Bavêminê Mitirb : Roman. M.Çiya Mazî
| Yayınevi | : | Aryen |
| Sayfa Sayısı | : | 248 |
| Basım Yılı | : | 2024 |
| ISBN | : | 9786256274099 |
| Ebat | : | 13x19.5 |
| Dil | : | Kürtçe |
Bavêminê Mitirb : Roman. M.Çiya Mazî
| Yayınevi | : | Aryen |
| Sayfa Sayısı | : | 248 |
| Basım Yılı | : | 2024 |
| ISBN | : | 9786256274099 |
| Ebat | : | 13x19.5 |
| Dil | : | Kürtçe |
| Yayınevi | : | Aryen |
| Sayfa Sayısı | : | 248 |
| Basım Yılı | : | 2024 |
| ISBN | : | 9786256274099 |
| Ebat | : | 13x19.5 |
| Dil | : | Kürtçe |
Kürtçe okuma yazma...
Işin özeti, Celadet Bedirxan ve Marogulov yaklaşik 85 yıl önce latin harfli kürt alfabasinin ve dilbilgisinin temellerini atmışlar. Tarihte de latince dışında birçok kürtçe alfabe yapılmıştır. Ve yirmi yıldan beri, yılda ellisi roman olmak üzere ortalama 250 kürtçe kitap çıktığı halde, hala bazı koca koca insanlar, türkçe eğitimli ve kürdçe konuşmayı bilmelerine rağmen 6 harfi (Q w x ê û î) doğru yerde kullanamıyor ve doğru okuyamiyor. İlginç olan da, Google de bir tıkla karşılarına onlarca kürtçe Alfabe-öğrenme kitabı çıkacağı halde, alıp sadece bir hafta bakmaya takatları yok nerdeyse. Oysa her biri en az 13 yıl türkçe öğrenim görmüş insanlar, bunlardan bazıları da her konuda mangalın külünü bile süsleyen tipler. Bu insan davranışının çeşitli nedenleri var elbette; kürtçeyi değersiz görmeden tutun, güvenlik, tarihser mazlumluk, eğitimsizlik, inançsızlık v.s.'den olabilir. Düşünceler çeşitli, hayatlar ve davranışlar çeşitlidir tabi ve bunlar kişiye özeldir, ancak en önemli neden kürtçe eğitimin olmaması. Başka dil ile de yazmak önemli ve onlar da olmalı. Çok geniş ve metropollere yayılmış asimile olmuş kimliğinden uzaklaşmış, kürtçe yazıdan bihaber milyonlarca kürt mevcuttur. Bir sistemin sonucudur bütün bunlar. Suçlu o.
Bu da ne demek: insanlara sadece 'kürtçe okuyun yazin' demekle başarı sağlanmasi çok zor. Bu gün herhangi bir istatistik yok ama yayıncılık ve kürtçe kitap satışlarından anladığım kadarıyla Türkiyede kürtçe okur sayısı onbini geçmez; 15-20 milyon yetişkin kürt arasından. Belki kampanyalarla biraz artar, ancak, devamlı ve zorunlu kürtçe okul eğitimi olmadığı zaman gerçek yaşam devamlı bu davranışa yakın olur ve onlarca yıl geçse dahi seviye ayni olur belki de. İnsanlar robot olmadiğina göre, "oku! Yaz!" dediğinizde hemen yazmaya, okumaya başlamaz. Zorunlu, yaygın ve ilkokuldan üniversiteye kadar kürtçe okul eğitiminin olması gerekir ve bu da kürtçeyi yok olmaktan kurtarır, asimilasyonu durdurur, kürt toplumunun halk olarak özgür yaşamasına katkı sağlar ve insanlara yalvarırcasına kürtçe okuma yazma isteğinde bulunma sorununu da ortadan kaldırır.Carinan mirov hin tiştan dibîne û difikire, mirov şaş û metal dimîne. Li gelek deverên vî welatî zewac êdî bûye bizotek agir ji ciwanan re. Bi taybetî qîz û xortên kurd ji ber mesrefa zewacê bi salan jî bixebitin nikarin pişta xwe rast bikin.Li gelek deveran aliyê bûkê qelen naxwazin êdî, lê belê bi sedhezaran lîreyî zêr û xişreyan dixwazin. Tevlî dawetan, di vê krîza aborî ya bêaman de, carinan mesref digihêje milyonan jî. Êdî ne dawetekê tenê, 3-4 dawetan çêdikin dû re dizewicin: şahiya xwestinê, ya nîşanê, ya hineyê û dawî ya zewacê. Carinan van şahiyana hemî li hêwanan bi kirêya dehhezaran lireyî çêdibin. Gera kêfê ya piştî dawetê (balayî) jî heye êdî. Bila ciwan û derdor kêfê bikin û şahiyê çêbikin, ev maf e û hewce ye jî, lê belê ne bi vê rewşê. Rêwresma zewacê û bi hev re jiyan tenê bi mesref, pererijandin û paye û kubra dinyayê tê pîvan li gelek deveran. Şahiyên zewacê yên hin eşîran ku bûk û zava nikarin di bin zêran de bimeşin jî bobelatên mezin in ji xwe. Dû re malek stare, jiyanek bi rêk û pêk a aram û azad ne hewce ye qey? Kar û zarok û perwerdehî ne hewce ye qey? Tevgerên dinyanedîtiyê tenê sîngên mirovên qurre û axayên xwedîkubir mezin dike û qet nabe bingeha jiyanek aram û azad. Heke hezkirina ji hev hebe jî carinan di dema dawetan de, hê di rojên pêşî de dibe jahr û diçe. Di dawetan de mijara diyarî û xelatan jî pirsgirêkek mezin e; bi mirovan hesûdî, xeyd û pêşbirkeke vikî vala derdixe holê. Biçûkxistin û vederkirina hinek mirovan jî xuya dibin di van deman de. Adetên feodalî û astengiyên oldarî jî li gelek deveran pêvejoya zewacê û piştî wê diherimîne. Belkî ew jî dibin sebebên nexweşî û pevçûnên malbatan û veqetînên ji hev û ji warên xwe. Bi piranî jî tahdeya herî mezin li jinan tê, mixabin. Ev jî dibe pergalek ku civakan diherifîne û dejenere dike. Hinek ji van mijarana bi lêkolînên zanistî jî hatine selmandin. Gelo êdî ne pêwist e mirov di vî warî de jî bifikirin, serê xwe hinekî biêşînin û rê û rêbazên hêsan biafirînin? Ya giring jî, gelo ne pêwist e ku bûk û zava li himber van rêbazên giran derkevin û red bikin? Ev gelekî girîng e ji bo civakan. Ev mijareke lêkolînê ye ji bo civaknasên kurd û belkî nirxandin hatibin kirin jî. Û ji bo bandora jiyana kesan belkî mijareke ku derûnnas jî li ser bifikirin.
M. Çiya Mazîem -
belkî jî îskeîskên axê em bi hişê xwe ve anîn
ji bin rûbarên binhişiyê
di şevbuhêrkên kenkenî de
belkî leylanan em kil kirin
û ji tava qemirî parastin
bi reqsa sê gav pêş de du gav paş de
û lîrandinên berbûkên beledî
ku li ser şopên pêgên wan ên kuçeyan kulîlk dibişkuvîn
em herikîn ji bin siya zeytûnên kal û pîr
belkî aynên sî û sisêyan
û carinan digotin sî û çar peşkên xwîna sor û lal
wêneyê hunera raperîna me bendeyan
bi rengên xwe neqiş kirin
belkî jî wan teyrên xerîbiyê
xwe ji zinar û kelehan bera xwar dan
bi baskên spî bûn teyrikên bihuştê
û hatin xewnên me yî belek belekî car bi car
li rojên me bûn mêvanên quncikên serê odeyan
û bûn sebeb
belkî jî ew rehên mêşeyên me yî mê
şîn hatin piştî şapatên şewatan dîsa
û bûn şax û awazên ûsibên binê hezazan
an ew dengvedanên
derbên berikên makîneyên mirinê
ji sîngên terlanên eniyên xwe nedidan alî
gihaştin heta bêvil û totikan
û bûn guharên guhên me
belkî jî bi bêhna keziyên ji kokê de kurkirî
an ji şewqa zeriyên ku xwe kirin gorî
ji guliyên hinekirî re
em bi roniyê re rû bi rû man di berbangê de
ji nedîtî û ji xam de
em veciniqîn di şikefta heftbiran de
tevî qitmîrên xwe
û me derî vekir ji newroz û kamiliyan re
zindî û çavvekirî
(Ji pirtûka M.Çiya Mazî 'esargeya şêmûgê')
Xêrkar an xêrxwaz bi piranî egoist in, ji bo axîreta xwe an guneh û sûcên ku kirine binuxumînin û bidinefûkirin xêran dikin. Bi piranî tiştên ji heyina xwe zêdemayî dikin xêr. Ne ku ji bo hinekî din ji belayê xelas bikin, ji bo xwe ji belayan biparêzin xêran dikin.
Lê belê piştevan û parvekar, gelek caran jiyana xwe dixe talûkeyê û dike pişt û parve dike. Ne ji bo xwe ji belayê biparêze, dixwaze hinekî din ji belayê xelas bike hêzê parve dike. Ne ji bo axîretê ji bo jiyana mirovên henin, piştgiriyê dike. Ne ji bo pirsgirêka xwe tenê ji bo pirsgirêka li holê çareser bibe alîkariyê dike. Ne ji heyîna xwe ya zêdemayî dide, ji nanê destê xwe yî dixwe jêdike û dide.Hayirsever çoğu zaman egoisttir, kendi ahireti veya işlediği suçları, gunahları örtmek veya afettirmek için yardım yapar. Çoğunlukla varliğindan artanı verir. Başkasını beladan kurtarmak için değil kendini beladan korumak için hayırlar yapar.
Oysa dayanışmacı çoğu zaman hayatını paylaşır, canını ortaya koyarak başkasını beladan kurtarmak için, ahireti değil yaşamı düşünür. Kendisi için değil sorun gidermek için paylaşım yapar. Kendisinden artanı değil elindeki ekmeğinden koparır verir.