Li mitînga CHPê ya piştî meşa Kiliçdaroglu
Ji bo çavdêriyê îro çûm mitînga CHPê. Ji xwe navbera mala
min û qada mitîngê 2 km bû. ji zûde ye Şaredariya Maltepeya Stenbolê amadekarî
dikir. Bi rastî min meraq dikir ka piştî 25 rojên meşa Kiliçdaroglu pêşwazî dê
çawa be. Saet di 3 yê piştî nîvro de ez derketim derve. Ji ber ku mala me
hinekî li serê kolikekî ye birêveçûna ber bi jêr ve hê pir hêsan bû. Bi derketinê re qefleyek
ji jorê taxê bi durişmeyan berjêr dibû. Hetin û di min re derbas bûn. Nêzî
navenda navçeya Maltepeyê qefleyên ji deverên din dihatin jî xuya dibûn di
kuçeyan de. Herwiha otobozên ji Ankara û Îzmîrê û deverên din li qadên vala
bicîh dibûn. Kilometreyek nêzî qadê, hemû kuçe êdî xetimîbûn û hê saet 4 bû. Ji
vê rewşê jî xuya bû ku mitîng dê mezin bibe. Dema ez çûm rêya ber peravê bahrê,
bi dehhezaran mirov sekinî û li vî alî wî alî hinek digerin û hinek ber bi qadê
ve diherikîn. Bi hezaran mirov jî li ser rê li bendî Kiliçdaroglu bûn.
Bi rastî min li Stenbolê heta niha mitîngek wisa mezin
nedîtibû. Belkî yê salek du salên Newroza Stenbolê wisa bû, wekî din çê nebûye
bi baweriya min. Xuya bû CHPê gellek hewl daye ku mitîng baş be. Gellek
girseyên çepgir yên ne bi CHPê re bûn jî hatibûn û li gorî propagandaya di nava
bajêr de jî û li gor afişên dîwaran. Wek tevgera Hazîranê, Emep, Halkevi, HDP,
Dîsk, Odeya Tabîban û yên din. Wek ku Kiliçdaroglu li dilê gellekan ji wan
xistibû û ew jî bi peroşî hatibûn. Xuya bû ku gellek girseyan dixwestin
muhalefeta li himber AKPê mezin bibe û hatibûn an jî piştgirî didanê.
Remzên tu partiyan nexuyabûn. Li derveyî qadê remzên Odeya
Tabîban, ya Diskê, Kaldiraç, Akader û Parêzgeran xuya bû. Di tevlêbûna qefleyan
de, herî pir ji bo parezêran çapik hat lêxistin. Yên CHPyî hemî bi şebqeyên
DADî (Edalet)ê hatibûn. Bawerim yên din bi piranî ne CHPyî bûn, yên pir durişme
diavêtin û li çepikan didan jî ew bûn. Peroşiyek mezin di nava wan de hebû bi
qasî min dît. Pir kesan digot “helal be ji te re Kiliçdaroğlu”.
Ji xwe tenê çend durişme dihatin berzkirin. “Heq Huquq
Edalet. Xelasî tune ye bi tena serê xwe, ya bi hev re ya ne yek ji me. Ev hê
destpêk e, dê bidome têkoşîn. Jin jiyan Azadî.”
Lê belê gellek cure pankart û dovîz hebûn: Aştî, dadî, biratî. Dadî dê bi destê gelan bê. Bila OHAL (rewşa awarte) rabe. Kar, nan, azadî. Ji
Caratepe re azadî. Ji bo zarokan azadî. Bila siyasetmedar û rojnamegerên girtî
bên berdan. Laîktî, dadî, demokrasî. Ji qedexekirinên grevan re na. Ji bo Ugur,
Ceylan, Berkîn, û hemû zarokên hatine qetilkirin re dadî. Em dê Nuriye û Semîh
bidin jiyandin. Ji bo 10ê cotmehê, Amedê, Cizîrê, Reyhanli, Sêwazê, Dêrsimê,
Surucê, Roboskiyê dadî (Edalet).
Rengê kurdî, durişmên ji bilî (jin jiyan azadî ew jî du
caran hat bihîstin) kurdî û pankartên bi kurdî qet tunebûn. Heke hebin jî min
nedîtin.
Ewlekariya mitîngê ji alî dehhezaran polîsan dihat kirin.
Gellek alîkariya şaredariyên CHPê çêbûbû, ji zabitayan bigirin heta karkerên
paqijiyê. Astengiyên dewletê qet nexuyabû. Ku ez bi mitîngên kurdan an jî yên
HDPê re bînim ber hev, wek ku rêyên tevlêbûnê hemû hatibûn vekirin û hemû
astengî ji holê rabûbûn.
Belkî ji demokrasiya Tirkiyeyê re bibe gavek biçûk ku bi
rastî ji herkesî re ‘edalet’ -bi taybetî ji bo kurdan- û gelên din bê xwestin, ji ber ku gellek kes ne ji bo CHPê hatibûn
û rêvebirên mitîng û partiyê bawer im ji serî de zanibûn. Lê ji CHPê re gavek
mezin e li gor peroşiya girseyê û dîroka vê partiyê. CHP dê moralekî bide endam
û piştgirên xwe bi vê meşê re bi baweriya min.
(09.07.2017 M.Çiya Mazî. Maltepe-Stenbol).
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder