24.03.2018

Piştî sê mehên xebatê, çapa duyemîn a FERHENGA GOTINÊN PÊŞIYAN derket !
Bila ev jî helwestek min be li himber bişavtinê, dagirkeriyê û pêkûtiyê (M.Çiya Mazî). Di vê pirtûkê de ne tenê gotinên pêşiyan, gellek mijar û gotar hene. Hûn karin ji weşanxaneya Berbangê bixwazin: wesanenberbang@gmail.com , musadem47@gmail.com. Niha li Stenbolê Seto-Tetto sahafıye û di demek nêzîk de li Amedê diwww.pirtûkakurdî.com dê bê belavkirin.
MIJARÊN DI VÊ PIRTÛKÊ DE CÎH GIRTINE:
Gotinên pêşiyan çi ne, ne çi ne.
Taybetiyên wan.
Mînakên gotinên pêşiyan bi tirkî û li himber wan yên kurdî.
Di gotinên pêşiyan de hunera peyvê û wêjeyê.
• Şibandin
• Rêzbendî (kafiye)
• Wezn û pîvana kîteyan
• Vegotina peyv û axaftinê
• Vegotina çîrokî
• Vegotina mecazî û pêwendî
• Vegotina xeberbazî (çêrbazî) û qerfokî
• Vegotina duwateyî (tewriye)
• Vegotina hevnegirtî (bi nakokî)
• Vegotina remzî (simbolî)
Di gotinên pêşiyan de peydekirina ramana bingehîn.
Cûdahiya biwêj û gotinên pêşiyan.
Mînakên hinek biwêjan.
Mînakên hinek biwêjên tirkî û li himber wan yên kurdî.
Di pirtûkan de gotinên pêşiyan û biwêj .
Werger û gotinên pêşiyan û biwêjan.
Wergera gotinên pêşiyan yên îngilîzî û li himber wan yên kurdî.
Çend gotinên zaraveyê kurdî-soranî.
Çend gotin û biwêjên ji zaravayê kurdî-dimilî.
Mînakên gotinên pêşiyan ji neteweyên dinyayé.
Gotinên navdaran (yén kurdan û dinyayê).
Gotarên li ser gotinên pêşiyan û biwêjan.
Nîqaşa 3 nivîskaran li ser 45 gotinên pêşiyan.
FERHENGA GOTINÊN PÊŞIYAN: wate û ravekirina 2001 heb gotinên pêşiyan (kurdî-kurmancî.
Rêza gotinên pêşiyan (kurmancî, soranî, dimilî) Çavkanî rûpel-480. 


14.03.2018

JI BO ÇAPA DUYEMîN - (Pêşgotina 'Ferhenga Gotinên Pêşiyan'.)


Çapa yekemîn ya vê pirtûkê di sala 2005an de çêbû. Lê belê nivîsîna wê ji salên 1990î de li navenda Mêrdînê dest pê kiribû. Wan salana pir dijwar bû. Him karmendê dewletê bûm wê demê û him min bi kurdiya qedexe û bi metirsî dinivîsand. Serpêhatiyên wê demê pir in. Dema ku metirsiya saxkirina malan hebûya min carinan notên xwe dixistin kîsekî naylon û dibir cihê kar an jî min li dikaneke nas datanî û min digot, “bila ev li vir be karekî min heye, heta têm.” Lê belê piştî hinekî metirsî derbas dibû, du sê rojên din diçûm dikanê. Min lêborîn dixwest û digot “bibore min ji bîr kiribû”. Carekê min ew not li dikanek yekî ereb danîbûn, (bawerim sala 1997an ya jî 98an bû), du kovarên kurdî jî di nav wan de bûn. Yê ereb du rojên din vekiribû, lê nêrîbû û hema yekser avêtibû qutîka gemerê. Bereket ku ez jî wê rojê çûbûm. Min pirsî got aha wa di qutîkêde ne. Min çû li qutîkê nêrî ku neçirandine, hinekî qermiçandî ne û hew. Bi lezgînî min derxist. Got “exûyî ev çine begim, ne tiştên qedexe ne?” Ku yekî kurd bûya belkî min jê re rewş vegota, lê  ji wî re min got “na na, ew fransizî ne û wan kovarana jî reklam in, ez aniha wan diavêjim.” Ji ber ku alîkariya min a kirîna alavan ji wî re çêbûbû, fêm kiribû lê dengê xwe zêde dernexistibû.

Îjar bi gellek zahmetiyan hatibû qedandin ew xebata vê pirtûkê. Piştî min qedand min ew şand ji Muslum Yucel re ku weşanxaneya Sî yê ava kiribû li Stenbolê. Bi fedekariyek mezin pirûkên gellek nivîskarên nû çap dikir. Ev jî çap û belav bû di sala 2005an de. Piştî çapê bi çend mehan gellek nivîskarên navdar ji her aliyê Kurdistanê û ji Ewropa hatibûn Mihrîcana Çandê, ya şaredariya partiya kurdan bi rê ve dibir ya Amedê ku li dar xistibû. Li Amedê min û ji wan hinekan hevdû dîtibûn. Dû re bi vexwendina maleke navdar, li dora 25  heb ji wan nivîskaran hatin gundekî Qoserê û ez jî çûm ba wan. Min 6 heb ji vê pirtûkê birin û min wek diyarî da 5 nivîskarên ku her yek ji beşeke welêt û Ewropa bû. Pir kêfa wan hatibû ji bo xebata ferhengek wisa cihêreng. Ji diyariyan yek jê ji Mamoste Mustafa Reşîd re bû ku keda wî jî ketiyê vê pirtûkê û spasdarê wî me. Nivîskarê başûrî Mueyed Teyib pir israr kir ku yekê bidim wî jî. Ya ku min ji xwediyê malê re anîbû min da wî. Wî got ez dixwazim li başûr bi tîpên erebî çap bikim. Min pejirand û piştî salekê li wir jî hat  weşandin, tevlî ku rewşa çap û weşanê ne pir bi dilê min bê jî.  Lê îro bi halekî din, li welatekî din, bajarekî din û ez malnişînbûyî, ji bo wê pirtûkê çap bikim vê pêşgotinê dinivîsim. Wê demê weşanxaneya sî yê gotibû, me 1200 nusxe çap kirine, di sala 2017an de nusxeyên çapa yekemîn li her derê, li ba firoşgeran qediya bûn. 

Ji ber ku gellek şaşiyên zimanî û rêzimanî hebûn û ji bo ew bi awayekî hê baştir bigihêje rojên pêş, min dîsa sê mehên xwe dayê û li ser xebitîm ji bo çapa duyemîn bidim çapkirin di weşanxaneya Berbangê de.  Heta min karîbû min ji nûv de sererast kir, bêyî ku forma peyvan û gotinên herêmî biguherim. Min tenê sererastkirinên maddî, rêzimanî û tashîhî çê kirin di vê çapê de. Hêvîdar im sûdeyek wê dê ji çand, zargotin, folklor, nivîs û wêjeya kurdî re çê bibe. Û di demek pir dijwar ya kurdan de çap dibe ev pirtûk. Dema min dosye da mîzanpajê şerê Efrînê dest pê kirûbû û kurd li ser piyan bûn û di roja heftan de hê jî didomiya. Û wer xuya ye û bawer im ji kurdan re zîvirokek azadiyê ya giring e ev şer. Dîsa jî naxwazim şer li tu derê dinyayê di tu deman de biqewime û pirsgirêk bi aştiyê çareser bibin. Helwesta nivîskarekî kurd yek jê jî li himber bişavtin û tunekirina serdestan, xebata nivîsandina wî ya bi kurdî ye dibêjim û bi rêzdarî. M.Çiya Mazî – Stenbol Rêbendan 2018 
Spasiyek Taybet: Ji bo alîkarî-sponsoriya çapa duyemîn, ji Alî Temel (Kurê Şêxmûsê Dawidê Ûsib-Dawidê Ûso, ji Kurrika Şemrexa Mêrdînê) kurxalê min, ZOR Spas