26.07.2016


                                  =SIYASET Û MELE=
Yê feqî dersa xwe yî olî xelas kiribû. Êdî wê bibûya mele. Lê meleyê wî jê re got:
- Divê tu hînî siyasetê jî bibî, yan na tu nikarî mirovan bikî bawermend.
Yê feqî dibêje:
- Ma ew, tiştên ola îslamê hîn bibin bes in.
Feqî dibe mele û rojekê dihere mizgeftê. Dinêre ku waîzê mizgeftê xutbeyê dixwîne. Dema lê guhdarî dike dibîne ku tiştên meleyê di xutbê de dibêje, giş çewt in. Xwe zeft nake derdikeve holê, ji civatê re dibêje:
- Gelî civatê.! Weleh ev mele bi rastiyê nizane û tiştên dibêje giş çewt in, mirovan dibe kufrê.
Dema wiha dibêje, civat li ser serê wî kom dibe û lê dixin. Bi zorê xwe ji nava destên wan derdixe. Bêhna xwe venake dihere ba meleyê xwe yê ku ders dayê. Jê re  mijara xwe dibêje. Meleyê wî dibêje:
- Min ji te re got divê tu hînî siyasetê bibî, te bi ya min nekir.
Radibe ji nûv de wî hînî siyasetê jî dike. Çend heyv derbas dibe, dîsa derdikeve. Dîsa rêya wî bi heman mizgeftê dikeve. Dihere ku dîsa meleyê berê û gotinên xwe yî çewt dibêje. Difikire û ji gel re dibêje:
- Gelî civatê ! Hûn dizanin ev meleyê hanê pir baş e û tiştên dibêje jî rast e. Hingî werê baş e ku kî tayek porê wî û riya wî rake wê here bihuştê.
Dema wisa dibêje mirovên di civatê de giş êrîşî ser meleyê ku waîz dike dikin û tayek rîh û por pê ve nahêlin û mele bi zorê ji mirinê difilite.


(Ji pirtûka M.Çiya Mazî, Baxek ji Folklora Kurdî)

18.07.2016

Çi ye? Çi bûye?
Her bûyerek dersek e ku mirov jê sûdeyê bistîne.
Ku her bûyerek dersek be; mirov divê çi derxe jê, çi dê biqewime? Mesele ev e.
Ji ber bûyer û dersên dawiyê, çarçavên kurdan jî hebin têrê nakin, divê gellek çav hebin ku gellek tiştan û deveran bibînin…
"Çi ji me re" nabe. Ku darbe çê bibe xisara kurdan tê de heye an an? Ku hebe, mirov dê bibêje darbe ne baş e. Û darbe nabaş in.
Darbeyek çû, niha yeke din li dar e, ev jî gellekî ne baş e ji kurdan û mirovên demakrat re.(Yên tên girtin kî dê bê şûna wan ne diyar e, an jî diyar e.)
Ku mirov zanibe çi bûye, dû re dema gotina "dê çi bibe " ye. Ji niha û pê ve dê çi bibe, mesele ev e...
Di tevliheviyan de ne diyar e ku çi bibe û kî çi bike. Hê jî tevlihevî heye.
Tawanbarkirina "kurd çima diçin qadan" ne vekirî ye. Kî çûye diyar e, navê wan eşkere bibêjin. Ew berê çi bûn niha jî ew in, aligirên Akp. Piraniya kurdan naçin
Çi dê bibe jî diyar e (hinekî); tiştên wek doh bi şev li meletiyê êrişa taxek Elewiyên kurd e.
(Ji twitterê @cmazi  18.07.2016)

16.07.2016


Cûnta...
1-Belkî ne lîstok be. Ku lîstok be; Fetullahçi tune ne û memnûn in, Ataturkçî tune ne û memnûn in û Erdogan kare her tiştî bike.
2-Belkî ne lîstok be;Haya hinek serkirdeyên leşkerî jê tune bû û di meşê de vegeriyan û li hev nekirin,qismek leşker îtaatiya Erdogan kir.
3-Piştî ku li hev nekirin,Erdogan pê hesiya ku leşker li hev nakin li ser cuntayê,ket hewldanê, hat balafirgehê, Rîsk girt qezenç kır. 
4-Rast e, ku ji ber ên mezin di rêveberiya cûnta de tune bûn bi ser neketin teqez bû, Erdogan jî ji vê yekê hêz stend.
5-Heke bûyer û tevlihevî dom bike di rojên pêş ê nêzîk de, nexwe bira jî ne lîstok e.
6-Ev şerê bidestxistina iktidarê ye (ecemîtî hebe jî). Mirov jê re nabêje mîzansen û lîstik. Mirov dibêje siyaseta bi çek. An,cebrî,zortestî.
7- Bi ya min ku mirov bibêje "Lîstika Erdogan e", pir biçûk dîtin e; xuya ye ku resmen artêj bûye du perçeyan û li hevdû xistine û hê jî didome. (16-19.07.2016) twitter @cmazi )

13.07.2016

Bawerî...
Ji bo her tiştên xerab, her tiştên baş an jî her tişê balkêş peyva giştî pirhejmar "em kurd" bikar tînin hinek, mejîyekî şaş e.
Bi sedhezaran kurdên baş û fedekar, di zindanan de ne, li derve xebatê dikin. Bi sedhezaran mirine. Peyva 'kurd xerab in' ya serdestan e. Bêbawerî ye. 
Ey mirovê bê bawerî! Kêmasiyên ku li hemû dinyayê hene neke para kurdan tenê û nebêje "em kurd wisa ne", bi milyonan kurdên jêhatî hene.
Carekê jî nebêjin"em kurd nebaş in, ji tiştekî re nabin" Bila bawerî hinekî hebe; bi sedhezaran kurdên fedekar,leheng,baş,biaqil,serkeftî henin.
***
Rojavayê Kurdistanê, rêbaza xwendinê seranser dike kurdî. Nexwe hemû xebat ji bo Kurdistaneke demokratîk e.Dîsa xuya bû
Pêşî here bibîne rewş û arîşeya gellekî mezin, dû re bibêje ez rewşenbîr im û kurd nezan in.
(13.07.2016 twitter @cmazi)


9.07.2016

KONE
-Kone, ji hertiştî piçik piçik zane, ji bo ku li her derê tiştekî bibêje, da ku xuya be...
-Kone mexlûqatekî wisa ye ku 6 çavên wî hene; dudu li pêş, dudu li paş, dudu li asîmanan dinêre, ji bilî qulên di derên din de...
-Ji ber ku her roj piyên koneyî li saziya ziman a tirkî (TDK) ye, çi peyvên nû jî hebin bikar tîne li himber gundiyên (!) kurdînûs.
-Tabî gellek camêrên kone serxwebûnê dixwazin, loma her tim bi zimanê biyan dinivîsin û zimanê xwe zanin jî naxwînin û pê nanivîsin...
-Kone, bi êrişa xwe ya ser çepgiriyê re jî dixwaze puanan bigire, wek ku yên herî pir kurdan dikujin ne rastgir bin...
-Li Rojava feriştehên kurd diçin azadiya di dil de; yên kone hê jî dibêjin çima hûn jahrê jî venaxwin...
-Yên kone gellek carî ehmeq in jî, dibêjin qey kes bi me nizane; belkî jî haya herkesî ji wan heye... (tenê ya wî ji wî tune ye).
-Roja ku hinguv hebe, yên kone li bendê dimînin ku tilîka xwe têda kin, lê ku mêş bên; nigo qurban!!!
-Neyarê hevalê xwe di rojên giran de li firsetek din digere ji bo nig neşemite...
-Kone bi mizawiriyên xwe yî cur bi cur ji pişta millet dixwe û qelew dibe....
-Meqsed ev be belaş e aqil, "min gellek tişt da te çima te tiştek neda min?"


(Ji Twitterê @cmazi 09.07.2016) M.Çiya Mazî.

6.07.2016

                                          LIXWEVEGER
-Di her tiştî de wisane hinek mirov; paşeroj her tim baş e û niha 'zeman xerab e'…
-Nostaljî: Ku mirov qehremanên niha nebîne û tim here yên sed sal berê û filan. :)
-Mirov her tim di doh de bimîne mirov dirize gellek caran. Ji bo 'îro' azad bibe, hînbûna 'îro' û zanebûna 'doh'.
-Bawer bikin pratik ji teoriyên berê tên ne ji yên niha. Teoriyen niha ji pratîkên berê tên welahasil gellek tiştên niha tê xwestin hatine kirin. (Bêhaybûn ev e)
-Carinan mirov naxwaze tiştekî jî bibêje. Di rojên germ de gellek tiştên hênik jî ji hinan re dibe wekî bizotê êgir...
-A baş heta dema derbirîna wê ramanê bê sebir lazim e, lê belê sebir xwe li mejiyê mirov diqelibîne carinan. (Sebir dibe qebir).
-Her kesê ku çi dixwaze, çi dil dike û li bendî çi ye, ji bo çi li bendî ye; baş lêkolînê bike û bixwaze an nexwaze û li bendî be baştir e. (Li pey hinekan kaşbûn bêyî lêkolînê, mirov tune dike).
-Fikra siyasî nebe qurbana bêrîkê û pêşeroja mirovan nexe xetereyê, xweş e û mafnaskirin ev e jî. (ji  her tiştî re ‘rêbaz’  ‘İlke’ lazim e).
-Ew berhem her ku biçe bigihêje lûtkeya bilind a bêveger, nexwe xwediyê berhemê pir tahb ditiye û rast meşiya ye.
-Ji bo teqdîra afrinerekî xwediyê berhemê, nêrîna berhemê hewce ye. Berhem Rojavayê kurdistanê be divê mirov biçe lê binere carekê...
-Ka bibêjim çi îro, "ne ez karim, ne dil karî ne karin zar û avazim"...
"Ka ezê bi zimanê kê" rojbaşî û pîroziyê ji we bixwazim...? (Di cejnê de).         
û Hesekê jî bi bîr anî dîsa şewat...
(ji twitterê @cmazi 06.07.2016)

1.07.2016

(Ji twitterê @cmazi 01.07.2016)

Konê şewitî dibe sembola Lîcê mixabin... Her ku li nav deviyan kon bişewitin gellek tişt dişewitin…
***
-Madimak li Cizîrê jî wek pêlekê hatibû li peravan ketibû, me dît.
***
-Weşanxaneya ARAMê hiş û bîra cangoriyan e, ketine pirtûkan û ji pirtûkan ketine bi sedhezaran seriyan.

 ***
-Derdê hinekan ne di ser çepgir û kemalistên tirk re têkbirina çepgirên kurd be?Ji bîr nekin stûna azadiya Kurdistana Demokratik çepgirên kurd in…
-Nabe qey mirov di mala xwe de xwebixwe hinek tişên giring rexne bike; İllehîm li pêş alemê, li meclîsê, li himber rojnemegeran; sedem?
-Hinek kes û dewlet hin taktîkan û stratejiyan bi rêve dibin, bi dehsalan dû re mirov dibihîze ji bo çi wisa kirine.
-HDP li her derê Kurdistanê û Anadolê, bernameyên fitarê da û dide. Ev ne qedirgirtina rojiyê ye, çi ye?
-Bi ya min HDP li mafê kurdên musulman bi zêdayî xwedî derdikeve û yên din kêmtir dimînin li du wê.
***
-Roman û çîrokên kurdî dibe ku nêzî hev bin, ji alî honak û mijarê de. Lewre pirê nivîskaran heman jiyanê, êşê dibînin û heman hilmê distînin; heman fikir jî normal e. ( Mirov nikare nîqaşan jî bibire
hilbet, mafê parastina berhemê jî rewa ye )
-Wêjavanên kurd di rojên giran de, di hurgiliyan de nefetisin û bi çend peyvan piştgiriya siyasetê bikin, ba jî dê ber bi azadiyê de dahf bide zemên…
***