6.08.2016

Dîmenek Piştî Cuntayê li Stenbolê
 M.Çiya Mazî
Merheba Ji we re. Ez dê ji niha û pê ve car caran di malpera Amîdakurd de, têbiniyên xwe yî gerrê û carinan jî ramanên xwe vebêjim. Wek têbiniyên îro. Hêvîdar im dê ji tiştekî re bibin.
 Îro hinekî li nava Stenbolê geriyam. Ji Maltepeyê heta Emînonu û Taksîmê. Bawer bikin guherinin berbiçav henin. Him di nava mirovan, têkiliya wan, axaftin û diyalogên wan de xuya dibin. Carinan bi mirovan re dipeyîvim bi qasî ku ji wan fêm bikim. Ji yekî ku dibêje “Me xayin hemî derdest kirin” re dibêjim; gelo kê li wan neferana işkence kiribû? Bi lezgînî dibêje, na, ew ne işkence ye, ew montaj e montaj. Xuya ye di mala xwe de jî tenê vê mijarê diaxivin, lewre lawê wî yê 12 salî xwe davê je navê “ew montaj e apo, ew wêne ji qezayek erebeyê girtine, min lêkolîn kir”. Erê lawikê duwanzdeh salî lêkolînê ji min re vedibêje. Mirovekî kurd yê xwediyê marketekê (xuya ye AKP yî ye) dibêje “Diaş, Pyd û Feto piştî darbeyê dê têketana Tirkî, emê hemî ber nigan biçûna.” Fikir û raman tûj bûne, bêhntengî pir bûye.
Bi qasî ku ez dibînim, li Stenbolê jî wekî gellek deverên Kurdistanê û dinyayê, hinek vê bûyerê wekî lîstik û hinek jî wekî derbeyê dibînin, Erdoxan wekî yê herî qezenckirî dibînin. Kurdên nêzî HDPê di fikrên xwe de wekî berê xuya ne û tevgerên xwe liv û libatên xwe neguherandine; axaftin wekî berê vekirî, raman wekî berê dijber-muhalîf xuyaye.
Ji xwe li her derê hê jî ev qal e di nava alîgirên AKP yî de; ku yek qala bûyerê bike deh heb li dorê kom dibin û qehremaniyên xwe mîna çîrokên nêçîrê vedibêjin. Yê ku qet wê şevê derneketibe jî, derdikeve û qala xwe dike. Xuya dibe ku gellek kes ditirsin ku hinek ji wan re bibêjin hûn çima nehatin, min wisa hîs kir. Ji xwe ji ber wê yekê jî her ku diçe al daliqandin zêde dibin û mezinbûna alê tê guherandin û her diçe yên mezin derdikevin paceyan. Êdî li her avahiya fermî alên mezin bi qasî 30-40 m2 û hê mezindir, yên dikanan hê bi çûk in lê pir bûne li gor hefteya ewilî. Li Emînonuyê li ser her plazayê alek mezin, li ser pira Galatayê çend alên pir mezin, qûleya Galatayê bi rengê alê hat ronîkirin bi şevê. Li ser avahiyên din jî al zêde bûne li gor hefteya ewilî. Belkî ji ber vê nobeta ku li qada tê girtin e jî, mirovên ku hefteya pêşî al daneliqandibûn gelekan niha daleqandine. Bawer im hinek ji tirsan, hinek ji bo xwe şêrîn bikin û îspat bikin wisa dikin. Mirovên AKP yî ji xwe al roja pêşî daleqandin, CHP yî jî ji alê hez dikirin û tevlê bûn, her wiha MHP jî dadiliqînin û yê pir li kuçeyan diruşmeyan berz dikin ew in. Berê ku çalakiyek AKP piştgirî didayê rû bida, tenê AKP yîyan al dadiliqandin, bûyerek ku CHP, MHP piştgirî bidayê yên din AKPyîyan al bilin nedikirin. Lê îro bi taybetî piştî du hefteyan ji van hersê partiyan jî herkes alê li malên xwe dadiliqînin, hetta Cemaatçî jî. Hinekî ku di taxa me de wek cematçî dihatin dîtin jî al daleqandine,  ango hemû bi hev re. Ji xwe di rojnameyên tirkî yên mezin de her roj bi dehan kes û şîrket îlanan didin û alîgiriya xwe îlan dikin ji hukûmetê re. Bawer im derbe çêbibûya jî dê eyn wisa bûya, lewre ev helwest helwesta wek 12 yê îlonê ye. Yên ku ew dem dîtibin dê ev bê bîra wan.
Hê jî erebeyên bi al heta nîvê şevê li qorneyan dixin û di kuçeyan re li pey hev diçin, hejmara wan jî zêde bûye. Bi taybetî ajokarên erebeyên kevin wek Kartal, Şahin û Broadwey, Kamyon, Kamyonet, Motor. Kêm caran jî erebeyên nû û luks jî li qorneyan dixin. Wekî şahiyên birêkirina leşkeran, li taxan digerin car caran, lê berê her gav û her saet tunebû ev, niha her gav her saet dikare çêbibin û tê dîtin.
Li gellek deveran her qala piştî darbeyê û çîrokên wê, krîza aborî dikeve navê û esnaf hema hema hemî dibêjin “rewş qet ne baş e.” Ji ber ku ev 15 roj in hemî otobos, metro, metrobus belaş in û heta garanên erebeyan jî belaşin li Stenbolê, mirov jî pir digerin û ev hinekî dibe gerra pereyan jî û esnaf jê memnûn in. Lê vê jî dibêjin “piştî ku ev biqede rewşa nebaş dê baş derkeve holê. Lewre turîst pir kêm bûne, piştî Rûsan Ereb jî wekî berê nayên Stenbolê û ev qal û bala derbeyê mirov hinekî ragirtine ji bo kirîna tiştan.”

Û hêdî hêdî nîqaşên “ma kê ev darbecî di daireyan de bicîh kirin” jî derdikevin holê. Bawer im heta ku mirov sawa xwe bigrin û germbûn û peroşiya girseyan dakeve, êdî dê nîqaş jî bê guherandin, lê qet wekî berê nabe bi qasî ku hîs dikim û heta belkî ev nîqaş bi tundîtiyê jî xuya bibe.
www.amidakurd.net 

26.07.2016


                                  =SIYASET Û MELE=
Yê feqî dersa xwe yî olî xelas kiribû. Êdî wê bibûya mele. Lê meleyê wî jê re got:
- Divê tu hînî siyasetê jî bibî, yan na tu nikarî mirovan bikî bawermend.
Yê feqî dibêje:
- Ma ew, tiştên ola îslamê hîn bibin bes in.
Feqî dibe mele û rojekê dihere mizgeftê. Dinêre ku waîzê mizgeftê xutbeyê dixwîne. Dema lê guhdarî dike dibîne ku tiştên meleyê di xutbê de dibêje, giş çewt in. Xwe zeft nake derdikeve holê, ji civatê re dibêje:
- Gelî civatê.! Weleh ev mele bi rastiyê nizane û tiştên dibêje giş çewt in, mirovan dibe kufrê.
Dema wiha dibêje, civat li ser serê wî kom dibe û lê dixin. Bi zorê xwe ji nava destên wan derdixe. Bêhna xwe venake dihere ba meleyê xwe yê ku ders dayê. Jê re  mijara xwe dibêje. Meleyê wî dibêje:
- Min ji te re got divê tu hînî siyasetê bibî, te bi ya min nekir.
Radibe ji nûv de wî hînî siyasetê jî dike. Çend heyv derbas dibe, dîsa derdikeve. Dîsa rêya wî bi heman mizgeftê dikeve. Dihere ku dîsa meleyê berê û gotinên xwe yî çewt dibêje. Difikire û ji gel re dibêje:
- Gelî civatê ! Hûn dizanin ev meleyê hanê pir baş e û tiştên dibêje jî rast e. Hingî werê baş e ku kî tayek porê wî û riya wî rake wê here bihuştê.
Dema wisa dibêje mirovên di civatê de giş êrîşî ser meleyê ku waîz dike dikin û tayek rîh û por pê ve nahêlin û mele bi zorê ji mirinê difilite.


(Ji pirtûka M.Çiya Mazî, Baxek ji Folklora Kurdî)

18.07.2016

Çi ye? Çi bûye?
Her bûyerek dersek e ku mirov jê sûdeyê bistîne.
Ku her bûyerek dersek be; mirov divê çi derxe jê, çi dê biqewime? Mesele ev e.
Ji ber bûyer û dersên dawiyê, çarçavên kurdan jî hebin têrê nakin, divê gellek çav hebin ku gellek tiştan û deveran bibînin…
"Çi ji me re" nabe. Ku darbe çê bibe xisara kurdan tê de heye an an? Ku hebe, mirov dê bibêje darbe ne baş e. Û darbe nabaş in.
Darbeyek çû, niha yeke din li dar e, ev jî gellekî ne baş e ji kurdan û mirovên demakrat re.(Yên tên girtin kî dê bê şûna wan ne diyar e, an jî diyar e.)
Ku mirov zanibe çi bûye, dû re dema gotina "dê çi bibe " ye. Ji niha û pê ve dê çi bibe, mesele ev e...
Di tevliheviyan de ne diyar e ku çi bibe û kî çi bike. Hê jî tevlihevî heye.
Tawanbarkirina "kurd çima diçin qadan" ne vekirî ye. Kî çûye diyar e, navê wan eşkere bibêjin. Ew berê çi bûn niha jî ew in, aligirên Akp. Piraniya kurdan naçin
Çi dê bibe jî diyar e (hinekî); tiştên wek doh bi şev li meletiyê êrişa taxek Elewiyên kurd e.
(Ji twitterê @cmazi  18.07.2016)

16.07.2016


Cûnta...
1-Belkî ne lîstok be. Ku lîstok be; Fetullahçi tune ne û memnûn in, Ataturkçî tune ne û memnûn in û Erdogan kare her tiştî bike.
2-Belkî ne lîstok be;Haya hinek serkirdeyên leşkerî jê tune bû û di meşê de vegeriyan û li hev nekirin,qismek leşker îtaatiya Erdogan kir.
3-Piştî ku li hev nekirin,Erdogan pê hesiya ku leşker li hev nakin li ser cuntayê,ket hewldanê, hat balafirgehê, Rîsk girt qezenç kır. 
4-Rast e, ku ji ber ên mezin di rêveberiya cûnta de tune bûn bi ser neketin teqez bû, Erdogan jî ji vê yekê hêz stend.
5-Heke bûyer û tevlihevî dom bike di rojên pêş ê nêzîk de, nexwe bira jî ne lîstok e.
6-Ev şerê bidestxistina iktidarê ye (ecemîtî hebe jî). Mirov jê re nabêje mîzansen û lîstik. Mirov dibêje siyaseta bi çek. An,cebrî,zortestî.
7- Bi ya min ku mirov bibêje "Lîstika Erdogan e", pir biçûk dîtin e; xuya ye ku resmen artêj bûye du perçeyan û li hevdû xistine û hê jî didome. (16-19.07.2016) twitter @cmazi )

13.07.2016

Bawerî...
Ji bo her tiştên xerab, her tiştên baş an jî her tişê balkêş peyva giştî pirhejmar "em kurd" bikar tînin hinek, mejîyekî şaş e.
Bi sedhezaran kurdên baş û fedekar, di zindanan de ne, li derve xebatê dikin. Bi sedhezaran mirine. Peyva 'kurd xerab in' ya serdestan e. Bêbawerî ye. 
Ey mirovê bê bawerî! Kêmasiyên ku li hemû dinyayê hene neke para kurdan tenê û nebêje "em kurd wisa ne", bi milyonan kurdên jêhatî hene.
Carekê jî nebêjin"em kurd nebaş in, ji tiştekî re nabin" Bila bawerî hinekî hebe; bi sedhezaran kurdên fedekar,leheng,baş,biaqil,serkeftî henin.
***
Rojavayê Kurdistanê, rêbaza xwendinê seranser dike kurdî. Nexwe hemû xebat ji bo Kurdistaneke demokratîk e.Dîsa xuya bû
Pêşî here bibîne rewş û arîşeya gellekî mezin, dû re bibêje ez rewşenbîr im û kurd nezan in.
(13.07.2016 twitter @cmazi)


9.07.2016

KONE
-Kone, ji hertiştî piçik piçik zane, ji bo ku li her derê tiştekî bibêje, da ku xuya be...
-Kone mexlûqatekî wisa ye ku 6 çavên wî hene; dudu li pêş, dudu li paş, dudu li asîmanan dinêre, ji bilî qulên di derên din de...
-Ji ber ku her roj piyên koneyî li saziya ziman a tirkî (TDK) ye, çi peyvên nû jî hebin bikar tîne li himber gundiyên (!) kurdînûs.
-Tabî gellek camêrên kone serxwebûnê dixwazin, loma her tim bi zimanê biyan dinivîsin û zimanê xwe zanin jî naxwînin û pê nanivîsin...
-Kone, bi êrişa xwe ya ser çepgiriyê re jî dixwaze puanan bigire, wek ku yên herî pir kurdan dikujin ne rastgir bin...
-Li Rojava feriştehên kurd diçin azadiya di dil de; yên kone hê jî dibêjin çima hûn jahrê jî venaxwin...
-Yên kone gellek carî ehmeq in jî, dibêjin qey kes bi me nizane; belkî jî haya herkesî ji wan heye... (tenê ya wî ji wî tune ye).
-Roja ku hinguv hebe, yên kone li bendê dimînin ku tilîka xwe têda kin, lê ku mêş bên; nigo qurban!!!
-Neyarê hevalê xwe di rojên giran de li firsetek din digere ji bo nig neşemite...
-Kone bi mizawiriyên xwe yî cur bi cur ji pişta millet dixwe û qelew dibe....
-Meqsed ev be belaş e aqil, "min gellek tişt da te çima te tiştek neda min?"


(Ji Twitterê @cmazi 09.07.2016) M.Çiya Mazî.

6.07.2016

                                          LIXWEVEGER
-Di her tiştî de wisane hinek mirov; paşeroj her tim baş e û niha 'zeman xerab e'…
-Nostaljî: Ku mirov qehremanên niha nebîne û tim here yên sed sal berê û filan. :)
-Mirov her tim di doh de bimîne mirov dirize gellek caran. Ji bo 'îro' azad bibe, hînbûna 'îro' û zanebûna 'doh'.
-Bawer bikin pratik ji teoriyên berê tên ne ji yên niha. Teoriyen niha ji pratîkên berê tên welahasil gellek tiştên niha tê xwestin hatine kirin. (Bêhaybûn ev e)
-Carinan mirov naxwaze tiştekî jî bibêje. Di rojên germ de gellek tiştên hênik jî ji hinan re dibe wekî bizotê êgir...
-A baş heta dema derbirîna wê ramanê bê sebir lazim e, lê belê sebir xwe li mejiyê mirov diqelibîne carinan. (Sebir dibe qebir).
-Her kesê ku çi dixwaze, çi dil dike û li bendî çi ye, ji bo çi li bendî ye; baş lêkolînê bike û bixwaze an nexwaze û li bendî be baştir e. (Li pey hinekan kaşbûn bêyî lêkolînê, mirov tune dike).
-Fikra siyasî nebe qurbana bêrîkê û pêşeroja mirovan nexe xetereyê, xweş e û mafnaskirin ev e jî. (ji  her tiştî re ‘rêbaz’  ‘İlke’ lazim e).
-Ew berhem her ku biçe bigihêje lûtkeya bilind a bêveger, nexwe xwediyê berhemê pir tahb ditiye û rast meşiya ye.
-Ji bo teqdîra afrinerekî xwediyê berhemê, nêrîna berhemê hewce ye. Berhem Rojavayê kurdistanê be divê mirov biçe lê binere carekê...
-Ka bibêjim çi îro, "ne ez karim, ne dil karî ne karin zar û avazim"...
"Ka ezê bi zimanê kê" rojbaşî û pîroziyê ji we bixwazim...? (Di cejnê de).         
û Hesekê jî bi bîr anî dîsa şewat...
(ji twitterê @cmazi 06.07.2016)