(Ji Kom Muzîkê)
27.08.2019
15.08.2019
Hebestxwendin...
Helbestxwendinek bi dengê Ferhat D.
Helbest: Ji pirtûka M.Çiya Mazî 'Baranên Çilesrî'.
3.08.2019
Li ser taziyeyan û serdana nexweşan 2008...
EZ
ÇÛM PÎRXETAP*
30.01.2008
Malpera Diyarname
(Ji
bo Jîr Dilovan hêviya şifayê)
Pîrxetab ango Pîr Xettab. Hinek dibêjin ‘pîr’ an ‘kal’ e.
Hinek dibêjin Pîrê êzdiyan e û berê ev
gund êzdî bûn. Ji xwe gundekî din jî bi navê Tawisî jî li vir e. Ew jî ji navê
‘ Teyrê Tawis’ tê.
Ez behsa Pîrxetabê, gundê Pîran a Şemrexê dikim. Ji xwe
navê gund jî bi ‘Pîr’ê dest pê dike, ‘Pîran’. Ango cîhê Pîr-an. Lê ahaliyên vî
gundî aniha Misilman, Sûnnî û Şafiî ne û êw Pîrxettab jî wekî ewliyayê
Misilmanan dihesibînin.
Lê mijara min ne ev e. Ji xwe ev der aniha parestgehek e
(zîyaretgeh) û demsalên bihar, havîn û payîzî bi deh hezaran mirovên li der
dorê, tên vê derê û Pîrxetap wekî hekîm dihesibînin. Li vir, li şifaya nexweşiyên xwe digerin. Wekî her derê ku zîyaretgeh e, zarokên wê derê jî hînî diziyê û
çavlidestiyê dibin. Ji ber ku mirovên diherin ziyaretan, bi xêra xwe xwarin,
goşt an pereyan belev dikin an didin zarokan. Li hin deveran jî gundiyên dorê
rojan li hevdû par dikin û dahatuya rojan li hevdû dabeş dikin û pereyên ku tên
dest parve dikin. Lê bi rastî tu kes li aliyê zanistiyê û turîzmê nanêrin. Tenê
baweriyên nerast belav dibin û bi hezaran mirov narin nexweşxaneyan tenê diherin
turbeyên van kesan.
Ez bêm ser mijara xwe:
Ez û nivîskar Ronî War û bi me re mamosteyekî nas çûn vî
gundî ji bo taziya ango azahiya (şîna miriyan) mirovekî cîran û dostê me her
sêyan. Bi rastî berê çi taziyên nasan çêbibûya ez diçûmê, lê vê dawiyê ji ber
monotonî, ezber, adetên şaş, ez vê dawiyê pirî ji van deran zivêr bûm. Em
hinekî vebêjin: Dema azahiyên herêma me çê dibin, bî taybetî yê li gundan çê
dibin, carinan deh rojan û carinan 15 an 20 rojan dom dikin. Bi hezaran kes
diherin serdana malbatên xwediyê azahiyan. Em bibêjin gund an ezbetên ji hevdû
xeyîdî naxwazin li wê derê hevdû bibînin, xwe didin bende ku yê himber wan
herin, roja din ew jî herin. Bi vî awayî çûyîn dirêj dibin. Xwediyê azahiyê jî
carinan gundan, ezbetan û kesan dijmêrin ku hatinin an nehatinin. Heke hatibin
ji wan re şeref e û ew jî diherin azahiyên wan. Lê nehatibin xwe dixeyîdînin.
Di serî de mirov dibêje qey tiştekî baş e û carinan baş jî dibe, li hin deveran
aştiyê jî bi xwe re tîne. Lê ji ber eşîrtîyê jî pirê caran ev xuya nake û
berawajî vê yekê pêk tê. Mirov tenê ji bo vê yekê, ji bo hatin û nehatina
azahiyê ji hevdû dixeyîdin û nakokiyên mezin dixin nava gundan. Carinan û gelek
caran mirov ezbet û ehlê gundan tenê bi awayekî sembolîk diherin azahiyê. Tu
tiştekî ji vê rewşê û aştiyê fêm nakin an naxwazin fêm bikin, tenê ji bo ku xwe
mezin û bi hêz xuya bikin diherin. Ev yek jî eşîretiyê li herêm û welatê me hê
pir dike û reh û kokê berdide. Her dihere ev eşîretî û ezbetî demokrasiya nava
mirovan, pêşketina hemdemî ya civakê disekinîne.
Dîsa, li azahiyan
her ku dem dirêj dibe xwediyên azahiyê ji halê xwe de dikevin. Ku yek bibetile
an bibêje ‘bes’, wê giş bibêjin “rûmeta mêvanan nizanîbûn” an “ev malik ewqas
xerab in". Hinek jî wê bibêjin “qedrê me negirtin, heye tuneye ew malbat
ji me dilteng e” û peyvên belasebep dûvdirêj dibin. Kes nabêje, ev malik nexweş
ket, nikarin li ser piyan bisekinin. Û di azahiyan de, ji bo xwedê be jî tu kes
wêneyekî yê mirî bi kon an odeya taziyê darde nakin, ku mirov zanibe ka kî
miriye, yekî çawa ye, gelo nas e an ne nas e. Lê belê her yek ji xwediyê azahiyê,
melayekî datînin quncika kon an odeyê. Ew melayana jî bi pirranî çi di ezbera
wan de be wê dibêjin. Bi pirranî behsa dema pêxemberan dikin an ‘mirov çima
nimêj nakin û rojiyê nagirin?’ Tu kes behsa dema îro nake û ji bo mirov li hev
bikin jî tu tiştekî nabêjin. Yên diherin azahiyan heman tiştî ji devê melan
dibihîzin ew tiştên ku bi sedan caran bi hezar caran li deverên din li azahiyên
din bihîstîne. Kes jî dengê xwe nakin û li himber meleyan tiştekî nabêjin. Tenê
guhdarî dikin. Ji ber ku her kes dixwaze peyva mela zû xelas bibe û ji wê derê
birevin.
Rewşa azahiya pîran jî yek ji wê rewşa azahiyan bû. Lê
belê li pîran cihê azahiyê jî teng bû û sermayek pir dijwar hebû. Ji ber wê
yekê wekî hercar zikê min ne bi yê mirî şewitî, bi yên sax şewitî. Wekî li nava
bajerê Mêrdînê azahî tenê sê roj bûna û ji sê rojan pê ve tu kes neçûya azahiyê
û herkesî tedarîka xwe li gor wî awayî li gor sê rojan çêbikira, wê ne baş bûya
gelo?
Tiştekî din jî; rewşa serdana nexweşan jî rewşek wisa ye.
Xwedêgiravî ji bo şifayê diherin, lê hingî wisa qelebalix diherin, bêhna yê
nexweş û kesên malê dernakeve. Heke çend rojên nexweşî mabe ku bimire, qet
mêvan nahêlin ku bi zarokên xwe şa bibe. Herkes dihere serdanê û tiştê di dilê
xwe de der dike, lê yê nexweş xwesteka xwe ya dawiyê, ji fediya mêvanan nikare
bike jî. Qey ev serdan an şifaxwestina nexweşan bi telefonekê an bi nameykê
nabe mîrat? Qey payeke pir bilind e gelo? Mirov illehîm here bi seatan li mala
wî nexweşî bimîne û ew jî li ber mirinê be, ev rewşek baş e gelo? Ev jî mijarek
din e. Ez dibêjim nexweş kê bixwaze divê ew here ba wî, yan na dilê wî nexweşî
qet rehet nabe û her dê bêhna wî teng be heta ku bimire.
Gelo mirî dikare bibêje “kî hat ba min û kî nehat ?”
18.04.2019
Helbest... KEVNARÊ- M.Çiya Mazî
Helbest...
KEVNARÊ
KEVNARÊ
Di
demên kevnar de jiyame teqez
Belkî
li Digladê niştecîh û xwedîmal
Belkî
li Hurrayê cîran û cenan
Yan
li Zagros û yan li Kurrayê siwarê hespa rewan
Belkî
tu bû a bi min re porsor û kihêl
Li
himber Harpagos sekinîbûn em bê dem û xem
Li
alî me Îştara nizanim ji kîjan demê
Kufeyên
Zerdeşt î sosin hemû ji nêrgiz
Fêriz
û qîz dadiketin navmalan bi gurz û bi rim
Nemrûd
ji demek din bi ser me de
Difirkand
bi destên pola agir û arî
Ne
wekî aniha bû Kevnarê
Hezkirin
xwestinek dijwar
Ji
dêleva kevir û kuçikên vê demê û paşgotin
Şûr
û mertal bûn amûrê li himber hezkirinê
Yek
û du jê ez û tu bûn bela serê kaînatê
Di
her demên cem’a, sema û xutbeyan de
Û
hezkirin yek bû
Maçîkirin
yek eşkerekirin qedexe
Hûm
û bûm bûn
Yên
em li himber bûn
Û
hay ji hev hebûn Kevnarê
Hay
ji hev hebûn
M.Çiya Mazî- Sermawêz 2018
18.11.2018
Helbest: M. Çiya Mazî. Xwendin: Firat Ronî. Ji pirtûka Baranên Çilesrî.
NAVBERA ŞER Û EVÎNÊ
Wan çavên te ez xwarim
Tu şaş mayî ji peroşiya min
Di bîst salên ku min taloq kiribû hezkirina xwe
Ba neliviya bêyî te
Bihêle ez wê heyfê hilînim
Ecêb nebîne maçîkirina min
(…)
Îro di bin sewtên kevin de hildide janek
Rêwîtiyê divê dîsa giyanê min
Ezê navberek din bidim bêhnkirina keziyan
Û taloq bikim ramûsanên xwe çend sal û mehan
Bawer bike ji xatirê xilmaşbûna quncikên pixêriyan
Dîsa bêyî te nalive ba û deng bi pelan nakeve tu caran
(Ji pirtûka Baranên Çilesrî, M.Çiya Mazî- 2002-2012)
22.10.2018
JI SÊ MEHÊN HIŞÊ TWÎTTERÊ
(Yên di twîterê de min naşopînin kerem
bikin.)
*Kar û xebat û jiyan û edebiyat: Heke yén li dû me tén, ji me çétir bikin,
nexwe me li gor demé karé xwe baş kiriye. Nevî, zarok, şagirt û xwendekar sola
kal, pîr, hoste û mamosteyén xwe di taqé re neavéjin péşketin jî çé nabe. Bawer
im, yén guhdér bûn û li beriya xwe nérîn, bi péş ketin, pirtir in. Yén qet li
beriya xwe nanérin jî henin lé ne pir.
*Şûr dibire lé xew nabire şevén min. Xweş
dibe dewsa çeperan xweş nabe dewsa defteran.
*Wek héviyeké:Namzetén şaredariyan ji bo
Hdpé, péşî durist bin, ne yén tené ji bo pereyan hene. Dû re yén zanibin bi
zimané kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsînin hebin baştir e (ji bo bajarén
kurdan teqez, wekî din li gor lihevkirinan). Ji ber ku Hdp partiyek ciddî, bi
reh û kok û hémanén wé bi esl in.
*Bi sedan pirtûkê çîrokan yên kurdî henin. Bi
hezaran çîrokên nûjen henin. Bawer nakim wî kesê gotî "di çîrokên kurdî de temaya kedê tune" nêvî ji vanan jî xwendiye
û lêkolîn kiriye. Du çîrokên min bi xwe bi temaya kedê mişt in. Êdî adet e ku bibêjin
"filan tiştî kurdî tune".xwestiye tiştekî din bibêje lê tevlihev
kiriye. (bersiva brêz Dilawer Zeraq).
*Zanim tu dixwazî tenê goşt û hestî bim
Bendeyê li ber kêrê û çongşikestî bim.
*Nadia Murad: sembola ji bo mirov zulma
hatiye kirin ji bîr nekin û carek din neyé kirin tiştinan bikin. #NadiaMurad
Golşhifteh Farahanî, aktrista filmé "Keçén Rojé". Hema hema rojé filmeki temaşe dikim. Belkî min ji deh û zédetir filmén ku ew listikvan e temaşe kiriye, hemû xweş bûn. Hinek ji wan: "Derbarey Elly, Keviré Debré, Heyva Névî (Ghobadi) ". Nexwe wé jî ji me hez kiriye :)
Golşhifteh Farahanî, aktrista filmé "Keçén Rojé". Hema hema rojé filmeki temaşe dikim. Belkî min ji deh û zédetir filmén ku ew listikvan e temaşe kiriye, hemû xweş bûn. Hinek ji wan: "Derbarey Elly, Keviré Debré, Heyva Névî (Ghobadi) ". Nexwe wé jî ji me hez kiriye :)
*HERIN FÛARA PIRTÛKAN ya AMEDÉ ! Li gor her
kesî pirtûk henin: yén hînbûné, yén qerfî û zarokan, çîrok roman, helbest; yén
akademiyé, yén şoreşgeriyé, hemî henin, pir in... Ji bo hînbûné, piştgiriya
weşanxane, nivîskar, ziman û tékoşîné herin û bikrin...
Bi taybetî kirîna pirtûkén kurdï bifikirin...
*Baweriya min bi gellek pirtûkén nû û
nivîskarén nû heye ku héja û xweş bin. Yén nexweş jî dé hebin hilbet.
*Cudatiya péşengeha pirtûkan ya Amedé îro û
yén beré pir baş xuya dibe û dé xuya bibe.Qedirbilindiya şaredar û şaredariyén
me î kurd jî carek din dikeve û dé tékeve hunduré çavén me.Di hemû çalakiyén vé
demé de rewş wisa ye. JI BO PIŞTGIRIYA KURDÎ MIROV HERE û PIRTÛKAN BIKIRE BAŞE
*Yén karibin li yén ji kar hatine avétin
xwedî derkevin pir pir baş e.Wan li ba xwe bixebitînin, ji wan re kar bibînin,
piştgiriyé bidin wan bila kargehan vekin.Lewre hinek ji wan xwedî zarokén hûr
in, di xaniyén kiré de ne, deynén wan henin,birçî nin. BILA EVJÎ DI BÎRA ME DE
BE !
*Teoriyén komplowarî: li dinyayé hertiştî
Amerika dike, li Tirkiye hertiştî serokkomar dike, heta yén tevgerén me bi ré
ve dibin jî ew in. Kar ji me re nema, hadé em razén :) (wek dibêjin li rojava
hemî tiştî Amerika dike). Yén ku vé baweriyé belav dikin, bixwebaweriyé winda
dikin û qederperestiyé di hişé mirovan de bi cih dikin, ji wan re dibéjin
'serdest'.
*Oxir be û hemû rehmetên dinyayê, yên bin erd
û ser asîman li te bin brêz Îbrahim Ayhan...
*Di dema qedexebûna kurdî de kurdînivisandin
çiqas zor bû,zanim û her hevokek nivîskî berberî dinyayé bû di salén 90î de.
Lewma zanim Apé #MusaAnter çiqas qedirgiran bû. #ApéMûsa
*Hinek mirov temené xwe tené bi rexnekirina
şaşiyan dibuhurînin, hinek jî piştî nirxandiné, pé li şaşiyan dikin,
diheciqînin û dibezin serkeftinan.
*Karker mafdar in, ked pîroz e, maf pîroz e,
dad mafé her kesî ye.
*Û yek é bibéje "em kurd wisa nebaş
in", dû re her kes é érişî kurdbûna xwe bike. Bindestî bixwebaweriyé jî bi
hinekan dide jibîrkirin.
Û ku we hinekan bi xafilî got 'kurd hemû
nebaş in,tiştek ji bo xwe nekirine', tika ye devé bîra xwe vekin;hûn é,té de bi
sedhezaran gorr,bi sedhezaran girtî,pîsporén çiya, çeperparéz û tékoşer û
xebatkarén vé réyé bibînin ezbenî...Aha wé demé bejna xwe bitewînin ji kerema
xwe re.
*#twitterakurdî Di roja twittera kurdî de jî dibéjim, pirtûkén kurdî
bistînin û bixwînin!
*Hévî, xebata bésekin dé aştiyé bîne. Bila bé
bihar, kulîk û zarok bé xem û bé tirs mezin bibin! #SosRamin #StopExecutionOfRamin #1Îlon #DayîkênŞemiyêHefteya701an #aştî
*Dema hesp bide lotikan mirov dest pé dike û
xwe bi dereké ve digire ji bo dema bide çargaviyé li erdé nekeve. Ev qeyran ne
henek menek e, xwe bigrin ezbenî. Tedarik û tevdîr.
*Dixwazin yén li wendayan digerin jî wenda
bikin. Lé belé dayik ji gera xwe venagerin, naqedin û ji a xwe danakevin! #DayikênŞemiyê
*Teoriyén qomplowarî ji bo qeyrané li holé
didin çirvîtkan, lé yé çil salé rastiyé zanin ew zanin, yén nizanin baqé nîska
ye. (Tiştek bi xwe çê nabe li kaînatê)
*Keda te ya pîroz bibe ronî ji me û péşiya me
re. Oxir be ji tere (şanoger M Emin Yalçin)
*'Jibîrnekirin', peyveke razber e, esil
alîkariya dinyayé ya kardarî (pratîk) çareseriyé tîne. Disa jî ji bîr nakim, ji
bîr nekin. #YazidiGenocideCommemoration #EzidiGenocide #Şingalê
*Prof. Koçer xuya kir ku mirov bi seré xwe
jî, li mala xwe, li dibistana xwe, li kargeha xwe jî, bi rik û înaté, bi ked
xebaté dikare bi ser keve û ji serkevtinén mezin re bibe alîkar. Dersek mezin e
#KoçerBîrkar
*Hatina sibehé û hilatina rojé teqez e delala
min, bi hemû heybeta xwe Ji bo kor nebin ev çav Rézé ji hemû çiruskan re digrim
Cîhé şewqa heyvé li seré kanîya dilé min e Cîhé kézikén roniyén şevé li ser
keviya çavén min e Cîhé stérkén asoyan li ser bîrika seré min e.
*Carinan bûyer, esl û feslê mirovan jî
derdixin pêş; fikr û zikrê mirovan jî li bêjingê dixin û rastî weke bedenek şût
î tazî derdikevin holê.
*Péşiyan tiştin gotinin li gor xwe û dema
xwe. Feylesofan tiştin gotinin li gor xwe û dema xwe û me... Girîng e ku herkes
tiştinan bibéjin li gor xwe û dema xwe.
*Medyaya civakî jî édî bûye medyaya kurd û
kurdî. Hézek mezin e. Twitter, facebook û instagram ne tiştén biçuk in. (lê
divê 24 saetan nebe asteng ji xebatan re).
*Em bibéjin Kamil Acar li ku ye, ji bona em
zanibin em li ku nin û em hatinin kuderé... #KamilAcarNerede
*Nikarim pir tiştekî bibéjim îro li vir Lé bi
bîr neynim yén ku nehiştin roj li wan biçe ava, bila dilé min bibe kevir. (Ji
bo kes û bûyerên çûne)
*Bi rûmetgirtina zimané kurdî re, mirov ji bo
azadî û bindestiyé tiştekî neke, ziman dîsa dé bi qedrxeyan re rûbirû bimîne. #CeladetElîBedirxan
Zimané kurdî, jiyana kurdî, folklora kurdî û
çanda kurdî jî hémanén girîng in ji dîroka rojhilata navîn re. #WeWantKurdishTwitter
*Carinan mirov ji bo bûyerén pir biçûk bi
hemû enerjiya xwe tofanan rake, ji bo lehiyén mezin tu héz di kana mirov de
namîne.
*Heke mirov her fikir û rexneyé rast bibîne û
lékolin neke, heke yek jî xwe otorîte bihesibîne û rexneyan belav bike û yé wek
wî/wé nefikire tune bihesibîne; ew ne tené şaşiye binpékirin û tunehesibandina
mafé kesén din én ku cuda difikirin in jî.
*Girédana bi sembolan û esas jibîrkirin
gellek caran ne bi sûde ye.
*Berî 50 salî ji sedî 90é kurdan bi kurdî
diaxivîn, belé statuyek çé nedibû. Ku di siyaseté de serkevtin tunebe, 50salén
din jî em é dîsa van peyvana bibéjin "çima kurd bi kurdî nanivîsin?"
Ji xwe van 30 salén dawiyé ev hevok her û her té bilévkirin. Xurtbûna siyaseté
hewceyek e. Ku siyasetek xurt tune be ziman tené pere nake ji bo azadiyé,
kes xwe nexapînin.
*Serkeftina siyasi baş nebe, hunermend-wéjevan jî berhemén
wî jî dé bibin qirş û qal û ber bé herin. Îro tişté acil li ber derî ye, xizmet
ji hijbijartiné re, Demirtaş xalek giring e.
*Peyva "kurdiya
laboratuwaré" jî wek peyva "kurdiya aqademîk" bé wate û
belasebep té bikaranîn, tené hişé mirovan tevlihev dikin û hew.
*Bi nebaşî bahsa
zarokan û tahdeya li wan, bi xwe jî sûcekî mirovan e. Xerabûna civaké ev jî
derbas kiriye. Îro zihn û nîqaşa erk û berpirsyaran û mejîkéman berbat e.
*Bila çalakiya herî
hésan té kirin ya imzeya we ji bo #RaminHosseinPanah here.Îdam, li tu deré, ji tu pirsgirékan re
nabe û nebûye çare, ji tu serkevtin, péşketin û tawanan re jî divé nebe ré û
réç. HOVÎTÎ YE îdam. #RaminaHosseinPanahi
*Ya di dil de û ya
rast ne ewqas e hilbet lé di bin ewqas zext û pékûtiyan de réjeya Hdpé
serkevtinek e. Li xwediyé kedé , xireté û ji rojén bé re pîroz be.
*Ey yé ku hé jî dilé
wan bi tasewas! HDP û Demirtaş réya serkevtinén mezin dé vekin; réya azadiyé,
demokrasiyé û xweşiyé, ji bo poşmanî çé ne be, ji bo réyén mezin vebin Demirtaş
û HDP firset e, ka desté xwe deynin ser aqil û wijdanén xwe.
*Yanî Amed dibéje, em
hesabé bendavé nakin, bila bendav hesabé lehiya me bike, ne wilo? #BüyükAmedMitingi
Ji mirovên nabihîzin re deng e ji yên nabînin
re reng û ronî ye ji yên fêm nakin re fêm e ji yên nikarin biaxivin re ziman e
ji yên ku êşiyane re derman e ji yên ku kedê didin re serkevtin e
16.07.2018
ÇÎROK
Çîroka ku di sala 1999an de xelat girtibû. Ji bo nivîs û ramanên wê demê hinekî bê pêş çavên mirov, min nivîs qet ne guherand û wek orjînaliya wê ez di blogê de jî bicîh dikim.
MISTEK JIYAN DIXWAZIM- M.Çiya Mazî
Di gund de wî tenê çerçîtî dikir û li gundên dora xwe alav, pêlistikên zarokan û çerez digerand. Rewşa wî û malbata wî jî wekî mirovên gund ne pir baş bû. Ebora xwe û zarokên xwe dikarîbû bi vî karî bikira û ev yek jî, ew bi wê erdê ve girê dida û nedihişt ji warê xwe derkeve. Perçeyek erdê wî jî hebû ji bo debara salê. Du lawê wî û keçek wî î ji çûkaniya xwe de çavekî wê ji ber nexweşiyê şaşî, hebû. Malbatek ji malbatên herêmê î dilkeser bû.
Her sibeh barê xwe î bi xişxiş, morîk û xwarinên cûrbicûr li hespê xwe dikir û gund bi gund digeriya. Êdî gundîyên derdorê û zarokên wê herêmê giş hînî dengê wî bûbûn. Her ku nêzîkî li gundan dikir,bi rişma hespa xwe digirt û kuçe bi kuçe li nava gund digeriya. Wekî ji karê xwe pir dilxeş bû, bi dengê xwe î hînbûyî û awaza şêrîn bang dikir:
“Çerçî hat çereçîîîî...!
werin...!
werin nepoxan, werin benişt, werin hijîraaan !
Bikiriiin...!
Werin mewîjên şêrîîîn..!
Li tu derê din nemaye...!
Welleh nemaye billeh nemaye...!”
Bi vî dendî zarok ji nava malan derdiketin û li pey wî dibûn rêz. Jin û mêran jî li ber devê deriyên xwe û di şibakeyan re li wan peyvên wî î balkêş guhdarî dikirin. Her ku diçû banga xwe hê xweş dikir û ji bo balê bikişîne digot:
“Ev e jiyan. Werin jiyanê...!
Mistek maye haaa...!
Ji zarokên xwe re bistînin...!
Dilê wan şad bikin, bila bikemiliiiin...!”
Wê sibehê dîsa bi heman armancê li hespa xwe siwar bû û berê xwe da gundine din.Bi rojhilat re, di ser kolikê bi ser gund ve qulupî bû.Ji ber ku ji şeveqê de rabûbû, li ser hespa xwe xilmaş dibû û carinan bi fişîna hespê re ji xew çeng dibû. Dema li xalîbûna xwezayê dinêrî kêfa wî dihat û hinekî jî ji bo tenêtiya rêwîtiyê dest bi stranan dikir. Bi wê yekê nêzîkî li gundê cîran kiribû. Hê xwe bera besta gundê paş kolik nedabû dît ku tevgerek di nava deviyan de heye û piste pista mirovan tê. Hinekî saw pê re çêbû û mûyê porê wî teviz ketinê. Bêhneke din , çend mirovên bi cilên leşkeran, di nava toz û gemarê de, bi çek, xwe bera ser peyarêkê da û li pêşiya wî sekinîn. Piştî sawa xwe girt êdî qet neditirsiya û xwe ji rewşa xwe î asayî bêpar nehişt û bi bişirandinê nêzî wan bû. Lewre gelek carî mirovên wiha pêşî lê girtibûn. Gelek carî ew vegerandibûn û , gelek carî di van rêyanan de bi rêbiran re li hev kirbû . îjar jî ji xwe re digot: “ ma min çi kiriye. Ne min malê kesî dizî ye, ne min li talanê kesî xistiye û ne min ji mirîşka kesî re gotiye kiş .” Lê dema hat ber refê leşkeran ,ew sekinandin û yekî ji wan î sitû qelew î zikteşt, bi dengekî gûr û ziq li çavên wî nêrî û got::
- Tê bi kude herî kuro?
Mehmed Şerîfê çerçî bi nizmî peyvên xwe î jiber kirbû li dû hev rêz kirin:
Weleh ez çerçî me... ez van tiştana... ji xwer... li van gundana... digerînim.
Serleşker guhê xwe neda wî , destê xwe danî ser alîkî têrê û bi awayekî gumanî got:
Ev çi ne?
Ev mewîj in ,hijîrin ,sabûn e,pêlîstikên zarokan in.
Serleşker hinekî bi hêrs û bixeyd:
Kuro ev xwarine, ne?
Belê qomitan xwarin jî tê heye ji bo zarokan.
Serleşker wekî kîso serê xwe xist qalikê xwe û got:
Ji bo zarokan hi?!
Erê ji bo zarokên biçûk.
Min zanîbû! Min zanîbû tu çi melûn î. Ez zanim tu vana ji kê re dibî.
Her diçû dengê serleşker bilind dibû û wekî Mehmed Şerîf di hundirê xwe xe bi ser de diçû û got:
Zû! Zû dakeve kurê kerê.
Mehmed şerîf bi xeyda wî re xwêdaneke germ girtibû. Kumê wî î rizyayî ji xwêdana eniya wî şil bûbû. Destên xwe li sakoyê xwe î qerpalî gerand ku qumçikên xwe pevxe. Ji alîkî jî ji hespê dadiket û bi peyvên tevlihev digot:
Na weleh qomitan,ma...çi... min çi kiriye?
Serleşker bi çengûrê wî girt û daxist erdê. Çavê wî li simbêlê wî î gûr ket. Hê bêhtir bêhna wî teng bû. Destên xwe danî ser simbêlên wî , pê girt û bada got:
Ev çi simbêlin lan?
Mehmed Şerîfê çerçî wekî bê hişî xwe got:
Ev yê zilamanin, ma çi nin?
Hela tu lê binêre! Kuro ma em ne zilamin?
Na heşa qomitan, min werê negot.
Na weleh em ne zilamin. Ezê niha rê te bidim!
Him tilîkên xwe lê kil dikir û him çavên xwe li derdora barê hespê digerand. Çavê wî li hefsarê hespê ketibû ku sê rengên qedexekirî heye. Dîsa bi hêrseke mezin bi ser wî de vegerîya:
Hey ker lawê keran, ma tu nizanî me ev rengana qedexe kirine? Ev rengana ne li erd ,ne li ezman û ne di bin erdê de divê tune bin.
Mehmed şerîfê çerçî hê bi peroş û bi lez:
Qomitan weleh min nizanîbû, weleh ev ji serî de wiha ye, dema min kirî wiha bû.
Serleşker herdû destên xwe li qirika wî girt û şidand, bi bare bar got:
Divê tu nekirî. Temam!
Mehmed Şerîf jî bi xele xela qiriqa xwe bi zorê got:
Temam..! temam qomitan!
...
Gundê ku wê Mehmed Şerîf biçayê nêzîk bû. Zarok jî li bendê bûn ku nepoxan bikirin. Zanîbûn ku dereng maye.Giş li ser sergo kom bûbûn û banga wî wekî lîstikekê çêkiribûn. Li dora hevdû dizîvirîn û bi hev re bang dikirin. “ werin mewîjan...!, werin hejîran, jiyan e ... mistek maye..! mistek jiyan difroşiiim ! ”
...
Mehmed Şerîfê çerçî jî di bin piyên leşkeran de di nava xwîn û xwêdanê de, ji bo mistek jiyan vedigevizî. Barê wî ji hespê hatibû danîn û ji hevdû bela wela kirî, li erdê bû. Ramana wan ew bû ku wî ceza bikin. Mehmed Şerîf pir li ber wan geriya, lê qet fêde nekir. Serleşkerê bi kîn, bi alîkariya leşkerên din,dest û piyên wî bi piyên hespê ve girê dan. Mehmed Şerîf çiqas kir gazî û hewar jî, ew û hesp wekî hev kirin û li wê derê hiştin , bi qerf û ken paşê xwe danê û çûn.
Êdî ne ew karîbû tevbiliviya ne hesp. Li çola xwedê ne kes û ne kus. Carinan bi girî, carinan bi hewar û carinan bi gazî di ber xwe dida. Hetanî sibehê wî û hespê di ber hev dan lê ji ber ku pir zexm girêdabûn nikarîbû girêkan veke. Hetanî rêwîyên sibehê î gundan lê rast hatin û ew li hespa wî kirin û berê wî dane malê...
Dema hate malê, jina wî û zarokên wî , matmayî , ecêbmayî û bi girî li ser wî kirin hewar . Jina wî him digirîya û him digot:
-Haho li min kezî kurê! Haho li min hêsîrê! haho li min pepûka çiya me !
Mehmed Şerif dixwest pir gerxêl çênebe û rehet bisekinin, lê Çiqas wî digot “êdî hişin, ez baş im, şîn û girî bêfêde ye”. Lê giriyên zarokên wî gundî giş li ser serê xwe kom kiribûn. Ji ber ku gundî li bûyerên wiha ,li kuştin û girtinên wiha pir rasthatibûn qet şaş nedibûn. Lê gişan ji bo alîkariyê hewl didan. Hinekan jî jê re digotin:
“Ev çend carên te ye ku li te wiha dikin, ji xwere li çareyekê bigere.” Hinekên fesad ji digotin “ mirov rehet nesekine wiha ye” lê Mehmed Şerîfê çerçî jî digot “ min ji bo jiyaneke ku ez û zarokên xwe bê minet bijîn pê ve, tu tiştek nekiriye”. Ji xwe jiyana wî ne wekî yê mirovên dewlemend î temahkar bû, bi wî karê xwe tenê dihat ser.
Du sê roj derbas bûn. Mehmed Şerîf hinekî bi Ser xwe ve hatibû. Hê nû bûyer ji serî heta binî bi zarokên xwe dida fêmkirin. Qet nedigot ku ji bo çi jî wiha kiriye. Tenê li ser ku wê çawa ji vê jiyanê bi dûr keve an ji vê rewşê xelas bibe. Bi zarokên xwe û jina xwe re dikete nîqaşan û difikirî. Lê li alîkî jî dîsa dest bi karê xwe kiribû.
Ji ber ku hatibû neskirin, tu tiştek nedikir jî, du sê caran lê wiha dikirin û digirtin. êdî wekî kelemê çavan bû. Çi demê li dor gundê wan bûyerek çêbibûya mala wî dibû garan.
Dîsa rojeke ku dereng hatibû, jina wî pir bi ser de peyivî û wekî peyva xwe î dawiyê got:
Emê ji vir herin, Êdî tu jiyan ji me re nema.
Mehmed şerîf jî ji kezeba kûr de axînek kişand, berê xwe da jina xwe î çav bi hêsir û got:
ji vir pê ve jiyan hê ji me re nexweş e, jiyan ji me re tune ye. Ma emê bi ku de herin? Bi xwedê em ji vir herin, ezê bimirim. Ma ezê vê hewa xweş,vî erdê ku em lê şîn hatine bi ku de berdim. Em nezan û belengaz. Tu cîh û war ji vê derê pê ve tune ye ji me re.
Carinan hinek hêsir diketin çavên wî û dîsa dizîvirî ser jina xwe û bi dengekî nizm, peyva ji ber kiribû û li nava gundan digot ji wê re jî digot:
- Mistek jiyan difroşim... weriin.. werin... Ma qey mistek jiyanê pir dibînin?
Dema wiha got, dîsa keserek kûr ji hundirê jina wî jî hat û wekî ku ji qedera xwe re çêran bikin, kelekel ji hundirê herduyan bilind bû. Bi nêrînên binîkûr, axînên ji kezebê û bi niçe niç, bêyî peyvên ji rêzê fikirandina ji bo jiyana pêşerojê dom dikirin.
Rojên ku derbas dibûn wekî ezebê qebrê bû ji wan re. Her dem wekî li ser êgir bûn. Hê jî leşker dihatine gund. Hê jî her tim mala wan sax dikirin. Her carê bi berger, bi bersivên derew, leşker bi rê dikir an bi wan re diçû û çend rojên din dihat. Her carê jî tiştek ji zarokên xwe re digot û ew qanih dikir.
Lê roja ku wê jiyana wî serobin bibûya, dema ku pir jê ditirsiya, wê roja ku leşkerekî destên xwe ber bi jina wî biribû. Ramanên wî î ne terkirinê ji binî de guherandibûn. Tiştê ku qet nedixwest çêbibe, tiştê ku pir jê diqehirî qewimîbû û tedarikên xwe î barkirinê dikirin êdî. Ji wê rojê û pê ve ji peyvê jî qut bûbû. Êdî hindikî bi zarokên xwe re jî dipeyîvî. Dinya li serî teng bûbû. Girêkek ketibû qirika wî û dernediket. Zarokên wî û jina wî pir li ber digeriyan lê nikarîbûn wî bipeyîvînin û bikenînin.
...
Dema birêketinê hatibû û qemyon li ber derî sekinî bû. Qaf û kodên xwe bar kir , mala xwe li ser kemyonê girê da ,erz û eyalê xwe da hev û li qemyonê siwar bûn.
Mehmed Şerif, dema ku wê bi rê ketana, bêhnekê fikirî , çavên xwe li dora xwe li kîsekî naylonî gerand. Ji ber deriyê hewşê kîsekî kevn rahiştê û bi binya malan de berjêr bû. Zarokên wî û gundiyan gişan bi awayekî matmayî lê dinêrîn. Ji axa sor bi kasî du sê kulman xiste kîs û hate li pêşiya qemyonê siwar bû û kîs jî danî ber lingên xwe. Dema bi giregirê qemyon bi rê ket mirîşk û kuçikên gund gişan wekî deng bi hevdû xin, qîje wîj kete nava wan. Lê wî qet li gund nedinêrî û nedipeyîvî. Serê wî di nava herdû destên wî de dest bi êşa xwe kiribû. Ya pir hêsir dibarand jina wî î diltenik bû dîsa.
Du rojan û şevekê bi rê de çûn. Dema ku bêhna welat winda bû û xerîbî jê ve xuya bû,hê nû hêsirên wî niqut bi nuqut hatin xwarê. Di van her du rojên bi rê de ji çend peyvên bê wate pê ve ji deva derneket. Wekî mirovên here ber sêdarê û peyvên wî î dawiyê jê bixwazin. Bersiva ajovan ku jê re gotibû “mirov têkeve dawetê divê mirov xwe kil bike” Bi du peyvan da:
-Dawetên me jî ne wekî yê alemê ne, ma tim şer ji me re dawet e qey? Di daweta rastîn de emê çi wextê xwe kil bikin?
...
Qemyon li ba xaniyê ku berê kirê kiribûn sekinî. Mirovên wê taxê giş lê kom bûbûn. Her yekî ji alîkî alavek dikişandin. Lê kesî ji wan jî nedigot ,hûn ji bo çi ji gund derketine. Tenê digotin “hûn bi xêr hatine” û alî wan dikirin. Ji xwe giş xwedî heman qederê bûn û di metrepola Îzmîtê re derketibûn.
Kêfa zarokan dihat,ji ber ku hatibûn cîhekî biyan ê tije erebe. Ew westandina du rojan bi wan nexuyabû lê bi şaş û metalî li zarokên dora xwe dinêrîn. Pir dem derbas nebû ew awirên wan î xerîb winda bûn û bi zarokên wekî xwe re dilgerm bûn.
Piştî ku alavên xwe bi cîh kirin, ew kîsê axa xwe xist bêrîka dolabê û kilîta derî xiste bêrîka xwe. Ji du sê rojên mêvaniyê pê ve diviyabû ku Mehmed Şerîfê çerçî karekî ji xwe re bibîne û bibe karker. Bi saya nasan di kargeheke feyansan kar ji xwe re dît. Çiqas pereyên didanê hindik bû jî,di vê gola koçberiyê de ji xwe re dişikirand.
Digot qey her ku dem di navberê keve ewê welat ji bîr bike. Lê ew helwesta gelê wê derê û jiyana wan qet ber bi jiyana gund ve nediçû. Roj û şev lê giran dibû, jiyan jê re wekî ezab bû. Her diçû hê bêhtir di hundirê xwe de dipiçpiçî û hê pir dev dihate girtin. Her tişt jê re biyan. Kar bê xwê,pere bê xwê,nan û av bê xwê bû. Ku mêvanên wî qala welêt dikirin jî pê nexweş dihat. Pê pir sivik dihat. Ji xwe li jiyana wan î her dem li hewa dinêrî û bê pergaliya mirovan ew dîn dikir. Tew ku qala têkoşînê dikirin porê serê xwe radikir. Her tişt wekî qalikê vala bû jê re. Hişê wî diçû newalên çiyayên dora Mêrdîn îne serî û ne dawî, birêveçûna di ber çeman re,bêhna darên mazî û berû,hevdana kuvarikan di bihara şilo de,derbasbûna mîh û bizinan di ser avzêmkan re, kêfa wî hildidan. Dengê wî î “mistek jiyan difroşim” û qîre qîra zarokên li dorê kom dibûn hê jî dihate guhên wî û wekî cardin olan didan geliyan û wî dengî bedena wî her tim diricifand.
Her diçû ji mirovan bi dûr diket û her diçû hinekî din bêdeng dibû.Êdî hinakan digot: “ Mehemed Şerîf aqil berdaye” hinakan digot “nexweş e”. Lê wî jî di hundirê xwe de digot “vana dînin”.
Tiştekî tenê ew bêhnfireh dikir û bi jiyanê ve girê dida mabû. Her ku ji kar bihata malê, pêşî deriyê dolavê bi hisret vedikir û kîsê axê datanî ber xwe. Bi seetan lê dinêrî. Ew ax dibû mejî û dikete serê wî. Dibû xwîn dikete nava rehên wî. Dibû cixare û dikete nava tiliyên wî. Dibû xewna şevên biyan û dihate ser balîfa wî. Te digot qey çavên wî hê pir ronî dibû dema li axê dinêrî.
Bi şabûna axê re zarokên wî dihatin bîra wî,bangî wan dikir û ew maçî dikirin. Êdî zarok jî hîn bûbûn,dema bavê wan kîsê axê datanî ber xwe, wan jî şekir û nepox jê dixwestin. Jina wî jî piştî nêrîna wî î axê şîv datanî ber wî. Diayên xwe jî dema ax li ber bû dikirin.
Qutîkek li ba xerat çêkiribû. Yeke bi qufle. Dilê wî bi dolavê tenê rehet nedibû. Piştî şabûnê dixiste wê qutîkê , dîsa dixist dolavê û ew jî qufle dikir.
Mistek ew axa sor bû ew bi jiyanê ve girê dida. Mistek axa sorxwîn bû jiyana wî. Dîlan û şahiyên taxê qet bala wî nedikişand. Şadî û şahîya wî ew bû. Heke bibûya wê desmalek di destê xwe xista û li dora wê axê dîlan bikira.
Rojekê kîsê axê xiste destên xwe û çû ba dikandarekî. Kîsê xwe danî ser mêzînê. Axa wî çar kîlo û sêsed xiram derketibû. Mirovê dikandar pir şaş mabû û bala wî kişandibû. Lê wî qet guh nedida kesî. Giranbûna axa xwe jî fêm kiribû êdî. Digot “ezê êdî her meh biwezinînim”. Dilê wî hebû ku qirş û bixuşkên nava wê derxe lê destê wî lê negeriya û digot “ax bê kirş û qal nabe”. Tevlî wan qirşan,tevlî wan bixuşkan hê xwezayî û bêhna wê jî hê xweş bû jê re.
Wê şevê dîsa bi heman xem û xeyalan raketibû. Tirsa wê jiyanê, tirsa, tengezariya ji warê xwe dûrketin hatibû xewnê dîsa. Dîsa zarokên dihatin pêşiyê û dîsa banga wî î “ mistek jiyan e .. nemaye.. bikirin”, bi lêvikên wî re bi deng dibû. Bi wê yekê re, di xwêdanê de vedigevizî.
Di kûrbûna xewê de,bi şeheşeha dengê biyan re bi xwe hesiya. Dengê têlsiz û peyvên tirkî hundir malê tije kiribû. Polês ketibûn nava malê û wekî her demên xwe, alav giş saxdikirin û tevlî hev dikirin.Lê van tiştana qet ew nediêşand. Çavên wî tim li dolavê bû. Ricifa girtibû bedena wî radipelikî mejiyê wî û çavên wî her diçû sor dibûn.
Pir nema, polês ber bi dolavê jî çûn.Dema polês ber bi dolavê ve çûn gum gum ji nava wî dihat. Hêrsa wî gur bû ,tarîyê xwe bera ser çavên wî dabû. Destên wî bi kulmik li paş wî girêdayî û dikira hevdû bixwarana.Tew ku kilîta dolavê jê xwestin, çavên wî dikira ji serê wî bazdana. Girêkek wekî keviran kete qirika wî û çîrke çîrka diranên wî herkes bi peroşiya wî hesandibû.
Ji xwe polês jî pir li bende kilîtê nesekinîn û deriyê dolavê şikenandin. Bi dengê şikenandina derî re alavên êgir di ser serî re diqulipîn. Dest û piyên wî wekî hêlekanê diricifîn. Dengê qêrîna zarokan û îske îska jina wî qet nediket guhên wî. Tenê dengê qutîkê ku ji destên polêsan de ketibû, guhên wî perçe kiribû , cegera wî guvaştibû. Yekî ji wan bi dengê tije hêrs:
- Hah ! Ya em lê digeriyan ev e.
Mehmed Şerîf êdî xwe zeft nekir û bi dengekî bê hemdî xwe got:
- Çi ye ya hûn lê digeriyan? Axa min e law ! Jiyana min e law ! Xwîna min e,sebra min e!
- Yekî got:
- Eroîn !
Hişê wî tevlî hev bûbû, bi dengê xwe î herî bilind got:
- Eroîna çi laaaaw ! Ew axa mi neee... ax, aaax!
Polêsan tiştek jê fêm nedikir. Destên wî xistin qeydê û axa wî di dest wan de ,di wê şeva tarî ,derî li wî û axa wî qefilandin.
...
Zarokên wî li dora diya xwe kom bûbûn. Piştî demekê cîran jî li wan kom bûbûn. Ji ber ku girtin di serê gişan re derbas bûbû. Giş ketibûn hewldana dilxweşkirina wan. Lê “yê ne di malekê debin nizanin hewalekê”. Tenê wan bi rewşa xwe û sermiyanê malê zanîbûn.
...
Mehmed Şerîf ,çavên xwe di bin betona çar dîwar de vekir. Başokeyên li hewa disekinîn. Çivîkên li dora wî diçûn û dihatin. Dengê berxik û barana ku li pelê daran dikir. Mija ku li dora keleha Mêrdîn kom dibû. Bêhna axa sor,xume xuma çem,hoke hoka şivanan ku olan li geliyan dikir û bayê bi fîze fîz giş li wê hucraeya teng bi Mehmed Şerîf re bûbûn heval ...
Ji nifşka hişê wî hate serê wî û bi lezgînî li dora xwe nêrî. Inte inta ji ber birînan ku nedikete guhên wî jî, sekinî. Xofeke mezin kete dilê wî ,wekî perçeyek ji kezeba wî qetiya be, wekî tiştek ji bedena wî kêm be. Dixwest rewşa xwe fêm bike. Lê tiştek nedihat bîrê. Dema ku bi carekê axa wî hate bîra wî jî, hêdî hêdî hêsir ji çavan herikîn nava dev û diranên wî. Fêm kir ku axa wî jê qetandine û ew bi termikî xistine nava diwarên ji beton. Wê demê jî dengekî bi xîze xîz ji qirikê derdiket û digot:
axa min ,bidine min... ew axa min e... ew mistek jiyana min e.
Nizanîbû çend seet e ku li wê derê ye , tenê û her diçû bêsebir dibû. Tiştek tunebû ku xwe pê biştaxilîne jî. Lê Bi xirte xirta di bin textê wî de, xwîn lê sar bû. Textê ku di bin wî de bû,çar tiliyan ji erdê bilind bû. Tiştek di bin de diçû û dihat. Tiştekî wekî ku dîlan dikir. Bala wî giş çû ser wî dengî. Guhê xwe danî ser text û guhdarî kir. Carê digot “xirt,xirt...!” û disekinî. Fêmkiribû ku mişk e. Di wê hucreya ku ew tenê tê de ye, wekî ku hevalek jê re çê bibe û êdî wekî pê şa dibû. Heta ku hinekî wekî zebaniyan, jê re xwarina wekî verşiyê tanî an jî mîza wî bihata û wan kesana bi çengûran bigirtana bibirana daşirê, xwe bi mişk diştaxiland.
Dema wî xwe tev dida mişk xwe dixist quncikekê û disekinî. Dema mişk xwe tev dida îjar ew disekinî û lê guhdarî dikir. Êdî carinan bi seetan li benda mişk dima. Dema dereng dihat bêhna wî teng dibû û bi kulmikan li text dixist.
Jiyana ku li ber dengê çeman, li ber dengê civîkan derbas bûbû, êdî li benda liv û dengê mişk bû di hucreya sar û tarî de. Du giyanewer her yek bi awayekî ketibûn binê betonê. Tu kes û tu rewş nedihate ser bala wî, tenê ew mişk û Carinan axa wî jî dihat bîrê û wekî lorîkan digot :“ axa min eee, jiyana min eee. Mistek jiyana min ee, bidin min”. Carinan hawar ji mişk jî dixwest û digot: “mişkooo ji min neqete,êdî bêyî te sebra min nayê li rûyê erdê, îro tenê tu mayî nêzîkî min”.
Çend rojan bi wî awayî jî derbas bû dema wî. Lê demeke dirêj bû ku deng ji mişk nehat. Pir ket fikaran ku mişk çima nehatibû. Rabû û xwe da qoziyê, text bilind kir, çavên xwe li mişk digerand ku çi bibîne. Mistek axa sor û di bin text de kom kirî. Bi carekê text ji dest de ket û hêdî hêdî xwe bera erdê da. Bi ricifandina piyên xwe destên xwe da ber rûyê xwe û sekinî. Fêm kir ku ne mişk e jî ,xilt e. Bi kelogirî li axa ku xilt kom kiribû nihêrî, fikirî û got “ hey bêxwediyo te ji ku anî, ev axa min e... Lêê... Lê çima wisa rengê xwe guheriye? Çima bêhna nexweş jê tê? Te çi kir xiltê melûn? Ka.. Ka kirş û bixuşkên te,ka bêhna te... çi bû ji te jiyana min? Belasebeb negotine “dijminê te mişk be jî hesabê wî bike bavooo!”
Polêsan kîsê axê li quncikekê hiştibûn. Bi rojan li ber qulika xilt mabû û xilt û mişkan ew ji hev bela wela kiribûn. Her kulmek li ber qulika mişk û xiltekî de kom bûbû. Hinek jî para xiltê hucreya wî ketibû. Ew di bin dîwarê betonî de girtî û axa wî jî ji alî giyanewerê herî pîs ve parî parî bûbû. Mejî lê dihat guvaştin. Her ku text bilind dikir û li axa xwe dinerî,wekî horsan bi ser sera de were, zingînî ji serê wî dihat. Qêrîna wî barîna wî ji Çar dîwaran pê ve nediçû tu kesî. Ev yek digot û dibiland “ qey kesekî min tune ye,qey dengê min naçe kesî.” Lê carînan jî digot: “diya min ji me re digot , guhên erdê jî hene ,de ka ma çima deng naçe kesî.” Êdî mişk jî li ber çavan reş bûbû û digot: “ min got qey mişk e û ez pê şa dibûm,min digot qey di nava van dîwaran de hevalek ji min re çê bû ye. Lê yarebî ew jî te ji min re zêde dît? Qey herkes ,her giyanewer ji bo xwe tenê dijî,kê kir kê, kê bir kê? Qey wiha ye!”
Tu hêza jiyanê pê re nemabû. Roj û şev bê hejmar derbas dibûn. Carinan bêdengî bi hingizên polêsan xera dibû . Yek hildihat yek dadiket. Serê wî tije otik bûbûn.her otikekê janek didan bedena wî. Porê wî evolî ,rîha wî wekî ya dîna bûbû. Çavên wî,devê wî,destên wî bi birîn bûn. Dîsa peyv ji bîr kiribû, tu tiştek ji polêsan jî re nedigot. Çavên wî tim li xew bû. Giran bûbû xemsar bûbû,poşman bûbû ji jiyanê. Rehek ku wî bi jiyanê ve girê bide jî nema bû,bê hêvî wekî termekî li ser text bû.
Çend rojan polêsan ew ji bîr kiribûn û bi şev û roj razayî bû. Xewnên tevlihev didîtin. Kurê wî hat xewna wî û jê re digot: “ bavo min û diya xwe bêriya te kiriye”.
Bi vê gotinê re çengî ser xwe bû. Bi çeng bûnê re serê wî li dîwarê himber wî ket. Çirûsk ji ber çavan çû. Wekî ji xeweke hezar salan rabe ,xwe sivik dît û hişê wî li serî bû. Matmayî li dîwarê hucreyê dinêrî. Çavên wî li roniya ku di dîwêr de xuya dibû, ket. Ziq li roniyê nêrî. Çû, çavên xwe da ber qulikê. Li derve xaniyên xerabûyî, zîndana xerabûyî ,mirovên bi peroş û çar dîwarên hucreya wî tenê li ser piyan. Û awazên tevlihev ji derve dihat. Lê ew awaz bi awayekî din dikete guhên wî û wekî berê wî têkeve gund. Bişirandinekê girt ser rûyê wî, germiyeke bi peroş laşê wî ji kûr de ricifand , zimanê wî livîya û ew jî bi kelogirî tevlî wê awazê bû:
“Kulîlkên welat sor bûn
Bilbil bi gulan şa bûn”.
.....
1999
*Ev çîrok di sala 1999 an de di pêşbaziya çîrokan ya NÇM ê de bûye yekemîn. Herwiha ev çîrok di pirtûka "Mistek Jiyan-M.Çiya Mazî" de heye.
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)