27.08.2019

Aram Tîgran - Gelo Ew Kî Bû ?



(Ji Kom Muzîkê)

GELO EW KÎ BÛ? (ARAM TÎGRAN) Yek daket ji birca belek (One came down from the tower) Horî perî çav belek ( fluttering like the wings of a angel with beautiful eyes) Keziyê reş porê xelek (Black plaited hair, with curls) Me hijmetkar kir gelek (I loved this cunning woman so much) Gelo bê ka ew kî bû (I wonder who that was) Nebe yeke Botî bû (Don't tell me she is a Botî girl ) Yan yeke Amedî bû (Or Perhaps she is an Amedî girl ) Yan jî ew Serhedî bû (Or, a Serhedî girl ) Na Welleh Batmanî bû (Oh No, by God she was a Batmanî girl) Şox û şeng hat binaz e (Attractive and beautiful, she's intentful) Bi evîn û dilxwaz e (passionate with a wanting heart) Bûye teyreke baz e (he has become a bird of prey (a raptor)) Nizanim çi dixwaze (I do not know what she seeks) Gelo bê ka ew kî bû (I wonder who that was) Nebe yeke Botî bû (Don't tell me she is a Botî girl ) Yan yeke Amedî bû (Or Perhaps she is an Amedî girl ) Yan jî ew Serhedî bû (Or, a Serhedî girl ) Na welleh Batmanî bû (Oh No, by God she was a Batmanî girl) Şox û şenga ku min dî (This attractive and beauty that I saw) Çav xezala bi kedî (with eyes like those of a domesticated deer) Kofî xwara Serhedî (A tilted Kofî from Serhad (Kofî - a funky head gear worn by women in the Serhad area) Kuda çû kes wê nedî(By god, she disappeared without anyone seeing her) Gelo bê ka ew kî bû (I wonder who that was) Nebe yeke Botî bû (Don't tell me she is a Botî girl ) Yan yeke Amedî bû (Or Perhaps she is an Amedî girl ) Yan jî ew Serhedî bû (Or, a Serhedî girl ) Na welleh Batmanî bû (Oh No, by God she was a Batmanî girl)
Werger: ysf fgn... Du sal berê ev werger hatiye kirin di Youtubeyê de.

15.08.2019

Hebestxwendin...



Helbestxwendinek bi dengê Ferhat D.
Helbest: Ji pirtûka M.Çiya Mazî 'Baranên Çilesrî'.



3.08.2019

Li ser taziyeyan û serdana nexweşan 2008...


EZ ÇÛM PÎRXETAP*

30.01.2008 Malpera Diyarname

(Ji bo Jîr Dilovan hêviya şifayê)

Pîrxetab ango Pîr Xettab. Hinek dibêjin ‘pîr’ an ‘kal’ e. Hinek dibêjin Pîrê êzdiyan e û  berê ev gund êzdî bûn. Ji xwe gundekî din jî bi navê Tawisî jî li vir e. Ew jî ji navê ‘ Teyrê Tawis’ tê.
Ez behsa Pîrxetabê, gundê Pîran a Şemrexê dikim. Ji xwe navê gund jî bi ‘Pîr’ê dest pê dike, ‘Pîran’. Ango cîhê Pîr-an. Lê ahaliyên vî gundî aniha Misilman, Sûnnî û Şafiî ne û êw Pîrxettab jî wekî ewliyayê Misilmanan dihesibînin.
Lê mijara min ne ev e. Ji xwe ev der aniha parestgehek e (zîyaretgeh) û demsalên bihar, havîn û payîzî bi deh hezaran mirovên li der dorê, tên vê derê û Pîrxetap wekî hekîm dihesibînin. Li vir, li şifaya nexweşiyên xwe digerin. Wekî her derê ku zîyaretgeh  e, zarokên wê derê jî hînî diziyê û çavlidestiyê dibin. Ji ber ku mirovên diherin ziyaretan, bi xêra xwe xwarin, goşt an pereyan belev dikin an didin zarokan. Li hin deveran jî gundiyên dorê rojan li hevdû par dikin û dahatuya rojan li hevdû dabeş dikin û pereyên ku tên dest parve dikin. Lê bi rastî tu kes li aliyê zanistiyê û turîzmê nanêrin. Tenê baweriyên nerast belav dibin û bi hezaran mirov narin nexweşxaneyan tenê diherin turbeyên van kesan.   
Ez bêm ser mijara xwe:
Ez û nivîskar Ronî War û bi me re mamosteyekî nas çûn vî gundî ji bo taziya ango azahiya (şîna miriyan) mirovekî cîran û dostê me her sêyan. Bi rastî berê çi taziyên nasan çêbibûya ez diçûmê, lê vê dawiyê ji ber monotonî, ezber, adetên şaş, ez vê dawiyê pirî ji van deran zivêr bûm. Em hinekî vebêjin: Dema azahiyên herêma me çê dibin, bî taybetî yê li gundan çê dibin, carinan deh rojan û carinan 15 an 20 rojan dom dikin. Bi hezaran kes diherin serdana malbatên xwediyê azahiyan. Em bibêjin gund an ezbetên ji hevdû xeyîdî naxwazin li wê derê hevdû bibînin, xwe didin bende ku yê himber wan herin, roja din ew jî herin. Bi vî awayî çûyîn dirêj dibin. Xwediyê azahiyê jî carinan gundan, ezbetan û kesan dijmêrin ku hatinin an nehatinin. Heke hatibin ji wan re şeref e û ew jî diherin azahiyên wan. Lê nehatibin xwe dixeyîdînin. Di serî de mirov dibêje qey tiştekî baş e û carinan baş jî dibe, li hin deveran aştiyê jî bi xwe re tîne. Lê ji ber eşîrtîyê jî pirê caran ev xuya nake û berawajî vê yekê pêk tê. Mirov tenê ji bo vê yekê, ji bo hatin û nehatina azahiyê ji hevdû dixeyîdin û nakokiyên mezin dixin nava gundan. Carinan û gelek caran mirov ezbet û ehlê gundan tenê bi awayekî sembolîk diherin azahiyê. Tu tiştekî ji vê rewşê û aştiyê fêm nakin an naxwazin fêm bikin, tenê ji bo ku xwe mezin û bi hêz xuya bikin diherin. Ev yek jî eşîretiyê li herêm û welatê me hê pir dike û reh û kokê berdide. Her dihere ev eşîretî û ezbetî demokrasiya nava mirovan, pêşketina hemdemî ya civakê disekinîne.
 Dîsa, li azahiyan her ku dem dirêj dibe xwediyên azahiyê ji halê xwe de dikevin. Ku yek bibetile an bibêje ‘bes’, wê giş bibêjin “rûmeta mêvanan nizanîbûn” an “ev malik ewqas xerab in". Hinek jî wê bibêjin “qedrê me negirtin, heye tuneye ew malbat ji me dilteng e” û peyvên belasebep dûvdirêj dibin. Kes nabêje, ev malik nexweş ket, nikarin li ser piyan bisekinin. Û di azahiyan de, ji bo xwedê be jî tu kes wêneyekî yê mirî bi kon an odeya taziyê darde nakin, ku mirov zanibe ka kî miriye, yekî çawa ye, gelo nas e an ne nas e. Lê belê her yek ji xwediyê azahiyê, melayekî datînin quncika kon an odeyê. Ew melayana jî bi pirranî çi di ezbera wan de be wê dibêjin. Bi pirranî behsa dema pêxemberan dikin an ‘mirov çima nimêj nakin û rojiyê nagirin?’ Tu kes behsa dema îro nake û ji bo mirov li hev bikin jî tu tiştekî nabêjin. Yên diherin azahiyan heman tiştî ji devê melan dibihîzin ew tiştên ku bi sedan caran bi hezar caran li deverên din li azahiyên din bihîstîne. Kes jî dengê xwe nakin û li himber meleyan tiştekî nabêjin. Tenê guhdarî dikin. Ji ber ku her kes dixwaze peyva mela zû xelas bibe û ji wê derê birevin.
Rewşa azahiya pîran jî yek ji wê rewşa azahiyan bû. Lê belê li pîran cihê azahiyê jî teng bû û sermayek pir dijwar hebû. Ji ber wê yekê wekî hercar zikê min ne bi yê mirî şewitî, bi yên sax şewitî. Wekî li nava bajerê Mêrdînê azahî tenê sê roj bûna û ji sê rojan pê ve tu kes neçûya azahiyê û herkesî tedarîka xwe li gor wî awayî li gor sê rojan çêbikira, wê ne baş bûya gelo?     
Tiştekî din jî; rewşa serdana nexweşan jî rewşek wisa ye. Xwedêgiravî ji bo şifayê diherin, lê hingî wisa qelebalix diherin, bêhna yê nexweş û kesên malê dernakeve. Heke çend rojên nexweşî mabe ku bimire, qet mêvan nahêlin ku bi zarokên xwe şa bibe. Herkes dihere serdanê û tiştê di dilê xwe de der dike, lê yê nexweş xwesteka xwe ya dawiyê, ji fediya mêvanan nikare bike jî. Qey ev serdan an şifaxwestina nexweşan bi telefonekê an bi nameykê nabe mîrat? Qey payeke pir bilind e gelo? Mirov illehîm here bi seatan li mala wî nexweşî bimîne û ew jî li ber mirinê be, ev rewşek baş e gelo? Ev jî mijarek din e. Ez dibêjim nexweş kê bixwaze divê ew here ba wî, yan na dilê wî nexweşî qet rehet nabe û her dê bêhna wî teng be heta ku bimire.
Gelo mirî dikare bibêje “kî hat ba min û kî nehat ?”

(Ji Pirtûka M.Çiya Mazî 'Ez Çûm Ku Neçûm Ku')