M.Çiya
Mazî,di sala 1960'î de li
gundê Kufragê ya bi Şemrex a Mêrdînê hatiye dinyayê.Ji 1993'an bi kurdî
dinivîsîne.Helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di gellek rojnameyên
kurdî de hatine weşandin.Di sala 1997an,di pêşbazşiya çirokan a TUHAYDER ê de
xelata yekemin,di sala 1997'an de pêşbaziya çirokan a NÇM li Stenbolê bi
çîroka "agir jî dîl bû" xelata teşvikê,di sala 1999'an de pêşbaziya
NÇM ya çîrokan de jî bi çîroka "Mistek jiyan dixwazim" xelata yekemîn
stendiye.Demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cîh girtiye.M.Çiya
Mazî,25 salan di kargehên mina Şaredariya Şemrexê û Îdareya Herêmî ya Mêrdînê
de wekî karmend û berpirsiyar xebitîye,malnişîn e.Niha navê xwe wekî M.Çiya
Mazî dinivîsîne,zewicî û du keç,sê law pênc zarokên wî hene û li Stenbolê edîtorê
weşanxaneya Berbangê ye.
Berhem:Mistek
jiyan,çirok,2003.Weşanxaneya Sî,Stenbol
Ferhenga Gotinên
pêşiyan 2005,Weşanxaneya Elma,Stenbol
Ferhenga Gotinên
Pêşiyan,bi tîpên erebî,2006,Weşanxaneya Spîrêz,Duhok
Palûte,helbest,2008,Weşanxaneya
Do,Stenbol
Ahuzin,Muslum
Yucel,wergera helbestan,2008,Weşanxaneya Do,Stenbol
Mijarên Mîqro,çirok,2009,Weşanxaneya
Do,Stenbol
Bahol,Çîrok,2011,Weşanxaneya
Evrensel Stenbol
Peyarêk,Çîrok 2013,Weşanxaneya
Berbang Stenbol
Baxek Ji Folklora Kurdî-Ji
derdora Mêrdîn. Lêkolin/Folklor.Weşanxaneya Berbang, 2014 Stenbol
Ez Çûm Ku Neçûm
Ku-Ger û geşt,Weşanxaneya Berbang,2015Stenbol
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder