6.06.2017

BILA PEYV BELASEBEB NEÇIN
(Ji Twitên Salekê)

-Dest bi tiştekî dike dest bi minetan jî dike. Hê te kevirek daniye ser dîwêr lê avakarê wî dîwarî hene ji bîr neke. Kevirê xwe ji diwêr mezintir dibîne egoîst.
-Bi gavê, bi saetê, bi rojê peyvên hinekî din dubarekirin çi ye? Xwendin, lêkolîn, peyvên ezber dirizîne. Bingeha şaşiyê û rastiyê çi ye, lê biger.
-Ehmed Huseynî û Helîm Yûsiv du rûmetên mezin in... Nivîskar in, wêjevan in.
-Li kîjan welatê ku di bin zordestiyê de ye, wêjevanekî, tenê wêjevaniya yar û evînê kiriye ku ji yên kurd wisa tê xwestin?
-Mafê nivîskarekî hebe ji girseyekê hez neke, yê girseyê jî heye ku qet jê hez neke. Mijar ne 'edebiyatek' e, mijar helwesta nivîskarekî ya ji bo girseyekê ye. Ma kurd, xwendekar, nivîskar; dar in, kevir in, êzing in ku bertekê û itirazê nekin? Îtiraza haqaretê.
-Belê, ez jî dibêjim jê neminîn (Bûn An Nebûn). Min hinek ji wan temaşe kirine. Mirov fêm dike ku Şanoya kurdî, huner û zimanê kurdî gihaştiye kîjan astê... (Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolbû)
-Dibêjin bila kevir tunebin, ji bo em rehet bimeşin...
-Brêz Newşîrwan afrînerê rêyek cûda ku ezber xera kiribû di siyaseta başûr de. Oxir be jê re. Û ramana wî dom bibe.
-Dawiya 'yek bin, yek bin' qet nayê. Na, nebin yek, bi dijmin re jî nebin yek û dijminahiya hev nekin bes.
-Kerê fesadan jî li wan dide zîtikan êdî. Û heta niha digotin, çima alîkariya DYA nastînin, dinya bi niyeta we jî hesiya.
-Tu yî dermanê xak û sema. Lewre tu yî cewhera jiyanî hewa.
-Ey bayê kur ! Aha wisa melheman bîne û şayik şayik li birînan bike.
Derew e "kurd û ciwanan Şêx Seid û Sey Riza ji bîr kirine". Qet ji bîra xwe dernexistine. Armanca hinekan tiştekî din e.
-Lê çi? We digot qey di şerê cîhanê de gul tê çandin û kulîlk bêhn didin? We nizanîbû diqurmiçin beybûn û tarî dibe dinya? (Ji bo di şerê li nav Sûrî ku zarok hatibûn kuştin)
-Qurt bi qurt vexwir im li seyrangeha eşqê, nizanim roj e an şev stêrik li ser golê xuya ne.
-Îro CHP jî hatibû qada Yekê Gulanê, gelo hinek nebêjin "boyqot 1 Gulan" :)
Yekê Gulanê li kedkarên ku ji binxetê heta serxetê ji bo jiyanek nû ji jiyana xwe fedekariyê dikin û kedkarên dinyayê pîroz be.
-Kar û emel tenê pere be, ji azadiyê jî, ji demokrasiyê jî, ji xoşavê jî fêm nake hilbet(!). Ma çi bi kelbeşê hatiye dibêje hêşer. Û romantîzm tenê nêrika pîvazê ye jê re.
-Dîwarekî stûr di navbera Bakur û Başûr de tê lêkirin û dibe çîrok biratî-yekîtiya kurdan. Hesab Û lîstikên qirêj felaketan tîne. Bira bira ye bazar li dera ha li berçava ye.
-Ku "rê bi sitrî be armanc rast be" yên herî pir li keleman rast hatine pirtir xwediyê armanca rast in. Yên keleman nabînin li ber çi nin? Rêya kê bi sitrî ye?
-Herkes karin sûcê bêkêriya xwe, tiraliya xwe biavêjin ser HDPê û kurdên berxwedêr, hadê, serbest e. Hûn serbest in...
-Kurdên berxwedêr dîsa a xwe gotin, na. Tevî hemû zor û zahmetî, kend û bendan, serkeftin e
-Çarşema Sor dilên birîn rehet bike, çavên şil paqij bike, roniya rojê li Şingalê pir bike.
--Birçiyên azadiyê tiştekî dibêjin, bi birçîhiştina bedenên xwe. Ji tariyê re. Bila mirin neyê... Jiyan herî pir mafê wan e... (Grevên birçîbûnê)
-Rûniştina dem û dezgehên demokrasiyê giring in ne fermanên kesane, ji bo parastina Ferhadan (Ferhad Pirbal).
-Pîroz be... Serkeftin ji brêz Narîn re... Encamên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî diyar bûn...
-"Îktîdara pastoral" hilbet dê hemû mirovan wek sewal-ajal bibîne...
-Bi hev re xebat, dostanî û xwestina azadiya hemû axa kurdan li himber dagirkeran, pêşî li cihê wek Kerkukê dê xuya bibe, wisa xuyaye.
-Daleqandina alê li Kerkukê, ji bo kê metirsî be, ew nerehet in hilbet. Belkî jî erka wan li Kurdistanê bi dawî dibe loma...
-Oxir be ji te re...  Evîna Delal.
-Bi kurdî nivîsandin baş e, lê gellek mirovên ku carinan bi kurdî dinivîsin haya wan jê tune ku (ı) di kurdî de tune, (ü) tune, (ğ) tune, (ö) tune, (q) ne ya ingilîzî ye, (e) jî heye (ê) jî heye, (w) jî heye (v) jî heye. Heke kesek ranehêje pirtûkek kurdî, nîv saeta xwe nede û vana hîn nebe, nexwe bi qasî niv saetê jî rûmetê nade kurdî.
-Nûjiyan û Kemal Kurkut du windahiyên ku agir bi dilan xistin û çûn... Baydemîr: Gelo bi vê înfazê xwestin Newrozê nedin pîrozkirin?
-Hinek kurd hene dema xwe bi lêgerîna peyvên cuda derbas dikin ji bo rê biber kurdan bixin; hay jê tune ne ku ew li çola xwedê mane.
-Dîsa mirov bibêje bûyerên dewletê û Ewropa lîstik in û têkoşîna navbera wan a kûr nebîne, fêde ji kurdan re çê nabe.Teqez fêdeyek heye lê çi ye?
-Komeleya Lêkolînên Kurdî ava bû li Stenbolê. Pîroz be!
-Kî mafê Kurdên Êzdî binpê bikin her du aliyê rûyê wan dê reş be qet sipî nabe. Bîra xwe a oldarî bikolin,hûn dê fêm bikin wateya vê gotinê çi ye.
-Ji alîkî jî 'NA':ji bo 366 deriyên ku hatine girtin li Zîna Zêdan e li bajarê Muxrîbê; bê çiv û dûv, bê tasewas, bêyî bi Elo-Welo bê girêdan.
-Nexwe gulleya pêşî ya pêşmergeyên roj dê li kurdan bûya. Ev jî dîrok e.
-Yekî tevlî ku firtûneyan lehiyan û zelzeleyan dibîne jî bibêje"çima av şêlû ye? Çima şîr û hunguv tuneye ez bixwim?"Aha ev îmana mirov dibe.

-Ji sibehê heta êvarê 'Yekîtî Yekîtî'; lê Xerabê Bava aha li wir e, bi tenê. Çend partî çûn wê derê?
-Mirov ji kevirê ber gorân û nivîsên li ser bitirse, çi nexweşiye?
-Belkî ji bo pêşerojê baş be bikaranîna zimanê dayikê. Lê ku mafê jiyanek azad a dayikê tunebe ziman li ezmanan be dê çi bike ezbenî...
(...)
-Heye ku buxtanan di qiraxa xîreta mirov re bişemitînin
Bi çiprîskekê
Heye ku peyveke ji peyvên reş bifirînin nav neyaran
Bi pifekê
Heye ku bibêjin konê we ji nav kona danîn
Bi sewtekê
Heye ku bibêjin ji lephilanîn de ketin
Bi awireke xinizî
Aha ew…
Aha ew awirana heyfa mirov li jiyanê tîne
Aha heyfa jiyana ku aniha ew mirov xwediyê wê ne.(Ç.Mazî)

-Carinan mirov dibêje"ka filankes li ku ye", mirov ne haydar e ku girtî ye. Carinan mirov dibêje"çima filan bersivê nade", lê hay ji qedexeyan tune.
-Pirtûkên kurdî jibîr nekin ji bo hûn zimanê kurdî jibîr nekin.
-Ey evîndar ! Ku dilekî we yî pola hebe di bin kevirekî bilindahiyan de, netirsin, axa bin piyên we pê ve zeliqiye, naşemite.
-Pirtûka Şivan Zeren "Li Bin Siya Welatekî" ya çîrokên geşt û gerê derketiye... Bila bi xêr be...
-Nivîskar, Romannûs Mamoste Yaqob Tilermenî jî ji kar hatiye derxistin. Sİlav û rêz ji te re ezbenî.
-Brêz Mahmût Onder ! Oxir be ji te re ezbenî..
-Mirov bi xwe bawer be, mirov dibêje 'ew li pey me tên', lê bawerî tunebe 'em li pey wan diherin' e. Belkî 'Na' ya me be û ew li pey me tên.
-Sal pir dirêj, sersal winda ye... Ev çi ye brayê Einstein?
-Hinek bi canê xwe alê bilind dikin, hinek alê dikin pêlik û xwe bilind dikin...
-Îro gellek bûyerên giring dûrî hev lê bi hevdû ve girêdayî rû dan. Dinya li ser textê kişikê ye, ponijîn û fikir pir buha ye.
-Êdî stop ji bikaranîna peyva 'rewşenbîr'. Her kesê xebatkar rewşenbîr e.
-Ku firtûne radibe, gellek tişt di bin toz û qûmê de dimînin, lê gellek tiştê nuxumandî jî derkevin ser rûyê erdê.
-Bi hêreşan bû, bi pîkol û beza hespeke kehêl kê dîtiye, westiyayî nekete tu qeydan, merbedan negirt.(A.Arî)
-Jinên ku ji dojehê jî natirsin peyde bûne li vê xakê.
-Îro ji doh de diyar be, sibe jî ji îro de diyar e. Ne xewn e tariya îro, roniya sibê jî dê ne xewn be.
-Bar, her tim dawî dawî li ser milê mirovên ji dil dixebitin dimîne.
-Peyva 'nikare bi rêve bibe' (yönetemiyor) bi pirsgirêk e. Herkes li gor xwe bi rêve dibe.
-Kiliçdaroxlu:"Li Sûrî çi karê me heye? li Mûsilê çima karê me tune ye?"
-Ku çi bûyer çêbibe mirov tevgera hinekan bike sedem, ji xwe mirov tu car nabe sedem-berpirs mirov dibe yekî/e ji sedîsed baş û pak. Rehetî Ev e.
-Xwezi wêneyên ev 20 sal in li ber dayikên şemiyê ne jî zindî bûna û kê digot çi bila bigotana...
-Çima hinek axaftina Selahattin Demirtaş bi kurmancî ferz dikin û Dimilkî (zazakî) Kurdî NAHESIBÎNIN?
-Yê ku çanda kurdî herimandine yek bi yek divê wisa bibe... (Îbo tezmînat da Beytocan ji bo strana wî dizîbû)
-Mirov bi xwe bawer be ne hewceyî dinyayê ye.
-Ew "hawar" a ku hûn dibêjin di enfalê de ma, çû û nayê, dîsa hûn derng man fesadno...
-Ziman û çanda kurdî li Apê Mûsa dihat, ew dibû kurdî bi xwe...
-Hilbet mamoste vegerin kar baş e, heke asîmilasyon be, hemî kes û pîşekar di nava wê de ne. Rojek dê were hilbet ku herkes neçin.
-Carinan yê nikare tiştekî bike, di hundurê xwe de dibehece,dipiçpiçe, tirş dibe û berê xwe dide yê tiştekî dike û bi hesûsî dev davêjê. Ev mirovîye.
-Çend kesan zanîbû li Sînop ê çend muxtariyên kurdan hene?!
-Ez ji zimanê we î kurdî hez nakim; ji zimanê xwe î kurdî hez dikim.
-Hinek kurdên Ewropa jî ji şîretan pê ve, çi ?
-Ji bo tiştinan mirov pir diêşe, wek mijara mamosteyên ku dest û piyên me ne. Gellek tiştên wisa me dît, ev e qey jiyan. Silav û rêz ji we re gelî mamosteyan.
-Tiştekî nenivîsim ezê biteqim. Ji bo tiştinan mirov pir diêşe, wek mijara mamosteyan. Gellek tiştên wisa me dît ev e qey jiyan. Silav gelî mamosteyan
-Peyvên 2 sal berê diviyabû te bigota, tu nikarî niha bibêjî, kes bawer nake, xwe neêşîne.
-Ku berjewendîst tiştê dixwaze bi dest nexe har dibe, jê bi dûrkevin :)
-Xayîntî jî çîrokek ezber e, çi li hesabê kê tê wê dike.
-Rast e, gellek kes ji rexneyan hez nakin, lê gellek rexnegir jî ji bersiva rexneya xwe hez nakin.
-Îro aştî tune ye ku pîroz be, BILA BÊ !
-Vedat Turkali dostekî kurdan bû... Oxir be jê re...
-Belkî jî haya hinekan ji dinyayê, ji Rojhilata Navîn û ji welatê wî tune be.
-TV yên Amedê ji alî nûçeyan de pir dereng dimînin.
-Hemi dinya di amadekariya dû şeran de ye.
-Eren Keskin sembola têkoşîna mafê mirovan e li Anadolê, li dinyayê û li Kurdistanê.
-Dest datînin ser hemû mal û milkên yên alikariya feto kiribin.
-Dîsa mirov li ber deriyê benqeyan ketine dora ku pereyên xwe bikşînin
-Gelo mirov dikare li ber tevkujiya Dîlokê nekeve û ji xwe re qulpekê zeft bike û pê biştaxile bêyî xemgîniyê?
-Firotin û kirîn çi ye ya ho? Siyaseta dinyayê ev e. Hemû dinamîkên kurd zanin.
-Ew jî baweriya wan jî wisa ye; dema bindest bin koleyên herî pîs, dema serdest bin zalimên herî pîs
û bêrehm...
-Mirovekî di wêjeyê de pir serkeftî be, nayê wê wateyê ku siyasetê baş zanibe an bike.
-Belê, carinan hinek bi rexneyên tûj li çapemeniya kurd re dixwazin xuya bibin. mirov guhê xwe medê dê biteqe di eyarê xwe de.
-Siyaseta "Beko"yan û hûnandina sanaryoya "dijminên derve". Ezber e, ezber...
-Cergî Daiş, Mabûk(Minbîç)dagir kiribû cixare jî qedexe kiribû. Çalakiya ewil a jinan ji bo serkeftinê cixarevexwarin e.
-Berê bi hesabê nisla çeman bûm / Rûbaran ez dame ber xwe îro...
-Yên ku ji alî xwe de li bûyeran nanêrin, carekê jî derbasî alî xwe bibin û bizîvirin bê çi û çawa xuya dibe.
-Yên ku bi kurdî navdar dibin û dîsa dest bi tirkînivîsandinê dikin! Xweda dê we efû bike gelo? :) Dê nebêje, çi tunebû li alî din, tu hat vî alî?
-#Şingal û Laleş bîr û dîroka netewa kurd in. Şingal reh e, DIYARÎ YE ji dê û bavên me, ji me re. Lêmiqatebûna Şingalê û ÊZDATIYÊ, peywîrek ferz e.
-Ma ne Şirnex jî bi heman armancê bûbû Wilayet? Nexwe wisa dom bike dem, belkî her der bibe Wilayet.
-Hesp bi çargavî dibeze, ew jî ruh tê de nemayî li ber rê ye û li bendê ye ku şekirek bikeve ji siwarî.
-Yên dimeşin (li Rojava) dema wan tune ye ku fesadiyê bikin. Yên bêkêr dewam.
-Dê her tiştî bibêjin bêbext. Nebêjin jî ez zanim dê bibêjin. Negotibin jî ez zanim dê bigotana. Lewre nav 'bêbext' e. Guhê xwe medê...
-Hingî wisa dinya tevlihev e, kes nizane dê saetek din çi bibe wellehî billehî :) Rojê tiştek derdikeve...
-1-Mirov li ser miriyan bigirî baş e, lê mirov tenê negirî tiştekî bike baştir e. Tenê girî mirov tune dike.
-2- Di vê bobelatê de jî kesên ku bibêjin "hah ma me negot", yan jî "bi ya me nakin loma dimirin" peyde bûn, şabaş ji wan re.
-3-Ya giring mirov hevdû tevli fikrê wan qebûl bike, ne ku piştî ket bin emrê min dû re.
-4- Rojava nêzî xwebirêvebirinê dibe, loma êriş pir dibin, lê hê jî hinek dibêjin "dewlet bixwesta wisa nedibî", şabaş!
-5-Û hê jî hinek dibêjin"kurd nizanin siyasetê bikin loma dimirin".Lê belê nizanin ku têkoşîna li dinyayê ya herî mezin û zalimên mezin dikin jî kurd in.
-Hemû stranên bi mirinê dest pê dikin û dom dikin û diqedin li Rojavayê Kurdistanê hatin gotin. Ev peyv têrê neke jî dibêjim derbasî be QAMIŞLO...
-... Û hemû stranên bi "baran"ê dest pê dikin, dom dikin û pê diqedin...
-Dil hê jî li Rojavayê Kurdistanê dişewite. Xuyaye ewlekariyên gellekî bi hêz lazim in ji bo tiştên ku tê kirin û piştgirî.
-1-Gellek agahîyên hûn dibêjin,di pirtûkên kurdî de bi berfirehî hene, bi înat çavkanî ji derve ye, ev15sal in, salê takriben 200 pirtûkên kurdî derdikevin. Lê binerin ji kerema xwe.
-Nexwe bukalemûn bûye mirov û hemwelatî...
-"Ga dikeve erdê kêr pir dibin"... Herkes kêra xwe tûj dike ku perçeyekî ji xwe re jê bike...
-Bûyer esl û feslê mirovan jî derdixe pêş; fikr û zikrê mirovan jî li bêjingê dixe û rastî weke bedenek şûtî tazî derdikeve holê.
-Mirov ji hin tiştan bitirse baş e carinan...
-Ji bo gellek tiştan bandora Ohalê tune ye, lê ji bo gellek tiştan jî heye ji kurdan re; wek Weşan û siyasetê û gellek tiştên demokratîk...
-Bi ya min ku mirov bibêje (darbe) "Lîstika Erdogan e", pir biçûk dîtin e; xuya ye ku resmen artêj bûye du perçeyan û li hevdû xistine û hê jî didome
-"Pêşkeşvanên porzer û lêvmor" dîsa li ser kar in...

(Ji Twîterê. M.Çiya Mazî. Tebax 2016-Pûşper 2017)