Cûnta...
1-Belkî ne lîstok be. Ku lîstok be; Fetullahçi tune ne û memnûn in, Ataturkçî tune ne û memnûn in û Erdogan kare her tiştî bike.
2-Belkî ne lîstok be;Haya hinek serkirdeyên leşkerî jê tune bû û di meşê de vegeriyan û li hev nekirin,qismek leşker îtaatiya Erdogan kir.
3-Piştî ku li hev nekirin,Erdogan pê hesiya ku leşker li hev nakin li ser cuntayê,ket hewldanê, hat balafirgehê, Rîsk girt qezenç kır.
4-Rast e, ku ji ber ên mezin di rêveberiya cûnta de tune bûn bi ser neketin teqez bû, Erdogan jî ji vê yekê hêz stend.
5-Heke bûyer û tevlihevî dom bike di rojên pêş ê nêzîk de, nexwe bira jî ne lîstok e.
6-Ev şerê bidestxistina iktidarê ye (ecemîtî hebe jî). Mirov jê re nabêje mîzansen û lîstik. Mirov dibêje siyaseta bi çek. An,cebrî,zortestî.
7- Bi ya min ku mirov bibêje "Lîstika Erdogan e", pir biçûk dîtin e; xuya ye ku resmen artêj bûye du perçeyan û li hevdû xistine û hê jî didome. (16-19.07.2016) twitter @cmazi )
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder