TÊBINIYÊN ROJÊN DI HUNDUR DE
M.Çiya Mazî
Îro roja nozdehan e ku hema hema bi
temamî ji malê derneketime. Mala coronayê ne ava be. Gellek kes aniha wekî min
dibêjin ez zanim û zanim gellek kesan tiştekî wisa di jiyana xwe de nedîtine.
Erê bi rastî, min jî wek herkesê hevçaxê xwe û belkî nifşekî du nifşan berî me
jî, bobelatek wisa nedîtine. Ji xwe nifşên piştî me jî ango zarokên min û neviyên
min jî tiştekî wisa nedîtine. Çawa dinya hemî bi di nava sê mehan de bê girtin
û kes newiribe derkeve derveyî malê. Çi bobelatek nedîtî, çi keresatek ecêb û
mezin bi ser mirovahiyê de hatiye, şaş û metal im. Ji alîkî jî bêçare û bê
sebr aram im.
Ez di nava sala şêstî de me. Zarokên min mezin
bûne, zewicîne û neviyên min hene. Bala xwe bidinê îro roja nozdehan e ango
pêncê Nîsana 2020an e. Ew neviya ku ji çend rojan carekê dikhat ba min û me û
zarokan bi hev re roj û şev derbas dikirin, îro bi erebeyê, piştî deh rojan dîsa hatiye
û li kuçeyê li ber paceyê tenê ji min re destê xwe li ba dike û hew. Lawê min,
ji mala xwe ji me re hinek xwarina ku wan çêkiriye û hinek jî hevîrtirş aniye
ji bo em pê hevîr çêkin û di firneya malê de bikin nan. Pêşî hatiye poşetê
xwarinê li devê derî daniye, li zengilê derî xistiye û deh metreyan bi dûrî
deriyê me sekiniye. Me derî vekir, me dît ji dûranî destê xwe bilind kir û bi
dengê ku di bin rûbergê de derdikeve got ‘hûn çawa nin, baş in?’ Him ji alî ken
û heyîrîmayina serdaneke wisa, him jî ji bobelat û metirsiya ku em tê de ne
wêneyekî dîrokî bû ev rewş. Piştî pênc deqîqeyan got min zarok jî anîne û di
erebeyê de ne, li kolanê. Emê di ber paceyê re derbas bin hûn karin wan bibînin
û destên xwe li wan kil bikin. Me jî wisa kir.
Niha rojek bûya du roj bûya, sê roj û
mehek bûya û piştî wê ev bobelat xelas bibûya, dîsa mirov dê bigota tiştek nabe,
roja ku xelas bû em ê hevdû bibînin. Lê ne wisa ye. Kes nizane dê çawa bibe, çi
demê dê biqede? Kî yê bi vê şewbê keve kî yê pê nekeve.
Ev şewba coronayê ku ji Çînê li
dinyayê belav bûye ev sê meh in, hemû çûn û hatinên dinyayê, siyaset û çalakiyên
hemû tiştî sekinandiye. Tenê qala wê ye. Vîrus û hey vîrus! Heta li Çînê bû her
kesî henekê xwe pê dikir û mîzah li her derê li dar bû. Tenê di tv yan de, me
temaşe dikir û carinan jî hinek kesan henekê xwe jî bi wan dikirin û digotin
“goştê mar û mişkan dixwin lewa li wan wisa hatiye”. Piştî ku peşka vîrusê çû
welatên din êdî hêdî hêdî wek ku tirsek
bi ser mirovan di dihat. Û ji bo me mirovên li nav sînorê Tirkiyeyê ku vîrus
derbasî Îranê bû, êdî bi giranî tirsê beden dorpêç kiribû. Lê hê jî wekî ku ji
ber pergala wan a tenduristiyê ne baş e û rûmeta mirovan nizanin lewma li wan belav
bûye, dihat gotin.
Pê re jî li der û dorê wek ku saziya
me a tenduristiyê tiştinan vedişêre, dihat gotin û bi pistepist belav dibû.
Teqez li nava Tirkiyeyê heye, digotin û teqez hinek mirine. Ne dûrî aqilan bû
jî. Ji ber ku di sînorê Îranê û Iraqê re bi sedan û hezaran mirov diçûn û
dihatin.
Belkî ji ber vê pistepistê be, belkî
jî rast be ku roja wezîrê tenduristiye yek kesê bi coronayê ketibû, eşkere kir.
Aha wê demê êdî herkesî bi pirs û bersivên coronayê guhê hevdû qul dikirin êdî.
Hêdî hêdî rojev diguherî û herkesî guman ji gellek kesên ku bi şewbê ketine, dikirin. Roja din gotin çar kes pê ketine. Rojek din deh kes, rojek din çil û
sed. Pê re jî rojev ji bilî guherandinê her tiştê di jiyana mirovan de wek
tofanek qewimî be qulipî û serobino bû. Di tv’yan de qal ew bû hata ku hat
ragihandin, kesek ji şewbê miriye. Piştî
wê êdî mirov bi tirs derdiketin derve, wezîrê tenduristiyê pêşniyarên qedexeya
derve û kolanan dikir. Her ku diçû mirin jî pir dibû roja duduyan yeke din, roja din zêdetir bû; bû çar û pênc û deh, ya çaran bû ..., ya pêncan bû…. Û îro bûye 574 êdî pir balê jî
nakişîne hejmara miriyan. Belkî sibe bibe heftsed û pêncî, belkî rojek din bibe hezar mirîyî. Mirov êdî pir tirsiyan e û kes bi hêsanî newêre
derkeve derve, lê ku hînbûna hejmara miriyan çêbibe, mezinbûna keresatê jî dê pir bibe.
Niha taxek bûya mirov dê bigota ez dê herim taxek din, navçeyek an bajarek bûya, mirov dê biçûya bajarekî din, welatek bûya, mirov dê biçûya welatekî an dewleteke din. Li ser heyvê jî cîh hebûya û derfet hebûna belkî mirov biçûnayê. Lê her bajar, her dewletên dinyayê di bin metirsiya coronayê de ne, mirov nikare ji cîh bileqe, ew jî xisar e, nabe. Kes nikare bibêje ez dê herim filan dewletê. Her kes dibêje hema ez karibim li malê bimînim bes e. Ku yên dewlemend an xwedî meqam pê neketana mirov dê bigota ev neheqî ye. An jî hinekan dê biçûna li talanê dewlemendan bixistana û xwe bi pereyan xelas bikirana. Hilbet rast e jî ku rewşa yekî ji alî aborî baş be, dikare neçe kar û xwe bi mehan biparêze, lê nayê wê wateyê ku kesên dewlemend bi vê şewbê nakevin, ew jî pê dikevin. Gellekên bixwazin li mal bin jî nikarin dernekevin derve. Wek karmendan, karkeran û hinek esnafan. Ji xwe kafe, kahwe, AVM û hemû cihê kêfê hatine girtin. Mirovan konser, civîn, konferans, panel ji bîra kirine. Dawet, dîlan, taziya û serdan bûne wekî êgir, kes newêre qal jî bikin. Çar kesên li mala me ne, hemiyan destûra ji kar stendine an jî li malê di kompîturê-internetê de karê xwe dimeşînin.
Ez serê sibehê radibim, pêşî diçim
destê xwe bi sabûnê baş dişom. Dû re ew jî wek ku min ji xwe re kiribe
peywîrekê, hemû destikên deriyan, bişkokên cereyanê û destikên dolaban bi
peçeteya dezenfektekirî paqij dikim. Heta ku ez destê xwe bi çemilê çaydan,
çemilê firaxan, vanayên muslixan, berçavk û pênûsa xwe, telefon û compîtur û
klavyeya wê, poşetê neskafe dikim jî, ya dezenfekte dikim ya jî kolonya. Êdî bi
peçeteyê destê xwe diavêjim derî û vedikim. Berê, her daîm ez diçûm bufeyê û
min nan û lazimî ji malê re dikirîn û
dianîn. Lê niha kurê min î bîst û du salî diçe dikire. Ew jî bêyî rûberg û lepikan
naçe bufeyê. Ku tê malê em poşetên alavan, yan dezenfekte dikin ya jî diavêjin.
Em hemî anbalajan diavêjin qutiya gemarê, destê kê jî pê bûbe, dişon. Me her kesî li odeya
xwe an jî li cîhekî şûşeyek avê û qedehek daniye û em her tim ji wê avê û bi wê qedehê avê vedixwin. Gellek
carî, em cihê cihê xwarinê dixwin. An jî du heb tenê bi hev re dixwin, ji bo em
ji hev dûr bin. Ji xwe destdana hevdû qet tune ye. Li hêwana Tv yê jî em her
yekê li ser kanapeyekê rûdinin û du mitroyan dûrî hev in. Û ev 20 roj in
min otobos, minibus û metro ji bîr kirine. Kesek dernakeve der, ku ji bêgavî be
jî rûberg û lepik amade ne. Heta her kesek şûşeyek biçûk a kolonya di bêrîka wî/wê de ye û bi xwe re digerîne.
Ji xwe berê jî betal û teqawîtbûyî
bûm û dema min, pirtir ji xwendinê û tiştên wekî wê re hebû Lê van rojana dema
vala zêdetir bûye. Ji ber ku ji bilî bi şevê saet di yazdehan de li ser peyarêka
ber malê birêveçûna nîvsaetê pê ve, qet dernakevim derve. Gellek pirtûkên ku
min nêvcî hiştibûn û yên ku min xwendina wan taloq kiribûn jî yeko yeko ketine
ber destên min û dixwînim. Filîmên sinema jî ji berê bêhtir temaşe dikim.
Guhdarkirina muzîka kurdî jî zêde bûye û stranên kevin wek yên Koma Çiya, Koma
Amed, Koma Agirê Jiyan, Aram Tigran û w.d jî nostaljiyeke bêhempa bi min re çê
dike. Ji xwe hindik maye ku ez û em stranên nû yên wek Mem Ararat, Jahrmar,
Mehmet Atlî, Ayfer Duztaş, Babetna û yên
komên din ji ber bikin.
Gelo hûn dibêjin em bûne paranoyak?
An jî bi vî awayî here em ê nebin paranoyak? Yan jî bi vî awayî here em ê bi nexweşiyek din nekevin?
Wek depresyon, wek alerjî, wek nexweşiyên giran. Ev jî di bîra me de ye hilbet.
Heke bi demek pir dirêj wisa dom bike divê mirov tedbîrên nexweşiyên din jî û
tedbîrên aborî ji bi zexmî bigire bawer im.
Dibe ku ev şerekî biyolojîk be û ji alî mirovan hatibe çêkirin. Ez ji vê yekê
bawer dikim. Lê wisa be jî zanim ku çare tune ye ji tunekirina wê re û li serê
yên ku çêkirine jî bûye bela, bawer im. Çawa bawer dikim ku belkî bi zanîn û
zanistê ev çêbûbe an ji tiştekî din, mînak wek ji gemarîkirina xwezayê çêbûbe
jî, dê dîsa bi zanist û zanînê ev vîrus ji holê bê rakirin. Baweriyên wekî din ji bo
jiholêrakirina wê, bê fêde ne.
Ji ku û bi çi awayî hatibe, bila be,
ev keresatek ciddî ye û divê mirov li bijîşkan guhdar bike û tedbîrên xwe zexm
bike. Ne hewce ye ku mirov li bendî kesî bimîne û bi hêviya hinekî din be ku ji
bo mirov tiştekî bike, mirov bi xwe kare gellek tedbîran bistîne. Dibe ku dema
nexweşî pir û pir berbalav bibe, û bi rojan pir dom bike, kes nikaribe alîkariya mirov jî bike. Mirov
xwe û civaka xwe biparêze, bi rastî ev peywîrek welarparêzî ye jî.
M.Çiya Mazî 05.04.2020 Stenbol
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder