1.09.2023

Şahiyên zewacan û mesref.

 Carinan mirov hin tiştan dibîne û difikire, mirov şaş û metal dimîne. Li gelek deverên vî welatî zewac êdî bûye bizotek agir ji ciwanan re. Bi taybetî qîz û xortên kurd ji ber mesrefa zewacê bi salan jî bixebitin nikarin pişta xwe rast bikin.Li gelek deveran aliyê bûkê qelen naxwazin êdî, lê belê bi sedhezaran lîreyî zêr û xişreyan dixwazin. Tevlî dawetan, di vê krîza aborî ya bêaman de, carinan mesref digihêje milyonan jî. Êdî ne dawetekê tenê, 3-4 dawetan çêdikin dû re dizewicin: şahiya xwestinê, ya nîşanê, ya hineyê û dawî ya zewacê. Carinan van şahiyana hemî li hêwanan bi kirêya dehhezaran lireyî çêdibin. Gera kêfê ya piştî dawetê (balayî) jî heye êdî. Bila ciwan û derdor kêfê bikin û şahiyê çêbikin, ev maf e û hewce ye jî, lê belê ne bi vê rewşê. Rêwresma zewacê û bi hev re jiyan tenê bi mesref, pererijandin û paye û kubra dinyayê tê pîvan li gelek deveran. Şahiyên zewacê yên hin eşîran ku bûk û zava nikarin di bin zêran de bimeşin jî bobelatên mezin in ji xwe. Dû re malek stare, jiyanek bi rêk û pêk a aram û azad ne hewce ye qey? Kar û zarok û perwerdehî ne hewce ye qey? Tevgerên dinyanedîtiyê tenê sîngên mirovên qurre û axayên xwedîkubir mezin dike û qet nabe bingeha jiyanek aram û azad. Heke hezkirina ji hev hebe jî carinan di dema dawetan de, hê di rojên pêşî de dibe jahr û diçe. Di dawetan de mijara diyarî û xelatan jî pirsgirêkek mezin e; bi mirovan hesûdî, xeyd û pêşbirkeke vikî vala derdixe holê. Biçûkxistin û vederkirina hinek mirovan jî xuya dibin di van deman de. Adetên feodalî û astengiyên oldarî jî li gelek deveran pêvejoya zewacê û piştî wê diherimîne. Belkî ew jî dibin sebebên nexweşî û pevçûnên malbatan û veqetînên ji hev û ji warên xwe. Bi piranî jî tahdeya herî mezin li jinan tê, mixabin. Ev jî dibe pergalek ku civakan diherifîne û dejenere dike. Hinek ji van mijarana bi lêkolînên zanistî jî hatine selmandin. Gelo êdî ne pêwist e mirov di vî warî de jî bifikirin, serê xwe hinekî biêşînin û rê û rêbazên hêsan biafirînin? Ya giring jî, gelo ne pêwist e ku bûk û zava li himber van rêbazên giran derkevin û red bikin? Ev gelekî girîng e ji bo civakan. Ev mijareke lêkolînê ye ji bo civaknasên kurd û belkî nirxandin hatibin kirin jî. Û ji bo bandora jiyana kesan belkî mijareke ku derûnnas jî li ser bifikirin.

M. Çiya Mazî
  

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder