17.08.2017

Ji heyvek tiwîtteré:

*Beré gotiye, xelasî û azadiya her netewé di demokratikbûyiné de ye
*Salé teqrîben 40 romanén kurdî, ji sedî zédetir pirtûkên kurdî én din derdikevin, lé asta zanebûna zimanê kurdî a hinek kurdén nexasim-mixabin hayjihertiştî heye, çirokén 'Eyşo-Fato'ye. Dibéjin qey asta kurdî tené pékenok in hé jî.*Yılda ortalama 40 adet kürtçe roman , yüzden fazla da diğer kürtçe kitap çıkıyor; dili savunduğunu iddia eden bazılarının kürtçeden anladığı 'Eyşo,Fato' fıkraları düzeyidir. Kürtçenin şû ankî düzeyî sadece köy fikralarıdır sanıyorlar.*Tu çi dixwazî bixwazî; bingeh tune be bémiraz î, bingeh hebe serfiraz î. Tu li bakur bî an başûr an rojava; li asîman an li erd, te ked û kar dabiyé dé were.*Nivîskar Şivan Zeren bi agiré ku li mala wî derketiye, metirsiyek mezin derbas kiriye. Derbasî be jé re.*Her kesé ku mexdûr bibin û bibéjin "kurd wisa ne, kurd divé wisa bikin" û hemû kurdan bikin yek jî nabe. Kurdek xetayé bike, wey li halé yé din...*Piştî bi diziya çanda kurdî hesandiné, xwendina kurdî ferz dibe ne wilo? Piştî wé, kî dimre ji bo çi, ew zane.*Bersiva buxtanan elzem e, ji bo kes derewén xwe nefroşin. Û bila xumam neçe ser kedkaré kurd î rojava
*Bila welatekî azad û demokratîk bibe para her kurdî.Réveberiyek demokratîk herî pir mafé kurdan e.
*Li ser kendél e ew û dibéje qey ga ketiye erdé, kéra xwe tûj dike; hay jé tune gé qloç di bin kendél rakiriye.
*Dev jé berdin bila bimeşin, heta seré wan diéşe. Belkî av tékeve dewla me jî. Tiştin hene divé ew bikin, şîmaqin hene divé ew li hevdû xin.
*Belkî jî divé mirov wan li meşan sor bike. Nakokiya di dawiya meşé de derkeve holé ji kurdan re lazım e, wekî din ne tiştek. Bila bimeşin belkî tiştekî kém temam bikin.
*Pirs li ba hinekan qelihiye, tené şîrove ji hertiştî re. :)
*Nexwe ne'Ahmedî Hanî'bû,Ehmedé Xanî bû.We ev fém kir loma we xera kir sûreté béhna wî.Lé bawer bikin xameya wî maliké li neqencan xera dike.
*Ji bo Efrîné ders na, piştgirî divé. Yén li ser wé xaké her tiştî bi xwîn û xwédana xwe dipîvin û diwezinin. Ew zanin réya mahşer û dîlané. Û zeytûnén sedsale biparéze erd û ezman û jiyna wé. *Belkî gefén li Efrîné, ji bo meşé winda bike û belkî berevajî be.
Yén pir dipeyîvîn peyva xwe zéde kirine, yén şer dikirin şeré xwe gûr kirine, yén pir xebat dikrin girtîne. (Rewşa welaté min).
*Haya égir jé tune ye yekbûna hesin û kevir ji pola jî zexmtir e.
*Ne ji békérî ye, ji asébûna neqeban serkeftin dereng dikeve gellek caran di jiyané de.Dema buhur teng bin navé ceribandinén derbasbûné dibin şaşî.
*Herkes diçin qahwe û kafeyén mirovén îxrackirî. Çiqas xweş e ne wilo? (Herin wir)Mijar rojén giran in. Ne qebeqeb alîkarî.
*Belkî jî divé heyfa me li wan neyé ji bo şîmaqén me li leşkeriyé xwarî û w.d. Ma ne ew bûn, ew in hé jî.
*Serkeftin tune be, 'derdor rexnekirin' dibe benîşté moda.Kî ye bi tevr û bér, ew e bi xér û bér. Kî ye famkor ew e nankor, kî ye famdar ew e nandar.
*Li ba me jî hinek henin gunehén xwe bi olé, tawanén xwe bi alé dinuxumînin bréz. Lé belé dawî 'kuçeçekmez' e.
*Berî ku mirov nexwendina pirtukén kurdî bike sûc û eyb, divé mirov lébikole ka çiqas felaketén mezin hatine û té seré kurdan.
*Mirov rewşa niha wek 'normalî' bibîne û normaliyé bixwaze ev ne normal e.
*Ma qey li dinyayé hindik kesan wisa kiriye;ji bo piştgiriyé hinek mirov karin,10,20,30,40,50,100 pirtûkén kurdî bikirin û bidin yén dixwînin. Ne eyb û ne guneh e.
*Ne kesî teqlit bikin û ne ji kesî bixwazin ku bila wek hinekî din bin.
*Kurdén ku ji referandûma Başûr re piştgiriyé, lé ji hilbijartina Rojava re astengiyé dixwazin, DEW TEV MEJIYÉ WAN BÛYE. (Dewê Ezîne).

M.Çiya Mazî

20.07.2017

Xwendina helbestekê. 'Her tim di palûteyan de mirime'. Helbest û xwendin M.Çiya Mazî.

Li ser dûrikên Mêrdînê û folklorê hevpeyvîna TV-Video: Helîm Yûsiv -M.Çiya Mazî.

9.07.2017

Li mitînga CHPê ya piştî meşa Kiliçdaroglu.

Li mitînga CHPê ya piştî meşa Kiliçdaroglu

Ji bo çavdêriyê îro çûm mitînga CHPê. Ji xwe navbera mala min û qada mitîngê 2 km bû. ji zûde ye Şaredariya Maltepeya Stenbolê amadekarî dikir. Bi rastî min meraq dikir ka piştî 25 rojên meşa Kiliçdaroglu pêşwazî dê çawa be. Saet di 3 yê piştî nîvro de ez derketim derve. Ji ber ku mala me hinekî li serê kolikekî ye birêveçûna ber bi jêr ve hê pir hêsan bû. Bi derketinê re qefleyek ji jorê taxê bi durişmeyan berjêr dibû. Hetin û di min re derbas bûn. Nêzî navenda navçeya Maltepeyê qefleyên ji deverên din dihatin jî xuya dibûn di kuçeyan de. Herwiha otobozên ji Ankara û Îzmîrê û deverên din li qadên vala bicîh dibûn. Kilometreyek nêzî qadê, hemû kuçe êdî xetimîbûn û hê saet 4 bû. Ji vê rewşê jî xuya bû ku mitîng dê mezin bibe. Dema ez çûm rêya ber peravê bahrê, bi dehhezaran mirov sekinî û li vî alî wî alî hinek digerin û hinek ber bi qadê ve diherikîn. Bi hezaran mirov jî li ser rê li bendî Kiliçdaroglu bûn.
Bi rastî min li Stenbolê heta niha mitîngek wisa mezin nedîtibû. Belkî yê salek du salên Newroza Stenbolê wisa bû, wekî din çê nebûye bi baweriya min. Xuya bû CHPê gellek hewl daye ku mitîng baş be. Gellek girseyên çepgir yên ne bi CHPê re bûn jî hatibûn û li gorî propagandaya di nava bajêr de jî û li gor afişên dîwaran. Wek tevgera Hazîranê, Emep, Halkevi, HDP, Dîsk, Odeya Tabîban û yên din. Wek ku Kiliçdaroglu li dilê gellekan ji wan xistibû û ew jî bi peroşî hatibûn. Xuya bû ku gellek girseyan dixwestin muhalefeta li himber AKPê mezin bibe û hatibûn an jî piştgirî didanê.  
Remzên tu partiyan nexuyabûn. Li derveyî qadê remzên Odeya Tabîban, ya Diskê, Kaldiraç, Akader û Parêzgeran xuya bû. Di tevlêbûna qefleyan de, herî pir ji bo parezêran çapik hat lêxistin. Yên CHPyî hemî bi şebqeyên DADî (Edalet)ê hatibûn. Bawerim yên din bi piranî ne CHPyî bûn, yên pir durişme diavêtin û li çepikan didan jî ew bûn. Peroşiyek mezin di nava wan de hebû bi qasî min dît. Pir kesan digot “helal be ji te re Kiliçdaroğlu”.
Ji xwe tenê çend durişme dihatin berzkirin. “Heq Huquq Edalet. Xelasî tune ye bi tena serê xwe, ya bi hev re ya ne yek ji me. Ev hê destpêk e, dê bidome têkoşîn. Jin jiyan Azadî.”
Lê belê gellek cure pankart û dovîz hebûn: Aştî, dadî, biratî. Dadî dê bi destê gelan bê. Bila OHAL (rewşa awarte) rabe. Kar, nan, azadî. Ji Caratepe re azadî. Ji bo zarokan azadî. Bila siyasetmedar û rojnamegerên girtî bên berdan. Laîktî, dadî, demokrasî. Ji qedexekirinên grevan re na. Ji bo Ugur, Ceylan, Berkîn, û hemû zarokên hatine qetilkirin re dadî. Em dê Nuriye û Semîh bidin jiyandin. Ji bo 10ê cotmehê, Amedê, Cizîrê, Reyhanli, Sêwazê, Dêrsimê, Surucê, Roboskiyê dadî (Edalet).  
Rengê kurdî, durişmên ji bilî (jin jiyan azadî ew jî du caran hat bihîstin) kurdî û pankartên bi kurdî qet tunebûn. Heke hebin jî min nedîtin.
Ewlekariya mitîngê ji alî dehhezaran polîsan dihat kirin. Gellek alîkariya şaredariyên CHPê çêbûbû, ji zabitayan bigirin heta karkerên paqijiyê. Astengiyên dewletê qet nexuyabû. Ku ez bi mitîngên kurdan an jî yên HDPê re bînim ber hev, wek ku rêyên tevlêbûnê hemû hatibûn vekirin û hemû astengî ji holê rabûbûn. 
Belkî ji demokrasiya Tirkiyeyê re bibe gavek biçûk ku bi rastî ji herkesî re ‘edalet’ -bi taybetî ji bo kurdan- û gelên din bê xwestin, ji ber ku gellek kes ne ji bo CHPê hatibûn û rêvebirên mitîng û partiyê bawer im ji serî de zanibûn. Lê ji CHPê re gavek mezin e li gor peroşiya girseyê û dîroka vê partiyê. CHP dê moralekî bide endam û piştgirên xwe bi vê meşê re bi baweriya min.

(09.07.2017 M.Çiya Mazî. Maltepe-Stenbol).

6.06.2017

BILA PEYV BELASEBEB NEÇIN
(Ji Twitên Salekê)

-Dest bi tiştekî dike dest bi minetan jî dike. Hê te kevirek daniye ser dîwêr lê avakarê wî dîwarî hene ji bîr neke. Kevirê xwe ji diwêr mezintir dibîne egoîst.
-Bi gavê, bi saetê, bi rojê peyvên hinekî din dubarekirin çi ye? Xwendin, lêkolîn, peyvên ezber dirizîne. Bingeha şaşiyê û rastiyê çi ye, lê biger.
-Ehmed Huseynî û Helîm Yûsiv du rûmetên mezin in... Nivîskar in, wêjevan in.
-Li kîjan welatê ku di bin zordestiyê de ye, wêjevanekî, tenê wêjevaniya yar û evînê kiriye ku ji yên kurd wisa tê xwestin?
-Mafê nivîskarekî hebe ji girseyekê hez neke, yê girseyê jî heye ku qet jê hez neke. Mijar ne 'edebiyatek' e, mijar helwesta nivîskarekî ya ji bo girseyekê ye. Ma kurd, xwendekar, nivîskar; dar in, kevir in, êzing in ku bertekê û itirazê nekin? Îtiraza haqaretê.
-Belê, ez jî dibêjim jê neminîn (Bûn An Nebûn). Min hinek ji wan temaşe kirine. Mirov fêm dike ku Şanoya kurdî, huner û zimanê kurdî gihaştiye kîjan astê... (Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolbû)
-Dibêjin bila kevir tunebin, ji bo em rehet bimeşin...
-Brêz Newşîrwan afrînerê rêyek cûda ku ezber xera kiribû di siyaseta başûr de. Oxir be jê re. Û ramana wî dom bibe.
-Dawiya 'yek bin, yek bin' qet nayê. Na, nebin yek, bi dijmin re jî nebin yek û dijminahiya hev nekin bes.
-Kerê fesadan jî li wan dide zîtikan êdî. Û heta niha digotin, çima alîkariya DYA nastînin, dinya bi niyeta we jî hesiya.
-Tu yî dermanê xak û sema. Lewre tu yî cewhera jiyanî hewa.
-Ey bayê kur ! Aha wisa melheman bîne û şayik şayik li birînan bike.
Derew e "kurd û ciwanan Şêx Seid û Sey Riza ji bîr kirine". Qet ji bîra xwe dernexistine. Armanca hinekan tiştekî din e.
-Lê çi? We digot qey di şerê cîhanê de gul tê çandin û kulîlk bêhn didin? We nizanîbû diqurmiçin beybûn û tarî dibe dinya? (Ji bo di şerê li nav Sûrî ku zarok hatibûn kuştin)
-Qurt bi qurt vexwir im li seyrangeha eşqê, nizanim roj e an şev stêrik li ser golê xuya ne.
-Îro CHP jî hatibû qada Yekê Gulanê, gelo hinek nebêjin "boyqot 1 Gulan" :)
Yekê Gulanê li kedkarên ku ji binxetê heta serxetê ji bo jiyanek nû ji jiyana xwe fedekariyê dikin û kedkarên dinyayê pîroz be.
-Kar û emel tenê pere be, ji azadiyê jî, ji demokrasiyê jî, ji xoşavê jî fêm nake hilbet(!). Ma çi bi kelbeşê hatiye dibêje hêşer. Û romantîzm tenê nêrika pîvazê ye jê re.
-Dîwarekî stûr di navbera Bakur û Başûr de tê lêkirin û dibe çîrok biratî-yekîtiya kurdan. Hesab Û lîstikên qirêj felaketan tîne. Bira bira ye bazar li dera ha li berçava ye.
-Ku "rê bi sitrî be armanc rast be" yên herî pir li keleman rast hatine pirtir xwediyê armanca rast in. Yên keleman nabînin li ber çi nin? Rêya kê bi sitrî ye?
-Herkes karin sûcê bêkêriya xwe, tiraliya xwe biavêjin ser HDPê û kurdên berxwedêr, hadê, serbest e. Hûn serbest in...
-Kurdên berxwedêr dîsa a xwe gotin, na. Tevî hemû zor û zahmetî, kend û bendan, serkeftin e
-Çarşema Sor dilên birîn rehet bike, çavên şil paqij bike, roniya rojê li Şingalê pir bike.
--Birçiyên azadiyê tiştekî dibêjin, bi birçîhiştina bedenên xwe. Ji tariyê re. Bila mirin neyê... Jiyan herî pir mafê wan e... (Grevên birçîbûnê)
-Rûniştina dem û dezgehên demokrasiyê giring in ne fermanên kesane, ji bo parastina Ferhadan (Ferhad Pirbal).
-Pîroz be... Serkeftin ji brêz Narîn re... Encamên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî diyar bûn...
-"Îktîdara pastoral" hilbet dê hemû mirovan wek sewal-ajal bibîne...
-Bi hev re xebat, dostanî û xwestina azadiya hemû axa kurdan li himber dagirkeran, pêşî li cihê wek Kerkukê dê xuya bibe, wisa xuyaye.
-Daleqandina alê li Kerkukê, ji bo kê metirsî be, ew nerehet in hilbet. Belkî jî erka wan li Kurdistanê bi dawî dibe loma...
-Oxir be ji te re...  Evîna Delal.
-Bi kurdî nivîsandin baş e, lê gellek mirovên ku carinan bi kurdî dinivîsin haya wan jê tune ku (ı) di kurdî de tune, (ü) tune, (ğ) tune, (ö) tune, (q) ne ya ingilîzî ye, (e) jî heye (ê) jî heye, (w) jî heye (v) jî heye. Heke kesek ranehêje pirtûkek kurdî, nîv saeta xwe nede û vana hîn nebe, nexwe bi qasî niv saetê jî rûmetê nade kurdî.
-Nûjiyan û Kemal Kurkut du windahiyên ku agir bi dilan xistin û çûn... Baydemîr: Gelo bi vê înfazê xwestin Newrozê nedin pîrozkirin?
-Hinek kurd hene dema xwe bi lêgerîna peyvên cuda derbas dikin ji bo rê biber kurdan bixin; hay jê tune ne ku ew li çola xwedê mane.
-Dîsa mirov bibêje bûyerên dewletê û Ewropa lîstik in û têkoşîna navbera wan a kûr nebîne, fêde ji kurdan re çê nabe.Teqez fêdeyek heye lê çi ye?
-Komeleya Lêkolînên Kurdî ava bû li Stenbolê. Pîroz be!
-Kî mafê Kurdên Êzdî binpê bikin her du aliyê rûyê wan dê reş be qet sipî nabe. Bîra xwe a oldarî bikolin,hûn dê fêm bikin wateya vê gotinê çi ye.
-Ji alîkî jî 'NA':ji bo 366 deriyên ku hatine girtin li Zîna Zêdan e li bajarê Muxrîbê; bê çiv û dûv, bê tasewas, bêyî bi Elo-Welo bê girêdan.
-Nexwe gulleya pêşî ya pêşmergeyên roj dê li kurdan bûya. Ev jî dîrok e.
-Yekî tevlî ku firtûneyan lehiyan û zelzeleyan dibîne jî bibêje"çima av şêlû ye? Çima şîr û hunguv tuneye ez bixwim?"Aha ev îmana mirov dibe.

-Ji sibehê heta êvarê 'Yekîtî Yekîtî'; lê Xerabê Bava aha li wir e, bi tenê. Çend partî çûn wê derê?
-Mirov ji kevirê ber gorân û nivîsên li ser bitirse, çi nexweşiye?
-Belkî ji bo pêşerojê baş be bikaranîna zimanê dayikê. Lê ku mafê jiyanek azad a dayikê tunebe ziman li ezmanan be dê çi bike ezbenî...
(...)
-Heye ku buxtanan di qiraxa xîreta mirov re bişemitînin
Bi çiprîskekê
Heye ku peyveke ji peyvên reş bifirînin nav neyaran
Bi pifekê
Heye ku bibêjin konê we ji nav kona danîn
Bi sewtekê
Heye ku bibêjin ji lephilanîn de ketin
Bi awireke xinizî
Aha ew…
Aha ew awirana heyfa mirov li jiyanê tîne
Aha heyfa jiyana ku aniha ew mirov xwediyê wê ne.(Ç.Mazî)

-Carinan mirov dibêje"ka filankes li ku ye", mirov ne haydar e ku girtî ye. Carinan mirov dibêje"çima filan bersivê nade", lê hay ji qedexeyan tune.
-Pirtûkên kurdî jibîr nekin ji bo hûn zimanê kurdî jibîr nekin.
-Ey evîndar ! Ku dilekî we yî pola hebe di bin kevirekî bilindahiyan de, netirsin, axa bin piyên we pê ve zeliqiye, naşemite.
-Pirtûka Şivan Zeren "Li Bin Siya Welatekî" ya çîrokên geşt û gerê derketiye... Bila bi xêr be...
-Nivîskar, Romannûs Mamoste Yaqob Tilermenî jî ji kar hatiye derxistin. Sİlav û rêz ji te re ezbenî.
-Brêz Mahmût Onder ! Oxir be ji te re ezbenî..
-Mirov bi xwe bawer be, mirov dibêje 'ew li pey me tên', lê bawerî tunebe 'em li pey wan diherin' e. Belkî 'Na' ya me be û ew li pey me tên.
-Sal pir dirêj, sersal winda ye... Ev çi ye brayê Einstein?
-Hinek bi canê xwe alê bilind dikin, hinek alê dikin pêlik û xwe bilind dikin...
-Îro gellek bûyerên giring dûrî hev lê bi hevdû ve girêdayî rû dan. Dinya li ser textê kişikê ye, ponijîn û fikir pir buha ye.
-Êdî stop ji bikaranîna peyva 'rewşenbîr'. Her kesê xebatkar rewşenbîr e.
-Ku firtûne radibe, gellek tişt di bin toz û qûmê de dimînin, lê gellek tiştê nuxumandî jî derkevin ser rûyê erdê.
-Bi hêreşan bû, bi pîkol û beza hespeke kehêl kê dîtiye, westiyayî nekete tu qeydan, merbedan negirt.(A.Arî)
-Jinên ku ji dojehê jî natirsin peyde bûne li vê xakê.
-Îro ji doh de diyar be, sibe jî ji îro de diyar e. Ne xewn e tariya îro, roniya sibê jî dê ne xewn be.
-Bar, her tim dawî dawî li ser milê mirovên ji dil dixebitin dimîne.
-Peyva 'nikare bi rêve bibe' (yönetemiyor) bi pirsgirêk e. Herkes li gor xwe bi rêve dibe.
-Kiliçdaroxlu:"Li Sûrî çi karê me heye? li Mûsilê çima karê me tune ye?"
-Ku çi bûyer çêbibe mirov tevgera hinekan bike sedem, ji xwe mirov tu car nabe sedem-berpirs mirov dibe yekî/e ji sedîsed baş û pak. Rehetî Ev e.
-Xwezi wêneyên ev 20 sal in li ber dayikên şemiyê ne jî zindî bûna û kê digot çi bila bigotana...
-Çima hinek axaftina Selahattin Demirtaş bi kurmancî ferz dikin û Dimilkî (zazakî) Kurdî NAHESIBÎNIN?
-Yê ku çanda kurdî herimandine yek bi yek divê wisa bibe... (Îbo tezmînat da Beytocan ji bo strana wî dizîbû)
-Mirov bi xwe bawer be ne hewceyî dinyayê ye.
-Ew "hawar" a ku hûn dibêjin di enfalê de ma, çû û nayê, dîsa hûn derng man fesadno...
-Ziman û çanda kurdî li Apê Mûsa dihat, ew dibû kurdî bi xwe...
-Hilbet mamoste vegerin kar baş e, heke asîmilasyon be, hemî kes û pîşekar di nava wê de ne. Rojek dê were hilbet ku herkes neçin.
-Carinan yê nikare tiştekî bike, di hundurê xwe de dibehece,dipiçpiçe, tirş dibe û berê xwe dide yê tiştekî dike û bi hesûsî dev davêjê. Ev mirovîye.
-Çend kesan zanîbû li Sînop ê çend muxtariyên kurdan hene?!
-Ez ji zimanê we î kurdî hez nakim; ji zimanê xwe î kurdî hez dikim.
-Hinek kurdên Ewropa jî ji şîretan pê ve, çi ?
-Ji bo tiştinan mirov pir diêşe, wek mijara mamosteyên ku dest û piyên me ne. Gellek tiştên wisa me dît, ev e qey jiyan. Silav û rêz ji we re gelî mamosteyan.
-Tiştekî nenivîsim ezê biteqim. Ji bo tiştinan mirov pir diêşe, wek mijara mamosteyan. Gellek tiştên wisa me dît ev e qey jiyan. Silav gelî mamosteyan
-Peyvên 2 sal berê diviyabû te bigota, tu nikarî niha bibêjî, kes bawer nake, xwe neêşîne.
-Ku berjewendîst tiştê dixwaze bi dest nexe har dibe, jê bi dûrkevin :)
-Xayîntî jî çîrokek ezber e, çi li hesabê kê tê wê dike.
-Rast e, gellek kes ji rexneyan hez nakin, lê gellek rexnegir jî ji bersiva rexneya xwe hez nakin.
-Îro aştî tune ye ku pîroz be, BILA BÊ !
-Vedat Turkali dostekî kurdan bû... Oxir be jê re...
-Belkî jî haya hinekan ji dinyayê, ji Rojhilata Navîn û ji welatê wî tune be.
-TV yên Amedê ji alî nûçeyan de pir dereng dimînin.
-Hemi dinya di amadekariya dû şeran de ye.
-Eren Keskin sembola têkoşîna mafê mirovan e li Anadolê, li dinyayê û li Kurdistanê.
-Dest datînin ser hemû mal û milkên yên alikariya feto kiribin.
-Dîsa mirov li ber deriyê benqeyan ketine dora ku pereyên xwe bikşînin
-Gelo mirov dikare li ber tevkujiya Dîlokê nekeve û ji xwe re qulpekê zeft bike û pê biştaxile bêyî xemgîniyê?
-Firotin û kirîn çi ye ya ho? Siyaseta dinyayê ev e. Hemû dinamîkên kurd zanin.
-Ew jî baweriya wan jî wisa ye; dema bindest bin koleyên herî pîs, dema serdest bin zalimên herî pîs
û bêrehm...
-Mirovekî di wêjeyê de pir serkeftî be, nayê wê wateyê ku siyasetê baş zanibe an bike.
-Belê, carinan hinek bi rexneyên tûj li çapemeniya kurd re dixwazin xuya bibin. mirov guhê xwe medê dê biteqe di eyarê xwe de.
-Siyaseta "Beko"yan û hûnandina sanaryoya "dijminên derve". Ezber e, ezber...
-Cergî Daiş, Mabûk(Minbîç)dagir kiribû cixare jî qedexe kiribû. Çalakiya ewil a jinan ji bo serkeftinê cixarevexwarin e.
-Berê bi hesabê nisla çeman bûm / Rûbaran ez dame ber xwe îro...
-Yên ku ji alî xwe de li bûyeran nanêrin, carekê jî derbasî alî xwe bibin û bizîvirin bê çi û çawa xuya dibe.
-Yên ku bi kurdî navdar dibin û dîsa dest bi tirkînivîsandinê dikin! Xweda dê we efû bike gelo? :) Dê nebêje, çi tunebû li alî din, tu hat vî alî?
-#Şingal û Laleş bîr û dîroka netewa kurd in. Şingal reh e, DIYARÎ YE ji dê û bavên me, ji me re. Lêmiqatebûna Şingalê û ÊZDATIYÊ, peywîrek ferz e.
-Ma ne Şirnex jî bi heman armancê bûbû Wilayet? Nexwe wisa dom bike dem, belkî her der bibe Wilayet.
-Hesp bi çargavî dibeze, ew jî ruh tê de nemayî li ber rê ye û li bendê ye ku şekirek bikeve ji siwarî.
-Yên dimeşin (li Rojava) dema wan tune ye ku fesadiyê bikin. Yên bêkêr dewam.
-Dê her tiştî bibêjin bêbext. Nebêjin jî ez zanim dê bibêjin. Negotibin jî ez zanim dê bigotana. Lewre nav 'bêbext' e. Guhê xwe medê...
-Hingî wisa dinya tevlihev e, kes nizane dê saetek din çi bibe wellehî billehî :) Rojê tiştek derdikeve...
-1-Mirov li ser miriyan bigirî baş e, lê mirov tenê negirî tiştekî bike baştir e. Tenê girî mirov tune dike.
-2- Di vê bobelatê de jî kesên ku bibêjin "hah ma me negot", yan jî "bi ya me nakin loma dimirin" peyde bûn, şabaş ji wan re.
-3-Ya giring mirov hevdû tevli fikrê wan qebûl bike, ne ku piştî ket bin emrê min dû re.
-4- Rojava nêzî xwebirêvebirinê dibe, loma êriş pir dibin, lê hê jî hinek dibêjin "dewlet bixwesta wisa nedibî", şabaş!
-5-Û hê jî hinek dibêjin"kurd nizanin siyasetê bikin loma dimirin".Lê belê nizanin ku têkoşîna li dinyayê ya herî mezin û zalimên mezin dikin jî kurd in.
-Hemû stranên bi mirinê dest pê dikin û dom dikin û diqedin li Rojavayê Kurdistanê hatin gotin. Ev peyv têrê neke jî dibêjim derbasî be QAMIŞLO...
-... Û hemû stranên bi "baran"ê dest pê dikin, dom dikin û pê diqedin...
-Dil hê jî li Rojavayê Kurdistanê dişewite. Xuyaye ewlekariyên gellekî bi hêz lazim in ji bo tiştên ku tê kirin û piştgirî.
-1-Gellek agahîyên hûn dibêjin,di pirtûkên kurdî de bi berfirehî hene, bi înat çavkanî ji derve ye, ev15sal in, salê takriben 200 pirtûkên kurdî derdikevin. Lê binerin ji kerema xwe.
-Nexwe bukalemûn bûye mirov û hemwelatî...
-"Ga dikeve erdê kêr pir dibin"... Herkes kêra xwe tûj dike ku perçeyekî ji xwe re jê bike...
-Bûyer esl û feslê mirovan jî derdixe pêş; fikr û zikrê mirovan jî li bêjingê dixe û rastî weke bedenek şûtî tazî derdikeve holê.
-Mirov ji hin tiştan bitirse baş e carinan...
-Ji bo gellek tiştan bandora Ohalê tune ye, lê ji bo gellek tiştan jî heye ji kurdan re; wek Weşan û siyasetê û gellek tiştên demokratîk...
-Bi ya min ku mirov bibêje (darbe) "Lîstika Erdogan e", pir biçûk dîtin e; xuya ye ku resmen artêj bûye du perçeyan û li hevdû xistine û hê jî didome
-"Pêşkeşvanên porzer û lêvmor" dîsa li ser kar in...

(Ji Twîterê. M.Çiya Mazî. Tebax 2016-Pûşper 2017)

6.08.2016

Dîmenek Piştî Cuntayê li Stenbolê
 M.Çiya Mazî
Merheba Ji we re. Ez dê ji niha û pê ve car caran di malpera Amîdakurd de, têbiniyên xwe yî gerrê û carinan jî ramanên xwe vebêjim. Wek têbiniyên îro. Hêvîdar im dê ji tiştekî re bibin.
 Îro hinekî li nava Stenbolê geriyam. Ji Maltepeyê heta Emînonu û Taksîmê. Bawer bikin guherinin berbiçav henin. Him di nava mirovan, têkiliya wan, axaftin û diyalogên wan de xuya dibin. Carinan bi mirovan re dipeyîvim bi qasî ku ji wan fêm bikim. Ji yekî ku dibêje “Me xayin hemî derdest kirin” re dibêjim; gelo kê li wan neferana işkence kiribû? Bi lezgînî dibêje, na, ew ne işkence ye, ew montaj e montaj. Xuya ye di mala xwe de jî tenê vê mijarê diaxivin, lewre lawê wî yê 12 salî xwe davê je navê “ew montaj e apo, ew wêne ji qezayek erebeyê girtine, min lêkolîn kir”. Erê lawikê duwanzdeh salî lêkolînê ji min re vedibêje. Mirovekî kurd yê xwediyê marketekê (xuya ye AKP yî ye) dibêje “Diaş, Pyd û Feto piştî darbeyê dê têketana Tirkî, emê hemî ber nigan biçûna.” Fikir û raman tûj bûne, bêhntengî pir bûye.
Bi qasî ku ez dibînim, li Stenbolê jî wekî gellek deverên Kurdistanê û dinyayê, hinek vê bûyerê wekî lîstik û hinek jî wekî derbeyê dibînin, Erdoxan wekî yê herî qezenckirî dibînin. Kurdên nêzî HDPê di fikrên xwe de wekî berê xuya ne û tevgerên xwe liv û libatên xwe neguherandine; axaftin wekî berê vekirî, raman wekî berê dijber-muhalîf xuyaye.
Ji xwe li her derê hê jî ev qal e di nava alîgirên AKP yî de; ku yek qala bûyerê bike deh heb li dorê kom dibin û qehremaniyên xwe mîna çîrokên nêçîrê vedibêjin. Yê ku qet wê şevê derneketibe jî, derdikeve û qala xwe dike. Xuya dibe ku gellek kes ditirsin ku hinek ji wan re bibêjin hûn çima nehatin, min wisa hîs kir. Ji xwe ji ber wê yekê jî her ku diçe al daliqandin zêde dibin û mezinbûna alê tê guherandin û her diçe yên mezin derdikevin paceyan. Êdî li her avahiya fermî alên mezin bi qasî 30-40 m2 û hê mezindir, yên dikanan hê bi çûk in lê pir bûne li gor hefteya ewilî. Li Emînonuyê li ser her plazayê alek mezin, li ser pira Galatayê çend alên pir mezin, qûleya Galatayê bi rengê alê hat ronîkirin bi şevê. Li ser avahiyên din jî al zêde bûne li gor hefteya ewilî. Belkî ji ber vê nobeta ku li qada tê girtin e jî, mirovên ku hefteya pêşî al daneliqandibûn gelekan niha daleqandine. Bawer im hinek ji tirsan, hinek ji bo xwe şêrîn bikin û îspat bikin wisa dikin. Mirovên AKP yî ji xwe al roja pêşî daleqandin, CHP yî jî ji alê hez dikirin û tevlê bûn, her wiha MHP jî dadiliqînin û yê pir li kuçeyan diruşmeyan berz dikin ew in. Berê ku çalakiyek AKP piştgirî didayê rû bida, tenê AKP yîyan al dadiliqandin, bûyerek ku CHP, MHP piştgirî bidayê yên din AKPyîyan al bilin nedikirin. Lê îro bi taybetî piştî du hefteyan ji van hersê partiyan jî herkes alê li malên xwe dadiliqînin, hetta Cemaatçî jî. Hinekî ku di taxa me de wek cematçî dihatin dîtin jî al daleqandine,  ango hemû bi hev re. Ji xwe di rojnameyên tirkî yên mezin de her roj bi dehan kes û şîrket îlanan didin û alîgiriya xwe îlan dikin ji hukûmetê re. Bawer im derbe çêbibûya jî dê eyn wisa bûya, lewre ev helwest helwesta wek 12 yê îlonê ye. Yên ku ew dem dîtibin dê ev bê bîra wan.
Hê jî erebeyên bi al heta nîvê şevê li qorneyan dixin û di kuçeyan re li pey hev diçin, hejmara wan jî zêde bûye. Bi taybetî ajokarên erebeyên kevin wek Kartal, Şahin û Broadwey, Kamyon, Kamyonet, Motor. Kêm caran jî erebeyên nû û luks jî li qorneyan dixin. Wekî şahiyên birêkirina leşkeran, li taxan digerin car caran, lê berê her gav û her saet tunebû ev, niha her gav her saet dikare çêbibin û tê dîtin.
Li gellek deveran her qala piştî darbeyê û çîrokên wê, krîza aborî dikeve navê û esnaf hema hema hemî dibêjin “rewş qet ne baş e.” Ji ber ku ev 15 roj in hemî otobos, metro, metrobus belaş in û heta garanên erebeyan jî belaşin li Stenbolê, mirov jî pir digerin û ev hinekî dibe gerra pereyan jî û esnaf jê memnûn in. Lê vê jî dibêjin “piştî ku ev biqede rewşa nebaş dê baş derkeve holê. Lewre turîst pir kêm bûne, piştî Rûsan Ereb jî wekî berê nayên Stenbolê û ev qal û bala derbeyê mirov hinekî ragirtine ji bo kirîna tiştan.”

Û hêdî hêdî nîqaşên “ma kê ev darbecî di daireyan de bicîh kirin” jî derdikevin holê. Bawer im heta ku mirov sawa xwe bigrin û germbûn û peroşiya girseyan dakeve, êdî dê nîqaş jî bê guherandin, lê qet wekî berê nabe bi qasî ku hîs dikim û heta belkî ev nîqaş bi tundîtiyê jî xuya bibe.
www.amidakurd.net 

26.07.2016


                                  =SIYASET Û MELE=
Yê feqî dersa xwe yî olî xelas kiribû. Êdî wê bibûya mele. Lê meleyê wî jê re got:
- Divê tu hînî siyasetê jî bibî, yan na tu nikarî mirovan bikî bawermend.
Yê feqî dibêje:
- Ma ew, tiştên ola îslamê hîn bibin bes in.
Feqî dibe mele û rojekê dihere mizgeftê. Dinêre ku waîzê mizgeftê xutbeyê dixwîne. Dema lê guhdarî dike dibîne ku tiştên meleyê di xutbê de dibêje, giş çewt in. Xwe zeft nake derdikeve holê, ji civatê re dibêje:
- Gelî civatê.! Weleh ev mele bi rastiyê nizane û tiştên dibêje giş çewt in, mirovan dibe kufrê.
Dema wiha dibêje, civat li ser serê wî kom dibe û lê dixin. Bi zorê xwe ji nava destên wan derdixe. Bêhna xwe venake dihere ba meleyê xwe yê ku ders dayê. Jê re  mijara xwe dibêje. Meleyê wî dibêje:
- Min ji te re got divê tu hînî siyasetê bibî, te bi ya min nekir.
Radibe ji nûv de wî hînî siyasetê jî dike. Çend heyv derbas dibe, dîsa derdikeve. Dîsa rêya wî bi heman mizgeftê dikeve. Dihere ku dîsa meleyê berê û gotinên xwe yî çewt dibêje. Difikire û ji gel re dibêje:
- Gelî civatê ! Hûn dizanin ev meleyê hanê pir baş e û tiştên dibêje jî rast e. Hingî werê baş e ku kî tayek porê wî û riya wî rake wê here bihuştê.
Dema wisa dibêje mirovên di civatê de giş êrîşî ser meleyê ku waîz dike dikin û tayek rîh û por pê ve nahêlin û mele bi zorê ji mirinê difilite.


(Ji pirtûka M.Çiya Mazî, Baxek ji Folklora Kurdî)