi gava ewil ku diavêje hundir re, dibêje: “Esselamun Eleykum ya ehlê qebrê.” Û çîrok diqede.Nivîskar di vê çîrokê de êşê digihîjîne esmanê heftan û li wir wekî tiştekî fantastîk nîşanî me dide ku em ancax dikarin henekên xwe pê bikin. Her wiha, ev henekpêkirina xwe bi xwe îronî ye. Îronî jî, ji bo stembar û mezlûman, ji bo kesên ku êşê dikêşin, rê û awayekî tirûşkirin û berxwedanê ye. Bi saya vê çîrokê, em gotineke feylesof Seneca tînin bîra xwe ku dibêje: “Ger hûn dixwazin mirovan kêm û biçûk bixînin, ji êşa wan bawer nekin.”Şemo û hevalên wî jî, li hember vê kêmxistinê, ku kudik û sermanco bawer nakin ku ew êşê dikêşin, vî tiştî dikin û ji bo ku êşa xwe nexin nav lep û piyên kudik û mancoyan, bi êşa xwe dikenin, bi êşa xwe dilîzin, bi êşa xwe didin lotikan û li şûna ku xelk bi wan bikene û bi xwe bi xwe dikenin. Û piştî şanoyê, di qebrê de car din li hev dicivin.Ji alî her kesî ve malûm e ku, êş û êşkêşan, tişt û kirûyên mezin û giran in. Lê tevî ku wekî me haya nivîskar jî ji vê yekê heye jî, ew jî wekî temaşevan tev li lîstika Şemo û gundiyan dibe û bi saya îroniyê mijarên gewre ku di pirtûkê de cî dane xwe, ‘mîqronîze’ dike** û ji bo ku em bixwînin pêşkêşî me dike. Min çîrokek ji ‘mijarên mîqro’ ji we re got, de haydê rabin îcar em her yek bi xwe çîrokên mayî bixwînin. * Mijarên Mîqro, Çiya Mazî, Weşanên Do, 2009, Stenbol** Hûrik hûrik parçe kirin.






MİJARÊN MÎQRO NETKURD
Hesenê DEWRÊŞ
Aktuelbûn: 2009-06-21 14:04:36
Mijarên Mîqro pirtûka çîroka a Çîya Mazî yî duyemîn e. Pirtûk� ji nav weşanên Do yê di nîsana 2009 de derketî ye. Di pirtûkê de çarde çîrok hene.
Mijarên çîroka; zilma eskera,mesela namûsê,zordestîya li dijî jina,pirsgirêkên aborî,qirkirina Ermenîyan,bîranînê xwendevana,tesîra olê,boranên ku mirovan tajon xwe kuştinê,gerduna zaroka,bîranînên zaroktîyê hwd. nin.
Hêja ye ku mirov li ser çîroka yek bi yek bisekine,lê ji ber ku derfet di cîyekî wanî de tune ez di xwazim ku hew li ser çend mijarên giring bisekinim.
Rewş û tevgera lehenga: Di çîroka bi navê “Niqrîskên Gewrîyê” hest û ramanên jina Şêro xweş hatine vegotin û mirov dikare xeyal bike, bêka Şêro û pîreka xwe mirovnî çawan e. Portre û profîla lehenga pirr hindik hatîye xêzkirin. Di vê çîrokêde qelsîya bi tenê dengê vebêjer e. Vegotin ji alî pîreka Şêro tê meşandin,digel ku vebêjer pîrek e jî dengê ku hat min pirr ne mê bû. Ji bo afirandina lehenga çîrokek serkeftî bû.
Di çîroka bi navê “Şahidî” de jî vebêjer û lehengê sereke “mêw” bi hawakî serkeftî hatîye afirandin. Mêwa dilbirehm dîgel ku ne mirov e,mêwek li nav rezekî ye (ku xwedîyê wî xedar e) jî, hest û nêrînên wê karakterekî zindî derdixe hemberî me.
Di çîroka “Ma Ev Jî Nig in Qey” teswîra Hemîdo xweş hatîye kirin. Mirov bi rihetî, kare Hemîdo bike mirovekî ji jiyana xwe û ez bawerim ku wê Hemîdo demeke dirêj dinav cîvakê de bijî.
Di çiroka “Dara Bihîvê” ,ne keçika ku tê kuştin,ne bavê keçikê,ne dê û birayê wê ne jî vebêjer Dara Bihîvê, nebûne leheng. Mesela ku derdikeve pêş, kuştinê li ser namûsê ê ku libajarê kurdan dibin in. Belê nivîskar bi zanyarî nehiştîye ku kurahî di hestên lehenga çê bibin,û çîrok ji mekan û hestan parastîye û bi hawakî ziwa agahî ya adetek xerab bi me digihîn e. Xwestîye ku hin hestên keçîka ku bi dara bihîvê tê daleqandin vekole,lê dengê mê zeftnekirîye û mesele bi qewimandina bûyerê bi sînor maye.
Di çîroka “Çeqlo” dîyalogên herdu endezyarên ku li dora kêzêkekê derin û tên dîyalognî bi zorê ne. Pirsê di derheqê gîyanewera ku Mîrza dîye û dixwaze ku kişif bike bê ka çi mexlûqate dike, pirsinî pirr ji rêzêne. Lêkolîn û hizra endezyar ji a gundîkî nedûr e. Ku tevger ev be, ti wate û hewceyîya pejirandina pîşeya leheng namîne.
Di çîroka “Mijarên Mîqro” lehengê sereke Loqmanê zarok, heft heşt derba ji xewê şîyar dibe û dîsa di xew re dere. Gava şîyar dibe bavê wî yî li ber serê wî jê re behsa stêrka dike. Ku di xew re diçe xewna xweyî ku didît di cîyê ku mabû didomîne. Wiqes şîyar bûn û sohbet û dipey re jî domandina xewnê meşruîyeta xewnê hebekî dixe bin tahlûkê û bi min hewce jî ne dikir ku zarok viqesî şîyar bibe û dîsa dixew re here.
Taybetîya Zimanê Vegotinê
Hin mijarên ku hatine pejirandin, bi ziman û dîtinên civakê hatine honandin(wek mîjara Dara Bihîvê,a Mijarên Mîqro,a Kekê Mino Zava,a Dînamo). Ev şikil vegotin nahêle ku heycanek bi mirov re çêbibe û nahêle ku dengê nivîskar û ê lehenga çêbibe. Çêbûna fikra ku meselê ji der û dorê hatine bihîstin, bi eynî rengî derbasî nivîsê bûne kêmasîyeke ji bo vegotinekê.
“law ma wê çiqas xweş bûya min jî wekî wî rojname têxista destên xwe û qet lêvên xwe tevneda û bixwenda. Axx…” ( ji Niqrîskên Gewrîyê r.45)
“Kuro ma tu nizane vê dera bajar e law,ma her ku kî aqilê wan çelq bibe,bifîkîne ka wê vê derê bibe çi? Ma wê nebe meydana qeşmeran? Ma xelk ê nebêjin ma qey ev welatê fîkfîkçîyan e?” ( ji
Ma Ev Jî Nigin Qey r.68)
Belê belkî ev hevok jî gellekî ji rêzê bin,lê bûne dengê legengê ku ev hevok ji devê wan derdikevin, û ev dengên ha herdu çîrokan jî gellekî serkeftî dikin.
**
Çîroka dawî,a bi navê “Xewna Dawî” ji hêla pevxistinê mînakek xweş e bo çîroka modern. Di vê çîrokê de, lehengên çîrokên din hemû kom bûne û ketine xewna nivîskarê lehengê vê çîrokê. Lê hin qelsîyên dîyalogan, wek neheqîyeke ku li pevxistinê tê kirin in.