28.04.2023

Helbestek ji M.Çiya Mazî


 

em - 
belkî jî îskeîskên axê em bi hişê xwe ve anîn
ji bin rûbarên binhişiyê
di şevbuhêrkên kenkenî de
belkî leylanan em kil kirin
û ji tava qemirî parastin
bi reqsa sê gav pêş de du gav paş de
û lîrandinên berbûkên beledî
ku li ser şopên pêgên wan ên kuçeyan kulîlk dibişkuvîn
em herikîn ji bin siya zeytûnên kal û pîr
belkî aynên sî û sisêyan
û carinan digotin sî û çar peşkên xwîna sor û lal
wêneyê hunera raperîna me bendeyan
bi rengên xwe neqiş kirin
belkî jî wan teyrên xerîbiyê
xwe ji zinar û kelehan bera xwar dan
bi baskên spî bûn teyrikên bihuştê
û hatin xewnên me yî belek belekî car bi car
li rojên me bûn mêvanên quncikên serê odeyan
û bûn sebeb
belkî jî ew rehên mêşeyên me yî mê
şîn hatin piştî şapatên şewatan dîsa
û bûn şax û awazên ûsibên binê hezazan
an ew dengvedanên
derbên berikên makîneyên mirinê
ji sîngên terlanên eniyên xwe nedidan alî
gihaştin heta bêvil û totikan
û bûn guharên guhên me
belkî jî bi bêhna keziyên ji kokê de kurkirî
an ji şewqa zeriyên ku xwe kirin gorî
ji guliyên hinekirî re
em bi roniyê re rû bi rû man di berbangê de
ji nedîtî û ji xam de
em veciniqîn di şikefta heftbiran de
tevî qitmîrên xwe
û me derî vekir ji newroz û kamiliyan re
zindî û çavvekirî

(Ji pirtûka M.Çiya Mazî 'esargeya şêmûgê')


4.03.2023

Xêrxwazî an piştevanî?

 Xêrkar an xêrxwaz bi piranî egoist in, ji bo axîreta xwe an guneh û sûcên ku kirine binuxumînin û bidinefûkirin xêran dikin. Bi piranî tiştên ji heyina xwe zêdemayî dikin xêr.  Ne ku ji bo hinekî din ji belayê xelas bikin, ji bo xwe ji belayan biparêzin xêran dikin.

Lê belê piştevan û parvekar, gelek caran jiyana xwe dixe talûkeyê û dike pişt û parve dike. Ne ji bo xwe ji belayê biparêze, dixwaze hinekî din ji belayê xelas bike hêzê parve dike. Ne ji bo axîretê ji bo jiyana mirovên henin, piştgiriyê dike. Ne ji bo pirsgirêka xwe tenê ji bo pirsgirêka li holê çareser bibe alîkariyê dike. Ne ji heyîna xwe ya zêdemayî dide, ji nanê destê xwe yî dixwe jêdike û dide.
NEBIN XÊRKAR Û XÊRPEREST BIBIN PIŞTEVAN Û PARVEKAR!


Hayirsever çoğu zaman egoisttir, kendi ahireti veya işlediği suçları, gunahları örtmek veya afettirmek için yardım yapar. Çoğunlukla varliğindan artanı verir. Başkasını beladan kurtarmak için değil kendini beladan korumak için hayırlar yapar.

Oysa dayanışmacı çoğu zaman hayatını paylaşır, canını ortaya koyarak başkasını beladan kurtarmak için, ahireti değil yaşamı düşünür. Kendisi için değil sorun gidermek için paylaşım yapar. Kendisinden artanı değil elindeki ekmeğinden koparır verir.
XAYIRSEVER DEĞİL, DAYANIŞMACI, PAYLAŞIMCI OLUN!


27.02.2023

Têbinî û notên min di dema erdhejê de.

 *Belê... Bi rastî jî saziyên sivîl yên bajar, bajarok û gundên li ser fay û herêmên erdhejê ne, karin grubên xelaskar û alîkariyan bi awayekî profesyonel di nava xwe de ava bikin û perwerde û alavên vî karî bi demê re peyde bikin. Konseyên bajaran û platformê demokratîk jî karin vê niqaşê bidin destpêkirin. Organîzasyonên ji bo vê erdhejê dibe ku bibin bingeh û tecrûbe ji bo vê yekê. Ev tim û grubên profesyonel dê her demê ji bo her keresatan amade be.

Evet... kesinlikle deprem fayları üzerinde bulunan şehir, kasaba ve köyler ile komşu yerleşimlerde, STK lar kendi aralarında arama kurtarma ekibi kurup profesyonelleştirmeliler. Kent konseyleri demokratik platformlar bunu tartişmaya hemen başlayabilirler. Son organizasyonlar da bunun için deneyim ve temel olabilir. Bu gurup ve ekipler her doğal afet için hazır olabilir.

*Tu bertekên hestiyar wekî bertekên biaqil û rêbazên zanistî dê nebin çare ji qewimînan re.
Hiçbir duygusal tepkî bilim ve teknik kadar olaylarin önlenmesinde etkili olamaz.

*Wisa ye, me carek din jî dît. Ji bilî peyvê tiştekkirin pir girîng e. Tevgerek biaqilî, livek, bizavek biçûk a ji zanîn û rêxistinbûnê hêz girtiye, mirovên biaqil û bi wijdan ji cîh dileqîne û çepikek dengnizm ya ji wê çavkaniyê yeke din bi xwe re tîne, dibe deh, dibe sed û hezar û dibe lehî û diherike. Carinan wisa xurt dibe ku tu tiştek nikare li ber wê herkê bisekine. 

*Di vê keresat û bobelatê de gelek mirov hînî tiştekî din jî dibin ew jî ev e: ne fikra  'bi xêra xwe bike', ya hevkarî, piştgirî û alîkariyê girîng e. Hevkariya bi zaneyî, pîsporî û teknîkî.

*Hejmara mirovên di jiyanêde ji hişmendiya 'qeder'ê bi dûr kevin û nêzî zanistiyê bibin çiqasî pir bin ew qas civak dê saxlem be. Mirovên ji axira dîrokê heta niha bi vî awayî jiyane yên herî serkeftî ne bi ya min.

*Qeder, rehetiya can e, xemsarî ye, nezanî ye, tiralî ye.
Qeder, bêçaretî ye, li çareyê negerîn e, bêtevdîrî ye, ji zanîn-bîlim û teknîkê nebawerî ye.
Qeder, ehmeqî ye, debengî ye.
Qeder, mirinên bi xwelîserî ye. 

*Piştî van keresatên mezin û cot bi cot, bêderfetî, bê sazumanî, sersarî, zulum û serberdahiya sistem û rêveberên wê, mirov keresatên heta niha nehatine xeyalan bifikire  û jiyana xwe li gor wê hişmendiyê bi rê ve bibe pir baş e. 

*Vê erdhejê em pir êşandin. Xemgîniyek mezin çêkir. Hê jî çi ji destê kê tê bike gelekî baş e. Pir hindik û sivik e ev peyv, lê belê serê gelê me û hemû kesên herêmê sax be dibêjim.

Îjar bi rastî, ji bo vê keresat-erdheja mezin mirov bibêje 'serê we/me sax be' ya jî 'derbasî be', tiştên sivik in bi ya min jî.  Ev têrî xemgîniya min jî nakin. Çawa wê sax be ji niha û pê ve û çawa derbas be? Ya giring ev e. Ji dilê min tê ku tenê wisa bibêjim: li xwe miqate bin, li derdora xwe, civaka xwe miqate bin. Ji bo derdora we civaka we ne li bendi qederparêzan be û di rêyek aqilî de bimeşin, çi ji destê we tê bikin. Dibe ku huner-wêje be, siyaset be an zanistî, teknîk, teknolojî û perwerdeyî be. Qet nebe ji bo nifşên piştî me van keresatên ku piraniya wan ji destê mirov û rêveberiyên nebaş ve diqewimin careke din neqewimin an jî pir hindik bibin û bandora wan ji jiyanê pir kêm bibin. Bi hêvî me civak ji bo saxmayinê dê di ber xwe bide. Û bi hêvî me heçiyên mayî ji bo vê aqubetê nebînin ew ê nebêjin 'qeder e' û tenê 'rehma xwedê li wan be' û bisekinin. Bila bixwînin zane bibin û têbikoşin û qet û qet ji bîr nekin û muhtacî nebaşan nebin. Ji ber ku nabe ev qewimîna mezin ji bîr here. Dîsa jî sersaxî û şifayê dixwazim ji herkesî re û hê berdewam e keresat...

*** Van têbiniyana di çend rojên meha Sibata 2023yan rojên erdhejan de hatine nivîsandin û di instagramê de bi çîrokî hetine parvekirin. 

M. Çiya Mazî

Çepgirî û kurd

 Belkî bi nezanî, belkî jî bi zaneyî hinek kurd û tirk didin pêş û ji wan heye ku çepgirî, kominîstî, sosyalistî, hûmanistî, laisizm, sekulerizm û demokrasî, wekheviya zayendî û gelek huner û beşên zanistiyê, tenê di bin tekela tirkan-kemalîstan û ewropiyan de ye. Ku bahsa çepgirî an humanistiyê bê kirin, kemalist û tirk tê bîra wan û mirovan bi wî awayî sucdar dikin ku wek hemû demokrat kemalist bin. Ew kesên nezan an qaşo kone, bi vê idiayê wan girseyên tirk û w.d mezin jî xuya dikin an dixwazin wisa be û dikin xwediyê her tiştî û bi vî awayî propaxanda jî dikin. Û belkî van kesên ji aqilê xwe razî bi vê yekê re dixwazin an dikin hincet ku kurd û zarokên wan bi taybetî mexdûrên erdhejê, ji demokrat û çepgirên kurd, ji demokrasiyê, çepgirî, zanistî û azadiyê dûr bikevin û di bin bandora fikrên dijmirovî, oldarên radikal, terîqatan, şêx û şêxik û axayan de bimînin, li mafên xwe xwedî dernekevin û itaatkar bin, bê îrade û kole bimînin û her tim bi travmayan re bijîn. Naxwazin têkiliya wan zarokan bi saziyên kurd û demokrat re çêbibin.                                                                     

Belkî car bi car bê bibîrxistin û ku mirovên çenikek dîtin û bihîstina wan ya dinyayê hebe, zanin ku ev raman û têgehên wek demokratî, humanistî, çepgirî û w.d, gerdûnî ne, ideolojî û zanîn in, heq û huquq in, dad in, mafê mirovan û nêrîna li jiyana civakî û xwezayê ne. Ne kemalîst ne tirk û ne gelekî din tenê  xwediyê van raman û îdeolojiyanan in. Kurd bi xwe jî li Rojhilata Navîn parêzvan û pêşengên gelek ji van zanîn û ramanan yên herî qewîn û qedîm in. Tiştekî xwezayî ye ku her kes û her gel, partî û rêxistinên her gel-netewî dikare van raman û îdeolojiyana biecibînin û biparêzin. Beşeke mezin yê rêxistinên kurdan ji xwe hê jî wan zanînên gerdûnî diparêzin, diecibînin û heta formên nû jî didin û dane wan. Bawerî ew e ku bi van hişmendî û zanînan, kurd û gelên din karin bigihêjin mafên xwe î rewa û azad.


M.Ç.Mazî
                                                                  

5.02.2023

Hinek Klam ji Dengbêj Ehmedê Mavanî .


 Ev deng ji kasetek pir kevin ya 30 sal berê  hatiye girtin)
DENGBÊJ EHMEDÊ MAVANÎ KÎ YE:
Navê wî yê nasnameyê Ehmed Ecer e. Li Gundê Mavanê ya Şemrexa Mêrdînê di sala1962an de ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed navê diya wî Wesîle ye. Ehmed hê di dehsaliya xwe de bavê xwe winda kiriye. Bi dêya xwe, xwişkek û du birayê xwe re mezin bûye.
Ji zarokatî heta ku mezin bûye jî şivantî û cotkarî kiriye. Bi şivantiyê re hewesa wî ya stranê hebûye û klamên gelek dengbêjan bi salan sitra ye. Bi taybetî li gelek derdorên Çiyayê Mazî wek Ehmedê Weso jî tê naskirin. Belkî ji ber hin sedemên jiyanî be, bi awayekî domdar nestraye û kaset danegirtiye ji bilî van stranan yên ku di kasetekê de hatine tomarkirin. Piştî salên pêncî yî ji ber nexweşiya tansiyon û qelbê wî, çavên wî ji sedî 95 zêdetir roniyê winda kiriye û di sala 2018an de li Dêrika Çiyayê Mazî jiyana xwe ji dest daye. Du keç û pênc lawên Ehmed hene.
Me xwest dengê vî kesê ku dildarê dengbêjiyê bû winda nebe û me ji çend stranên ku wek mînak di kasetekê de cîh girtiye neqlî dijîtalê kir. Heke hinekên wî nas dikin û dengê wî î qeydkirî li ba wan hebe bila ji kerema xwe me an jî malbata wî agahdar bikin.  Bila ev video bibe wek îlanekê ji bo dengê dengbêjên winda.

*Ji ber ku kaset (band) ya 30 sal berê hatiye qeydkirin deng xerab xuya ye, biborin.

* Klamên ku dibêje: Zeynebê û Reşît Paşa, Aydo, Hesenê Musa Hedoka Qaso û W.D
Berbang

24.12.2022

Helbesta kurdî M.Çiya Mazî.Xwendin Bawer Berbang

 https://youtu.be/ccx8MAoazrw


                 ESARGE

li esargeya zemên asê bûme
li ber deriyekî
bêtevger
wek kevaleyek bêdeng
bendeyekî bengiyê ewran
biesil xwedîşar im
daketime li vir ji kihêlek rewan
û ji derî wê de xuyaye tiştên terka min kirine
kesk û şîn
di nava wan de kulîlkek
wek ku nas dikim
ew ber bi min bêhn dide ez pê ve girêk
matmayî
sal li pey hev hinek xemilî hinek stuxwar
wext nabînin silavê bidin
diherikin
şev wek şaqûlên reş
roj wek dilopên mezrîbê ne
bi lez in
em li vir nîrengiya erd û esman
dijîn bi hevkêşa çavan
çikandî li herdu aliyan
curmekî fediyok û mîrkutekî xiniz
li pey gurçikên li ser êgir in
şopê digerînin bi dor û baldarî
li wî bexçeyî
şax vedane mêwên tiriyê dilan
li bin her gurşîyekî şûşeyek devjihev
cejnek wek rêwresma pêşwaziya çiprîskan
li dar e her êvar li wir
li alî din ku nikarim tevlê bibim
û ew nikare bikene bêyî min

(Ji pirtûka M. Çiya Mazî 'Esargeya Şêmûgê' @wesanen_aryen )
  

30.08.2022

Helbestek ji 'Esargeya Şêmûgê'


  ji beqên tariya şevê û çiravê re 

ey beqên di şiklê mirovan de

reşik ji çavan bazdayî û nobedarê xefkan!

yên her tim bi dengên xwe asteng in 

ji bo kenên me yî bi maçên jiyanê re li hev in!

hûn ên bitirbûyî û di rûn de lêvan dialêsin!

hûn ê rojekê biqîrin bi ser hevdu de teqez

heta deng di we de hebin

ew ê qirrik û gewrî li we biqetin

hûn ê li xwe û li hev mikur werin

lê star nakeve we ne li ber dîwarê dêrê

ne jî yê mizgeftê bi qesem

hûn ê çiravê di rûyê hevdu bidin ji avgeniyên kûr

û fireh bikin koncalên navbera xwe

ji bo cihê hevalên we yî din jî hebe û têwer bin 

û hûn bi hev re bixwin û vexwin boximê

hûn ê kulmikan li poz û devên hevdu bidin

lêv û birû yê biteqin

biçirin destên perdeyî

ew ê rûyên we di xwîna ku we vexwariye 

û gemara ku we di xwezayê daye de bimînin

hûn ê dest têxin pêxîl û zengelorka kenên hev

ew ê kef bi devê we keve 

û çavên we mor û reşika we kor bibin

alem ê zanibin 

hûn jî vexwirên çemên gendav û xirêrê ne

tiştên ji ramanên we man li ser sergoyan

dê bibin xwarina tûleyên pûrtweşiyayî

û qijakên nikul ji berateyan sorbûyî

kurmên ji we çêbûyî misqalekê nahêlin 

ji berateyên we 

ey talankerên ava zelal!

ew ê li ser hûrik û qerqîtkên dirûşmên we bikin şahî 

ku belkî piştî we kulîlk vebin li ber çem û qiraxên golan


û teqez 

bavên mexdûran wê bangî we bikin 

de…! bav û kalên we bi qurbana we bin de!

û hûn ji dêleva ajalên bêguneh 

bi qurbana yên di esargeyan de mirine

yên winda bûne li çol û beyaran 

û bi qurbana dê û xwîşk û bavên wan 

û bi qurbana zarok û neviyên wan bin 

 de… de… de!

eyyyyy beqên tariya şev û çirav û gendavê!

(Ji pirtûka M. Çiya MAZÎ- Esargeya Şêmûgê - Weşanên Aryen )