Elîkê Cibo
(Kurteçîrok - Çiya Mazî)
Wî jî
şûşeya xwe danîbû ser dîwarê beton. Kaxezek li bin pêxwarina xwe raxistibû û
hêk, bacanê sor û xiyar hûr kiribû û dixwar. Ku dît ez jî rûniştim û min alavên
xwe ji kîsik derxist û alav wekî yê wî bûn, ji deh mîtro dûrî min bi baldarî li
min nêrî û wekî girnijînekê li ser rûyê wî xwe da der.
Min jî
lê dinêrî û di kêlîka pêşî de tiştekî nepen di hişê min de xwe livandibû;
dişibiya yekî ku min pirê caran dîtiye û min pê re beşek jiyana xwe
bihurandiye. Teqez yekî wisa ye ku bi nêrîna pêşî re awirê dilê min bi baldarî
dageriya alî wî. Pozê pahn î gumokî li nava du gepên sor û hildayî û çavên şîn
yê ku di bin birûyên hej hejî de windayî. Piştî ku min qedeha xwe tije kir û li
alî wî nêrî wî bi xwe qedeha xwe bilind kir, got noşî can be ! Min jî bê dilî
xwe bilind kir û berê xwe jê guherî. Lê ji alîkî jî diponijîm bi nêrîna xwe ya
li bahrê re. Piştî ku min bi qurta ewilî
qirika xwe şil kir, min alavê xwe yê zêde danî ser beton, bi qedehekê û hinek
bihîv û sêv re bêdeng mam. Di wê kêlîkê de bi carekê re min dît tiştekî xwe
çengî nava avê kir û hêdî hêdî bi ji peravê dûr ket. Kevcal bû û ji nava kevza
ku li gomeyekî mezin kom bûbû xwe çeng kiribû û bala min jî çûbû ser wê kevzê û
wî gomeyî.
Bi
ponijîn û nêrîna min re kevjalekî din jî xwe çeng kiribû, ji ser kevirê birka
Mêtsagê, nav ava bi kevz û bi dengê xwe yî stûr û çiyayî bangî me dikir Elîkê
Cibo; kuroooo! Hûn li ku nin kuroooo?. Bangî min û Şerîf dikir li Mêtsagê, li
rexê Şemrex pala Çiyayê Şêxmihemed ku me jê re digot Gîharê Şêx Mihemed. Tenê
serê wî çiyayî bi dar bû ji çiyayên ku li dora Şemrexê ne. Ew jî ji ber ku
digotin ziyaret û parestgeh e, ji ber mekanê ku li serê qotê wî bû ku kesî
nizanîbû çi demê çê bûye, tenê digotin mekanê Şêxekî bi navê Mihemmed e û hew.
Ji xwe her ku ji qot de ber bi jêr de dihat darê berrî û mazî jî kêm dibûn û
darê guwîj û dirrîkên bi strî dest pê dikirin û ku digihaşt rastê, dar mar
nediman û tenê rez diman, rezên mirovên Taxa Beroj û bi taybetî rezên mala Axê.
Kanî û birka Mêtsagê jî di nava bexçe û rezên Mala Heneşê Osman de bû ango
Heneş Axa.
Elîko
bacan ji me re anîbû wê rojê, qey zanîbû ku em herdu jî birçînin û dikin ji
nêza bê terp û bikevin erdê. Destê xwe bir cuherê ku qet ji milê xwe danedixist
û bi ken digot, ka hûn çi dikin kurooo?! Bila golikên we neçin nav cinênê haaa?
Him henekê xwe bi me dikir û him bi wî ken û henekê xwe em hişyar jî dikir
Elîkê Cibo û pê re jî ji cuherê xwe du bacanên sor û du xiyar derdixistin û
dida me.
Min li wî
dinêrî wî li min û tevgerên wî di hişê min de diçûn Mêtsagê û dihat; esil navê
vê giravê Halkî ye, îjar navê wê kirine Heybelî, cîhê filehan e, cîhê Rûman.
Berî bi çil pêncî salî, çûyina wan dest pê kiriye ji van deran. Aniha bi qasî
tiliyên destan jî nemane li vê giravê. Ez gihaştim ser wan, wê demê me ji xwe
re xaniyek zeft kir û ji wê rojê de li vir im, bi bazirganiyê û karkeriyê heta
teqewît bûm li vir û hero têm vir. Aha berê ev cihê ku tu lê rûniştiyî jî
xaniyên wan bûn, van dorana giş milkê wan bûn, digot, mirovê li himber min ku
qedeha xwe dibir devê xwe, qurt lê dixist û pişt re jî dîlimê bacan û hêkan
yeko yeko dixist nav diranên xwe, weke ku me Elîko carekê li nava xirbeyê nêzî
bexçe dîtibû ku li ser kevirekî mezin yê qoziyan rûniştibû û nan û bacan
dixwarin û gepên wî dinepixîn.
Di serî de ji me re gotibû neyên aliyê birkê. Lê
belê ew qedexebûna vê yekê wekî peywîreke wî bû, ne ku biryareke ji dilê Elîkê
Ciboyê bi tenê û bê zarok hatibû. Ku em ji ber qedexeyê bi dizî ber bi birkê
nediçûn jî, çend roj derbas dibûn ew dihat û dubare digot, qet nerin bi alî
birkê de haaa. Bi me wekî bibêje, hûn herin haa û ew qedexekirina wî bi me
şêrîn dibû, ya jî wî bi xwe bi zaneyî bi me şêrîn dikir. Me miraq dikir pê re,
gelo çi hebû li wê derê, li derdora birkê? Min û Şerîf biryar da ku rojekê emê
dîsa herin û der û dorên birkê gişî bihost bi bihost sax bikin.
Me texmîn dikir ku tiştekî wî yê ku veşêre yê bi
nirx tuneye ji bilî cuherê wî. Milkê wî wekî din çibû? Wekî din… haa..., milkê
wî kûçikê wî bû esil û cuher jî, ku mala axê wekî zîmetî wî kiribû ew jî nîvmilk
bû. Kûçikê wî ji serê biharan heta dawiya payîzan pê re dima, diçû ku li dû wî
bû ew milkê wî, dinyaya wî, xizmê wî, yê herî nêzîkî wî, kûçikê wî. Navê wî
kûçikî Malê Mino bû ji xwe. Em piştî demeke dirêj bi wateya wî hesiyan. Ku
bangî wî dikir digot Malê Minooo! Malê Minooo! Malê Minooo! Carinan jî digot
Malo, Malo Malo Malo' Heta ku Malo dihat xwe li ber wî dimelisand, dom dikir ev
bang.
Dema ku me holîka aşê heriyê temam kiribû û
çenikek nisla ava ji birkê dihat ber bi aşê xwe rast kiribû û me nanê xwe ji
naylon derxistibû ku bixwin û pêxwarin tunebû, me biryara çûyîna birkê dabû.
Piştî xûzbûneke dirêj di nava dirîreşk û darên
sincan re me nêzîkî li birkê kiribû. Kesek tunebû li derdorê. Ji dengê req û
beqan pê ve tu deng nedihat. Jorê birkê bi dêliyeke li ser dara tehewa mezin
girtîbû. Aliyekî biçûk bê dar bû lê ew jî bi tahteke mezin girtî bû. Her du
aliyê kêlekê jî bi dirîreşkên bilind girtî bûn. Bi qasî kûrbûna birkê wan
dirîreşkana jî birk hê kûr xuya dikir. Bi nêrîna me re bi carekê me dît kû li
nêz me Elîko bi dengê wekî zengilê stûr û bi hela hela çivîkan diqewirîne ji
ser mêwan, çûk çûk çûk! Hurrre! Hurreee! Bi dengê wî re me xwe di nava dirîkan
de melisand.
Min xwe xistibû bin dirîreşkên dora tehewê. Şerîf
jî ji min wê de xwe melisandibû. Dema min xwe vir de wê de livandibû destê min
çûbû ser tiştekî nerm ku nedişibiya dar û gihayan. Hinekî min bi baldarî lê
nêrî, min nêrî ku di nava kîsikekî cabûn de tiştek heye. Hêdîka bervê çûm û min
vekir. Ku hinek bacan û hinek xiyar di nav de ye. Di nava naylonekî de jî
seriyek penêrê şor heye. Aliyê tehewê yê din holika wî bû û wisa çêkiribû ku
mirov nedidît, ji dirîreşkan dorpêçkiri bû ew holik. Her roj û havînan jî bi
şev û roj li vir radibû rûdinişt, radiket. Qey ji bo penêr germ nebe xistibû
nava dirîreşkan, cihê ku her tim sî bû.
Şerîf bi peroşiya xwe got; ev viya ne ji bo ku me
di vir de zeft bike law?! Û pê re jî li dora xwe fitilî û dor qoleçan kir. Lê
dîsa li min nêrî bê deng ma û me herduyan jî bi hev re gotibû, belkî jî wî ji
bo me danîbe vê derê, ji bo xwarina me. Lê dîsa jî bi tirs me ew anî û piştî ku
me têr li ber birkê xwe hênik kir û li req û beqên ku ji ber kevir û dîwarê
betonî çengî nava avê dikir û di nava avê de digeriyan temaşe kir, hêdî hêdî di
rêya ku em tê re hatibûn dîsa berjêr bûn. Berjêrî nava bexçeyê gewre yê bi av û
cinên yê mala axê bûn.
Aha em jî di nava vî bexçeyî de li ber golikan
bûn. Ji ber ku salên par mala me û mala Şerîf cinên çêkiribûn di nava vî
bexçeyî de, Elîko jî em nas dikir û dihişt em tenê bên û golikên xwe li nava
bexçe aliyê giha lê heye biçêrînin û ji xwe re bilîzin.
Ku keştî di ber peravê Halkî re derbas dibûn alî
îskeleyê, pêlên avê pir dikir û ew pêl bi hêz dibûn û dihat li peravê ber min
li tahtan diket û dengekî bilind î bêhempa derdixist û dihişt ku dêhna min ji
birka Mêtsagê biqete û dîsa were ser Halkî û vî zilamê ku hey bi çingîna qedeha
xwe re dipeyîve û dibêje qey ez jî lê guhdarî dikim.
Ez tenê li
vê giravê dimînim, zarokê min giş çûne Ewrûpa, Elmanya û vir de wê de. piştî ku
ez teqawît bûm min xaniyê xwe li gor xwe tamîr kir û ez û xanima xwe me biryar
da ku heta mirinê li vê derê bimînin, çok şikir halê me xweş e.
Min dixwest ku ji vî mirovê sor î enîsemitî re
bibêjim tu ji ku hatiyî vê derê û tu çi kes î, êl û mêla te ji ku nin? Belkî wî
jî nizanîbû û belkî zanîbûya jî dê negota ji min re, çima wê bigota ma, ji yekî
ku deh kêlîk berê hatiye û rûniştiye li himber wî û bi serê xwe yî xweş çima wê
bigota esl û feslê xwe û secereya ebûk û ecdadê xwe. Ji min re jî bigota, minê
jî bigota nizanim ji ku hatime, hema hazir bixwaze…
Nizanîbûn
ew ji êla kê ye, ji ku ye Elîko. Tenê zanîbûn mala Heneş Axa ew ji qefleyê ku
ji alî Çiyayê Mazî dihatin û diçûn Diyarbekirê girtine û bi tenê zanîbûn navê
bavê wî Cibo ye û wan jî nav lêkiribûn Elî, Elîko, Elîkê Cibo û bûbû berdestkê
wan. Û li vê derê li nava van bexçeyana ji me re bûbû şitaxilîk, ku min bi
henekan digot; kuro Elîko hat, her carê jî Şerîf bi peroşî digot; kanî law,
kanî kuro? Û radibû ku binêre aha wê demê piştî kenê min ew jî dikeniya.
Min hizir
dikir ku tenê li ba me, wî bi dilekî rihetî ew kenê xwe yî ji dil û hinavan
derdiket dikir. Wekî wisa bi hisreta zarokan bû û wisa bi hisreta ku hinek wî
jî bi tiştekî bihesibînin û wî jî wekî mirovekî normal bibînin û tew hinek, wî
wekî zane, wekî mezin, wekî yê ku mirov guhdariya wî bike bi nav bikin. Min û
Şerîf me guhdariya wî dikir her tim. Qey me wisa pê dida xuyakirin ku ew ji me
zanetir e û ew mezinê me ye û ew zilamekî bi qedr e ango wisa ji alî wî ve em xuya dibûn. Tabî me nizanîbû fileh e, ku
bi wê çûkaniya xwe me jî zanibûya ku fileh e û me zanibûya ku em misilman divê
ji wan bibehecin, dibe ku me jî ew bi tiştekî nehesibanda. Lê em hê di vê hizrê
re negihiştibûn û me ew ji xwe re wekî alîkar dihesiband, me ew wekî zilamekî
ku ji tiştekî re dibe dihesiband, loma wî jî ji me hez kiribû û alîkariya me
dikir. Tevlî ku xwediyê bexçe nedihişt em golikên xwe bînin nav mêrga bexçe jî,
wî rêyek ji me re vedikir, cih rê me dida û bi ser de jî tirî, bacan, xiyar û
nan jî gelek carî dida me û li ba me tenê wisa bi mestbûnekê dikeniya dikeniya
heta ku lal dibû.
Belê
carinan li ba jinên xwediyê bexçe jî dikeniya, lê ne ewqas, ne bi wî awayî.
Dema li ba wan bû û ku jinên axa ango xwediyên bexçe jê neditirsiyan ku tiştekî
an xerabiyekê bi wan bike û nedihizirîn ku bi şaşî û bi dilekî evînî cinsî li
wan binêre, henek pê dikirin, bi peyv û tevgerên wî dikeniyan û pê çîrok didan
gotin. Gelek carî jinan tiştên ku nedihat gotin jî li ba wî digotin, qala
hezkirinên xwe, qala têkiliyên cinsî bi awayê argo dikirin. Ji ber ku zanîbûn
Elîkê Cibo nikare nepeniya wan belav bike, zanîbûn ku xisara wî jî nikare
bigihêje wan, ma ji bavê wî ne zêde bû ku dilê xwe têxe jinekê, qîzekê ango bi
çavekî xerab li wan binêre, li malbata axa an jî yê xeyrî ola wî.
Ji wan
jineke bî û henekçî, Weso, her tim dihat û wekî tetirxana ken û henekan dest bi
peyv avêtina Elîko dikir û digot; Elîko bila mêrê min be, ezê wî bikim. Herkesê
li dorê bi vê pevê dikeniyan û digotin de ka em daweta we çêkin û bira jî
radibûn û dîlan dikirin. Wê demê Elîko jî dikeniya, lê kenekî tenê ji dev û
diranan ji rû û çavan derdiket. Bi wî kenî re jî paşê xwe dida Weso û dimizicî
tenê. Qet ne kenekî ji dil, kenekî ji rehên can û cegerên wî derdiket; kenekî
bi sînor, kenekî di qefesê de zîndankirî li dardiket. Jinên ku Elîko ji wan re
digot "dê" nizanîbûn bi wî kenî, nizanîbûn ku ew kenê derewîn e. Me
tenê zanîbû, ji ber ku li ba me kenekî din yê Elîkê Cibo hebû. Kenekî ku
dinyaya wî gişî li ser rûyê wî kom dikir, kenekî ku hew dima ji kêfan bifire
Elîko. Çima ew ken li ba me wisa bû nîzanim, dibe ku zanibû em bi paşeroja wî
nizanin an em wî wekî mezinekî xwe dihesibînin, wekî bav û birayê xwe
dihesibînin û zane ku, em hurmetê ji wî re xuya dikin. Nizanim, ez difikirim ku
wî gelek carî ji bo wî kenî bangî me dikir, pêkenok digotin û dikeniya û
carinan jî çîroka xwe digot.
Aha ez ji destê eskerekî wekî wiyê ku li ber hefsa
biniya mala axê nobetê digre reviyam û hatim nava vî bajarî. Em ji dereke dûr
ku diya min digot ji Edenê, hatibûn van derana û di Dêrika Çiyayê Mazî re tevlî
hinekî Dêrikê, di rêya Şamê re emê biçûna Diyarbekirê. Em hatibûn li biniya
keleha ku li Çiyayên Mazî dinêre Keleha Şemrexê sekinîbûn. Eskerê ku destê min
î bi ben pê ve girêdayî bû, ji bo avê vexwe çû ser kaniya ku ava wê ji tahtê
berjêr dibû û destê min berdabû. Pê re jî çavê diya min ziq bûbû bi alî min de
û bi çarlepkî xwe gihand heta hinda min û got, bireve. Ez ji tirsan diricifîm û ramana bidûrketina ji diya xwe
pirpirek di hundurê min de çêdikir. Lê diya min, bi xwarkirina dev û rûyekî bi
min re xeyidî ku heta wê demê min qet nêrîn û awirên wisa tahl li ser rûyê wê
nedîtibû. Bi çavên xwe taht û gomeyên ku nêzî me bi awayekî berger û xeyd
nîşanî min jî dikir. Ji xwe bêyî vîna xwe hêdî hêdî û paşpaşkî ber bi wan herikîbûm
bi xeyda diya xwe re. Ku nêzî wan bûm jî min xwe mîtroyekê çeng kir, reviyam
heta paş wan û qet min li paş xwe nenêrî êdî.
Hinekan nêzî wê derê paleyî dikirin û ji dûranî ve
qefleyê me temaşe dikirin. Hema min xwe li wan girt û beziyam. Ku gihajtim ba
wan devê min î ziha hişk bûbû û hema li nava erda sor veketim û min got, av!
Jineke bi kitan û kofiya bi şahra sor û mor, bi lezgînî tas ji kunê avê tije
kir û anî ji min re. Min bi qurtequrtekê vexwaribû ku herkesî bi metalmayin li
min dinêrîn. Piştî ku min hilma xwe veda, yekî ku li bin holika çilo pala xwe
dabû stûnê holikê, bangî jinan kir ku min bibin hinda wî. Ez birim. Yekî serê
wî mezin û rût, wecê wî sor û gewr tevlî hev û bi lêvên mezin, got tu ji ku tê
kuro? Min got ez ji wan merivana qetiyam, wanê ku bêhnek berê di ser wê rêyê de
çûn û min pê re li aliyê rêya diya xwe nêrîbû, wekî mijekê dixan tenê xuya
dibû. Yekê ji wan jinana got, axa ez bawer dikim ew qefleyê filehan bû, bêhnek
berê di wê rêyê re bihurîbûn. Aha wê demê wî zilamî got, wî veşêrin zû,
bilezînin. Dîsa ez tirsiyam lê ew li ber min digeriyan û gotin em tiştekî bi te
nakin. Lawikekî da pêşiya min û ez hinekî ji nava erd bi dûr xistim. Me xwe di
nava deviyên ku tibabekî dûrî erdê paleyî lê dihat kirin de veşart. Lê belê
wîyê ku navê wî Gênco bû û ez pê re hatibûm, carinan radibû û li alî erd
dinêrî, got, way esker hatine nava erd. Cardin jî xwêdanek germ girt ser bedena
min û ji lephinanîn de ketim. Qey lêwik fêm kiribû ku pir ditirsim û got, qet
netirse bavê min axayê vê derê ye û esker çi bikin jî ew te nade wan. Adeta me
ya kurmancan jî ku yek xwe bavêje bextê me, em bimirin jî nahêlin kes xisarekê
bigihîne wî, tu dixwazî bila dijminê me be jî, ku ket bextê me, hew. Bi van
peyvana ez rehet bûm û êdî me her ji bîstekê carekê li nava wî erdî dinêrî heta
ku esker ji wir bi rê ketin û êdî min qet diya xwe nedît li vê dinyayê, li wê
dinya din ew jî belkî dibêjin. Çîroka min û Şemrexê ji wê derê ango ji gundê
Xirbê Heynder ku niha kesek tê tune ye, yê li biniya Keleha Şemrexê ye dest pê
kir û êdî ji wê rojê pê ve xêzikek girover li dora min çêbû û min qet ew xêzik
derbas nekir û jê derneketim, ne min karîbû û ne min dixwest ji xwe.
Belê qalikekî pir qalind li dora jiyana wî û
bedena wî çêbûbû û li ser rûyê wî jî xuya dibû bi çermê sor, stûr û bi damarên
reş re. Tu hestên ku wî ji cîhê wî bileqîne û ji wê xêzikê derkeve derve an wî
qalikî biderizîne jî qet lê pêde nebûbûn.
Biharan,
havînan û payîzan li ber bexçe û rez bû, ew û Malêmino û zivistanî jî li ber
tewla hespan ya di zaroktiya wî de tije hesp dibûn. Ew tîmar dikir, alifê wan
tije çeh û ka dikir. Lê demên dawiyê ku hesp neman êdî zivistanî dîsa li wê
tewla hespan li çend mirîşk, elok, ker, dahşik û dermaleyan miqate bû. Nobedarî
ji beşên wê tewlê ku ji alî dikandaran ve wekî embar hatibû kirêkirin jî dikir.
Her wiha zivistanan, gundorkirin û avêtina berfa ser xaniyan û suxreyên din yên
mala axê jî dikir. Her ku diçû sûkê û tiştek dikirî jî teqez carekê li dora
xirbeyê nêzî qesra mala axê digeriya û dû re diçû karê xwe. Heta carinan av jî
dikişand ji ser kaniyan û bi wî barê giran jî serdana xirbeyê xerabe û kavil ji
bîr nedikir, debokê avê li ser curmê mezin datanî û bi nêrîna kavilî re bêhna
xwe vedikir. Ew wekî koleyê herkesî bû, yê axa jî yê jinên axa jî û yê derdora
axa û yê hemwelatiyên axa gişan, heta ku bimre… Heta ku mir jî wisa mabû Elîkê
Cibo, ne zewicî û ne bû xwedî mal û zarok.
Me tenê bihîstibû ku miriye. Jê û pê ve me tiştek
nizanîbû, kesî jî ji me re tiştek nedigot ku çi pê hatiye. Ji sihalbûna rez û
bexçe jî xuyabû çûyîna wî. Dû re bi pirsa me re, tenê ji devê pîrekî dihat
gotin, Elîkê ku ji kambaxê êdî pişta wî xûl bûbû û heta mirinê jî li ber bexçe
bû û roja dawiyê ku li ber birkê serê wî li ser kevirekî bi xew ve çûbû û
sibehê zû jinên ku çûbûn bacanan biçinin ew dîtibûn. Ev bû agahî ji me du
zarokên dostên wî re.
Ez û Şerîf bi dizîka çûn camiyê ber kevirê
mirîşuştinê ango kevirê nahşê û me di bin paçikê ku li dorê hatibû pêçan re li
ser kevir nêrîbû û hêj cilên wî lê bûn, melle amadeyî dikir û jê dikir.
Dirêjkirî bû û destê wî li ser zikê wî bi hevdû ve zeliqî bûn, xwe tev nedida,
ji dûranî ve mirov digot qey raketî ye…
Gora wî jî bûbû arîşe û rojekê sax li ser gora wî
fikirîbûn, gelo dê li ku veşêrin? Lewre li navçeyê goristana filehan jî tunebû,
fileh jî di nava misilmanan de nedihat binaxkirin. Heta hinekan gotibû ku emê
bibin derek din, wek Mêrdîn, Dêrikê filan, lê çê nebûbu. Mele hatibûn li hev
kom bûbûn, rîsipiyan nîqaşên mezin dikirin û digotin ew mirovekî ku em nizanin
çawa hatiye vê derê, tenê mala axê dibêjin, ew yekî ku ji refê xwe qetiyeye,
refê ku ji alî hukûmetê ve mişextî hatibû kirin û me jî ew aniye xwedî kiriye û
nan dayê û av dayê û me nivîn dayê û me kar dayê û me anî heta vê derê, êdî ji
niha û pê ve karê mele û şêxan e. Lê kesekî, şêxekî, meleyekî ku lê bi xwedî
derkeve û wî jî weke mirovên navçeyê bi rêwresmê têxin bin axê tunebû. Dawî
dawî ji mala axê yek derket û got ku, ew bûye misilman û min dîtiye ku nimêj
kiriye. Di dû vê gotinê re pirsgirêk çareser bû û ew jî di nava goristana
misilmanan lê belê li rexê goristanê û hinekî dûr, dîsa ji ref qetiyayî, bû
xwedî gorek bi tenê Elîkê Cibo…
Ku min li rexê vê bahrê alavên xwe da hevdû û
rabûm ser xwe, ew jî rabûbû û li min nêrî bê deng. Berî ku minê xatir ji vî
mirovê ku min dişiband dostê xwe yî dema zarokî bixwesta, pirsek li ser lêvên
min peyde bû.
Navê
te çi bû ezbenî?
Navê
min Elî ye.
Aha!
Nexwe navê bavê te Cibo ye?
Na,
navê min Elî ye û navê bavê min jî Muhemmed e.
Bêyî
ku wekî din tiştekî bipirsim û piştî miziçînekê min rahişt çenteyê xwe û montê
xwe avêt ser milê xwe û di nava bixuşkên perê bahrê re, him min li qalikê
midyeyan û fosîlên ajalên bahrê ku tevlî bixuşkan bûbû dinêrî û him jî guhê xwe
dida dengê qaqlîbazên li ser min difiriyan û qijakên li ser hesinê îskeleya
xerabe û kundê ku carinan li ser tehewa ber holika Elîkê Cibo guhdarî dikir. Ku
min hinekî serê xwe rakir jî dengê orîna keştiyê û melayê mixurbe wekî tevlî
ewrê bi rengê gwînî di ser min re dibuhurî. Bi meşa di nava dirîk û daran re
ber bi îskeleyê ve jî, her û her damarên xwînê ku êdî reş bûbû li ser rûyê
Elîkê Cibo, yê di nava dirrîkên Mêtsagê de xuya dibûn difikirîm û min dengê sixêfa
wî ya herî tûj ku ji hinek dizê bexçe û rezan re dida,bi niçeniçê re dianî
bîra xwe;kurrê kerêêê !
(JI PIRTÛKA PEYARÊKê)