25.04.2018

Elîkê Cibo (Kurteçîrok - Çiya Mazî)


Elîkê Cibo
(Kurteçîrok - Çiya Mazî)
    Wî jî şûşeya xwe danîbû ser dîwarê beton. Kaxezek li bin pêxwarina xwe raxistibû û hêk, bacanê sor û xiyar hûr kiribû û dixwar. Ku dît ez jî rûniştim û min alavên xwe ji kîsik derxist û alav wekî yê wî bûn, ji deh mîtro dûrî min bi baldarî li min nêrî û wekî girnijînekê li ser rûyê wî xwe da der.
    Min jî lê dinêrî û di kêlîka pêşî de tiştekî nepen di hişê min de xwe livandibû; dişibiya yekî ku min pirê caran dîtiye û min pê re beşek jiyana xwe bihurandiye. Teqez yekî wisa ye ku bi nêrîna pêşî re awirê dilê min bi baldarî dageriya alî wî. Pozê pahn î gumokî li nava du gepên sor û hildayî û çavên şîn yê ku di bin birûyên hej hejî de windayî. Piştî ku min qedeha xwe tije kir û li alî wî nêrî wî bi xwe qedeha xwe bilind kir, got noşî can be ! Min jî bê dilî xwe bilind kir û berê xwe jê guherî. Lê ji alîkî jî diponijîm bi nêrîna xwe ya li bahrê re.  Piştî ku min bi qurta ewilî qirika xwe şil kir, min alavê xwe yê zêde danî ser beton, bi qedehekê û hinek bihîv û sêv re bêdeng mam. Di wê kêlîkê de bi carekê re min dît tiştekî xwe çengî nava avê kir û hêdî hêdî bi ji peravê dûr ket. Kevcal bû û ji nava kevza ku li gomeyekî mezin kom bûbû xwe çeng kiribû û bala min jî çûbû ser wê kevzê û wî gomeyî.
      Bi ponijîn û nêrîna min re kevjalekî din jî xwe çeng kiribû, ji ser kevirê birka Mêtsagê, nav ava bi kevz û bi dengê xwe yî stûr û çiyayî bangî me dikir Elîkê Cibo; kuroooo! Hûn li ku nin kuroooo?. Bangî min û Şerîf dikir li Mêtsagê, li rexê Şemrex pala Çiyayê Şêxmihemed ku me jê re digot Gîharê Şêx Mihemed. Tenê serê wî çiyayî bi dar bû ji çiyayên ku li dora Şemrexê ne. Ew jî ji ber ku digotin ziyaret û parestgeh e, ji ber mekanê ku li serê qotê wî bû ku kesî nizanîbû çi demê çê bûye, tenê digotin mekanê Şêxekî bi navê Mihemmed e û hew. Ji xwe her ku ji qot de ber bi jêr de dihat darê berrî û mazî jî kêm dibûn û darê guwîj û dirrîkên bi strî dest pê dikirin û ku digihaşt rastê, dar mar nediman û tenê rez diman, rezên mirovên Taxa Beroj û bi taybetî rezên mala Axê. Kanî û birka Mêtsagê jî di nava bexçe û rezên Mala Heneşê Osman de bû ango Heneş Axa.   
      Elîko bacan ji me re anîbû wê rojê, qey zanîbû ku em herdu jî birçînin û dikin ji nêza bê terp û bikevin erdê. Destê xwe bir cuherê ku qet ji milê xwe danedixist û bi ken digot, ka hûn çi dikin kurooo?! Bila golikên we neçin nav cinênê haaa? Him henekê xwe bi me dikir û him bi wî ken û henekê xwe em hişyar jî dikir Elîkê Cibo û pê re jî ji cuherê xwe du bacanên sor û du xiyar derdixistin û dida me.
   Min li wî dinêrî wî li min û tevgerên wî di hişê min de diçûn Mêtsagê û dihat; esil navê vê giravê Halkî ye, îjar navê wê kirine Heybelî, cîhê filehan e, cîhê Rûman. Berî bi çil pêncî salî, çûyina wan dest pê kiriye ji van deran. Aniha bi qasî tiliyên destan jî nemane li vê giravê. Ez gihaştim ser wan, wê demê me ji xwe re xaniyek zeft kir û ji wê rojê de li vir im, bi bazirganiyê û karkeriyê heta teqewît bûm li vir û hero têm vir. Aha berê ev cihê ku tu lê rûniştiyî jî xaniyên wan bûn, van dorana giş milkê wan bûn, digot, mirovê li himber min ku qedeha xwe dibir devê xwe, qurt lê dixist û pişt re jî dîlimê bacan û hêkan yeko yeko dixist nav diranên xwe, weke ku me Elîko carekê li nava xirbeyê nêzî bexçe dîtibû ku li ser kevirekî mezin yê qoziyan rûniştibû û nan û bacan dixwarin û gepên wî dinepixîn.
Di serî de ji me re gotibû neyên aliyê birkê. Lê belê ew qedexebûna vê yekê wekî peywîreke wî bû, ne ku biryareke ji dilê Elîkê Ciboyê bi tenê û bê zarok hatibû. Ku em ji ber qedexeyê bi dizî ber bi birkê nediçûn jî, çend roj derbas dibûn ew dihat û dubare digot, qet nerin bi alî birkê de haaa. Bi me wekî bibêje, hûn herin haa û ew qedexekirina wî bi me şêrîn dibû, ya jî wî bi xwe bi zaneyî bi me şêrîn dikir. Me miraq dikir pê re, gelo çi hebû li wê derê, li derdora birkê? Min û Şerîf biryar da ku rojekê emê dîsa herin û der û dorên birkê gişî bihost bi bihost sax bikin. 
Me texmîn dikir ku tiştekî wî yê ku veşêre yê bi nirx tuneye ji bilî cuherê wî. Milkê wî wekî din çibû? Wekî din… haa..., milkê wî kûçikê wî bû esil û cuher jî, ku mala axê wekî zîmetî wî kiribû ew jî nîvmilk bû. Kûçikê wî ji serê biharan heta dawiya payîzan pê re dima, diçû ku li dû wî bû ew milkê wî, dinyaya wî, xizmê wî, yê herî nêzîkî wî, kûçikê wî. Navê wî kûçikî Malê Mino bû ji xwe. Em piştî demeke dirêj bi wateya wî hesiyan. Ku bangî wî dikir digot Malê Minooo! Malê Minooo! Malê Minooo! Carinan jî digot Malo, Malo Malo Malo' Heta ku Malo dihat xwe li ber wî dimelisand, dom dikir ev bang.
Dema ku me holîka aşê heriyê temam kiribû û çenikek nisla ava ji birkê dihat ber bi aşê xwe rast kiribû û me nanê xwe ji naylon derxistibû ku bixwin û pêxwarin tunebû, me biryara çûyîna birkê dabû.
Piştî xûzbûneke dirêj di nava dirîreşk û darên sincan re me nêzîkî li birkê kiribû. Kesek tunebû li derdorê. Ji dengê req û beqan pê ve tu deng nedihat. Jorê birkê bi dêliyeke li ser dara tehewa mezin girtîbû. Aliyekî biçûk bê dar bû lê ew jî bi tahteke mezin girtî bû. Her du aliyê kêlekê jî bi dirîreşkên bilind girtî bûn. Bi qasî kûrbûna birkê wan dirîreşkana jî birk hê kûr xuya dikir. Bi nêrîna me re bi carekê me dît kû li nêz me Elîko bi dengê wekî zengilê stûr û bi hela hela çivîkan diqewirîne ji ser mêwan, çûk çûk çûk! Hurrre! Hurreee! Bi dengê wî re me xwe di nava dirîkan de melisand.
Min xwe xistibû bin dirîreşkên dora tehewê. Şerîf jî ji min wê de xwe melisandibû. Dema min xwe vir de wê de livandibû destê min çûbû ser tiştekî nerm ku nedişibiya dar û gihayan. Hinekî min bi baldarî lê nêrî, min nêrî ku di nava kîsikekî cabûn de tiştek heye. Hêdîka bervê çûm û min vekir. Ku hinek bacan û hinek xiyar di nav de ye. Di nava naylonekî de jî seriyek penêrê şor heye. Aliyê tehewê yê din holika wî bû û wisa çêkiribû ku mirov nedidît, ji dirîreşkan dorpêçkiri bû ew holik. Her roj û havînan jî bi şev û roj li vir radibû rûdinişt, radiket. Qey ji bo penêr germ nebe xistibû nava dirîreşkan, cihê ku her tim sî bû.
Şerîf bi peroşiya xwe got; ev viya ne ji bo ku me di vir de zeft bike law?! Û pê re jî li dora xwe fitilî û dor qoleçan kir. Lê dîsa li min nêrî bê deng ma û me herduyan jî bi hev re gotibû, belkî jî wî ji bo me danîbe vê derê, ji bo xwarina me. Lê dîsa jî bi tirs me ew anî û piştî ku me têr li ber birkê xwe hênik kir û li req û beqên ku ji ber kevir û dîwarê betonî çengî nava avê dikir û di nava avê de digeriyan temaşe kir, hêdî hêdî di rêya ku em tê re hatibûn dîsa berjêr bûn. Berjêrî nava bexçeyê gewre yê bi av û cinên yê mala axê bûn.
Aha em jî di nava vî bexçeyî de li ber golikan bûn. Ji ber ku salên par mala me û mala Şerîf cinên çêkiribûn di nava vî bexçeyî de, Elîko jî em nas dikir û dihişt em tenê bên û golikên xwe li nava bexçe aliyê giha lê heye biçêrînin û ji xwe re bilîzin.  
Ku keştî di ber peravê Halkî re derbas dibûn alî îskeleyê, pêlên avê pir dikir û ew pêl bi hêz dibûn û dihat li peravê ber min li tahtan diket û dengekî bilind î bêhempa derdixist û dihişt ku dêhna min ji birka Mêtsagê biqete û dîsa were ser Halkî û vî zilamê ku hey bi çingîna qedeha xwe re dipeyîve û dibêje qey ez jî lê guhdarî dikim.
  Ez tenê li vê giravê dimînim, zarokê min giş çûne Ewrûpa, Elmanya û vir de wê de. piştî ku ez teqawît bûm min xaniyê xwe li gor xwe tamîr kir û ez û xanima xwe me biryar da ku heta mirinê li vê derê bimînin, çok şikir halê me xweş e.
Min dixwest ku ji vî mirovê sor î enîsemitî re bibêjim tu ji ku hatiyî vê derê û tu çi kes î, êl û mêla te ji ku nin? Belkî wî jî nizanîbû û belkî zanîbûya jî dê negota ji min re, çima wê bigota ma, ji yekî ku deh kêlîk berê hatiye û rûniştiye li himber wî û bi serê xwe yî xweş çima wê bigota esl û feslê xwe û secereya ebûk û ecdadê xwe. Ji min re jî bigota, minê jî bigota nizanim ji ku hatime, hema hazir bixwaze…
   Nizanîbûn ew ji êla kê ye, ji ku ye Elîko. Tenê zanîbûn mala Heneş Axa ew ji qefleyê ku ji alî Çiyayê Mazî dihatin û diçûn Diyarbekirê girtine û bi tenê zanîbûn navê bavê wî Cibo ye û wan jî nav lêkiribûn Elî, Elîko, Elîkê Cibo û bûbû berdestkê wan. Û li vê derê li nava van bexçeyana ji me re bûbû şitaxilîk, ku min bi henekan digot; kuro Elîko hat, her carê jî Şerîf bi peroşî digot; kanî law, kanî kuro? Û radibû ku binêre aha wê demê piştî kenê min ew jî dikeniya.           
   Min hizir dikir ku tenê li ba me, wî bi dilekî rihetî ew kenê xwe yî ji dil û hinavan derdiket dikir. Wekî wisa bi hisreta zarokan bû û wisa bi hisreta ku hinek wî jî bi tiştekî bihesibînin û wî jî wekî mirovekî normal bibînin û tew hinek, wî wekî zane, wekî mezin, wekî yê ku mirov guhdariya wî bike bi nav bikin. Min û Şerîf me guhdariya wî dikir her tim. Qey me wisa pê dida xuyakirin ku ew ji me zanetir e û ew mezinê me ye û ew zilamekî bi qedr e ango wisa ji alî wî ve  em xuya dibûn. Tabî me nizanîbû fileh e, ku bi wê çûkaniya xwe me jî zanibûya ku fileh e û me zanibûya ku em misilman divê ji wan bibehecin, dibe ku me jî ew bi tiştekî nehesibanda. Lê em hê di vê hizrê re negihiştibûn û me ew ji xwe re wekî alîkar dihesiband, me ew wekî zilamekî ku ji tiştekî re dibe dihesiband, loma wî jî ji me hez kiribû û alîkariya me dikir. Tevlî ku xwediyê bexçe nedihişt em golikên xwe bînin nav mêrga bexçe jî, wî rêyek ji me re vedikir, cih rê me dida û bi ser de jî tirî, bacan, xiyar û nan jî gelek carî dida me û li ba me tenê wisa bi mestbûnekê dikeniya dikeniya heta ku lal dibû. 
     Belê carinan li ba jinên xwediyê bexçe jî dikeniya, lê ne ewqas, ne bi wî awayî. Dema li ba wan bû û ku jinên axa ango xwediyên bexçe jê neditirsiyan ku tiştekî an xerabiyekê bi wan bike û nedihizirîn ku bi şaşî û bi dilekî evînî cinsî li wan binêre, henek pê dikirin, bi peyv û tevgerên wî dikeniyan û pê çîrok didan gotin. Gelek carî jinan tiştên ku nedihat gotin jî li ba wî digotin, qala hezkirinên xwe, qala têkiliyên cinsî bi awayê argo dikirin. Ji ber ku zanîbûn Elîkê Cibo nikare nepeniya wan belav bike, zanîbûn ku xisara wî jî nikare bigihêje wan, ma ji bavê wî ne zêde bû ku dilê xwe têxe jinekê, qîzekê ango bi çavekî xerab li wan binêre, li malbata axa an jî yê xeyrî ola wî.
 Ji wan jineke bî û henekçî, Weso, her tim dihat û wekî tetirxana ken û henekan dest bi peyv avêtina Elîko dikir û digot; Elîko bila mêrê min be, ezê wî bikim. Herkesê li dorê bi vê pevê dikeniyan û digotin de ka em daweta we çêkin û bira jî radibûn û dîlan dikirin. Wê demê Elîko jî dikeniya, lê kenekî tenê ji dev û diranan ji rû û çavan derdiket. Bi wî kenî re jî paşê xwe dida Weso û dimizicî tenê. Qet ne kenekî ji dil, kenekî ji rehên can û cegerên wî derdiket; kenekî bi sînor, kenekî di qefesê de zîndankirî li dardiket. Jinên ku Elîko ji wan re digot "dê" nizanîbûn bi wî kenî, nizanîbûn ku ew kenê derewîn e. Me tenê zanîbû, ji ber ku li ba me kenekî din yê Elîkê Cibo hebû. Kenekî ku dinyaya wî gişî li ser rûyê wî kom dikir, kenekî ku hew dima ji kêfan bifire Elîko. Çima ew ken li ba me wisa bû nîzanim, dibe ku zanibû em bi paşeroja wî nizanin an em wî wekî mezinekî xwe dihesibînin, wekî bav û birayê xwe dihesibînin û zane ku, em hurmetê ji wî re xuya dikin. Nizanim, ez difikirim ku wî gelek carî ji bo wî kenî bangî me dikir, pêkenok digotin û dikeniya û carinan jî çîroka xwe digot. 
Aha ez ji destê eskerekî wekî wiyê ku li ber hefsa biniya mala axê nobetê digre reviyam û hatim nava vî bajarî. Em ji dereke dûr ku diya min digot ji Edenê, hatibûn van derana û di Dêrika Çiyayê Mazî re tevlî hinekî Dêrikê, di rêya Şamê re emê biçûna Diyarbekirê. Em hatibûn li biniya keleha ku li Çiyayên Mazî dinêre Keleha Şemrexê sekinîbûn. Eskerê ku destê min î bi ben pê ve girêdayî bû, ji bo avê vexwe çû ser kaniya ku ava wê ji tahtê berjêr dibû û destê min berdabû. Pê re jî çavê diya min ziq bûbû bi alî min de û bi çarlepkî xwe gihand heta hinda min û got, bireve. Ez ji tirsan  diricifîm û ramana bidûrketina ji diya xwe pirpirek di hundurê min de çêdikir. Lê diya min, bi xwarkirina dev û rûyekî bi min re xeyidî ku heta wê demê min qet nêrîn û awirên wisa tahl li ser rûyê wê nedîtibû. Bi çavên xwe taht û gomeyên ku nêzî me bi awayekî berger û xeyd nîşanî min jî dikir. Ji xwe bêyî vîna xwe hêdî hêdî û paşpaşkî ber bi wan herikîbûm bi xeyda diya xwe re. Ku nêzî wan bûm jî min xwe mîtroyekê çeng kir, reviyam heta paş wan û qet min li paş xwe nenêrî êdî.
Hinekan nêzî wê derê paleyî dikirin û ji dûranî ve qefleyê me temaşe dikirin. Hema min xwe li wan girt û beziyam. Ku gihajtim ba wan devê min î ziha hişk bûbû û hema li nava erda sor veketim û min got, av! Jineke bi kitan û kofiya bi şahra sor û mor, bi lezgînî tas ji kunê avê tije kir û anî ji min re. Min bi qurtequrtekê vexwaribû ku herkesî bi metalmayin li min dinêrîn. Piştî ku min hilma xwe veda, yekî ku li bin holika çilo pala xwe dabû stûnê holikê, bangî jinan kir ku min bibin hinda wî. Ez birim. Yekî serê wî mezin û rût, wecê wî sor û gewr tevlî hev û bi lêvên mezin, got tu ji ku tê kuro? Min got ez ji wan merivana qetiyam, wanê ku bêhnek berê di ser wê rêyê de çûn û min pê re li aliyê rêya diya xwe nêrîbû, wekî mijekê dixan tenê xuya dibû. Yekê ji wan jinana got, axa ez bawer dikim ew qefleyê filehan bû, bêhnek berê di wê rêyê re bihurîbûn. Aha wê demê wî zilamî got, wî veşêrin zû, bilezînin. Dîsa ez tirsiyam lê ew li ber min digeriyan û gotin em tiştekî bi te nakin. Lawikekî da pêşiya min û ez hinekî ji nava erd bi dûr xistim. Me xwe di nava deviyên ku tibabekî dûrî erdê paleyî lê dihat kirin de veşart. Lê belê wîyê ku navê wî Gênco bû û ez pê re hatibûm, carinan radibû û li alî erd dinêrî, got, way esker hatine nava erd. Cardin jî xwêdanek germ girt ser bedena min û ji lephinanîn de ketim. Qey lêwik fêm kiribû ku pir ditirsim û got, qet netirse bavê min axayê vê derê ye û esker çi bikin jî ew te nade wan. Adeta me ya kurmancan jî ku yek xwe bavêje bextê me, em bimirin jî nahêlin kes xisarekê bigihîne wî, tu dixwazî bila dijminê me be jî, ku ket bextê me, hew. Bi van peyvana ez rehet bûm û êdî me her ji bîstekê carekê li nava wî erdî dinêrî heta ku esker ji wir bi rê ketin û êdî min qet diya xwe nedît li vê dinyayê, li wê dinya din ew jî belkî dibêjin. Çîroka min û Şemrexê ji wê derê ango ji gundê Xirbê Heynder ku niha kesek tê tune ye, yê li biniya Keleha Şemrexê ye dest pê kir û êdî ji wê rojê pê ve xêzikek girover li dora min çêbû û min qet ew xêzik derbas nekir û jê derneketim, ne min karîbû û ne min dixwest ji xwe.
Belê qalikekî pir qalind li dora jiyana wî û bedena wî çêbûbû û li ser rûyê wî jî xuya dibû bi çermê sor, stûr û bi damarên reş re. Tu hestên ku wî ji cîhê wî bileqîne û ji wê xêzikê derkeve derve an wî qalikî biderizîne jî qet lê pêde nebûbûn.  
 Biharan, havînan û payîzan li ber bexçe û rez bû, ew û Malêmino û zivistanî jî li ber tewla hespan ya di zaroktiya wî de tije hesp dibûn. Ew tîmar dikir, alifê wan tije çeh û ka dikir. Lê demên dawiyê ku hesp neman êdî zivistanî dîsa li wê tewla hespan li çend mirîşk, elok, ker, dahşik û dermaleyan miqate bû. Nobedarî ji beşên wê tewlê ku ji alî dikandaran ve wekî embar hatibû kirêkirin jî dikir. Her wiha zivistanan, gundorkirin û avêtina berfa ser xaniyan û suxreyên din yên mala axê jî dikir. Her ku diçû sûkê û tiştek dikirî jî teqez carekê li dora xirbeyê nêzî qesra mala axê digeriya û dû re diçû karê xwe. Heta carinan av jî dikişand ji ser kaniyan û bi wî barê giran jî serdana xirbeyê xerabe û kavil ji bîr nedikir, debokê avê li ser curmê mezin datanî û bi nêrîna kavilî re bêhna xwe vedikir. Ew wekî koleyê herkesî bû, yê axa jî yê jinên axa jî û yê derdora axa û yê hemwelatiyên axa gişan, heta ku bimre… Heta ku mir jî wisa mabû Elîkê Cibo, ne zewicî û ne bû xwedî mal û zarok.
Me tenê bihîstibû ku miriye. Jê û pê ve me tiştek nizanîbû, kesî jî ji me re tiştek nedigot ku çi pê hatiye. Ji sihalbûna rez û bexçe jî xuyabû çûyîna wî. Dû re bi pirsa me re, tenê ji devê pîrekî dihat gotin, Elîkê ku ji kambaxê êdî pişta wî xûl bûbû û heta mirinê jî li ber bexçe bû û roja dawiyê ku li ber birkê serê wî li ser kevirekî bi xew ve çûbû û sibehê zû jinên ku çûbûn bacanan biçinin ew dîtibûn. Ev bû agahî ji me du zarokên dostên wî re.
Ez û Şerîf bi dizîka çûn camiyê ber kevirê mirîşuştinê ango kevirê nahşê û me di bin paçikê ku li dorê hatibû pêçan re li ser kevir nêrîbû û hêj cilên wî lê bûn, melle amadeyî dikir û jê dikir. Dirêjkirî bû û destê wî li ser zikê wî bi hevdû ve zeliqî bûn, xwe tev nedida, ji dûranî ve mirov digot qey raketî ye…
Gora wî jî bûbû arîşe û rojekê sax li ser gora wî fikirîbûn, gelo dê li ku veşêrin? Lewre li navçeyê goristana filehan jî tunebû, fileh jî di nava misilmanan de nedihat binaxkirin. Heta hinekan gotibû ku emê bibin derek din, wek Mêrdîn, Dêrikê filan, lê çê nebûbu. Mele hatibûn li hev kom bûbûn, rîsipiyan nîqaşên mezin dikirin û digotin ew mirovekî ku em nizanin çawa hatiye vê derê, tenê mala axê dibêjin, ew yekî ku ji refê xwe qetiyeye, refê ku ji alî hukûmetê ve mişextî hatibû kirin û me jî ew aniye xwedî kiriye û nan dayê û av dayê û me nivîn dayê û me kar dayê û me anî heta vê derê, êdî ji niha û pê ve karê mele û şêxan e. Lê kesekî, şêxekî, meleyekî ku lê bi xwedî derkeve û wî jî weke mirovên navçeyê bi rêwresmê têxin bin axê tunebû. Dawî dawî ji mala axê yek derket û got ku, ew bûye misilman û min dîtiye ku nimêj kiriye. Di dû vê gotinê re pirsgirêk çareser bû û ew jî di nava goristana misilmanan lê belê li rexê goristanê û hinekî dûr, dîsa ji ref qetiyayî, bû xwedî gorek bi tenê Elîkê Cibo…
Ku min li rexê vê bahrê alavên xwe da hevdû û rabûm ser xwe, ew jî rabûbû û li min nêrî bê deng. Berî ku minê xatir ji vî mirovê ku min dişiband dostê xwe yî dema zarokî bixwesta, pirsek li ser lêvên min peyde bû.
Navê te çi bû ezbenî?
Navê min Elî ye.
Aha! Nexwe navê bavê te Cibo ye?
Na, navê min Elî ye û navê bavê min jî Muhemmed e.

Bêyî ku wekî din tiştekî bipirsim û piştî miziçînekê min rahişt çenteyê xwe û montê xwe avêt ser milê xwe û di nava bixuşkên perê bahrê re, him min li qalikê midyeyan û fosîlên ajalên bahrê ku tevlî bixuşkan bûbû dinêrî û him jî guhê xwe dida dengê qaqlîbazên li ser min difiriyan û qijakên li ser hesinê îskeleya xerabe û kundê ku carinan li ser tehewa ber holika Elîkê Cibo guhdarî dikir. Ku min hinekî serê xwe rakir jî dengê orîna keştiyê û melayê mixurbe wekî tevlî ewrê bi rengê gwînî di ser min re dibuhurî. Bi meşa di nava dirîk û daran re ber bi îskeleyê ve jî, her û her damarên xwînê ku êdî reş bûbû li ser rûyê Elîkê Cibo, yê di nava dirrîkên Mêtsagê de xuya dibûn difikirîm û min dengê sixêfa wî ya herî tûj ku ji hinek dizê bexçe û rezan re dida,bi niçeniçê re dianî bîra xwe;kurrê kerêêê !

(JI PIRTÛKA PEYARÊKê)



24.04.2018

JI ÎRO RE...


JI ÎRO RE...
*Belkî jî hilbijartin ji kurdan re bi kérî helwesteké, bertekeké bé. Bibe moral û kéfxweşiyeké. Bibe hevgirtin û yekîtiyeké. Bibe çalakî û tevgereké. Bibe piştgirî ji girtî û tahdedîtiyan re. Lé bi #Demirtaş re.
*Bi qasî sé hilbijartinan peyvén qerrase, qerf û henek hiştine li derve, di hundur de be çi ye, ji xwe her tiştî dide fémkirin
*Mamoste #Ayşe sembolek e, helwestek e, nîşanek e... Zarok héjayî parastiné ne...
*Hûnnivîsa kurdî, ji bo hûn di nivîsa tirkî de 'meşhûr' bibin bi kar bînin, Xwedé we efû nake ha! :)
Ahûra Mazda jî Zerdeşt jî we efû nake. :) Ji xwe çend nivîskar mane ku tené bi kurdî dinivîsin!? Wek bizré li ber qelihandiné. :)
*Hinekan hé nû dest bi xwendina dîroké kirine, hinek jî ji bo serkeftiné gihaştine dawiya wé dîroké.
Belkî jî tevgerén hûn rexne dikin û tiştén hûn dixwazin téne cîh, lé hûn di xew de ne bi cîh... Xewa zer…
*Belkî jî hesabé min asteng dikin bi cîh :)
*Ne hewce ye hûn bibéjin bila nivîskarek her tim biaxive, ji xwe axaftinén wî di pirtûkén wî de ne... Kerem bikin bistînin û guhdar bikin careké...
*Bi dahfdana yekî û yeke din ku we ji nivîskarekî hez kiribe an we nefret jé girtibe, teqez rojeké hûné polî poşman bibin. A baş hûn bi xwe pirtûkén wî bixwînin û pûanan bidiné.
Di siyaseté û hemû qadén jiyané de jî gellek caran poşmanî çédibin…
*#herkesbuyebloger , pir baş e ji bo nivîsa kurdî. Lé belé vé bloga han deh sal beré vebûye ha! :) ciyamazi.blogspot.com
***KÊ GOTIBÛ (...) Kê ji min re gotibû Girêbide sibehan Û êvaran berde Bide dû stêrkan Kê ji min re ewqas got Bêhn bike kevir û çiyan Tahma nivîsan Toza kaxetan Çima dûrketim ji baxê dêyan Ji rengê keziyan... Ku Bûye sedema barkirina kenê min (…)
*KAMÎ VATIBI ( ...)kamî min ra vatibi Girê bidi sibanoyan Û veradi şewan Bidi dim astareyan Kamî min ra hintayê vat Boy biki kera û koyan Tama nuşteyan Toza kaxitan Çira dûr kewta baxên mayan Rengê kêzîyan ra Ku bîyo semedê barkerdişê wîyayişê min (…)
***Werger Ehmedo bira… *ji Pirtûka Baranên Çilesrî perçeyek helbestê…

-Ji Twîtterê- M. Çiya Mazî

13.04.2018


EW  BAJAR       
Ez diçûm kîjan derê wî bajarî  Ku li bin guhê dîwarên wî diketim   Her serê qorziyekê wateyek dihewand ji êşan Û her dawiya kuçeyeke tarî, dilêkî kevirî  Carinan dibûn şîmaq  Û  kêmcaran gulên bi sitrî li ser rûyê min… Ji ber wê ew awirên hişk ji dilê bi hizin derketin Û ji ber wê bê silav û bê xweşûbêş dûrketin  Ji koxikan bi tengala terkîwelatiyan re teriqîbûn
Qey ez xeyidîbûm ji te ey bajar nizanim Belkî di guftûgoyên bê hefsar de bêhnçikyayî dibûm Belkî jî li yarîgehên te ji dilbendî û dilqefesiyê zivêr bûbûm
Min bêrîkirinên xwe xistin bahola xwe û çûm  Min awirên xwe ji berriyê dan hevdû Û ji ser keviran pelînên xwe û likumandinên xwe Eşkere kirim çongşikestinên xwe  Girêk û gerînokên qirika xwe şanî wan kirim û çûm
Li ser striyên rêya min xwe avêtin erdê hewariyan Fîkandinên rojhilatî bi newayan newalên kemanjenan dagirtin Ji şaxan ber bi lûtkeyan firiyan balindeyên bajarî Bi wan re kevokan ji ser kumbetan û sariyên deriyên mêşinî
 49 pêlik serjêkirin li ser kevirên keviyên kolanan Temaşe kirin di sehera sibê de maşûqan
43
Dema ez çûm… 
Dema ez çûm jinê reşa xwe avêt ber reşêşkan Destên min î diricifîn firkandin bi tilîkên narîn wan berbûkan  Ramûsanên xwe û bêhna kilên xwe bi min re şandin  Ji heyvê re diyarî bûkên bahoz û bablîsokan
Ez çûm…  Ez nepeyîvîm û çûm… 
Û ez hey diçûm… Her ku diçûm birîn dibû bedena min  Her ku roj diçû ava li ser axa şop û şûnwarê min Êvaran tilîkên xwe li min kil dikirin Xewn li min diherimandin Her ku bîra min dişeqitî û sor dibû kêlekên wê yî  Bi şûna kêlên ku miriyên min avêtibûnê Her ku min dixwest ji wan bi dûr kevim Li pey min dihatin êşên min Sozên min û hewara azadiya şûn û şopên min Ji min dixwestin starek her roj Her rojên min wisa bi dengê xwestina wan çûn  Sal bi sal halekî hêj giran   Heta  Heta  rojek ji rojan hat Lêzimên min ketin ser hev bûn çiya Û çiya ji hisretên min re bûn star. 2010
(Ji pirtûka Baranên Çilesrî-M.Çiya Mazî)

9.04.2018

PEYV Û QAL Û BAL JI SÊ HEYVÊN TWÎTERÊ



Li ser réyeké, yén rûniştine ji yén dimeşin re dibéjin 'çima hûn nameşin'. Dinyayek wisa peyde bûye.
*Ne hewce ye hûn bibéjin bila nivîskarek her tim biaxive, ji xwe axaftinén wî di pirtûkén wî de ne... Kerem bikin bistînin û guhdar bikin careké...  Pirtûkén kurdî bixwînin ! :) #BiNivisaKurdî
*Di hemû qadén jiyané de berhem; tiştén mayinde û bibin bingeh, bibin kevirén ré.
*Ji hinekan re hilberîn, kirin, berhem hene, lé téra welatekî nake li nava kurdan. Ji ber ku yén tené dipeyivîn pir in, mézîn serast nabe.
*Peyv rehetiya giyan ji bo demek kin. Kal û pîran jî gotine: 'Bi gotegot mirov naçe cot.'
*Ji peyvén zéde béhtir hilberîn, ji axaftiné béhtir berhem, ji xwestiné béhtir kirin.
*Rojnameya Azadiya Welat ! Kana nivîskariya kurdî !
*Yén dimeşiyan ne betilî ne, yén pir dipeyivîn betilîne li dinyaya kurd, belkî jî nîşana başiyé be ev.
*Ji bo biserneketina tiştekî tawanbarkirina kesan û hézan pir hésan e, loma yén tawanbar dikin pir in, lé li ser dijwarbûna pirsgiréké ku ev sedema yekemîn a neserketiné ye, kém kes dibînin û difikirin.
*Mirovén ku di vé demé de psîkolojiya wan xerab bûbin, belkî jî, ji alî mirovperwerî xwediyé hestén herî baş û giran bin.
*Di pirtûkén lékolînî/berhevkarî de diyarkirina çavkaniyan şert e û kopîkirina pir nabe, tené ji bo selmandiné û çavkaniyê  jégirtin dibe, yan na ew pirtûk dibe ya diziyé.
Em bibéjin 'desturxwestin', lé belé destûrxwestina kopyé nabe, resmen dibe dizî. Keddayin ji her tiştî re péwist e.
*Di zimanekî wekî kurdî de ku pergala telîfé bicîh nebûye, belkî otokontrol hebe û tu nivîskar/berhevkar sînoré keda xwe derbas neke, ev pirsgirék jî nabe bar û astengiyek mezin ji zanîna gel- folklorî re.
*Fikreke pir erzan e tawanbarkirina kurdén bakur. Belkî jî haya we qet ji rewşa bakur û bazara dinyayé tune ye. Pir sivik e jî ev tawanbarkirin.
*Bila Newroz roniya azadiyé bide ser axa xwe. Hilbet mirov here qada newrozê baş e, belkî bibe piştgiriyekê.
*Mirovahî sedsal beré jî ev bû, îro jî ev e.
*Siyaset jî hebû cesaret jî hebû-heye. Pirsgirék pir mezin, tevlihev û di cîhekî pir asé de ye, lewma çareserî zahmet e.
*Çi ji destén kedkaran hat, çi hewce bû kirin û dikin. Heçî gotinén mayî pûç û cehennemî ne.
*Ew bûn, ew in yén di ber xwe didin û dan, yén temaşevan di hérs û şerma xwe de man.
*Aha ev e dîrok û çébûna wé.Serkevtin an tékçûn wisa çédibin.
*Li ser réyeké, yén rûniştine ji yén dimeşin re dibéjin 'çima hûn nameşin'. Dinyayek wisa peyde bûye.
*Yén serbest ji yén derdest re dibéjin 'çima hûn naçin seyrané?'
*Û yén kéfçî ji jinén tékoşer re dibéjin 'çima hûn baş namirin? ji ber wé yeké em baş kéfé nakin li seyranan, li peravan'. Aha dinyayek wisa...
*Çavén zarokan dinyayé dihejîne. Dibéjin, belkî bi xwe bihese.
*Çend Helebçe tén û diçin, lé kurd ji beré zeximtir in.
*Carinan mirov nikare tiştekî bike, lé belé mirov kare tiştinan neke, ew jî kar e.
Mirov kare tiştinan neke ji bo wan; wek kéf û seyranan, wek mesref-kirîna tiştinan û bongîtiyan, wek qurretî û boşboxaziyan wek sersariyan.
*Ez çûm welét çend rojan.Dengekî pir mezin heye di hinavé mirovan de veşartî. Mirov ji rébazén beré nema héviyeké dikin, bendewariyek tofanén mezin zîl didin
*Ew dengé bayé kurr e ku li her deré welét bandora wî heye. Ya giring, mirov wî dengî bibihîze, fém bike, tomar bike û bike enerjiya stranén dîlanan.
*Ji bo hinekan carinan: gellek rébaz û encamén tu rexne dikî, tu jî bûya ji bégavî tuyé di heman réyé re derbas bibûya û bigihaşta heman encamé. Lé wek tu ji bo rexneyan afirî yî û di repertuara te de stranek bi navé "ez jî bikim" tune ye.
*Tu nabe réwî nebe kelemé ré jî.
*Guliyén daran, peyarékén berpalan, buxuşkén ber çeman û deriyén arenayan hemû şahid in ezbenî.
*Dibéjin: hiş, wérekî, dil û ked bibin yek, dinya diafire û dibe seyran.
*Dil û aqil didin ji bo we, tené wijdan dixwazin ji we. Dil, aqil û wijdan...
*Bé zanîn û bé berpirsyarî tawanbarkirin û hukumdanîn ziyana jiyané ye.
*Ezber mala mirov dişewitîne û mala civaké jî mirat dike. Ji bo biryarén başî û nebaşiya yekî/é lékolîn péwist in. Ji bo nirxandina demeké, saziyeké, serketî û neserketîbûna encamî anket péwist in, istatistîk péwist in.
*Hinek jî 'heska xwe yî vala li bin guhé dewla tije av dixin', dibéjin, belkî dilopek tékevé. Ne ji tîbûné ji dexsî û xinizî ye...
*Yén îro bi tilîk û nenûkén xwe dîwaré welaté xwe ava dikin, îro jî sibe jî dé xwedîpeyv bin.
Dû re nebéjin em razayîbûn, çavén me tarî bûn me nedît, an jî me kevnik xistibû guhén xwe dengé hawaré nedihat.
*Li dinyayé ax can dide mirovan, lé mirovén kurd hé jî can didin ji bo axé. Bes e ey ax! can bide me.
*Dibéjin "meraq neke!" Gelo kîjan hiş dikare meraq neke? Kîjan dil dikare nelive? We aqil berdaye qey?
*Hinek henin gaveké tené diavéjin, péncsed peyvî dikin, lewma kes naxwazin bi wan re bimeşin. Ew jî ji axaftiné ré şaş dikin. Peyvén minetiyé dibéjim.
*Dinya dilive hédî hédî Zindî hebin dinya heye Dinya ji bo zindiyan e ji xwe
*Ey axa xeyalén min veşartiye ! Berqefek te tuneye qey lé bifirim?
*Rewş û pirsgirékén niha yén weşanxaneyan, çapkirina pirtûkan,yén nivîskaran, yén wéjeyé û gellek tiştén din bi tékoşîna welatekî ve girédayî ye. Mineta van karana nabe. Her kes bi xwe li çareyan bigere gellek pirsgirék jî çareser dibin.Ku nebe jî, sûc ne yé kesan û grûban in.
*Mirov pirsgirékén xwe bavéje ser hinekan û pal bide, ew rehetiya can e.
*Ax dilé min î bi teperep ax !
*Tu kurd î, ew kurd e, yé din kurd, baş e. Lê belê çima hûn nizanin tipek tené bi kurdî binivîsin? :)
*Çawa dayika xelké nabe dayika mirov, kanona xelké jî nabe kanona mirov :) Hevoksaziya zimanén xelké jî, nivîskariya xelké jî nabe wek ya mirov :)
*Ku her tişt li her deré bihata gotin, çima siyaset hebû?
*Carinan mirov ezberan, hestiyariyan bavêje, carinan manevra,ji alîkî din de nêrîn hewce ye, ji bo çareseriyan.Tiştê min ji Demirtaş fêmkiriye ev e. Teqez ew dehqatê van tiştana zane. Ew "entelektuelekî siyasî" ye.
* *Hinek kes navé nivîskaran, navé siyasetmedaran teqlît dikin, ne ewle ne.  Ji bir nekin édî nîjadperest û zulumkar jî karin bi kurdî binivîsin.
*"Yê dike mirişk e, lê barîn para dîk e". Çima? Bila ne wisa be.
*Cureyén zulma we nayén jimartin, darvekirinén we û kuştinén we nayén jimartin, tevkujiyén kurdan ku we kirine nayén jimartin. Hûn çinin û ne çinin, alem pé dizanin. #iran.  Zulma we ji hundur e, lé bertek û serhildan ji derve ye ne wilo? Ya ya gidî kurmén Eyub !
*Li gor Diyarname.com dibéje, 171 pirtûkén kurdî hatine weşandin di salek qeyranî, sala 2017 de. Hévîdar im 171 xwendevané kurdî jî zéde bûbin.
*Carinan mirov guh nede rexnegiran belkî baştir be; ku mirov ji nivîskar, helbestvan, çîroknûsek û siyasetmedarekî/ê hez bike, mirov bi xwe here lê guhdar bike, pirtûkên wî/wê teqez bixwîne û bi hişê xwe tevbigere. Lewre dibe ku hesûsî li her derê hebe. 02.01.2018-09.04.2018