28.12.2017

Çalakî: Roja şemiyê (Cumartesî) li Janya Kafeya Stenbol/Beyoglû, M.Çiya Mazî dê pirtûkên xwe îmze bike û helbestên xwe bixwîne.


23.12.2017

TÊBINIYÊN VÊ MEHÊ
*Gellek kes dikarin helbesté çîroké, romané bixwînin, dikarin binivîsînin jî; lé belé nirxandina wan, analîza wan tiştekî din e.
*Tu çîroknûs an hebestkaré herî navdar û hezkirî bî jî, belkî tu nikaribî analîzeké tené jî ji bo wan (helbes, çîrok) bikî. Lewre ew tiştekî din e me got.
*Tu wéjevané herî navdar bî jî, ramana te girîng e, lé belé, belkî tu ténegihéjî ku wateya çalakiyek, gotinek siyasî çi ye, lewre ew jî tiştekî din e.
*Û dawî dawî, tu siyasetmedarekî herî navdar, herî mezin û pîspor bî jî, dibe ku tu nikaribî, çîrokek wéjeyî an jî rézikek hebesté bivîsînî, lewre ew jî tiştekî din e...
*Carinan mirov guh nede rexnegiran belkî baştir be; ku mirov ji nivîskar, helbestvan, çîroknûs an ji siyasetmedarekî/ê hez bike, mirov bi xwe here lê guhdarî bike, pirtûkên wî/wê teqez bixwîne û bi hişê xwe tevbigere. Lewre dibe ku hesûsî li her derê hebe.
*Nexwe demokrasî, dad, rézgirtina maf û huquqa mirovan di hiş û ramana mirov de tune be; pere, navdarî, ziman û dewlet tené mirovan hemwelatiyan tér, dilxweş û azad nake.
Û kurdan pratîka hemû teoriyén şoreşan di van pénc salén dawiyé de dîtin.
*Jibîrkirin lukseke me dixapîne îro. Me Hemîd Dilbihar ji bîr kir? diyarname.com/news.php?Idx=2
*Tiştekî pir girîng heye ku gelek kes karin bikin; herkes kare ji mirovén ku ji kar hatine avétin û bûne esnaf tiştan bikirin, herin kafeyén wan. Liveke hésan e ku mirovek bike. Gellek mirovén kurd û kurdîhez wisa perîşaniyé dikişînin hene, haya we jé heye? Bi cîh gellek kes karin herin kargehén wan û tiştén ku her roj péwistin bikirin. Lê yên ku vê alîkariyê manîpule jî bikin, ew jî heye.
*Biryarén siyasî bi awayé fermî gel temsîl dikin, lé di nava gelan de tékiliya mirovahî û jiyanî piré caran cuda ye. Bi gotina siyasetmedarekî, gel nabe nîjadperest.
*Ji bo pankarta HDPê ez wekî Leyla Polat @leylileylacan difikirim, bila kurdînûs biborin. Ji ber gellek sedeman. Belkî hinek ji hezkirina xwe ya kurdî tiştinan dibêjin,lê ne bi vî şiklî û ne ji hin şaşiyên wisa biçûk re ew qas tofan. Hinek jî dîsa wek firsend êriş dikin.
*Dinyayê bidin wan jinan ku hemiyî bikin Rojava û her dem roj lê be neçe ava... Deyné wan mamosteyén jiyana azad û roniyé li ser me giran e ezbenî. Wan taht û zinarên tuxûban û peravên Feratê dibêjin: ew dê bibin roniya sal û deman...
*Me got romantizm xelas bû realîzm dé were, lé dram li ser dramé hat, travmayan kon veda. Û hévî dibéje bijîşk her dixebitin ji bo şifayé. Dibéje helbest e terapî.
*Beré mirovan gotarén rojnameyén kurdî dixwendin,zivér bûn. Dû re ketin facebooké tené paragraf xwendin, zivér bûn. Û derbasî twîteré bûn tené hevokek téra wan dikir. Ji wé jî zivér bûn, çûn instagramé,wéne tené man û emojiyek bes e niha,hindik ma ew jî here. Çiyé were nizanim?
Ji xw li hemû dinyayé jî pir cûdatî tuneye bawerim.
*Gelo di pêşniyar û nirxandina pirtûkan de jî hemşerîtî û hevaltî dibe? :) Hilbet pirtûka xweş û li gor mirov baş be, ya hevalan û hemşeriyan jî dibe pêşniyar, lê ne her pirtûk-wêje, stran, helbest... Belê ya SeheraSelocan tiştekî din e, helwestek baş e, ew ji derî vê gotinê ye.
*Carinan hinek, tiştekî, livekê bi neyînî rexne dikin, lê belê tu lê dinêrî yê herî pir wê livê, wî tiştî dike ew e. EGOİST çibû, ew e.
*Wateya peyvên: 'Xiyanet-Dostanî, Mêranî, Namûs',belkî ev bin niha li dinyayê:"Siyaset-Têkilî,Teknîk-Teknolojî, Takekesî".
JI TWÎTTERÊ... 23.12.20017

14.12.2017



PIRTÛKEK NÛ YA HELBESTA KURDÎ DERKET :Navê Berhemê-Eser Adı: Baranên Çilesrî
Nivîsakr-Yazar adı : M. Çiya Mazî
Ziman-Orijinal dil: Kurdî-Kürtçe
Lewnê Wê-Türü : Şiir- Helbest
Berg,Mizanpaj-Kapak tasarım:Hasan İbrahim Berzencî.
Cilt : Berga Karton kapak,
Kaxet -Kağıt: 2. Hamur
Çap-Basım : Ekim 2017 Cotmeh
Çap-Basım Bilgisi: 1. Basım- Çap 1
Rûpel-Sayfa Sayısı: 104
Pîvanên Pirtûkê-Boyutları:13,5x19,5 cm
Giranî-Kitap Ağırlığı : 100 gr
ISBN No: 978-605-85753-2-5
Barkod No: ISBN No: 978-605-66971-0-4
Buha-Etiket Fiyatı: 10.00 TL
Derketin-Çıkış tarihi : 2017 Cotmeh- Ekîm

Naverok : Baranên Çilesrî’, pirtûka helbestan ya M.Çiya Mazî ye. ‘Baranên Çilesrî’ ji 71 helbest û çarînên deh salên vê dawiyê pêk tên. Pirtûka helbestan  pêşî ya  nivîskêr ‘Palûte’ di sala 2008an de derketibû.

JI ÇEND HELBESTAN :
…Li jêr û jorê axa xwe bi temî be     
Û li bin hawaran binax bike tuxûbên birînkirî
Tevlî têlikên ku kurm ketine wan …
Û derabeyên qulqulî yên dikanên qaçaxê
Bila nexwiyabin kuçe û kolanên talankirî
Dilê xwe bidize ji pirêzeyan
Bipêçe bi bêhna reh û axê
Bîranînên xwe bike xişre ji rojên bê re
Li wîjdanê te jî hatine xezebê
Veşêre di şeveqên paxila xwe de …(Ji helbestek pirtûkê)
***
 …Li ser striyên rêya min xwe avêtin erdê hewariyan
Fîkandinên rojhilatî bi newayan newalên kemanjenan dagirtin
Ji şaxan ber bi lûtkeyan firiyan balindeyên bajarî
Bi wan re kevokan ji ser kumbetan û sariyên deriyên mêşinî
49 pêlik serjêkirin li ser kevirên keviyên kolanan
Temaşe kirin di sehera sibê de maşûqan
Dema ez çûm…(Ji helbestek pirtûkê’)
***
Wan xweşikiyên te li ser hev danîbûn qor bi qor û distiran
Bi çend çavên wekî dirêşan li roniya rojê dinêrîn
Û xwe ji mezinbûna jiyana xwe re amade dikirin
Li nava gellek dîwarên ku kêlekên xwe dabûn hev
Kevirên te kiribûn reşgirêdana kuçeyan û tizbiya ku tilîkên zirav kil dikirin
Çakêtên li ser du milan bûbûn alên hisretên çavbikilan
Dûrikên Sen û Benê digotin ji wan re…(Ji helbestek pirtûkê’)
***
Porê ku bêhna xwêdanê jê dihat/ Gulîk bi gulîk
Û dû re baran li ser ponijîna min
Min pirsî /Ev barana bi ser birîna min de tê hêsirên kê ne
Yê kîjan bedenên ku nifiran li min dikin
Û di bin şikêran de îske îskên wan … (Ji helbestek pirtûkê’)
***
Bi sedan pêl diçin û tên
Bi sedan kul şên û bi bêhn
Xwe li sehera min digirin û tên
Ey şahînşaha dilê min
Navnîşana min ji wan bipirs…(Ji helbestek pirtûkê)