20.07.2017

Xwendina helbestekê. 'Her tim di palûteyan de mirime'. Helbest û xwendin M.Çiya Mazî.

Li ser dûrikên Mêrdînê û folklorê hevpeyvîna TV-Video: Helîm Yûsiv -M.Çiya Mazî.

9.07.2017

Li mitînga CHPê ya piştî meşa Kiliçdaroglu.

Li mitînga CHPê ya piştî meşa Kiliçdaroglu

Ji bo çavdêriyê îro çûm mitînga CHPê. Ji xwe navbera mala min û qada mitîngê 2 km bû. ji zûde ye Şaredariya Maltepeya Stenbolê amadekarî dikir. Bi rastî min meraq dikir ka piştî 25 rojên meşa Kiliçdaroglu pêşwazî dê çawa be. Saet di 3 yê piştî nîvro de ez derketim derve. Ji ber ku mala me hinekî li serê kolikekî ye birêveçûna ber bi jêr ve hê pir hêsan bû. Bi derketinê re qefleyek ji jorê taxê bi durişmeyan berjêr dibû. Hetin û di min re derbas bûn. Nêzî navenda navçeya Maltepeyê qefleyên ji deverên din dihatin jî xuya dibûn di kuçeyan de. Herwiha otobozên ji Ankara û Îzmîrê û deverên din li qadên vala bicîh dibûn. Kilometreyek nêzî qadê, hemû kuçe êdî xetimîbûn û hê saet 4 bû. Ji vê rewşê jî xuya bû ku mitîng dê mezin bibe. Dema ez çûm rêya ber peravê bahrê, bi dehhezaran mirov sekinî û li vî alî wî alî hinek digerin û hinek ber bi qadê ve diherikîn. Bi hezaran mirov jî li ser rê li bendî Kiliçdaroglu bûn.
Bi rastî min li Stenbolê heta niha mitîngek wisa mezin nedîtibû. Belkî yê salek du salên Newroza Stenbolê wisa bû, wekî din çê nebûye bi baweriya min. Xuya bû CHPê gellek hewl daye ku mitîng baş be. Gellek girseyên çepgir yên ne bi CHPê re bûn jî hatibûn û li gorî propagandaya di nava bajêr de jî û li gor afişên dîwaran. Wek tevgera Hazîranê, Emep, Halkevi, HDP, Dîsk, Odeya Tabîban û yên din. Wek ku Kiliçdaroglu li dilê gellekan ji wan xistibû û ew jî bi peroşî hatibûn. Xuya bû ku gellek girseyan dixwestin muhalefeta li himber AKPê mezin bibe û hatibûn an jî piştgirî didanê.  
Remzên tu partiyan nexuyabûn. Li derveyî qadê remzên Odeya Tabîban, ya Diskê, Kaldiraç, Akader û Parêzgeran xuya bû. Di tevlêbûna qefleyan de, herî pir ji bo parezêran çapik hat lêxistin. Yên CHPyî hemî bi şebqeyên DADî (Edalet)ê hatibûn. Bawerim yên din bi piranî ne CHPyî bûn, yên pir durişme diavêtin û li çepikan didan jî ew bûn. Peroşiyek mezin di nava wan de hebû bi qasî min dît. Pir kesan digot “helal be ji te re Kiliçdaroğlu”.
Ji xwe tenê çend durişme dihatin berzkirin. “Heq Huquq Edalet. Xelasî tune ye bi tena serê xwe, ya bi hev re ya ne yek ji me. Ev hê destpêk e, dê bidome têkoşîn. Jin jiyan Azadî.”
Lê belê gellek cure pankart û dovîz hebûn: Aştî, dadî, biratî. Dadî dê bi destê gelan bê. Bila OHAL (rewşa awarte) rabe. Kar, nan, azadî. Ji Caratepe re azadî. Ji bo zarokan azadî. Bila siyasetmedar û rojnamegerên girtî bên berdan. Laîktî, dadî, demokrasî. Ji qedexekirinên grevan re na. Ji bo Ugur, Ceylan, Berkîn, û hemû zarokên hatine qetilkirin re dadî. Em dê Nuriye û Semîh bidin jiyandin. Ji bo 10ê cotmehê, Amedê, Cizîrê, Reyhanli, Sêwazê, Dêrsimê, Surucê, Roboskiyê dadî (Edalet).  
Rengê kurdî, durişmên ji bilî (jin jiyan azadî ew jî du caran hat bihîstin) kurdî û pankartên bi kurdî qet tunebûn. Heke hebin jî min nedîtin.
Ewlekariya mitîngê ji alî dehhezaran polîsan dihat kirin. Gellek alîkariya şaredariyên CHPê çêbûbû, ji zabitayan bigirin heta karkerên paqijiyê. Astengiyên dewletê qet nexuyabû. Ku ez bi mitîngên kurdan an jî yên HDPê re bînim ber hev, wek ku rêyên tevlêbûnê hemû hatibûn vekirin û hemû astengî ji holê rabûbûn. 
Belkî ji demokrasiya Tirkiyeyê re bibe gavek biçûk ku bi rastî ji herkesî re ‘edalet’ -bi taybetî ji bo kurdan- û gelên din bê xwestin, ji ber ku gellek kes ne ji bo CHPê hatibûn û rêvebirên mitîng û partiyê bawer im ji serî de zanibûn. Lê ji CHPê re gavek mezin e li gor peroşiya girseyê û dîroka vê partiyê. CHP dê moralekî bide endam û piştgirên xwe bi vê meşê re bi baweriya min.

(09.07.2017 M.Çiya Mazî. Maltepe-Stenbol).