Li ser réyeké, yén rûniştine ji yén dimeşin re dibéjin 'çima hûn nameşin'. Dinyayek wisa peyde bûye.
*Ne hewce ye hûn bibéjin bila nivîskarek her
tim biaxive, ji xwe axaftinén wî di pirtûkén wî de ne... Kerem bikin bistînin
û guhdar bikin careké... Pirtûkén kurdî bixwînin ! :) #BiNivisaKurdî
*Di hemû qadén jiyané de berhem; tiştén
mayinde û bibin bingeh, bibin kevirén ré.
*Ji hinekan re hilberîn, kirin, berhem hene,
lé téra welatekî nake li nava kurdan. Ji ber ku yén tené dipeyivîn pir in,
mézîn serast nabe.
*Peyv rehetiya giyan ji bo demek kin. Kal û
pîran jî gotine: 'Bi gotegot mirov naçe cot.'
*Ji peyvén zéde béhtir hilberîn, ji axaftiné
béhtir berhem, ji xwestiné béhtir kirin.
*Rojnameya Azadiya Welat ! Kana nivîskariya
kurdî !
*Yén dimeşiyan ne betilî ne, yén pir
dipeyivîn betilîne li dinyaya kurd, belkî jî nîşana başiyé be ev.
*Ji bo biserneketina tiştekî tawanbarkirina
kesan û hézan pir hésan e, loma yén tawanbar dikin pir in, lé li ser dijwarbûna
pirsgiréké ku ev sedema yekemîn a neserketiné ye, kém kes dibînin û difikirin.
*Mirovén ku di vé demé de psîkolojiya wan
xerab bûbin, belkî jî, ji alî mirovperwerî xwediyé hestén herî baş û giran bin.
*Di pirtûkén lékolînî/berhevkarî de
diyarkirina çavkaniyan şert e û kopîkirina pir nabe, tené ji bo selmandiné û
çavkaniyê jégirtin dibe, yan na ew
pirtûk dibe ya diziyé.
Em bibéjin 'desturxwestin', lé belé
destûrxwestina kopyé nabe, resmen dibe dizî. Keddayin ji her tiştî re péwist e.
*Di zimanekî wekî kurdî de ku pergala telîfé
bicîh nebûye, belkî otokontrol hebe û tu nivîskar/berhevkar sînoré keda xwe
derbas neke, ev pirsgirék jî nabe bar û astengiyek mezin ji zanîna gel-
folklorî re.
*Fikreke pir erzan e tawanbarkirina kurdén
bakur. Belkî jî haya we qet ji rewşa bakur û bazara dinyayé tune ye. Pir
sivik e jî ev tawanbarkirin.
*Bila Newroz roniya azadiyé bide ser axa xwe.
Hilbet mirov here qada newrozê baş e, belkî bibe piştgiriyekê.
*Mirovahî sedsal beré jî ev bû, îro jî ev e.
*Siyaset jî hebû cesaret jî hebû-heye.
Pirsgirék pir mezin, tevlihev û di cîhekî pir asé de ye, lewma çareserî zahmet
e.
*Çi ji destén kedkaran hat, çi hewce bû kirin
û dikin. Heçî gotinén mayî pûç û cehennemî ne.
*Ew bûn, ew in yén di ber xwe didin û dan,
yén temaşevan di hérs û şerma xwe de man.
*Aha ev e dîrok û çébûna wé.Serkevtin an
tékçûn wisa çédibin.
*Li ser réyeké, yén rûniştine ji yén dimeşin
re dibéjin 'çima hûn nameşin'. Dinyayek wisa peyde bûye.
*Yén serbest ji yén derdest re dibéjin 'çima
hûn naçin seyrané?'
*Û yén kéfçî ji jinén tékoşer re dibéjin
'çima hûn baş namirin? ji ber wé yeké em baş kéfé nakin li seyranan, li
peravan'. Aha dinyayek wisa...
*Çavén zarokan dinyayé dihejîne. Dibéjin,
belkî bi xwe bihese.
*Çend Helebçe tén û diçin, lé kurd ji beré
zeximtir in.
*Carinan mirov nikare tiştekî bike, lé belé
mirov kare tiştinan neke, ew jî kar e.
Mirov kare tiştinan neke ji bo wan; wek kéf û
seyranan, wek mesref-kirîna tiştinan û bongîtiyan, wek qurretî û boşboxaziyan
wek sersariyan.
*Ez çûm welét çend rojan.Dengekî pir mezin
heye di hinavé mirovan de veşartî. Mirov ji rébazén beré nema héviyeké dikin,
bendewariyek tofanén mezin zîl didin
*Ew dengé bayé kurr e ku li her deré welét
bandora wî heye. Ya giring, mirov wî dengî bibihîze, fém bike, tomar bike û
bike enerjiya stranén dîlanan.
*Ji bo hinekan carinan: gellek rébaz û
encamén tu rexne dikî, tu jî bûya ji bégavî tuyé di heman réyé re derbas bibûya
û bigihaşta heman encamé. Lé wek tu ji bo rexneyan afirî yî û di repertuara te
de stranek bi navé "ez jî bikim" tune ye.
*Tu nabe réwî nebe kelemé ré jî.
*Guliyén daran, peyarékén berpalan, buxuşkén
ber çeman û deriyén arenayan hemû şahid in ezbenî.
*Dibéjin: hiş, wérekî, dil û ked bibin yek,
dinya diafire û dibe seyran.
*Dil û aqil didin ji bo we, tené wijdan
dixwazin ji we. Dil, aqil û wijdan...
*Bé zanîn û bé berpirsyarî tawanbarkirin û
hukumdanîn ziyana jiyané ye.
*Ezber mala mirov dişewitîne û mala civaké jî
mirat dike. Ji bo biryarén başî û nebaşiya yekî/é lékolîn péwist in. Ji bo
nirxandina demeké, saziyeké, serketî û neserketîbûna encamî anket péwist in,
istatistîk péwist in.
*Hinek jî 'heska xwe yî vala li bin guhé
dewla tije av dixin', dibéjin, belkî dilopek tékevé. Ne ji tîbûné ji dexsî û
xinizî ye...
*Yén îro bi tilîk û nenûkén xwe dîwaré welaté
xwe ava dikin, îro jî sibe jî dé xwedîpeyv bin.
Dû re nebéjin em razayîbûn, çavén me tarî bûn
me nedît, an jî me kevnik xistibû guhén xwe dengé hawaré nedihat.
*Li dinyayé ax can dide mirovan, lé mirovén
kurd hé jî can didin ji bo axé. Bes e ey ax! can bide me.
*Dibéjin "meraq neke!" Gelo kîjan
hiş dikare meraq neke? Kîjan dil dikare nelive? We aqil berdaye qey?
*Hinek henin gaveké tené diavéjin, péncsed
peyvî dikin, lewma kes naxwazin bi wan re bimeşin. Ew jî ji axaftiné ré şaş
dikin. Peyvén minetiyé dibéjim.
*Dinya dilive hédî hédî Zindî hebin dinya
heye Dinya ji bo zindiyan e ji xwe
*Ey axa xeyalén min veşartiye ! Berqefek te
tuneye qey lé bifirim?
*Rewş û pirsgirékén niha yén weşanxaneyan,
çapkirina pirtûkan,yén nivîskaran, yén wéjeyé û gellek tiştén din bi tékoşîna
welatekî ve girédayî ye. Mineta van karana nabe. Her kes bi xwe li çareyan
bigere gellek pirsgirék jî çareser dibin.Ku nebe jî, sûc ne yé kesan û grûban
in.
*Mirov pirsgirékén xwe bavéje ser hinekan û
pal bide, ew rehetiya can e.
*Ax dilé min î bi teperep ax !
*Tu kurd î, ew kurd e, yé din kurd, baş e. Lê
belê çima hûn nizanin tipek tené bi kurdî binivîsin? :)
*Çawa dayika xelké nabe dayika mirov, kanona
xelké jî nabe kanona mirov :) Hevoksaziya zimanén xelké jî, nivîskariya xelké
jî nabe wek ya mirov :)
*Ku her tişt li her deré bihata gotin, çima
siyaset hebû?
*Carinan mirov ezberan, hestiyariyan bavêje, carinan
manevra,ji alîkî din de nêrîn hewce ye, ji bo çareseriyan.Tiştê min ji Demirtaş
fêmkiriye ev e. Teqez ew dehqatê van tiştana zane. Ew "entelektuelekî
siyasî" ye.
* *Hinek kes navé nivîskaran, navé
siyasetmedaran teqlît dikin, ne ewle ne. Ji bir nekin édî nîjadperest û zulumkar jî
karin bi kurdî binivîsin.
*"Yê dike mirişk e, lê barîn para dîk
e". Çima? Bila ne wisa be.
*Cureyén zulma we nayén jimartin,
darvekirinén we û kuştinén we nayén jimartin, tevkujiyén kurdan ku we kirine
nayén jimartin. Hûn çinin û ne çinin, alem pé dizanin. #iran. Zulma we ji hundur e, lé bertek û serhildan
ji derve ye ne wilo? Ya ya gidî kurmén Eyub !
*Li gor http://Diyarname.com dibéje, 171 pirtûkén kurdî hatine weşandin di salek qeyranî,
sala 2017 de. Hévîdar im 171 xwendevané kurdî jî zéde bûbin.
*Carinan mirov guh nede rexnegiran belkî
baştir be; ku mirov ji nivîskar, helbestvan, çîroknûsek û siyasetmedarekî/ê hez
bike, mirov bi xwe here lê guhdar bike, pirtûkên wî/wê teqez bixwîne û bi hişê
xwe tevbigere. Lewre dibe ku hesûsî li her derê hebe. 02.01.2018-09.04.2018
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder