em -
belkî jî îskeîskên axê em bi hişê xwe ve anîn
ji bin rûbarên binhişiyê
di şevbuhêrkên kenkenî de
belkî leylanan em kil kirin
û ji tava qemirî parastin
bi reqsa sê gav pêş de du gav paş de
û lîrandinên berbûkên beledî
ku li ser şopên pêgên wan ên kuçeyan kulîlk dibişkuvîn
em herikîn ji bin siya zeytûnên kal û pîr
belkî aynên sî û sisêyan
û carinan digotin sî û çar peşkên xwîna sor û lal
wêneyê hunera raperîna me bendeyan
bi rengên xwe neqiş kirin
belkî jî wan teyrên xerîbiyê
xwe ji zinar û kelehan bera xwar dan
bi baskên spî bûn teyrikên bihuştê
û hatin xewnên me yî belek belekî car bi car
li rojên me bûn mêvanên quncikên serê odeyan
û bûn sebeb
belkî jî ew rehên mêşeyên me yî mê
şîn hatin piştî şapatên şewatan dîsa
û bûn şax û awazên ûsibên binê hezazan
an ew dengvedanên
derbên berikên makîneyên mirinê
ji sîngên terlanên eniyên xwe nedidan alî
gihaştin heta bêvil û totikan
û bûn guharên guhên me
belkî jî bi bêhna keziyên ji kokê de kurkirî
an ji şewqa zeriyên ku xwe kirin gorî
ji guliyên hinekirî re
em bi roniyê re rû bi rû man di berbangê de
ji nedîtî û ji xam de
em veciniqîn di şikefta heftbiran de
tevî qitmîrên xwe
û me derî vekir ji newroz û kamiliyan re
zindî û çavvekirî
(Ji pirtûka M.Çiya Mazî 'esargeya şêmûgê')
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder