30.08.2022

Helbestek ji 'Esargeya Şêmûgê'


  ji beqên tariya şevê û çiravê re 

ey beqên di şiklê mirovan de

reşik ji çavan bazdayî û nobedarê xefkan!

yên her tim bi dengên xwe asteng in 

ji bo kenên me yî bi maçên jiyanê re li hev in!

hûn ên bitirbûyî û di rûn de lêvan dialêsin!

hûn ê rojekê biqîrin bi ser hevdu de teqez

heta deng di we de hebin

ew ê qirrik û gewrî li we biqetin

hûn ê li xwe û li hev mikur werin

lê star nakeve we ne li ber dîwarê dêrê

ne jî yê mizgeftê bi qesem

hûn ê çiravê di rûyê hevdu bidin ji avgeniyên kûr

û fireh bikin koncalên navbera xwe

ji bo cihê hevalên we yî din jî hebe û têwer bin 

û hûn bi hev re bixwin û vexwin boximê

hûn ê kulmikan li poz û devên hevdu bidin

lêv û birû yê biteqin

biçirin destên perdeyî

ew ê rûyên we di xwîna ku we vexwariye 

û gemara ku we di xwezayê daye de bimînin

hûn ê dest têxin pêxîl û zengelorka kenên hev

ew ê kef bi devê we keve 

û çavên we mor û reşika we kor bibin

alem ê zanibin 

hûn jî vexwirên çemên gendav û xirêrê ne

tiştên ji ramanên we man li ser sergoyan

dê bibin xwarina tûleyên pûrtweşiyayî

û qijakên nikul ji berateyan sorbûyî

kurmên ji we çêbûyî misqalekê nahêlin 

ji berateyên we 

ey talankerên ava zelal!

ew ê li ser hûrik û qerqîtkên dirûşmên we bikin şahî 

ku belkî piştî we kulîlk vebin li ber çem û qiraxên golan


û teqez 

bavên mexdûran wê bangî we bikin 

de…! bav û kalên we bi qurbana we bin de!

û hûn ji dêleva ajalên bêguneh 

bi qurbana yên di esargeyan de mirine

yên winda bûne li çol û beyaran 

û bi qurbana dê û xwîşk û bavên wan 

û bi qurbana zarok û neviyên wan bin 

 de… de… de!

eyyyyy beqên tariya şev û çirav û gendavê!

(Ji pirtûka M. Çiya MAZÎ- Esargeya Şêmûgê - Weşanên Aryen )


28.08.2022

Di Diyarnameyê de Esargeya Şêmûgê

https://diyarname.com/news.php?Idx=53367

Ji kerema xwe re vê linkê vekin û hûn bixwazin hûn jî karin nivîsa li ser pirtûka M. Çiya Mazî 'Esargeya Şêmûgê' bixwînin.
Bi rêzda

../. Dewam di malpera www.diyarname.com de ye.