11.08.2023
Dengbêj Fadilê KUFRAGÎ Nas bikin: Biyografî û Stranek.
Fadilê KUFRAGÎ Nas bikin: Malbata wan di sala 1810-20an de ji Meletiyê ji nava Eşîra Îzolî diçe gundê Kufragê ya ku niha girêdayî Şemrexa Mêrdînê ye. Lê ji ber çi bar dikin nayê zanîn. Du bira û xwişkek Fadil heye. Di 1948ê de hatiye dinyayê. Di çilrojiya xwe de çavên xwe wenda dike. Di 18-20 saliya xwe de xwişka xwe ji xwe re dike berdêlî û dizewice. Ji xeynî keç û lawekî ku wenda kiriye, niha bavê 4 law û 3 keçan e. Hevjina wî berî bi çend salan jiyana xwe ji dest daye. Zarokên wî zewicîne û ew jî niha xwedîzarok in. Di 1993yan de ji Kufragê bar kiriye û çûye Qosera Mêrdînê. Fadil di 13 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike, di 15 saliya xwe de fêm dike ku çavên wî nabîne. Gundê Kufragê di navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê de ye û gund ji her du navçeyan jî zêde ne dûr e. Xwendin û nivîsandina wî tune ye. Çavkaniyên ku wî ev berhem jê girtine û hînî dengbêjiyê bûye: Hesenê Cêzwê, Etmanê Kufragî, Dawidê Gir, Fehmiyê Elê (Fehmiyê Borbore), Osmanê Qanêhevsê, Hemîdê Huseynê Şemrexî, Evdilayê Şêxoyê Ziznî, Ehmedê Sebriyê Sêwsê… Bi piranî bi guhdarkirinek baş gihiştiye asta dengbêjiyê ya herî jor. Li ser Fadilê Kufragî pirtûkek bi navê “JI DENGBÊJ FADILÊ KUFRAGÎ DESTAN û ÇÎROKÊN KURDΔ ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê derketiye. Ev berhem ji çîrok û hinek kilamên Fadilê Kufragî hatiye pê. Ango ji çîrok û kilamên ku ji ber dengê wî hatine nivîsîn pêk tê. Çîrokên ku di vê pirtûkê de ne, ji aliyê gelek dengbêjan ve hatine gotin û hîna jî tên gotin, dibe ku gelek kesan li herêmên cihê cihê ev kilam û çîrok bihîstibin. Lê her dengbêj bi awayê xwe dibêje û li her herêmê cihê cihê tên gotin. Jixwe gava ku hûn pirtûkê bixwînin hûn ê hem rastî taybetiyên herêmê û hem jî rastî yên dengbêj bên. Pirtûk bi hevpeyvînek dest pê dike. Berhevkarê pirtûkê Hogir Berbir hevpeyvînek bi sernavê Dengbêjî Hunera Vegotinê ye, bi Fadilê Kufragî re kiriye û ev wekî pêşgotin di pirtûkê de cih girtiye. Destan û Çîrokên ji dengbêj hatine guhdarî kirin û hatine deşîfrekirin ji gencîneya Zargotina Kurdî ne. Ji “Îslim Xatûna Qereçî û Cefer Efendî” heta “Tahar û Zahar”, “Eşqa Zeroya File û Mehmed Eliyê Girover”, “Xezal û Teyar Axa”, “Şerê Kûrana Bişêriyê”, “Gulîzera Kurda û Elê Melê”, “Xezalê û Husên Axayê Botî” di vêpirtûkê de cîh digirin. Her wiha Zeynebê û Reşît Paşa ku gellek stranbêj dibêjin û Teyarê Qereçolî jî stranê navdar yên dengbêj in û wekî vanan 18 destan û çîrokên ku di Zargotina Kurdî de cihêrengiya wan heye di pirtûkê de cih girtine. Ji bilî vê pirtûkê, di pirtûka M. Çiya Mazî bi navê “Baxek ji Folklora Kurdî ji derdora Mêrdîn” sê heb destan-klamên wî bi awayekî dirêj nivîskî cîh girtiye. Pirtûk Ji weşanxaneya Berbangê di sala 2015an de li Stenbolê hatiye weşandin. Herwiha M. Çiya Mazî û Fadil ji heman gundî ne. Etmanê Dengbêj, Pîroyê Şêxmûsê Elî jî ji Kufragê ne. Herwiha Fadilê kufragî beşdarî gelek bernameyên tv’yên kurdî, festîval, konser û civînên çandî bûye. Û gelek stranên Fadil di qanalên Youtubeyê yên cur be cur û platformên wekî din de cîh digirin. Di klamên ku Fadil distirê de jiyana civakê, têkiliya jin û mêr, evindarî û zewaca berê û tahdeya li jinan hatiye kirin, nêrîna civakê li wan, diyalog û şerê mirovên kurd xwe bi xwe û têkiliya mirovan bi hev re (bi taybetî yê herêma Çiyayê Mazî û derdora Mêrdîn û w.d.) gelekî baş derdikeve holê. Hêjayî ku lêkolînerên dîrok, civakî, û derûnî li ser stranên wî lêkolînên piralî bikin û belgeyan ji dîrokê re bikin diyarî. Fadil hê jî li Qoser-Mêrdînê dijî. 05.08.2023. (M. Çiya Mazî) Çavkanî: Hogir Berbir. Ji pirtûka “Ji Dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî” Weşanên Enstîtiya Kurdî ya Amedê M.Çiya Mazî: Baxek Ji Folklora Kurdî Ji Derdora Mêrdîn. Weşanên Berbang. Stenbol. Têbinî: Ev video tenê beşek strana Hedoka Qaso ye ji bo danasîna dengê wî. (M.Ç.Mazî).
28.04.2023
Helbestek ji M.Çiya Mazî
em -
belkî jî îskeîskên axê em bi hişê xwe ve anîn
ji bin rûbarên binhişiyê
di şevbuhêrkên kenkenî de
belkî leylanan em kil kirin
û ji tava qemirî parastin
bi reqsa sê gav pêş de du gav paş de
û lîrandinên berbûkên beledî
ku li ser şopên pêgên wan ên kuçeyan kulîlk dibişkuvîn
em herikîn ji bin siya zeytûnên kal û pîr
belkî aynên sî û sisêyan
û carinan digotin sî û çar peşkên xwîna sor û lal
wêneyê hunera raperîna me bendeyan
bi rengên xwe neqiş kirin
belkî jî wan teyrên xerîbiyê
xwe ji zinar û kelehan bera xwar dan
bi baskên spî bûn teyrikên bihuştê
û hatin xewnên me yî belek belekî car bi car
li rojên me bûn mêvanên quncikên serê odeyan
û bûn sebeb
belkî jî ew rehên mêşeyên me yî mê
şîn hatin piştî şapatên şewatan dîsa
û bûn şax û awazên ûsibên binê hezazan
an ew dengvedanên
derbên berikên makîneyên mirinê
ji sîngên terlanên eniyên xwe nedidan alî
gihaştin heta bêvil û totikan
û bûn guharên guhên me
belkî jî bi bêhna keziyên ji kokê de kurkirî
an ji şewqa zeriyên ku xwe kirin gorî
ji guliyên hinekirî re
em bi roniyê re rû bi rû man di berbangê de
ji nedîtî û ji xam de
em veciniqîn di şikefta heftbiran de
tevî qitmîrên xwe
û me derî vekir ji newroz û kamiliyan re
zindî û çavvekirî
(Ji pirtûka M.Çiya Mazî 'esargeya şêmûgê')
4.03.2023
Xêrxwazî an piştevanî?
Xêrkar an xêrxwaz bi piranî egoist in, ji bo axîreta xwe an guneh û sûcên ku kirine binuxumînin û bidinefûkirin xêran dikin. Bi piranî tiştên ji heyina xwe zêdemayî dikin xêr. Ne ku ji bo hinekî din ji belayê xelas bikin, ji bo xwe ji belayan biparêzin xêran dikin.
Lê belê piştevan û parvekar, gelek caran jiyana xwe dixe talûkeyê û dike pişt û parve dike. Ne ji bo xwe ji belayê biparêze, dixwaze hinekî din ji belayê xelas bike hêzê parve dike. Ne ji bo axîretê ji bo jiyana mirovên henin, piştgiriyê dike. Ne ji bo pirsgirêka xwe tenê ji bo pirsgirêka li holê çareser bibe alîkariyê dike. Ne ji heyîna xwe ya zêdemayî dide, ji nanê destê xwe yî dixwe jêdike û dide.NEBIN XÊRKAR Û XÊRPEREST BIBIN PIŞTEVAN Û PARVEKAR!
Hayirsever çoğu zaman egoisttir, kendi ahireti veya işlediği suçları, gunahları örtmek veya afettirmek için yardım yapar. Çoğunlukla varliğindan artanı verir. Başkasını beladan kurtarmak için değil kendini beladan korumak için hayırlar yapar.
Oysa dayanışmacı çoğu zaman hayatını paylaşır, canını ortaya koyarak başkasını beladan kurtarmak için, ahireti değil yaşamı düşünür. Kendisi için değil sorun gidermek için paylaşım yapar. Kendisinden artanı değil elindeki ekmeğinden koparır verir.XAYIRSEVER DEĞİL, DAYANIŞMACI, PAYLAŞIMCI OLUN!
27.02.2023
Têbinî û notên min di dema erdhejê de.
*Belê... Bi rastî jî saziyên sivîl yên bajar, bajarok û gundên li ser fay û herêmên erdhejê ne, karin grubên xelaskar û alîkariyan bi awayekî profesyonel di nava xwe de ava bikin û perwerde û alavên vî karî bi demê re peyde bikin. Konseyên bajaran û platformê demokratîk jî karin vê niqaşê bidin destpêkirin. Organîzasyonên ji bo vê erdhejê dibe ku bibin bingeh û tecrûbe ji bo vê yekê. Ev tim û grubên profesyonel dê her demê ji bo her keresatan amade be.
Evet... kesinlikle deprem fayları üzerinde bulunan şehir, kasaba ve köyler ile komşu yerleşimlerde, STK lar kendi aralarında arama kurtarma ekibi kurup profesyonelleştirmeliler. Kent konseyleri demokratik platformlar bunu tartişmaya hemen başlayabilirler. Son organizasyonlar da bunun için deneyim ve temel olabilir. Bu gurup ve ekipler her doğal afet için hazır olabilir.*Tu bertekên hestiyar wekî bertekên biaqil û rêbazên zanistî dê nebin çare ji qewimînan re.
Hiçbir duygusal tepkî bilim ve teknik kadar olaylarin önlenmesinde etkili olamaz.
*Wisa ye, me carek din jî dît. Ji bilî peyvê tiştekkirin pir girîng e. Tevgerek biaqilî, livek, bizavek biçûk a ji zanîn û rêxistinbûnê hêz girtiye, mirovên biaqil û bi wijdan ji cîh dileqîne û çepikek dengnizm ya ji wê çavkaniyê yeke din bi xwe re tîne, dibe deh, dibe sed û hezar û dibe lehî û diherike. Carinan wisa xurt dibe ku tu tiştek nikare li ber wê herkê bisekine.
*Di vê keresat û bobelatê de gelek mirov hînî tiştekî din jî dibin ew jî ev e: ne fikra 'bi xêra xwe bike', ya hevkarî, piştgirî û alîkariyê girîng e. Hevkariya bi zaneyî, pîsporî û teknîkî.
*Hejmara mirovên di jiyanêde ji hişmendiya 'qeder'ê bi dûr kevin û nêzî zanistiyê bibin çiqasî pir bin ew qas civak dê saxlem be. Mirovên ji axira dîrokê heta niha bi vî awayî jiyane yên herî serkeftî ne bi ya min.
*Qeder, rehetiya can e, xemsarî ye, nezanî ye, tiralî ye.
Qeder, bêçaretî ye, li çareyê negerîn e, bêtevdîrî ye, ji zanîn-bîlim û teknîkê nebawerî ye.
Qeder, ehmeqî ye, debengî ye.
Qeder, mirinên bi xwelîserî ye.
*Piştî van keresatên mezin û cot bi cot, bêderfetî, bê sazumanî, sersarî, zulum û serberdahiya sistem û rêveberên wê, mirov keresatên heta niha nehatine xeyalan bifikire û jiyana xwe li gor wê hişmendiyê bi rê ve bibe pir baş e.
*Vê erdhejê em pir êşandin. Xemgîniyek mezin çêkir. Hê jî çi ji destê kê tê bike gelekî baş e. Pir hindik û sivik e ev peyv, lê belê serê gelê me û hemû kesên herêmê sax be dibêjim.
Îjar bi rastî, ji bo vê keresat-erdheja mezin mirov bibêje 'serê we/me sax be' ya jî 'derbasî be', tiştên sivik in bi ya min jî. Ev têrî xemgîniya min jî nakin. Çawa wê sax be ji niha û pê ve û çawa derbas be? Ya giring ev e. Ji dilê min tê ku tenê wisa bibêjim: li xwe miqate bin, li derdora xwe, civaka xwe miqate bin. Ji bo derdora we civaka we ne li bendi qederparêzan be û di rêyek aqilî de bimeşin, çi ji destê we tê bikin. Dibe ku huner-wêje be, siyaset be an zanistî, teknîk, teknolojî û perwerdeyî be. Qet nebe ji bo nifşên piştî me van keresatên ku piraniya wan ji destê mirov û rêveberiyên nebaş ve diqewimin careke din neqewimin an jî pir hindik bibin û bandora wan ji jiyanê pir kêm bibin. Bi hêvî me civak ji bo saxmayinê dê di ber xwe bide. Û bi hêvî me heçiyên mayî ji bo vê aqubetê nebînin ew ê nebêjin 'qeder e' û tenê 'rehma xwedê li wan be' û bisekinin. Bila bixwînin zane bibin û têbikoşin û qet û qet ji bîr nekin û muhtacî nebaşan nebin. Ji ber ku nabe ev qewimîna mezin ji bîr here. Dîsa jî sersaxî û şifayê dixwazim ji herkesî re û hê berdewam e keresat...
*** Van têbiniyana di çend rojên meha Sibata 2023yan rojên erdhejan de hatine nivîsandin û di instagramê de bi çîrokî hetine parvekirin.
M. Çiya Mazî
Çepgirî û kurd
Belkî bi nezanî, belkî jî bi zaneyî hinek kurd û tirk didin pêş û ji wan heye ku çepgirî, kominîstî, sosyalistî, hûmanistî, laisizm, sekulerizm û demokrasî, wekheviya zayendî û gelek huner û beşên zanistiyê, tenê di bin tekela tirkan-kemalîstan û ewropiyan de ye. Ku bahsa çepgirî an humanistiyê bê kirin, kemalist û tirk tê bîra wan û mirovan bi wî awayî sucdar dikin ku wek hemû demokrat kemalist bin. Ew kesên nezan an qaşo kone, bi vê idiayê wan girseyên tirk û w.d mezin jî xuya dikin an dixwazin wisa be û dikin xwediyê her tiştî û bi vî awayî propaxanda jî dikin. Û belkî van kesên ji aqilê xwe razî bi vê yekê re dixwazin an dikin hincet ku kurd û zarokên wan bi taybetî mexdûrên erdhejê, ji demokrat û çepgirên kurd, ji demokrasiyê, çepgirî, zanistî û azadiyê dûr bikevin û di bin bandora fikrên dijmirovî, oldarên radikal, terîqatan, şêx û şêxik û axayan de bimînin, li mafên xwe xwedî dernekevin û itaatkar bin, bê îrade û kole bimînin û her tim bi travmayan re bijîn. Naxwazin têkiliya wan zarokan bi saziyên kurd û demokrat re çêbibin.
Belkî car bi car bê bibîrxistin û ku mirovên çenikek dîtin û bihîstina wan ya dinyayê hebe, zanin ku ev raman û têgehên wek demokratî, humanistî, çepgirî û w.d, gerdûnî ne, ideolojî û zanîn in, heq û huquq in, dad in, mafê mirovan û nêrîna li jiyana civakî û xwezayê ne. Ne kemalîst ne tirk û ne gelekî din tenê xwediyê van raman û îdeolojiyanan in. Kurd bi xwe jî li Rojhilata Navîn parêzvan û pêşengên gelek ji van zanîn û ramanan yên herî qewîn û qedîm in. Tiştekî xwezayî ye ku her kes û her gel, partî û rêxistinên her gel-netewî dikare van raman û îdeolojiyana biecibînin û biparêzin. Beşeke mezin yê rêxistinên kurdan ji xwe hê jî wan zanînên gerdûnî diparêzin, diecibînin û heta formên nû jî didin û dane wan. Bawerî ew e ku bi van hişmendî û zanînan, kurd û gelên din karin bigihêjin mafên xwe î rewa û azad.
M.Ç.Mazî
5.02.2023
Hinek Klam ji Dengbêj Ehmedê Mavanî .
Ev deng ji kasetek pir kevin ya 30 sal berê hatiye girtin)
DENGBÊJ EHMEDÊ MAVANÎ KÎ YE:
Navê wî yê nasnameyê Ehmed Ecer e. Li Gundê Mavanê ya Şemrexa Mêrdînê di sala1962an de ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed navê diya wî Wesîle ye. Ehmed hê di dehsaliya xwe de bavê xwe winda kiriye. Bi dêya xwe, xwişkek û du birayê xwe re mezin bûye.
Ji zarokatî heta ku mezin bûye jî şivantî û cotkarî kiriye. Bi şivantiyê re hewesa wî ya stranê hebûye û klamên gelek dengbêjan bi salan sitra ye. Bi taybetî li gelek derdorên Çiyayê Mazî wek Ehmedê Weso jî tê naskirin. Belkî ji ber hin sedemên jiyanî be, bi awayekî domdar nestraye û kaset danegirtiye ji bilî van stranan yên ku di kasetekê de hatine tomarkirin. Piştî salên pêncî yî ji ber nexweşiya tansiyon û qelbê wî, çavên wî ji sedî 95 zêdetir roniyê winda kiriye û di sala 2018an de li Dêrika Çiyayê Mazî jiyana xwe ji dest daye. Du keç û pênc lawên Ehmed hene.
Me xwest dengê vî kesê ku dildarê dengbêjiyê bû winda nebe û me ji çend stranên ku wek mînak di kasetekê de cîh girtiye neqlî dijîtalê kir. Heke hinekên wî nas dikin û dengê wî î qeydkirî li ba wan hebe bila ji kerema xwe me an jî malbata wî agahdar bikin. Bila ev video bibe wek îlanekê ji bo dengê dengbêjên winda.
*Ji ber ku kaset (band) ya 30 sal berê hatiye qeydkirin deng xerab xuya ye, biborin.
* Klamên ku dibêje: Zeynebê û Reşît Paşa, Aydo, Hesenê Musa Hedoka Qaso û W.D
Berbang
24.12.2022
Helbesta kurdî M.Çiya Mazî.Xwendin Bawer Berbang
https://youtu.be/ccx8MAoazrw
li esargeya zemên asê bûme
li ber deriyekî
bêtevger
wek kevaleyek bêdeng
bendeyekî bengiyê ewran
biesil xwedîşar im
daketime li vir ji kihêlek rewan
û ji derî wê de xuyaye tiştên terka min kirine
kesk û şîn
di nava wan de kulîlkek
wek ku nas dikim
ew ber bi min bêhn dide ez pê ve girêk
matmayî
sal li pey hev hinek xemilî hinek stuxwar
wext nabînin silavê bidin
diherikin
şev wek şaqûlên reş
roj wek dilopên mezrîbê ne
bi lez in
em li vir nîrengiya erd û esman
dijîn bi hevkêşa çavan
çikandî li herdu aliyan
curmekî fediyok û mîrkutekî xiniz
li pey gurçikên li ser êgir in
şopê digerînin bi dor û baldarî
li wî bexçeyî
şax vedane mêwên tiriyê dilan
li bin her gurşîyekî şûşeyek devjihev
cejnek wek rêwresma pêşwaziya çiprîskan
li dar e her êvar li wir
li alî din ku nikarim tevlê bibim
û ew nikare bikene bêyî min
(Ji pirtûka M. Çiya Mazî 'Esargeya Şêmûgê' @wesanen_aryen )