NAVDARÊ MÊRDÎN Û DERDORA WÊ SILÊMANÊ ŞIDO
M.Çiya Mazî
Îro dîsa bi mirinan şiyar bûm û bi serma Stenbolê ku îsal dişibe serma
welatê min Mêrdînê û cemed jî heman tişt. Kes texmîn nake ku vê cemeda han ez
çawa kêfxeş kirim û dîsa xistim ponijîn û bîranînan ku li Şemrex, kuçe û
kolanên Mêrdînê li Deriyê Meşkîna çawa derbas bûne.
Aha di vê kêlîkê de Deriyê meşkînan hat bîra min û Silêmanê Şido ku çûye
ser dilovaniya xwe hat bîra min. Deriyê Meşkîna bêyî mala Şido nikare bê
vegotin. Deriyê ku bi tirkî jê re dibêjin (Deriyê Diyarbekir), lê esil Deriyê
Meşkînan e û ev nav ji ber ku bi alî Çiyayê Mazî ve ye û Meşkînan jî li Zinarê
li wî alî ye. Dema ku ew mal li Meşkînan bûn jî li gor tê qalkirin maleke
navdar bûne. Niha jî gellek carî ji bo aştiyê wisa ye û heta nijha jî çi
nexweşiyên li nava Mêrdîn û dora wê çêbibûna pêşî mirovan serî li wan didan.
Wekî di nava gel de dihat gotin ev çareseriyek pirsgirêkan ji derveyî dewletê û
mahkemeyên wan bû. Eşîr û serokê wan diketin navbera aliyên şer û li hev tanîn.
Ji wî alî de li derdora mêrdîn Mala Şido bi bandor bûn. Piştî ku partiyên
kurdan jî hatin damezrandin li Mêrdîn, wan her tim tê de cîh girtin û dîsa
dibûn alîkarê mirovên belengaz û aştiyê. Ji xwe bi piranî hinek Mêrdînî yên
ereb û mehelmî ku çavsorî li kurdan dikirin di demên berê de her tim mala
Silêmanê Şido li himber xwe didîtin.
Hinekên serdestên Mêrdînê û hinek kurdan ku qala mala Silêmanê Şido dibû
bi nermî digotin “divê mirov hesabê wan bike”. Lê kurdên ku wisa digotin di
heman demê de digotin “ma ne ji vî hesabê wan bûya kî dikarîbû ji tirsa
serdestan û hinek bajariyan li Mêrdîn
bisitiriyana? Belê ji xwe ev ji bo hemû gelê kurd jî tê gotin, ma ne ji
ber hişkiya kurdan bûya ku her kesê Tirkiyeyê hesabê wan dike, dikarîbû li
himber van hovan heta niha li ser piyan bisekiniyana?”
Ku mirov kîjan demê di Deriyê Meşkînan de ber bi rojava xwe bera jêrê
Mêrdînê bida û di ber sanayiya kevin re biçûya aha nivîsgeha Silêmanê Şido li
wir bû. Û li ser kursiyek bi teker rûniştî, hêzranê wî di destan de, şewqeyê wî
biqozî li serê wî û bi wecê esmer, çavên reş li mirovan dinêrî bi awirên ku ji
serî heta binî tûj û lêkolîner.
Gellek bîranînên wê malbatê, wekî gellek kesan di bîra min de jî hene.
Qet ji bîra min naçe ku di dema HADEPê de bû, bawerim 1999 bû. Dîsa hilbijartinek
hebû, ya herêmî. HADEP jî diket hilbijartinan û namzetê şaredariya navenda
Mêrdînê (Artuklu) Cemal Weske bû. Li gellek deveran ji metirsiyan, ji tirsa
kuştin û girtinan kes nedibû namzet. Demek pir bi êş û agir bû. Li Mêrdîn jî
pir kêm propagandaya hilbijartinan a eşkere û serbest çêdibû. Kêm jî afiş hebûn
li dîwar an jî li panoyan. Yên hebûn jî carinan dihatin çirandin, carinan jî
ser wan dihatin boyaxkirin. Li deriyê Meşkînan jî ji ber Mala Şido li wir bûn
li dîwarên wan kuçe û kolanan afiş hatibûn zeliqandin. Lê rojekê sibehê her kes
rabû ku ser wan bi boyaxa reş hatibû seyandin. Herkesî zanîbû ku ji alî dewletê
an jî bi alîkariya wan ev çêdibe. Heman rojê dîsa afiş bi dîwaran hate
zeliqandin. Yek ji wê taxê ku gellek kesan digotin ew ji derdora mala Silêmanê
Şido bû. Ew kes bi şev xwe dide bendî ku wan kesana bibîne. Û nivê şevê dîsa lê
dinêre ku erebeyek leşkeran tê û li dûranî disekine, yekî sivîl jê derdikeve ê
dest bi xerakirin û reşkirina afişan dike. Aha wê demê ew devançeya di ber xwe
de derdixe û dixe serê wî kesî. Dibêje tu kî yî? Ew kes nasnameya xwe derdixe û
dibêje ez leşker im. Temiyek baş lê dike ku careke din ew wisa bike ew dê wî
bikuje. Ji wê rojê pê ve afîş bi silametî heta hilbijartinan ma.
Navdarê Mêrdîn û derdora wê Silêmanê Şido kî bû (Li gor malbata wî
dibêjin): Ji dayikbûna wî:00.00.1927 Cîh:zinar Navé bavê wî: Şido, Dayika wî:Mewlo.
Ji Dêra Metînan (Dêr Marmata) hatinin Mêrdînê. Cara ewil li Zinara bi ser
Mêrdîn ve bi cîh bûne, ev jî nézî 280-300 sal berê ye. Ji Şido 7 law û 6 qîz
tên dunyayê. Law (Silo,Cemo,Suphî, Ferhan, Mehemed, Xidir û Şêxmûs) Xidir û
Şéxmús ji dêmarîyê ne. Qîz (Nazo, Sema, Xilis Mencê, Lutfo, Supho). Şido di
demên berê de zilamekî ji rêzê û feqir bûye, jiyana xwe zivistanan li nav Mêrdîn
havînan li zinarê li Xirbê Meskîna jîya ye. Piştî bi serkevtî û navdanan Silo,
tên naskirin. Şido li Zinarê li qesra prota (havîngeha protestana cinan bûye).
Bi xwe esil Metînî ne lê bi hatina wan î Xirbê Meskîna û Kuçeya Meşkiniya, xelq
ji wan jî re dibêjin Meşkînî. Navé pîreka wî:Latife (Lutfo). Ji wan 8 law
çêdibin: (Elî, Derwîş, Yaşar, Fuat, Şido, Wedat, Murat û Rêzan), 4 jî qîz
çêdibin (Munira, Zekiya, Bedia, Selma). Ji birayê wî H. Ferhan û ên dêmaryê sax
in. Bi demê re ku pistî bi nav û dengîya Silo û naskirina wî, êdî dost û
dujminê wî jî pir dibin. Li alîkî jî raste rast dibe hedefa dewletê. Di
pevçûnekê de birîn dibe. Berî bê birîndarkirin bi cend rojan, (li gor wî digot)
waliyê Mêrdînê Ergûn Gokdeniz devançeya wî ya bi ruhset jê distîne. Û wê rojê
ber êvarî polis davêjin ser qahweya ku lê rûdinin. Silo Şido ji wan re dibêje,
ji xwe walî devançeya min ji min stendiye, ma hûn li çi digerin. Êrişkar dibêjin
tu Silo Şido yî, ma ne malûm tu çekên din bi te re tunebin. Wê şevê seat di
nava 12 û 1ê de tê gulekirin. 8 gule lê dikeve. Şevek ji şevên çileyê hişk,
berf û qeşa :23.01.1973. Ji wê rojê ú hata 28.12.2015 a felç dijiya, rûniştî û
li ser kursiya bi teker. Bi wî halê xwe sala 12.09.1980 de tê girtin li Mêrdinê,
12 rojan li tugayê dihêlin û piştre wî dibin zindana Amedê 4 mehan girtî
dimîne.
Silêmanê Şido, wekî hemû Mêrdînî dibêjin Silo Şido, ku di hişê hemî
mirovên derdora Mêrdînê de cîh girtiye û ji bîr nakin û her wiha bandora wî û malbata wî
li jiyana derdora Mêrdîn bi giranî çêbûye, çû ser dilovaniya xwe. Rehmet û oxir
be jê re.
seet xweş
YanıtlaSil