26.01.2021

Hevpeyvîn (bila yên nexwendibin nemînin)

M.Çiya Mazî: Gotina “Ziman hebûna me ye”, tespîtek ji teoriya civak û netewan e, a ji dîroka wan mayî. Civak bi hinek tiştên bingehîn dibin xwedî nav û nasneme. Lê belê pratîk tiştekî din e. Di gellek waran de, gellek mirov xwe bi tespîtan têr dikin, xwe dixapînin û tenê wê dibêjin û disekinin, tiştekî ji bo wê nakin mixabin. Ji ber ku wek têgeh ji dîrokê hatiye ber dev û ji wan re hazir e û ne hewce ye li ser bifikirin, tiştekî ji bo wê bikin an jî lê zêde bikin. Tespît û têgehên zexm, wek vê gotinê ku di piratîkê de qet neyên dîtin, genî dibin û ne hêjayî qirşekî pûş in jî. Mirov nikare heta hetayê li ber wan kesên tiral, çors, fenek û pozbilind bigere û parsa zimanê kurdî ji wan bike. Ya giring, sîstema perwerdeyê ye ku bê bidestxistin û kurd bi xwe wê sîstemê bi rê ve bibin. Heke bi xwe bi rê ve nebin û ji derî wan bê birêvebirin; metirsiya asîmilasyona sîstematîk ji bo ziman, çand û nasnemeyê dîsa dê hebe. (...) Dewama wê : (Ji kerema xwe re bixwînin. pir dirêj e, lê beş bi beş mirov kare bixwîne.) https://avanivisgeh.wordpress.com/2020/09/17/hevpeyvina-roni-war-bi-m-ciya-mazi-re/ https://avanivisgeh.files.wordpress.com/2020/09/kapak.jpg

5.12.2020

Ji Mem Ararat perçeyek dil...



Helbest, muzîk û deng. Bobelat e.
Mem Ararat - Dîlber- (Mêvan)




DILBER Dilbera xewn û xeyalan Cêwiya ciwanşepalan Piştî kerb û jana salan  Îro li min mêvan e ew Hatî di destan de gul e  Danî li gereva dil e Manendê kevoka sil e  Di nav mij û moran e ew Gotin û awaz : Miraz Ronî BEAUTIFUL, Beauty of dreams and imaginations, Twin of lioness, Is my guest today after years of pain and sorrow Arrived with a rose in the hand, She replaced it with heart Like an offended dove, Is inside the fog and smoke... Dilber Rüya ve hayallerin dilberi (Dişi)Yavru aslanların ikizi Yılların acısı ve kederinden sonra Bugün bende misafirdir o ..... Geldi elinde gül ile Rehin bıraktı gönül yerine(gönül karşılığında) Ürkek bir güvercîn misalidir Sis ve pus içinde o Söz ve Müzik : Miraz Ronî Aranje : Mem Ararat,Azad Yilmaz Gîtara Klasîk û Gîtara Elektrîk: Denîz Kaya Bilûr,Kopûz : Îbrahîm Zencîrcî Bass : Haşim Dogrûl Tembûr : Azad Yilmaz Perkusyon: Azad Yilmaz Vokalên Bas : Azad Yilmaz,Mem Ararat Mîx û Masterîng : Xebat Aşmî Wegera gotinên stranê li îngilîzî : Sîdar Jîr,Asrîn Sar Wergera li tirkî: Miraz Ronî

24.09.2020

Di 25 saliya nivîskariya wî de PORTREYA M.Çiya Mazî -Diyarname

 Di 25 saliya nivîskariya wî de PORTREYA M.Çiya Mazî

https://diyarname.com/news.php?Idx=43167

https://diyarname.com/news.php?Idx=43167


Di Diyarnameyê de jî nivîsî

Li gor qeydan ji sala 93’yan ve bi kurdî dinivîse lê ji bo sala weşandina nivîsek wî wekî çapkirî diyar dike ku niha tam nayê bîra wî lê dibêje, “Ez ne şaş bim meha dawî ya 94’an an jî destpêka 95’an bû nivîsa min hat weşandin.” Bi vî awayî serdema ku bûye bingeha nivîskariyê bo me tîne ziman. Ji wê salê de ji rojnameya Welatê Me, Azadiya Welat, Ozgur Polîtîka bigire heta kovarên wekî Jiyana Rewşen, Tîroj û gelekên din, her nivîsên wî hatin weşandin. Ji bilî van di malperên wekî Rewanbêj, Xendan û Pûkmedîa de nivîsên wî derketine. Çiya Mazî demek dirêj wekî qunciknivîskar ked da Diyarnameyê jî û nivîsên wî li wir jî hatin weşandin.

Xelatên wî

Ber bi dawiya salên 90’î ve Kovara Jiyana Rewşen pêşbaziya çîrokan dide dest pê kirin û rastî eleqeyê tê. Di van pêşbaziyan de yek ji wan kesên ku bi ser dikeve jî Çiya Mazî ye. Mazî bi çîroka xwe bi ser dikeve û xelata xwe jî ji destê kedkarê zimanê kurdî  Feqî Huseyîn Sagniç digire. Ew li aliyek karmendiya xwe didomîne û li aliyê din jî xebata xwe ya nivîsandin û berhevkariya kurdî didomîne. Û dema sal bi ser 2000’î de dikevin wekî gelek nivîskarên Bakur yekem pirtûka wî jî derdikeve: “Mistek Jiyan, 2003, Çîrok”.

‘Beyî helbestê çîrok ji bo min nîvî ye’

Di nav pirtûkên wî yên heta niha hatine weşandin de herî zêde pirtûkên çîrokan hene. Wî heta niha tam 5 pirtûkên çîrokan weşandine. Helbet ligel çîrokan ew helbestan jî diweşîne. Em dixwazin ew li ser van beşan tiştinan bo me bibêje, ew dest pê dike: “têkiliya çîrok û helbesta min: Bêyî helbestê, çîrok ji bo min wekî nêvî ye. Lê gelo min heq daye wan an jî tiştên di dil û mejiyê min de rijiyaye ser kaxezê? Gelek caran heyfê li hestên di dil û mejiyê min de ye tînim ku bi dilê min neketine an jî nikarîbûne têkevin ser kaxezê û bên ziman. Ji xwe huner jî ew e ku mirov tam hestên di dil de bi lêv bike. Zor e jî ji xwe. Yan jî mirov karibe hest û ramanên kesên din, giyanewerên din hîs bike û birijîne ser kaxezê. Yan jî mirov hîsê ji tiştên ne giyanewer re bi hunerî biafirîne. Mirov dîmenên civakî, kesî û xwezayî bibîne û binivîsîne ew pir girîng in. Dîtin pir pir girîng e ji bo wêjevanekî. Tişt û bûyerên ku min dîtine û zanim ku hinek kes nabînin, hinekên ku dibînin û nikarin, nizanin nav lê bikin, nikarin bi wate bikin, nikarin dersê jê bistînin û yên ku bandor li min kirine, dixwazim û min xwestiye bikim çîrok an jî honak, da ku ew bûyer, ew tişt ew wate bi ber bê neçin û ramanên min û wêneyê qewimînan yên di wê derbarê de neqilî pêşerojê bibin, mayînde bimînin û bereya dîtinan fireh bikin. Her wiha ew nivîsa min ku wekî perçeyê ji bedena min dirûv digire, dê hestên min jî li dinyayê bihêle. Wisa jî li çîrok û helbestê dinêrim.”

(...)


Ji www.diyarname.com hatiye girtin.

dewama wê di diyarname yê de ye...


23.09.2020

Hevpeyvîna Ronî War bi M.Çiya Mazî re: https://avanivisgeh.files.wordpress.com/2020/09/kapak.jpg

 Hevpeyvîna Ronî War bi M.Çiya Mazî re:

https://avanivisgeh.wordpress.com/2020/09/17/hevpeyvina-roni-war-bi-m-ciya-mazi-re/

https://avanivisgeh.files.wordpress.com/2020/09/kapak.jpg


Ronî War: Di ber ziman, wêje û çanda kurdî de kedeke te ya mezin heye. Tuyê karibî ji me re qala salên xwe yê destpêkê bikî? Tu herî salên nodî û vegerî îro tuyê ji me re çi bibêjî?

M. Çiya Mazî û Ronî War

M. Çiya Mazî: Ji xwe gellek caran hatiye qalkirin. Lê dîsa karim vê bibêjim; peroşiyek mezin bû û ew peroşî di nava tirsê de mezin dibû. Qalkirina wan rojan û bi hişekî aniha hinekî zor e bi rastî. Ango bi vî hişê aniha ji kê re qalkirin jî giring e. Ji nifşê ku wê demê jiyane an nifşê aniha, yê ku ew dem nedîtiye? Ku ji hinekî wekî we re bibêjim, dibe ku hûn wê demê hîs bikin û fêm bikin. Lê ji nifşê aniha re wekî çîrokan tê. Bi piranî kenê kesên nifşê aniha tê, bi qalkirina min a wan deman. Wan dîtibûya ew dem, dibe ku ne ken lê bitirsiyana. Tirs û cesaretên aniha jî ne wekî yên wê demê ne hilbet; cesaret û tirsên wê demê jî ne wekî yên aniha ne. Bi ya min mirovên aniha, an jî nifşê aniha û girseya gel a têkoşer û kurd, ji wê demê bi cesarettir in. Û bi ya min ev ji ber zanîna rewşê ye. Ji ber ku rewşa dema me jî xwendine û ya berî me jî û ya xwe jî, him dixwînin û him jî tiştên wekî wan deman û hê mezintir jî dibînin. Belkî jî wê tirsa me a wê demê ji aniha re ji salên 2000î û 2010an re bûye cesaret û xebata me ya wê demê ya bi derfetên hindik ji aniha re bûye zanîn û bingeh.

(...)

Gotina “Ziman hebûna me ye”, tespîtek ji teoriya civak û netewan e, a ji dîroka wan mayî. Civak bi hinek tiştên bingehîn dibin xwedî nav û nasneme. Lê belê pratîk tiştekî din e. Di gellek waran de, gellek mirov xwe bi tespîtan têr dikin, xwe dixapînin û tenê wê dibêjin û disekinin, tiştekî ji bo wê nakin mixabin. Ji ber ku wek têgeh ji dîrokê hatiye ber dev û ji wan re hazir e û ne hewce ye li ser bifikirin, tiştekî ji bo wê bikin an jî lê zêde bikin. Tespît û têgehên zexm, wek vê gotinê ku di piratîkê de qet neyên dîtin, genî dibin û ne hêjayî qirşekî pûş in jî. Mirov nikare heta hetayê li ber wan kesên tiral, çors, fenek û pozbilin bigere û parsa zimanê kurdî ji wan bike. Ya giring, sîstema perwerdeyê ye ku bê bidestxistin û kurd bi xwe wê sîstemê bi rê ve bibin. Heke bi xwe bi rê ve nebin û ji derî wan bê birêvebirin; metirsiya asîmilasyona sîstematîk ji bo ziman, çand û nasnemeyê dîsa dê hebe.

(...)

Dewama wê di: https://avanivisgeh.wordpress.com/2020/09/17/hevpeyvina-roni-war-bi-m-ciya-mazi-re/

 https://avanivisgeh.files.wordpress.com/2020/09/kapak.jpg


10.04.2020

M. Çiya Mazî Kurdsat TV- Bernameya Layen




Kurdsat TV- Di Bernameya Layen de, Berfîn Zerya, bi nivîskar, lêkolîner û helbestvan M.Çiya Mazî re li ser berhem, jiyan û nivîskariya wî sohbetek delal kiriye. Sal : 2014

8.04.2020

TÊBINIYÊN ROJÊN DI HUNDUR DE - M.Çiya Mazî



TÊBINIYÊN ROJÊN DI HUNDUR DE 
                                                                          M.Çiya Mazî

Îro roja nozdehan e ku hema hema bi temamî ji malê derneketime. Mala coronayê ne ava be. Gellek kes aniha wekî min dibêjin ez zanim û zanim gellek kesan tiştekî wisa di jiyana xwe de nedîtine. Erê bi rastî, min jî wek herkesê hevçaxê xwe û belkî nifşekî du nifşan berî me jî, bobelatek wisa nedîtine. Ji xwe nifşên piştî me jî ango zarokên min û neviyên min jî tiştekî wisa nedîtine. Çawa dinya hemî bi di nava sê mehan de bê girtin û kes newiribe derkeve derveyî malê. Çi bobelatek nedîtî, çi keresatek ecêb û mezin bi ser mirovahiyê de hatiye, şaş û metal im. Ji alîkî jî bêçare û bê sebr aram im.

 Ez di nava sala şêstî de me. Zarokên min mezin bûne, zewicîne û neviyên min hene. Bala xwe bidinê îro roja nozdehan e ango pêncê Nîsana 2020an e. Ew neviya ku ji çend rojan carekê dikhat ba min û me û zarokan bi hev re roj û şev derbas dikirin, îro bi erebeyê, piştî deh rojan dîsa hatiye û li kuçeyê li ber paceyê tenê ji min re destê xwe li ba dike û hew. Lawê min, ji mala xwe ji me re hinek xwarina ku wan çêkiriye û hinek jî hevîrtirş aniye ji bo em pê hevîr çêkin û di firneya malê de bikin nan. Pêşî hatiye poşetê xwarinê li devê derî daniye, li zengilê derî xistiye û deh metreyan bi dûrî deriyê me sekiniye. Me derî vekir, me dît ji dûranî destê xwe bilind kir û bi dengê ku di bin rûbergê de derdikeve got ‘hûn çawa nin, baş in?’ Him ji alî ken û heyîrîmayina serdaneke wisa, him jî ji bobelat û metirsiya ku em tê de ne wêneyekî dîrokî bû ev rewş. Piştî pênc deqîqeyan got min zarok jî anîne û di erebeyê de ne, li kolanê. Emê di ber paceyê re derbas bin hûn karin wan bibînin û destên xwe li wan kil bikin. Me jî wisa kir.

Niha rojek bûya du roj bûya, sê roj û mehek bûya û piştî wê ev bobelat xelas bibûya, dîsa mirov dê bigota tiştek nabe, roja ku xelas bû em ê hevdû bibînin. Lê ne wisa ye. Kes nizane dê çawa bibe, çi demê dê biqede? Kî yê bi vê şewbê keve kî yê pê nekeve.

Ev şewba coronayê ku ji Çînê li dinyayê belav bûye ev sê meh in, hemû çûn û hatinên dinyayê, siyaset û çalakiyên hemû tiştî sekinandiye. Tenê qala wê ye. Vîrus û hey vîrus! Heta li Çînê bû her kesî henekê xwe pê dikir û mîzah li her derê li dar bû. Tenê di tv yan de, me temaşe dikir û carinan jî hinek kesan henekê xwe jî bi wan dikirin û digotin “goştê mar û mişkan dixwin lewa li wan wisa hatiye”. Piştî ku peşka vîrusê çû welatên din êdî  hêdî hêdî wek ku tirsek bi ser mirovan di dihat. Û ji bo me mirovên li nav sînorê Tirkiyeyê ku vîrus derbasî Îranê bû, êdî bi giranî tirsê beden dorpêç kiribû. Lê hê jî wekî ku ji ber pergala wan a tenduristiyê ne baş e û rûmeta mirovan nizanin lewma li wan belav bûye, dihat gotin.

Pê re jî li der û dorê wek ku saziya me a tenduristiyê tiştinan vedişêre, dihat gotin û bi pistepist belav dibû. Teqez li nava Tirkiyeyê heye, digotin û teqez hinek mirine. Ne dûrî aqilan bû jî. Ji ber ku di sînorê Îranê û Iraqê re bi sedan û hezaran mirov diçûn û dihatin.

Belkî ji ber vê pistepistê be, belkî jî rast be ku roja wezîrê tenduristiye yek kesê bi coronayê ketibû, eşkere kir. Aha wê demê êdî herkesî bi pirs û bersivên coronayê guhê hevdû qul dikirin êdî. Hêdî hêdî rojev diguherî û herkesî guman ji gellek kesên ku bi şewbê ketine, dikirin. Roja din gotin çar kes pê ketine. Rojek din deh kes, rojek din çil û sed. Pê re jî rojev ji bilî guherandinê her tiştê di jiyana mirovan de wek tofanek qewimî be qulipî û serobino bû. Di tv’yan de qal ew bû hata ku hat ragihandin, kesek ji şewbê miriye. Piştî wê êdî mirov bi tirs derdiketin derve, wezîrê tenduristiyê pêşniyarên qedexeya derve û kolanan dikir. Her ku diçû mirin jî pir dibû roja duduyan yeke din, roja din zêdetir bû; bû çar û pênc û deh, ya çaran bû ..., ya pêncan bû…. Û îro bûye 574 êdî pir balê jî nakişîne hejmara miriyan. Belkî sibe bibe heftsed û pêncî, belkî rojek din bibe hezar mirîyî. Mirov êdî pir tirsiyan e û kes bi hêsanî newêre derkeve derve, lê ku hînbûna hejmara miriyan çêbibe, mezinbûna keresatê jî dê pir bibe.

Niha taxek bûya mirov dê bigota ez dê herim taxek din, navçeyek an bajarek bûya, mirov dê biçûya bajarekî din, welatek bûya, mirov dê biçûya welatekî an dewleteke din. Li ser heyvê jî cîh hebûya û derfet hebûna belkî mirov biçûnayê. Lê her bajar, her dewletên dinyayê di bin metirsiya coronayê de ne, mirov nikare ji cîh bileqe, ew jî xisar e, nabe. Kes nikare bibêje ez dê herim filan dewletê. Her kes dibêje hema ez karibim li malê bimînim bes e. Ku yên dewlemend an xwedî meqam pê neketana mirov dê bigota ev neheqî ye. An jî hinekan dê biçûna li talanê dewlemendan bixistana û xwe bi pereyan xelas bikirana. Hilbet rast e jî ku rewşa yekî ji alî aborî baş be, dikare neçe kar û xwe bi mehan biparêze, lê nayê wê wateyê ku kesên dewlemend bi vê şewbê nakevin, ew jî pê dikevin. Gellekên bixwazin li mal bin jî nikarin dernekevin derve. Wek karmendan, karkeran û hinek esnafan. Ji xwe kafe, kahwe, AVM û hemû cihê kêfê hatine girtin. Mirovan konser, civîn, konferans, panel ji bîra kirine. Dawet, dîlan, taziya û serdan bûne wekî êgir, kes newêre qal jî bikin. Çar kesên li mala me ne, hemiyan destûra ji kar stendine an jî li malê di kompîturê-internetê de karê xwe dimeşînin. 

Ez serê sibehê radibim, pêşî diçim destê xwe bi sabûnê baş dişom. Dû re ew jî wek ku min ji xwe re kiribe peywîrekê, hemû destikên deriyan, bişkokên cereyanê û destikên dolaban bi peçeteya dezenfektekirî paqij dikim. Heta ku ez destê xwe bi çemilê çaydan, çemilê firaxan, vanayên muslixan, berçavk û pênûsa xwe, telefon û compîtur û klavyeya wê, poşetê neskafe dikim jî, ya dezenfekte dikim ya jî kolonya. Êdî bi peçeteyê destê xwe diavêjim derî û vedikim. Berê, her daîm ez diçûm bufeyê û min nan û lazimî  ji malê re dikirîn û dianîn. Lê niha kurê min î bîst û du salî diçe dikire. Ew jî bêyî rûberg û lepikan naçe bufeyê. Ku tê malê em poşetên alavan, yan dezenfekte dikin ya jî diavêjin. Em hemî anbalajan diavêjin qutiya gemarê, destê kê jî pê bûbe, dişon. Me her kesî li odeya xwe an jî li cîhekî şûşeyek avê û qedehek daniye û em her tim ji wê avê û bi wê qedehê avê vedixwin. Gellek carî, em cihê cihê xwarinê dixwin. An jî du heb tenê bi hev re dixwin, ji bo em ji hev dûr bin. Ji xwe destdana hevdû qet tune ye. Li hêwana Tv yê jî em her yekê li ser kanapeyekê rûdinin û du mitroyan dûrî hev in. Û ev 20 roj in min otobos, minibus û metro ji bîr kirine. Kesek dernakeve der, ku ji bêgavî be jî rûberg û lepik amade ne. Heta her kesek şûşeyek biçûk a kolonya di bêrîka wî/wê de ye û bi xwe re digerîne.

Ji xwe berê jî betal û teqawîtbûyî bûm û dema min, pirtir ji xwendinê û tiştên wekî wê re hebû Lê van rojana dema vala zêdetir bûye. Ji ber ku ji bilî bi şevê saet di yazdehan de li ser peyarêka ber malê birêveçûna nîvsaetê pê ve, qet dernakevim derve. Gellek pirtûkên ku min nêvcî hiştibûn û yên ku min xwendina wan taloq kiribûn jî yeko yeko ketine ber destên min û dixwînim. Filîmên sinema jî ji berê bêhtir temaşe dikim. Guhdarkirina muzîka kurdî jî zêde bûye û stranên kevin wek yên Koma Çiya, Koma Amed, Koma Agirê Jiyan, Aram Tigran û w.d jî nostaljiyeke bêhempa bi min re çê dike. Ji xwe hindik maye ku ez û em stranên nû yên wek Mem Ararat, Jahrmar, Mehmet Atlî, Ayfer Duztaş, Babetna  û yên komên din ji ber bikin. 

Gelo hûn dibêjin em bûne paranoyak? An jî bi vî awayî here em ê nebin paranoyak? Yan jî bi  vî awayî here em ê bi nexweşiyek din nekevin? Wek depresyon, wek alerjî, wek nexweşiyên giran. Ev jî di bîra me de ye hilbet. Heke bi demek pir dirêj wisa dom bike divê mirov tedbîrên nexweşiyên din jî û tedbîrên aborî ji bi zexmî bigire bawer im.  

Dibe ku ev şerekî biyolojîk be û  ji alî mirovan hatibe çêkirin. Ez ji vê yekê bawer dikim. Lê wisa be jî zanim ku çare tune ye ji tunekirina wê re û li serê yên ku çêkirine jî bûye bela, bawer im. Çawa bawer dikim ku belkî bi zanîn û zanistê ev çêbûbe an ji tiştekî din, mînak wek ji gemarîkirina xwezayê çêbûbe jî, dê dîsa bi zanist û zanînê ev vîrus ji holê bê rakirin. Baweriyên wekî din ji bo jiholêrakirina wê, bê fêde ne.

Ji ku û bi çi awayî hatibe, bila be, ev keresatek ciddî ye û divê mirov li bijîşkan guhdar bike û tedbîrên xwe zexm bike. Ne hewce ye ku mirov li bendî kesî bimîne û bi hêviya hinekî din be ku ji bo mirov tiştekî bike, mirov bi xwe kare gellek tedbîran bistîne. Dibe ku dema nexweşî pir û pir berbalav bibe, û bi rojan pir dom bike, kes nikaribe alîkariya mirov jî bike. Mirov xwe û civaka xwe biparêze, bi rastî ev peywîrek welarparêzî ye jî.

M.Çiya Mazî  05.04.2020 Stenbol