EW BAJAR
Ez diçûm kîjan derê wî bajarî Ku li bin guhê dîwarên wî diketim Her serê qorziyekê wateyek dihewand ji êşan Û her dawiya kuçeyeke tarî, dilêkî kevirî Carinan dibûn şîmaq Û kêmcaran gulên bi sitrî li ser rûyê min… Ji ber wê ew awirên hişk ji dilê bi hizin derketin Û ji ber wê bê silav û bê xweşûbêş dûrketin Ji koxikan bi tengala terkîwelatiyan re teriqîbûn
Qey ez xeyidîbûm ji te ey bajar nizanim Belkî di guftûgoyên bê hefsar de bêhnçikyayî dibûm Belkî jî li yarîgehên te ji dilbendî û dilqefesiyê zivêr bûbûm
Min bêrîkirinên xwe xistin bahola xwe û çûm Min awirên xwe ji berriyê dan hevdû Û ji ser keviran pelînên xwe û likumandinên xwe Eşkere kirim çongşikestinên xwe Girêk û gerînokên qirika xwe şanî wan kirim û çûm
Li ser striyên rêya min xwe avêtin erdê hewariyan Fîkandinên rojhilatî bi newayan newalên kemanjenan dagirtin Ji şaxan ber bi lûtkeyan firiyan balindeyên bajarî Bi wan re kevokan ji ser kumbetan û sariyên deriyên mêşinî
49 pêlik serjêkirin li ser kevirên keviyên kolanan Temaşe kirin di sehera sibê de maşûqan
43
Dema ez çûm…
Dema ez çûm jinê reşa xwe avêt ber reşêşkan Destên min î diricifîn firkandin bi tilîkên narîn wan berbûkan Ramûsanên xwe û bêhna kilên xwe bi min re şandin Ji heyvê re diyarî bûkên bahoz û bablîsokan
Ez çûm… Ez nepeyîvîm û çûm…
Û ez hey diçûm… Her ku diçûm birîn dibû bedena min Her ku roj diçû ava li ser axa şop û şûnwarê min Êvaran tilîkên xwe li min kil dikirin Xewn li min diherimandin Her ku bîra min dişeqitî û sor dibû kêlekên wê yî Bi şûna kêlên ku miriyên min avêtibûnê Her ku min dixwest ji wan bi dûr kevim Li pey min dihatin êşên min Sozên min û hewara azadiya şûn û şopên min Ji min dixwestin starek her roj Her rojên min wisa bi dengê xwestina wan çûn Sal bi sal halekî hêj giran Heta Heta rojek ji rojan hat Lêzimên min ketin ser hev bûn çiya Û çiya ji hisretên min re bûn star. 2010
(Ji pirtûka Baranên Çilesrî-M.Çiya Mazî)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder