18.04.2019

Helbest... KEVNARÊ- M.Çiya Mazî


Helbest...

KEVNARÊ

Di demên kevnar de jiyame teqez
Belkî li Digladê niştecîh û xwedîmal
Belkî li Hurrayê cîran û cenan
Yan li Zagros û yan li Kurrayê siwarê hespa rewan

Belkî tu bû a bi min re porsor û kihêl
Li himber Harpagos sekinîbûn em bê dem û xem
Li alî me Îştara nizanim ji kîjan demê
Kufeyên Zerdeşt î sosin hemû ji nêrgiz
Fêriz û qîz dadiketin navmalan bi gurz û bi rim
Nemrûd ji demek din bi ser me de
Difirkand bi destên pola agir û arî

Ne wekî aniha bû Kevnarê
Hezkirin xwestinek dijwar
Ji dêleva kevir û kuçikên vê demê û paşgotin
Şûr û mertal bûn amûrê li himber hezkirinê

Yek û du jê ez û tu bûn bela serê kaînatê
Di her demên cem’a, sema û xutbeyan de
Û hezkirin yek bû
Maçîkirin yek eşkerekirin qedexe
Hûm û bûm bûn
Yên em li himber bûn
Û hay ji hev hebûn Kevnarê
Hay ji hev hebûn


 M.Çiya Mazî- Sermawêz 2018