6.08.2016

Dîmenek Piştî Cuntayê li Stenbolê
 M.Çiya Mazî
Merheba Ji we re. Ez dê ji niha û pê ve car caran di malpera Amîdakurd de, têbiniyên xwe yî gerrê û carinan jî ramanên xwe vebêjim. Wek têbiniyên îro. Hêvîdar im dê ji tiştekî re bibin.
 Îro hinekî li nava Stenbolê geriyam. Ji Maltepeyê heta Emînonu û Taksîmê. Bawer bikin guherinin berbiçav henin. Him di nava mirovan, têkiliya wan, axaftin û diyalogên wan de xuya dibin. Carinan bi mirovan re dipeyîvim bi qasî ku ji wan fêm bikim. Ji yekî ku dibêje “Me xayin hemî derdest kirin” re dibêjim; gelo kê li wan neferana işkence kiribû? Bi lezgînî dibêje, na, ew ne işkence ye, ew montaj e montaj. Xuya ye di mala xwe de jî tenê vê mijarê diaxivin, lewre lawê wî yê 12 salî xwe davê je navê “ew montaj e apo, ew wêne ji qezayek erebeyê girtine, min lêkolîn kir”. Erê lawikê duwanzdeh salî lêkolînê ji min re vedibêje. Mirovekî kurd yê xwediyê marketekê (xuya ye AKP yî ye) dibêje “Diaş, Pyd û Feto piştî darbeyê dê têketana Tirkî, emê hemî ber nigan biçûna.” Fikir û raman tûj bûne, bêhntengî pir bûye.
Bi qasî ku ez dibînim, li Stenbolê jî wekî gellek deverên Kurdistanê û dinyayê, hinek vê bûyerê wekî lîstik û hinek jî wekî derbeyê dibînin, Erdoxan wekî yê herî qezenckirî dibînin. Kurdên nêzî HDPê di fikrên xwe de wekî berê xuya ne û tevgerên xwe liv û libatên xwe neguherandine; axaftin wekî berê vekirî, raman wekî berê dijber-muhalîf xuyaye.
Ji xwe li her derê hê jî ev qal e di nava alîgirên AKP yî de; ku yek qala bûyerê bike deh heb li dorê kom dibin û qehremaniyên xwe mîna çîrokên nêçîrê vedibêjin. Yê ku qet wê şevê derneketibe jî, derdikeve û qala xwe dike. Xuya dibe ku gellek kes ditirsin ku hinek ji wan re bibêjin hûn çima nehatin, min wisa hîs kir. Ji xwe ji ber wê yekê jî her ku diçe al daliqandin zêde dibin û mezinbûna alê tê guherandin û her diçe yên mezin derdikevin paceyan. Êdî li her avahiya fermî alên mezin bi qasî 30-40 m2 û hê mezindir, yên dikanan hê bi çûk in lê pir bûne li gor hefteya ewilî. Li Emînonuyê li ser her plazayê alek mezin, li ser pira Galatayê çend alên pir mezin, qûleya Galatayê bi rengê alê hat ronîkirin bi şevê. Li ser avahiyên din jî al zêde bûne li gor hefteya ewilî. Belkî ji ber vê nobeta ku li qada tê girtin e jî, mirovên ku hefteya pêşî al daneliqandibûn gelekan niha daleqandine. Bawer im hinek ji tirsan, hinek ji bo xwe şêrîn bikin û îspat bikin wisa dikin. Mirovên AKP yî ji xwe al roja pêşî daleqandin, CHP yî jî ji alê hez dikirin û tevlê bûn, her wiha MHP jî dadiliqînin û yê pir li kuçeyan diruşmeyan berz dikin ew in. Berê ku çalakiyek AKP piştgirî didayê rû bida, tenê AKP yîyan al dadiliqandin, bûyerek ku CHP, MHP piştgirî bidayê yên din AKPyîyan al bilin nedikirin. Lê îro bi taybetî piştî du hefteyan ji van hersê partiyan jî herkes alê li malên xwe dadiliqînin, hetta Cemaatçî jî. Hinekî ku di taxa me de wek cematçî dihatin dîtin jî al daleqandine,  ango hemû bi hev re. Ji xwe di rojnameyên tirkî yên mezin de her roj bi dehan kes û şîrket îlanan didin û alîgiriya xwe îlan dikin ji hukûmetê re. Bawer im derbe çêbibûya jî dê eyn wisa bûya, lewre ev helwest helwesta wek 12 yê îlonê ye. Yên ku ew dem dîtibin dê ev bê bîra wan.
Hê jî erebeyên bi al heta nîvê şevê li qorneyan dixin û di kuçeyan re li pey hev diçin, hejmara wan jî zêde bûye. Bi taybetî ajokarên erebeyên kevin wek Kartal, Şahin û Broadwey, Kamyon, Kamyonet, Motor. Kêm caran jî erebeyên nû û luks jî li qorneyan dixin. Wekî şahiyên birêkirina leşkeran, li taxan digerin car caran, lê berê her gav û her saet tunebû ev, niha her gav her saet dikare çêbibin û tê dîtin.
Li gellek deveran her qala piştî darbeyê û çîrokên wê, krîza aborî dikeve navê û esnaf hema hema hemî dibêjin “rewş qet ne baş e.” Ji ber ku ev 15 roj in hemî otobos, metro, metrobus belaş in û heta garanên erebeyan jî belaşin li Stenbolê, mirov jî pir digerin û ev hinekî dibe gerra pereyan jî û esnaf jê memnûn in. Lê vê jî dibêjin “piştî ku ev biqede rewşa nebaş dê baş derkeve holê. Lewre turîst pir kêm bûne, piştî Rûsan Ereb jî wekî berê nayên Stenbolê û ev qal û bala derbeyê mirov hinekî ragirtine ji bo kirîna tiştan.”

Û hêdî hêdî nîqaşên “ma kê ev darbecî di daireyan de bicîh kirin” jî derdikevin holê. Bawer im heta ku mirov sawa xwe bigrin û germbûn û peroşiya girseyan dakeve, êdî dê nîqaş jî bê guherandin, lê qet wekî berê nabe bi qasî ku hîs dikim û heta belkî ev nîqaş bi tundîtiyê jî xuya bibe.
www.amidakurd.net