*Aştî her dem lazim e
û hê jî lazim e, belkî hûn hê jî nizanin.
*Belkî jî heta niha we ji "aştî"yê re digot
"maştî".
*Belkî jî bêhna kizirandina goştê mirovan heta niha
neketibû bêvilên we û şer wekî pêlîstokê bû li parkê.
*û belkî jî we tenê dixwend "Qur'an" û çi
digot eleqeya we pê tunebû. Belkî jî we digot hinek teyr dê welatekî ji me re
bînin weke hêlînekê.
*Belkî jî hûn heta
niha ne mirovhez, şoreşger û welatparêz bûn; hûn tenê oryantalist bûn haya we
jê tunebû.
*Di rojên ji bo bakur
giran de îlan kirin federalî. Belkî bersiva Helebçe û Newroz ev be.
*Me Helebçe li Cizîrê
dît bi çavên xwe, êdî jibîrkirin nabe.
*Carinan tişên we
dixwest jî pêk tê lê hûn nabînin.Yan jî hûn xwestekên xwe diguherin.Ev ji
bêsebirbûna we ye belkî an jî nedurustbûna we ye
*Êdî hukûk, demokrasî û
qanûn ne li ser bala kesî ye, kî jî têkeve ber destên wan, bernadin...
*Ji berê de yê ku di ber dîwêr re diçe û li
ber hosteyê dîwêr disekine û rê bi ber dixe dibehicim.
*Di her liv an gavavêtin û çalakiyê de tu
bibêjî"kurd tê xapandin"ev biçûkxistina kurdan e ezîzo,carekê berevaj
bifikire û bi bawerî be.
*Eskerên giran gund û bajar di dixanê de
hiştine...
*Newroz bi dilanan pîroz bibe çiqas rast e?
Bi awayekî din nabe qey; wek tevgerek mezin ji bo alîkariya bajarokan?
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder