20.07.2017
9.07.2017
Li mitînga CHPê ya piştî meşa Kiliçdaroglu.
Li mitînga CHPê ya piştî meşa Kiliçdaroglu
Ji bo çavdêriyê îro çûm mitînga CHPê. Ji xwe navbera mala
min û qada mitîngê 2 km bû. ji zûde ye Şaredariya Maltepeya Stenbolê amadekarî
dikir. Bi rastî min meraq dikir ka piştî 25 rojên meşa Kiliçdaroglu pêşwazî dê
çawa be. Saet di 3 yê piştî nîvro de ez derketim derve. Ji ber ku mala me
hinekî li serê kolikekî ye birêveçûna ber bi jêr ve hê pir hêsan bû. Bi derketinê re qefleyek
ji jorê taxê bi durişmeyan berjêr dibû. Hetin û di min re derbas bûn. Nêzî
navenda navçeya Maltepeyê qefleyên ji deverên din dihatin jî xuya dibûn di
kuçeyan de. Herwiha otobozên ji Ankara û Îzmîrê û deverên din li qadên vala
bicîh dibûn. Kilometreyek nêzî qadê, hemû kuçe êdî xetimîbûn û hê saet 4 bû. Ji
vê rewşê jî xuya bû ku mitîng dê mezin bibe. Dema ez çûm rêya ber peravê bahrê,
bi dehhezaran mirov sekinî û li vî alî wî alî hinek digerin û hinek ber bi qadê
ve diherikîn. Bi hezaran mirov jî li ser rê li bendî Kiliçdaroglu bûn.
Bi rastî min li Stenbolê heta niha mitîngek wisa mezin
nedîtibû. Belkî yê salek du salên Newroza Stenbolê wisa bû, wekî din çê nebûye
bi baweriya min. Xuya bû CHPê gellek hewl daye ku mitîng baş be. Gellek
girseyên çepgir yên ne bi CHPê re bûn jî hatibûn û li gorî propagandaya di nava
bajêr de jî û li gor afişên dîwaran. Wek tevgera Hazîranê, Emep, Halkevi, HDP,
Dîsk, Odeya Tabîban û yên din. Wek ku Kiliçdaroglu li dilê gellekan ji wan
xistibû û ew jî bi peroşî hatibûn. Xuya bû ku gellek girseyan dixwestin
muhalefeta li himber AKPê mezin bibe û hatibûn an jî piştgirî didanê.
Remzên tu partiyan nexuyabûn. Li derveyî qadê remzên Odeya
Tabîban, ya Diskê, Kaldiraç, Akader û Parêzgeran xuya bû. Di tevlêbûna qefleyan
de, herî pir ji bo parezêran çapik hat lêxistin. Yên CHPyî hemî bi şebqeyên
DADî (Edalet)ê hatibûn. Bawerim yên din bi piranî ne CHPyî bûn, yên pir durişme
diavêtin û li çepikan didan jî ew bûn. Peroşiyek mezin di nava wan de hebû bi
qasî min dît. Pir kesan digot “helal be ji te re Kiliçdaroğlu”.
Ji xwe tenê çend durişme dihatin berzkirin. “Heq Huquq
Edalet. Xelasî tune ye bi tena serê xwe, ya bi hev re ya ne yek ji me. Ev hê
destpêk e, dê bidome têkoşîn. Jin jiyan Azadî.”
Lê belê gellek cure pankart û dovîz hebûn: Aştî, dadî, biratî. Dadî dê bi destê gelan bê. Bila OHAL (rewşa awarte) rabe. Kar, nan, azadî. Ji
Caratepe re azadî. Ji bo zarokan azadî. Bila siyasetmedar û rojnamegerên girtî
bên berdan. Laîktî, dadî, demokrasî. Ji qedexekirinên grevan re na. Ji bo Ugur,
Ceylan, Berkîn, û hemû zarokên hatine qetilkirin re dadî. Em dê Nuriye û Semîh
bidin jiyandin. Ji bo 10ê cotmehê, Amedê, Cizîrê, Reyhanli, Sêwazê, Dêrsimê,
Surucê, Roboskiyê dadî (Edalet).
Rengê kurdî, durişmên ji bilî (jin jiyan azadî ew jî du
caran hat bihîstin) kurdî û pankartên bi kurdî qet tunebûn. Heke hebin jî min
nedîtin.
Ewlekariya mitîngê ji alî dehhezaran polîsan dihat kirin.
Gellek alîkariya şaredariyên CHPê çêbûbû, ji zabitayan bigirin heta karkerên
paqijiyê. Astengiyên dewletê qet nexuyabû. Ku ez bi mitîngên kurdan an jî yên
HDPê re bînim ber hev, wek ku rêyên tevlêbûnê hemû hatibûn vekirin û hemû
astengî ji holê rabûbûn.
Belkî ji demokrasiya Tirkiyeyê re bibe gavek biçûk ku bi
rastî ji herkesî re ‘edalet’ -bi taybetî ji bo kurdan- û gelên din bê xwestin, ji ber ku gellek kes ne ji bo CHPê hatibûn
û rêvebirên mitîng û partiyê bawer im ji serî de zanibûn. Lê ji CHPê re gavek
mezin e li gor peroşiya girseyê û dîroka vê partiyê. CHP dê moralekî bide endam
û piştgirên xwe bi vê meşê re bi baweriya min.
(09.07.2017 M.Çiya Mazî. Maltepe-Stenbol).
6.06.2017
BILA PEYV
BELASEBEB NEÇIN
(Ji
Twitên Salekê)
-Dest bi
tiştekî dike dest bi minetan jî dike. Hê te kevirek daniye ser dîwêr lê avakarê
wî dîwarî hene ji bîr neke. Kevirê xwe ji diwêr mezintir dibîne egoîst.
-Bi gavê,
bi saetê, bi rojê peyvên hinekî din dubarekirin çi ye? Xwendin, lêkolîn, peyvên
ezber dirizîne. Bingeha şaşiyê û rastiyê çi ye, lê biger.
-Ehmed
Huseynî û Helîm Yûsiv du rûmetên mezin in... Nivîskar in, wêjevan in.
-Li kîjan
welatê ku di bin zordestiyê de ye, wêjevanekî, tenê wêjevaniya yar û evînê
kiriye ku ji yên kurd wisa tê xwestin?
-Mafê
nivîskarekî hebe ji girseyekê hez neke, yê girseyê jî heye ku qet jê hez neke.
Mijar ne 'edebiyatek' e, mijar helwesta nivîskarekî ya ji bo girseyekê ye. Ma
kurd, xwendekar, nivîskar; dar in, kevir in, êzing in ku bertekê û itirazê
nekin? Îtiraza haqaretê.
-Belê, ez
jî dibêjim jê neminîn (Bûn An Nebûn). Min hinek ji wan temaşe kirine. Mirov fêm
dike ku Şanoya kurdî, huner û zimanê kurdî gihaştiye kîjan astê... (Şanoya
Bajêr a Amedê li Stenbolbû)
-Dibêjin bila
kevir tunebin, ji bo em rehet bimeşin...
-Brêz
Newşîrwan afrînerê rêyek cûda ku ezber xera kiribû di siyaseta başûr de. Oxir
be jê re. Û ramana wî dom bibe.
-Dawiya
'yek bin, yek bin' qet nayê. Na, nebin yek, bi dijmin re jî nebin yek û
dijminahiya hev nekin bes.
-Kerê
fesadan jî li wan dide zîtikan êdî. Û heta niha digotin, çima alîkariya DYA
nastînin, dinya bi niyeta we jî hesiya.
-Tu yî
dermanê xak û sema. Lewre tu yî cewhera jiyanî hewa.
-Ey bayê
kur ! Aha wisa melheman bîne û şayik şayik li birînan bike.
Derew e
"kurd û ciwanan Şêx Seid û Sey Riza ji bîr kirine". Qet ji bîra xwe
dernexistine. Armanca hinekan tiştekî din e.
-Lê çi?
We digot qey di şerê cîhanê de gul tê çandin û kulîlk bêhn didin? We nizanîbû
diqurmiçin beybûn û tarî dibe dinya? (Ji bo di şerê li nav Sûrî ku zarok
hatibûn kuştin)
-Qurt bi
qurt vexwir im li seyrangeha eşqê, nizanim roj e an şev stêrik li ser golê xuya
ne.
-Îro CHP
jî hatibû qada Yekê Gulanê, gelo hinek nebêjin "boyqot 1 Gulan" :)
Yekê
Gulanê li kedkarên ku ji binxetê heta serxetê ji bo jiyanek nû ji jiyana xwe
fedekariyê dikin û kedkarên dinyayê pîroz be.
-Kar û
emel tenê pere be, ji azadiyê jî, ji demokrasiyê jî, ji xoşavê jî fêm nake
hilbet(!). Ma çi bi kelbeşê hatiye dibêje hêşer. Û romantîzm tenê nêrika pîvazê
ye jê re.
-Dîwarekî
stûr di navbera Bakur û Başûr de tê lêkirin û dibe çîrok biratî-yekîtiya
kurdan. Hesab Û lîstikên qirêj felaketan tîne. Bira bira ye bazar li dera ha li
berçava ye.
-Ku
"rê bi sitrî be armanc rast be" yên herî pir li keleman rast hatine
pirtir xwediyê armanca rast in. Yên keleman nabînin li ber çi nin? Rêya kê bi
sitrî ye?
-Herkes
karin sûcê bêkêriya xwe, tiraliya xwe biavêjin ser HDPê û kurdên berxwedêr,
hadê, serbest e. Hûn serbest in...
-Kurdên
berxwedêr dîsa a xwe gotin, na. Tevî hemû zor û zahmetî, kend û bendan,
serkeftin e
-Çarşema
Sor dilên birîn rehet bike, çavên şil paqij bike, roniya rojê li Şingalê pir
bike.
--Birçiyên
azadiyê tiştekî dibêjin, bi birçîhiştina bedenên xwe. Ji tariyê re. Bila mirin
neyê... Jiyan herî pir mafê wan e... (Grevên birçîbûnê)
-Rûniştina
dem û dezgehên demokrasiyê giring in ne fermanên kesane, ji bo parastina
Ferhadan (Ferhad Pirbal).
-Pîroz
be... Serkeftin ji brêz Narîn re... Encamên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî
diyar bûn...
-"Îktîdara
pastoral" hilbet dê hemû mirovan wek sewal-ajal bibîne...
-Bi hev
re xebat, dostanî û xwestina azadiya hemû axa kurdan li himber dagirkeran, pêşî
li cihê wek Kerkukê dê xuya bibe, wisa xuyaye.
-Daleqandina
alê li Kerkukê, ji bo kê metirsî be, ew nerehet in hilbet. Belkî jî erka wan li
Kurdistanê bi dawî dibe loma...
-Oxir be
ji te re... Evîna Delal.
-Bi kurdî
nivîsandin baş e, lê gellek mirovên ku carinan bi kurdî dinivîsin haya wan jê
tune ku (ı) di kurdî de tune, (ü) tune, (ğ) tune, (ö) tune, (q) ne ya ingilîzî
ye, (e) jî heye (ê) jî heye, (w) jî heye (v) jî heye. Heke kesek ranehêje
pirtûkek kurdî, nîv saeta xwe nede û vana hîn nebe, nexwe bi qasî niv saetê jî
rûmetê nade kurdî.
-Nûjiyan
û Kemal Kurkut du windahiyên ku agir bi dilan xistin û çûn... Baydemîr: Gelo bi
vê înfazê xwestin Newrozê nedin pîrozkirin?
-Hinek
kurd hene dema xwe bi lêgerîna peyvên cuda derbas dikin ji bo rê biber kurdan
bixin; hay jê tune ne ku ew li çola xwedê mane.
-Dîsa
mirov bibêje bûyerên dewletê û Ewropa lîstik in û têkoşîna navbera wan a kûr
nebîne, fêde ji kurdan re çê nabe.Teqez fêdeyek heye lê çi ye?
-Komeleya
Lêkolînên Kurdî ava bû li Stenbolê. Pîroz be!
-Kî mafê
Kurdên Êzdî binpê bikin her du aliyê rûyê wan dê reş be qet sipî nabe. Bîra xwe
a oldarî bikolin,hûn dê fêm bikin wateya vê gotinê çi ye.
-Ji alîkî
jî 'NA':ji bo 366 deriyên ku hatine girtin li Zîna Zêdan e li bajarê Muxrîbê;
bê çiv û dûv, bê tasewas, bêyî bi Elo-Welo bê girêdan.
-Nexwe
gulleya pêşî ya pêşmergeyên roj dê li kurdan bûya. Ev jî dîrok e.
-Yekî tevlî ku firtûneyan lehiyan û zelzeleyan
dibîne jî bibêje"çima av şêlû ye? Çima şîr û hunguv tuneye ez
bixwim?"Aha ev îmana mirov dibe.
-Ji
sibehê heta êvarê 'Yekîtî Yekîtî'; lê Xerabê Bava aha li wir e, bi tenê. Çend
partî çûn wê derê?
-Mirov ji
kevirê ber gorân û nivîsên li ser bitirse, çi nexweşiye?
-Belkî ji
bo pêşerojê baş be bikaranîna zimanê dayikê. Lê ku mafê jiyanek azad a dayikê
tunebe ziman li ezmanan be dê çi bike ezbenî...
(...)
-Heye ku buxtanan di qiraxa xîreta mirov re bişemitînin
Bi çiprîskekê
Heye ku peyveke ji peyvên reş bifirînin nav neyaran
Bi pifekê
Heye ku bibêjin konê we ji nav kona danîn
Bi sewtekê
Heye ku bibêjin ji lephilanîn de ketin
Bi awireke xinizî
-Heye ku buxtanan di qiraxa xîreta mirov re bişemitînin
Bi çiprîskekê
Heye ku peyveke ji peyvên reş bifirînin nav neyaran
Bi pifekê
Heye ku bibêjin konê we ji nav kona danîn
Bi sewtekê
Heye ku bibêjin ji lephilanîn de ketin
Bi awireke xinizî
Aha ew…
Aha ew awirana heyfa mirov li jiyanê tîne
Aha heyfa jiyana ku aniha ew mirov xwediyê wê ne.(Ç.Mazî)
Aha heyfa jiyana ku aniha ew mirov xwediyê wê ne.(Ç.Mazî)
-Carinan
mirov dibêje"ka filankes li ku ye", mirov ne haydar e ku girtî ye. Carinan
mirov dibêje"çima filan bersivê nade", lê hay ji qedexeyan tune.
-Pirtûkên
kurdî jibîr nekin ji bo hûn zimanê kurdî jibîr nekin.
-Ey
evîndar ! Ku dilekî we yî pola hebe di bin kevirekî bilindahiyan de, netirsin,
axa bin piyên we pê ve zeliqiye, naşemite.
-Pirtûka
Şivan Zeren "Li Bin Siya Welatekî" ya çîrokên geşt û gerê
derketiye... Bila bi xêr be...
-Nivîskar,
Romannûs Mamoste Yaqob Tilermenî jî ji kar hatiye derxistin. Sİlav û rêz ji te
re ezbenî.
-Brêz
Mahmût Onder ! Oxir be ji te re ezbenî..
-Mirov bi
xwe bawer be, mirov dibêje 'ew li pey me tên', lê bawerî tunebe 'em li pey wan
diherin' e. Belkî 'Na' ya me be û ew li pey me tên.
-Sal pir dirêj,
sersal winda ye... Ev çi ye brayê Einstein?
-Hinek bi
canê xwe alê bilind dikin, hinek alê dikin pêlik û xwe bilind dikin...
-Îro
gellek bûyerên giring dûrî hev lê bi hevdû ve girêdayî rû dan. Dinya li ser
textê kişikê ye, ponijîn û fikir pir buha ye.
-Êdî stop
ji bikaranîna peyva 'rewşenbîr'. Her kesê xebatkar rewşenbîr e.
-Ku
firtûne radibe, gellek tişt di bin toz û qûmê de dimînin, lê gellek tiştê
nuxumandî jî derkevin ser rûyê erdê.
-Bi
hêreşan bû, bi pîkol û beza hespeke kehêl kê dîtiye, westiyayî nekete tu
qeydan, merbedan negirt.(A.Arî)
-Jinên ku
ji dojehê jî natirsin peyde bûne li vê xakê.
-Îro ji
doh de diyar be, sibe jî ji îro de diyar e. Ne xewn e tariya îro, roniya sibê
jî dê ne xewn be.
-Bar, her
tim dawî dawî li ser milê mirovên ji dil dixebitin dimîne.
-Peyva
'nikare bi rêve bibe' (yönetemiyor) bi pirsgirêk e. Herkes li gor xwe bi rêve
dibe.
-Kiliçdaroxlu:"Li
Sûrî çi karê me heye? li Mûsilê çima karê me tune ye?"
-Ku çi
bûyer çêbibe mirov tevgera hinekan bike sedem, ji xwe mirov tu car nabe
sedem-berpirs mirov dibe yekî/e ji sedîsed baş û pak. Rehetî Ev e.
-Xwezi
wêneyên ev 20 sal in li ber dayikên şemiyê ne jî zindî bûna û kê digot çi bila
bigotana...
-Çima
hinek axaftina Selahattin Demirtaş bi kurmancî ferz dikin û Dimilkî (zazakî) Kurdî
NAHESIBÎNIN?
-Yê ku çanda kurdî herimandine yek bi yek divê
wisa bibe... (Îbo tezmînat da Beytocan ji bo strana wî dizîbû)
-Mirov bi xwe bawer be ne hewceyî dinyayê ye.
-Ew "hawar" a ku hûn dibêjin di enfalê de ma, çû û
nayê, dîsa hûn derng man fesadno...
-Ziman û çanda kurdî li Apê Mûsa dihat, ew dibû kurdî bi
xwe...
-Hilbet mamoste vegerin kar baş e, heke asîmilasyon be, hemî
kes û pîşekar di nava wê de ne. Rojek dê were hilbet ku herkes neçin.
-Carinan yê nikare tiştekî bike, di hundurê xwe de dibehece,dipiçpiçe,
tirş dibe û berê xwe dide yê tiştekî dike û bi hesûsî dev davêjê. Ev mirovîye.
-Çend kesan zanîbû li Sînop ê çend muxtariyên kurdan hene?!
-Ez ji zimanê we î kurdî hez nakim; ji zimanê xwe î kurdî hez
dikim.
-Hinek kurdên Ewropa jî ji şîretan pê ve, çi ?
-Ji bo tiştinan mirov pir diêşe, wek mijara mamosteyên ku
dest û piyên me ne. Gellek tiştên wisa me dît, ev e qey jiyan. Silav û rêz ji
we re gelî mamosteyan.
-Tiştekî nenivîsim ezê biteqim. Ji bo tiştinan mirov pir
diêşe, wek mijara mamosteyan. Gellek tiştên wisa me dît ev e qey jiyan. Silav
gelî mamosteyan
-Peyvên 2 sal berê diviyabû te bigota, tu nikarî niha bibêjî,
kes bawer nake, xwe neêşîne.
-Ku berjewendîst tiştê dixwaze bi dest nexe har dibe, jê bi
dûrkevin :)
-Xayîntî jî çîrokek ezber e, çi li hesabê kê tê wê dike.
-Rast e, gellek kes ji rexneyan hez nakin, lê gellek rexnegir
jî ji bersiva rexneya xwe hez nakin.
-Îro aştî tune ye ku pîroz be, BILA BÊ !
-Vedat Turkali dostekî kurdan bû... Oxir be jê re...
-Belkî jî haya hinekan ji dinyayê, ji Rojhilata Navîn û ji
welatê wî tune be.
-TV yên Amedê ji alî nûçeyan de pir dereng dimînin.
-Hemi dinya di amadekariya dû şeran de ye.
-Eren Keskin sembola têkoşîna mafê mirovan e li Anadolê, li
dinyayê û li Kurdistanê.
-Dest datînin ser hemû mal û milkên yên alikariya feto
kiribin.
-Dîsa mirov li ber deriyê benqeyan ketine dora ku pereyên xwe
bikşînin
-Gelo mirov dikare li ber tevkujiya Dîlokê nekeve û ji xwe re
qulpekê zeft bike û pê biştaxile bêyî xemgîniyê?
-Firotin û kirîn çi ye ya ho? Siyaseta dinyayê ev e. Hemû
dinamîkên kurd zanin.
-Ew jî baweriya wan jî wisa ye; dema bindest bin koleyên herî
pîs, dema serdest bin zalimên herî pîs
û bêrehm...
-Mirovekî di wêjeyê de pir serkeftî be, nayê wê wateyê ku
siyasetê baş zanibe an bike.
-Belê, carinan hinek bi rexneyên tûj li çapemeniya kurd re
dixwazin xuya bibin. mirov guhê xwe medê dê biteqe di eyarê xwe de.
-Siyaseta "Beko"yan û hûnandina sanaryoya
"dijminên derve". Ezber e, ezber...
-Cergî Daiş, Mabûk(Minbîç)dagir kiribû cixare jî qedexe
kiribû. Çalakiya ewil a jinan ji bo serkeftinê cixarevexwarin e.
-Berê bi hesabê nisla çeman bûm / Rûbaran ez dame ber xwe
îro...
-Yên ku ji alî xwe de li bûyeran nanêrin, carekê jî derbasî
alî xwe bibin û bizîvirin bê çi û çawa xuya dibe.
-Yên ku bi kurdî navdar dibin û dîsa dest bi tirkînivîsandinê
dikin! Xweda dê we efû bike gelo? :) Dê nebêje, çi tunebû li alî din, tu hat vî
alî?
-#Şingal û Laleş bîr û dîroka netewa kurd in. Şingal reh e, DIYARÎ YE
ji dê û bavên me, ji me re. Lêmiqatebûna Şingalê û ÊZDATIYÊ, peywîrek ferz e.
-Ma ne Şirnex jî bi heman armancê bûbû Wilayet? Nexwe wisa
dom bike dem, belkî her der bibe Wilayet.
-Hesp bi çargavî dibeze, ew jî ruh tê de nemayî li ber rê ye
û li bendê ye ku şekirek bikeve ji siwarî.
-Yên dimeşin (li Rojava) dema wan tune ye ku fesadiyê bikin.
Yên bêkêr dewam.
-Dê her tiştî bibêjin bêbext. Nebêjin jî ez zanim dê bibêjin.
Negotibin jî ez zanim dê bigotana. Lewre nav 'bêbext' e. Guhê xwe medê...
-Hingî wisa dinya tevlihev e, kes nizane dê saetek din çi
bibe wellehî billehî :) Rojê tiştek derdikeve...
-1-Mirov li ser miriyan bigirî baş e, lê mirov tenê negirî
tiştekî bike baştir e. Tenê girî mirov tune dike.
-2- Di vê bobelatê de jî kesên ku bibêjin "hah ma me
negot", yan jî "bi ya me nakin loma dimirin" peyde bûn, şabaş ji
wan re.
-3-Ya giring mirov hevdû tevli fikrê wan qebûl bike, ne ku
piştî ket bin emrê min dû re.
-4- Rojava nêzî
xwebirêvebirinê dibe, loma êriş pir dibin, lê hê jî hinek dibêjin "dewlet
bixwesta wisa nedibî", şabaş!
-5-Û hê jî hinek dibêjin"kurd nizanin siyasetê bikin
loma dimirin".Lê belê nizanin ku têkoşîna li dinyayê ya herî mezin û
zalimên mezin dikin jî kurd in.
-Hemû stranên bi mirinê dest pê dikin û dom dikin û diqedin
li Rojavayê Kurdistanê hatin gotin. Ev peyv têrê neke jî dibêjim derbasî be
QAMIŞLO...
-... Û hemû stranên bi "baran"ê dest pê dikin, dom
dikin û pê diqedin...
-Dil hê jî li Rojavayê Kurdistanê dişewite. Xuyaye ewlekariyên
gellekî bi hêz lazim in ji bo tiştên ku tê kirin û piştgirî.
-1-Gellek agahîyên hûn dibêjin,di pirtûkên kurdî de bi
berfirehî hene, bi înat çavkanî ji derve ye, ev15sal in, salê takriben 200 pirtûkên
kurdî derdikevin. Lê binerin ji kerema xwe.
-Nexwe bukalemûn bûye mirov û hemwelatî...
-"Ga dikeve erdê kêr pir dibin"... Herkes kêra xwe
tûj dike ku perçeyekî ji xwe re jê bike...
-Bûyer esl û feslê mirovan jî derdixe pêş; fikr û zikrê
mirovan jî li bêjingê dixe û rastî weke bedenek şûtî tazî derdikeve holê.
-Mirov ji hin tiştan bitirse baş e carinan...
-Ji bo gellek tiştan bandora Ohalê tune ye, lê ji bo gellek
tiştan jî heye ji kurdan re; wek Weşan û siyasetê û gellek tiştên demokratîk...
-Bi ya min ku mirov bibêje (darbe) "Lîstika Erdogan
e", pir biçûk dîtin e; xuya ye ku resmen artêj bûye du perçeyan û li hevdû
xistine û hê jî didome
-"Pêşkeşvanên porzer û lêvmor" dîsa li ser kar
in...
(Ji Twîterê. M.Çiya Mazî. Tebax 2016-Pûşper 2017)
6.08.2016
Dîmenek Piştî Cuntayê li Stenbolê
Merheba Ji we re. Ez dê ji niha û pê ve car
caran di malpera Amîdakurd de, têbiniyên xwe yî gerrê û carinan jî ramanên xwe
vebêjim. Wek têbiniyên îro. Hêvîdar im dê ji tiştekî re bibin.
Îro
hinekî li nava Stenbolê geriyam. Ji Maltepeyê heta Emînonu û Taksîmê. Bawer
bikin guherinin berbiçav henin. Him di nava mirovan, têkiliya wan, axaftin û
diyalogên wan de xuya dibin. Carinan bi mirovan re dipeyîvim bi qasî ku ji wan
fêm bikim. Ji yekî ku dibêje “Me xayin hemî derdest kirin” re dibêjim; gelo kê
li wan neferana işkence kiribû? Bi lezgînî dibêje, na, ew ne işkence ye, ew
montaj e montaj. Xuya ye di mala xwe de jî tenê vê mijarê diaxivin, lewre lawê
wî yê 12 salî xwe davê je navê “ew montaj e apo, ew wêne ji qezayek erebeyê
girtine, min lêkolîn kir”. Erê lawikê duwanzdeh salî lêkolînê ji min re
vedibêje. Mirovekî kurd yê xwediyê marketekê (xuya ye AKP yî ye) dibêje “Diaş,
Pyd û Feto piştî darbeyê dê têketana Tirkî, emê hemî ber nigan biçûna.” Fikir û
raman tûj bûne, bêhntengî pir bûye.
Bi qasî ku ez dibînim, li Stenbolê jî wekî
gellek deverên Kurdistanê û dinyayê, hinek vê bûyerê wekî lîstik û hinek jî
wekî derbeyê dibînin, Erdoxan wekî yê herî qezenckirî dibînin. Kurdên nêzî HDPê
di fikrên xwe de wekî berê xuya ne û tevgerên xwe liv û libatên xwe
neguherandine; axaftin wekî berê vekirî, raman wekî berê dijber-muhalîf xuyaye.
Ji xwe li her derê hê jî ev qal e di nava
alîgirên AKP yî de; ku yek qala bûyerê bike deh heb li dorê kom dibin û qehremaniyên
xwe mîna çîrokên nêçîrê vedibêjin. Yê ku qet wê şevê derneketibe jî, derdikeve
û qala xwe dike. Xuya dibe ku gellek kes ditirsin ku hinek ji wan re bibêjin
hûn çima nehatin, min wisa hîs kir. Ji xwe ji ber wê yekê jî her ku diçe al
daliqandin zêde dibin û mezinbûna alê tê guherandin û her diçe yên mezin
derdikevin paceyan. Êdî li her avahiya fermî alên mezin bi qasî 30-40 m2 û hê
mezindir, yên dikanan hê bi çûk in lê pir bûne li gor hefteya ewilî. Li
Emînonuyê li ser her plazayê alek mezin, li ser pira Galatayê çend alên pir
mezin, qûleya Galatayê bi rengê alê hat ronîkirin bi şevê. Li ser avahiyên din
jî al zêde bûne li gor hefteya ewilî. Belkî ji ber vê nobeta ku li qada tê
girtin e jî, mirovên ku hefteya pêşî al daneliqandibûn gelekan niha daleqandine.
Bawer im hinek ji tirsan, hinek ji bo xwe şêrîn bikin û îspat bikin wisa dikin.
Mirovên AKP yî ji xwe al roja pêşî daleqandin, CHP yî jî ji alê hez dikirin û
tevlê bûn, her wiha MHP jî dadiliqînin û yê pir li kuçeyan diruşmeyan berz
dikin ew in. Berê ku çalakiyek AKP piştgirî didayê rû bida, tenê AKP yîyan al
dadiliqandin, bûyerek ku CHP, MHP piştgirî bidayê yên din AKPyîyan al bilin
nedikirin. Lê îro bi taybetî piştî du hefteyan ji van hersê partiyan jî herkes
alê li malên xwe dadiliqînin, hetta Cemaatçî jî. Hinekî ku di taxa me de wek
cematçî dihatin dîtin jî al daleqandine,
ango hemû bi hev re. Ji xwe di rojnameyên tirkî yên mezin de her roj bi
dehan kes û şîrket îlanan didin û alîgiriya xwe îlan dikin ji hukûmetê re.
Bawer im derbe çêbibûya jî dê eyn wisa bûya, lewre ev helwest helwesta wek 12
yê îlonê ye. Yên ku ew dem dîtibin dê ev bê bîra wan.
Hê jî erebeyên bi al heta nîvê şevê li qorneyan
dixin û di kuçeyan re li pey hev diçin, hejmara wan jî zêde bûye. Bi taybetî
ajokarên erebeyên kevin wek Kartal, Şahin û Broadwey, Kamyon, Kamyonet, Motor.
Kêm caran jî erebeyên nû û luks jî li qorneyan dixin. Wekî şahiyên birêkirina
leşkeran, li taxan digerin car caran, lê berê her gav û her saet tunebû ev,
niha her gav her saet dikare çêbibin û tê dîtin.
Li gellek deveran her qala piştî darbeyê û
çîrokên wê, krîza aborî dikeve navê û esnaf hema hema hemî dibêjin “rewş qet ne
baş e.” Ji ber ku ev 15 roj in hemî otobos, metro, metrobus belaş in û heta
garanên erebeyan jî belaşin li Stenbolê, mirov jî pir digerin û ev hinekî dibe
gerra pereyan jî û esnaf jê memnûn in. Lê vê jî dibêjin “piştî ku ev biqede
rewşa nebaş dê baş derkeve holê. Lewre turîst pir kêm bûne, piştî Rûsan Ereb jî
wekî berê nayên Stenbolê û ev qal û bala derbeyê mirov hinekî ragirtine ji bo kirîna
tiştan.”
Û hêdî hêdî nîqaşên “ma kê ev darbecî di daireyan de bicîh
kirin” jî derdikevin holê. Bawer im heta ku mirov sawa xwe bigrin û germbûn û
peroşiya girseyan dakeve, êdî dê nîqaş jî bê guherandin, lê qet wekî berê nabe
bi qasî ku hîs dikim û heta belkî ev nîqaş bi tundîtiyê jî xuya bibe.
www.amidakurd.net
26.07.2016
=SIYASET Û MELE=
Yê feqî dersa xwe yî olî xelas kiribû. Êdî wê bibûya mele. Lê
meleyê wî jê re got:
- Divê tu hînî siyasetê jî bibî, yan na tu nikarî mirovan bikî
bawermend.
Yê feqî dibêje:
- Ma ew, tiştên ola îslamê hîn bibin bes in.
Feqî dibe mele û rojekê dihere mizgeftê. Dinêre ku waîzê mizgeftê
xutbeyê dixwîne. Dema lê guhdarî dike dibîne ku tiştên meleyê di xutbê de
dibêje, giş çewt in. Xwe zeft nake derdikeve holê, ji civatê re dibêje:
- Gelî civatê.! Weleh ev mele bi rastiyê nizane û tiştên dibêje giş
çewt in, mirovan dibe kufrê.
Dema wiha dibêje, civat li ser serê wî kom
dibe û lê dixin. Bi zorê xwe ji nava destên wan derdixe. Bêhna xwe venake
dihere ba meleyê xwe yê ku ders dayê. Jê re
mijara xwe dibêje. Meleyê wî dibêje:
- Min ji te re got divê tu hînî siyasetê bibî,
te bi ya min nekir.
Radibe ji nûv de wî hînî siyasetê jî dike.
Çend heyv derbas dibe, dîsa derdikeve. Dîsa rêya wî bi heman mizgeftê dikeve.
Dihere ku dîsa meleyê berê û gotinên xwe yî çewt dibêje. Difikire û ji gel re
dibêje:
- Gelî civatê ! Hûn dizanin ev meleyê hanê pir
baş e û tiştên dibêje jî rast e. Hingî werê baş e ku kî tayek porê wî û riya wî
rake wê here bihuştê.
Dema wisa dibêje mirovên di civatê de giş
êrîşî ser meleyê ku waîz dike dikin û tayek rîh û por pê ve nahêlin û mele bi
zorê ji mirinê difilite.
(Ji pirtûka M.Çiya Mazî, Baxek ji Folklora Kurdî)
18.07.2016
Çi ye? Çi bûye?
Her bûyerek
dersek e ku mirov jê sûdeyê bistîne.
Ku her
bûyerek dersek be; mirov divê çi derxe jê, çi dê biqewime? Mesele ev e.
Ji ber bûyer
û dersên dawiyê, çarçavên kurdan jî hebin têrê nakin, divê gellek çav hebin ku
gellek tiştan û deveran bibînin…
"Çi ji
me re" nabe. Ku darbe çê bibe xisara kurdan tê de heye an an? Ku hebe,
mirov dê bibêje darbe ne baş e. Û darbe nabaş in.
Darbeyek çû,
niha yeke din li dar e, ev jî gellekî ne baş e ji kurdan û mirovên demakrat re.(Yên tên girtin kî dê bê şûna wan ne diyar e, an jî diyar e.)
Ku mirov
zanibe çi bûye, dû re dema gotina "dê çi bibe " ye. Ji niha û pê ve
dê çi bibe, mesele ev e...
Di
tevliheviyan de ne diyar e ku çi bibe û kî çi bike. Hê jî tevlihevî heye.
Tawanbarkirina
"kurd çima diçin qadan" ne vekirî ye. Kî çûye diyar e, navê wan
eşkere bibêjin. Ew berê çi bûn niha jî ew in, aligirên Akp. Piraniya kurdan
naçin
Çi dê bibe jî
diyar e (hinekî); tiştên wek doh bi şev li meletiyê êrişa taxek Elewiyên kurd e.
(Ji twitterê @cmazi 18.07.2016)
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)
