EZ
ÇÛM PÎRXETAP*
30.01.2008
Malpera Diyarname
(Ji
bo Jîr Dilovan hêviya şifayê)
Pîrxetab ango Pîr Xettab. Hinek dibêjin ‘pîr’ an ‘kal’ e.
Hinek dibêjin Pîrê êzdiyan e û berê ev
gund êzdî bûn. Ji xwe gundekî din jî bi navê Tawisî jî li vir e. Ew jî ji navê
‘ Teyrê Tawis’ tê.
Ez behsa Pîrxetabê, gundê Pîran a Şemrexê dikim. Ji xwe
navê gund jî bi ‘Pîr’ê dest pê dike, ‘Pîran’. Ango cîhê Pîr-an. Lê ahaliyên vî
gundî aniha Misilman, Sûnnî û Şafiî ne û êw Pîrxettab jî wekî ewliyayê
Misilmanan dihesibînin.
Lê mijara min ne ev e. Ji xwe ev der aniha parestgehek e
(zîyaretgeh) û demsalên bihar, havîn û payîzî bi deh hezaran mirovên li der
dorê, tên vê derê û Pîrxetap wekî hekîm dihesibînin. Li vir, li şifaya nexweşiyên xwe digerin. Wekî her derê ku zîyaretgeh e, zarokên wê derê jî hînî diziyê û
çavlidestiyê dibin. Ji ber ku mirovên diherin ziyaretan, bi xêra xwe xwarin,
goşt an pereyan belev dikin an didin zarokan. Li hin deveran jî gundiyên dorê
rojan li hevdû par dikin û dahatuya rojan li hevdû dabeş dikin û pereyên ku tên
dest parve dikin. Lê bi rastî tu kes li aliyê zanistiyê û turîzmê nanêrin. Tenê
baweriyên nerast belav dibin û bi hezaran mirov narin nexweşxaneyan tenê diherin
turbeyên van kesan.
Ez bêm ser mijara xwe:
Ez û nivîskar Ronî War û bi me re mamosteyekî nas çûn vî
gundî ji bo taziya ango azahiya (şîna miriyan) mirovekî cîran û dostê me her
sêyan. Bi rastî berê çi taziyên nasan çêbibûya ez diçûmê, lê vê dawiyê ji ber
monotonî, ezber, adetên şaş, ez vê dawiyê pirî ji van deran zivêr bûm. Em
hinekî vebêjin: Dema azahiyên herêma me çê dibin, bî taybetî yê li gundan çê
dibin, carinan deh rojan û carinan 15 an 20 rojan dom dikin. Bi hezaran kes
diherin serdana malbatên xwediyê azahiyan. Em bibêjin gund an ezbetên ji hevdû
xeyîdî naxwazin li wê derê hevdû bibînin, xwe didin bende ku yê himber wan
herin, roja din ew jî herin. Bi vî awayî çûyîn dirêj dibin. Xwediyê azahiyê jî
carinan gundan, ezbetan û kesan dijmêrin ku hatinin an nehatinin. Heke hatibin
ji wan re şeref e û ew jî diherin azahiyên wan. Lê nehatibin xwe dixeyîdînin.
Di serî de mirov dibêje qey tiştekî baş e û carinan baş jî dibe, li hin deveran
aştiyê jî bi xwe re tîne. Lê ji ber eşîrtîyê jî pirê caran ev xuya nake û
berawajî vê yekê pêk tê. Mirov tenê ji bo vê yekê, ji bo hatin û nehatina
azahiyê ji hevdû dixeyîdin û nakokiyên mezin dixin nava gundan. Carinan û gelek
caran mirov ezbet û ehlê gundan tenê bi awayekî sembolîk diherin azahiyê. Tu
tiştekî ji vê rewşê û aştiyê fêm nakin an naxwazin fêm bikin, tenê ji bo ku xwe
mezin û bi hêz xuya bikin diherin. Ev yek jî eşîretiyê li herêm û welatê me hê
pir dike û reh û kokê berdide. Her dihere ev eşîretî û ezbetî demokrasiya nava
mirovan, pêşketina hemdemî ya civakê disekinîne.
Dîsa, li azahiyan
her ku dem dirêj dibe xwediyên azahiyê ji halê xwe de dikevin. Ku yek bibetile
an bibêje ‘bes’, wê giş bibêjin “rûmeta mêvanan nizanîbûn” an “ev malik ewqas
xerab in". Hinek jî wê bibêjin “qedrê me negirtin, heye tuneye ew malbat
ji me dilteng e” û peyvên belasebep dûvdirêj dibin. Kes nabêje, ev malik nexweş
ket, nikarin li ser piyan bisekinin. Û di azahiyan de, ji bo xwedê be jî tu kes
wêneyekî yê mirî bi kon an odeya taziyê darde nakin, ku mirov zanibe ka kî
miriye, yekî çawa ye, gelo nas e an ne nas e. Lê belê her yek ji xwediyê azahiyê,
melayekî datînin quncika kon an odeyê. Ew melayana jî bi pirranî çi di ezbera
wan de be wê dibêjin. Bi pirranî behsa dema pêxemberan dikin an ‘mirov çima
nimêj nakin û rojiyê nagirin?’ Tu kes behsa dema îro nake û ji bo mirov li hev
bikin jî tu tiştekî nabêjin. Yên diherin azahiyan heman tiştî ji devê melan
dibihîzin ew tiştên ku bi sedan caran bi hezar caran li deverên din li azahiyên
din bihîstîne. Kes jî dengê xwe nakin û li himber meleyan tiştekî nabêjin. Tenê
guhdarî dikin. Ji ber ku her kes dixwaze peyva mela zû xelas bibe û ji wê derê
birevin.
Rewşa azahiya pîran jî yek ji wê rewşa azahiyan bû. Lê
belê li pîran cihê azahiyê jî teng bû û sermayek pir dijwar hebû. Ji ber wê
yekê wekî hercar zikê min ne bi yê mirî şewitî, bi yên sax şewitî. Wekî li nava
bajerê Mêrdînê azahî tenê sê roj bûna û ji sê rojan pê ve tu kes neçûya azahiyê
û herkesî tedarîka xwe li gor wî awayî li gor sê rojan çêbikira, wê ne baş bûya
gelo?
Tiştekî din jî; rewşa serdana nexweşan jî rewşek wisa ye.
Xwedêgiravî ji bo şifayê diherin, lê hingî wisa qelebalix diherin, bêhna yê
nexweş û kesên malê dernakeve. Heke çend rojên nexweşî mabe ku bimire, qet
mêvan nahêlin ku bi zarokên xwe şa bibe. Herkes dihere serdanê û tiştê di dilê
xwe de der dike, lê yê nexweş xwesteka xwe ya dawiyê, ji fediya mêvanan nikare
bike jî. Qey ev serdan an şifaxwestina nexweşan bi telefonekê an bi nameykê
nabe mîrat? Qey payeke pir bilind e gelo? Mirov illehîm here bi seatan li mala
wî nexweşî bimîne û ew jî li ber mirinê be, ev rewşek baş e gelo? Ev jî mijarek
din e. Ez dibêjim nexweş kê bixwaze divê ew here ba wî, yan na dilê wî nexweşî
qet rehet nabe û her dê bêhna wî teng be heta ku bimire.
Gelo mirî dikare bibêje “kî hat ba min û kî nehat ?”
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder