16.12.2019

Du pirtûkên M.Çiya Mazî derketin !!!

DERKETIN !!!
Bila ev jî du gavên ji peyvan pêk hatine û li vê derê bin, wek bertek li himber bişavtinê, bindestiyé, gend û gemaré. Belkî ji têkoşîna jiyanek xweş, hevkarî û azadiya kurdan re jî bibin du dulop.

XOŞEVÎSTNO !
Yên xwendekarên zimanê kurdî karin çend rûpelên din bivêjin tûrikên xwe û pê şa bibin. Û ji bo hemû kurdîaxêvan;
Heke hûn jî bixwazin gavekê ji peyvan wêdetir biavêjin û heke hûn dixwazin alîkariyek zimanê kurdî ji we re çêbibe an alîkariya we ji zimanê kurdî re çê bibe, ji kerema xwe ji van deran bixwazin an jî herin û bistînin, bixwînin.

( Bulabileceğiniz yerler) :
Amed- internet www.pirtukakurdi.com û bi dest- maxazaya pirtukakurdî ( tlf: 0412 223 6171 Ofis)
Stenbol: Kuçukçekmece- SetoTeto Şahaf
Beyoglu - Medya Kitabevi. (Roja duşemê digihêje van deran).


DOSTLAR !
Eğer kürtçenin size bir katkısının olmasını istiyorsanız, ya da sizin kürtçeye bir katkınızın olmasını istiyorsanız. Birer tane bulundurun…
Yukarıda belirtilen yerlerden isteyebilirsiniz.

M.Çiya Mazî - Berbang.







TEBATÎ: Pirtûka M.Çiya Mazî  a çîrokan a 5emîn e. Çîrokên vê pirtûkê ji bûyerên rastiya jiyanê sûdeyê werdigrin û wek rêzeçîrokan di pirtûkê de hatine bicîhkirin. Ji zaroktiya mirovekî heta mezinbûna wî, ji salên 70yî heta salên piştî 2000î, ji gund heta bi bajarê navîn û metrepolên mezin; bûyerên bi tabat û peroşiya jiyanî û bandora wan a li ser mirovan çêdikin, bi awayê rêz, bûne çîrok û derdikevin pêşberî mirov. BERBANG  

(..) Nîzanim ez çawa razabûm wê şevê. Di xew de min dît ku ez di nava Gola Cimha de dikim bifetisim. Goleke ji gewma ava çem bû ku di navbera gundê şerqiyan Xirbê Mîrsimo û gundê me Qerpalhênikê de bû. Ava biharî tê de digewimî û dema ku çem nediherikî jî ew dima heta havînî jî. Ew çemê ku kendalên qiraxên wî bi qasî sîh gavî kûr û belkî ji hezar salan vir ve wisa bûye. Di xewna xwe de min didît ku ser gola wî çemî, ser gola Cimha cemed girtibû û ez jî ji bo avjeniyê ketibûmê û di bin tebeqeya cemedê de mabûm û dikirama bifetisiyama. Vir de wê de diperpitîm. Serê min li cemedê diket û av diçû qirika min. Di bin cemedê re xuya bû ku çend heb mirov ji alî gundê şerqiyan ber bi min ve dihatin û dema ku nêzîkî min dibûn, min lê dinêrî birakê min ê şerqî Eyup di nava wan de bû. Ji xwe me her yekê ji xwe re birakek ango hevalek hilbijartibû ji gundê wan, ji dibistanê. Bi henekan me ji Eyub re digot Eyubê Kurmaxwarî. Îjar, wî hat cemed bi kulmikan şikand û bi destê min girt û ez ji nava avê derxistim. Ez diricifîm û wî jî paltoyê xwe ji xwe kir û avêt ser milên min. Ji alîkî jî bangî bavê xwe Seydo dikir. Yabo Seydooo!! Aha bi wî dengî ez çeng bûm û li ser nivînê xwe rûniştim. (…)



BAYÊ ZEWÊDIYAN: Pirtûka helbestan ya M.Çiya Mazî a sêyemîn e. Helbestên vê
pirtûkê hinekî hisreta welêt, ya keresatên civaka kurd û bendemana serkeftinan
dihewînin. Hest û tevna helbestên vê pirtûkê li ser felsefeya bê (ba) hatiye hûnandin.
Nivîskarê van helbestan bi hisreta ba ye ku were û jiyanê biguherînen ye.
(…)
Bavên ji xwêdana havînên das û qalûçkan de
Li bendî kenên paş simbêlan çavqerimî ne
Kalên por û rû spî ji serdema quncikên payizên pixêriyan
Şabûna wan e vizîna te ya di qelşên deriyan re kêfxweşiya maliyan
Bila bi hisreta xunçebaxan çavvekirî nebêjin kevir û aaax!
Û bi xweşûbêş kabên kêfê biavêjin ser kulav û xalîçeyan
Cot bi cot li ser nig bisekinînin berî ku binax bibin ey baaa!
De bixerbile ey baaa!
Zerdolekên zincîrkirî di bergorên nava xerabeyan de
Dibin şahidê hiş li yên bêyan û çavlirêyan
De mizgînan bîne ji şabûna xortên biharan re
Bila kulîlkên xwe berbayî esmanên te î ron û sayî bikin
Qîzên dest û dev girêdayî ji esargeyên serdema zorzilaman
Bila bi dûrikên bûkanî bask û zendên xwe hine bikin, ey baaa!
(…)