28.12.2017
23.12.2017
TÊBINIYÊN VÊ MEHÊ
*Gellek kes dikarin helbesté çîroké, romané
bixwînin, dikarin binivîsînin jî; lé belé nirxandina wan, analîza wan tiştekî
din e.
*Tu çîroknûs an hebestkaré herî navdar û
hezkirî bî jî, belkî tu nikaribî analîzeké tené jî ji bo wan (helbes, çîrok)
bikî. Lewre ew tiştekî din e me got.
*Tu wéjevané herî navdar bî jî, ramana te
girîng e, lé belé, belkî tu ténegihéjî ku wateya çalakiyek, gotinek siyasî çi
ye, lewre ew jî tiştekî din e.
*Û dawî dawî, tu siyasetmedarekî herî navdar,
herî mezin û pîspor bî jî, dibe ku tu nikaribî, çîrokek wéjeyî an jî rézikek
hebesté bivîsînî, lewre ew jî tiştekî din e...
*Carinan mirov guh nede
rexnegiran belkî baştir be; ku mirov ji nivîskar, helbestvan, çîroknûs an ji
siyasetmedarekî/ê hez bike, mirov bi xwe here lê guhdarî bike, pirtûkên wî/wê
teqez bixwîne û bi hişê xwe tevbigere. Lewre dibe ku hesûsî li her derê hebe.
*Nexwe demokrasî, dad, rézgirtina maf û huquqa mirovan di hiş û
ramana mirov de tune be; pere, navdarî, ziman û dewlet tené mirovan
hemwelatiyan tér, dilxweş û azad nake.
Û kurdan pratîka hemû teoriyén şoreşan di van
pénc salén dawiyé de dîtin.
*Jibîrkirin lukseke me dixapîne îro. Me
Hemîd Dilbihar ji bîr kir? http://diyarname.com/news.php?Idx=27399 …
*Tiştekî pir girîng heye ku gelek kes karin
bikin; herkes kare ji mirovén ku ji kar hatine avétin û bûne esnaf tiştan
bikirin, herin kafeyén wan. Liveke hésan e ku mirovek bike. Gellek mirovén kurd
û kurdîhez wisa perîşaniyé dikişînin hene, haya we jé heye? Bi cîh
gellek kes karin herin kargehén wan û tiştén ku her roj péwistin bikirin.
Lê yên ku vê alîkariyê manîpule jî bikin, ew jî heye.
*Biryarén siyasî bi awayé fermî gel temsîl
dikin, lé di nava gelan de tékiliya mirovahî û jiyanî piré caran cuda ye. Bi
gotina siyasetmedarekî, gel nabe nîjadperest.
*Ji bo pankarta HDPê ez wekî Leyla Polat @leylileylacan difikirim, bila kurdînûs biborin. Ji ber gellek sedeman. Belkî hinek ji hezkirina xwe ya kurdî tiştinan dibêjin,lê ne bi vî şiklî û ne ji hin şaşiyên wisa biçûk re ew qas tofan. Hinek jî dîsa wek firsend êriş dikin.
*Dinyayê bidin wan jinan ku hemiyî bikin Rojava
û her dem roj lê be neçe ava... Deyné wan mamosteyén jiyana azad û
roniyé li ser me giran e ezbenî. Wan taht û zinarên tuxûban û peravên
Feratê dibêjin: ew dê bibin roniya sal û deman...
*Me got romantizm xelas bû realîzm dé were,
lé dram li ser dramé hat, travmayan kon veda. Û hévî dibéje bijîşk her
dixebitin ji bo şifayé. Dibéje helbest e terapî.
*Beré mirovan gotarén rojnameyén kurdî
dixwendin,zivér bûn. Dû re ketin facebooké tené paragraf xwendin, zivér bûn. Û
derbasî twîteré bûn tené hevokek téra wan dikir. Ji wé jî zivér bûn, çûn
instagramé,wéne tené man û emojiyek bes e niha,hindik ma ew jî here. Çiyé were
nizanim?
Ji xw li hemû dinyayé jî pir cûdatî tuneye
bawerim.
*Gelo di pêşniyar û nirxandina pirtûkan de jî
hemşerîtî û hevaltî dibe? :) Hilbet pirtûka xweş û li gor mirov baş be,
ya hevalan û hemşeriyan jî dibe pêşniyar, lê ne her pirtûk-wêje, stran,
helbest... Belê ya SeheraSelocan tiştekî din e, helwestek baş e, ew ji
derî vê gotinê ye.
*Carinan hinek, tiştekî, livekê bi neyînî
rexne dikin, lê belê tu lê dinêrî yê herî pir wê livê, wî tiştî dike ew e.
EGOİST çibû, ew e.
*Wateya peyvên: 'Xiyanet-Dostanî, Mêranî, Namûs',belkî
ev bin niha li dinyayê:"Siyaset-Têkilî,Teknîk-Teknolojî, Takekesî".
JI TWÎTTERÊ... 23.12.20017
JI TWÎTTERÊ... 23.12.20017
14.12.2017
PIRTÛKEK NÛ YA HELBESTA KURDÎ DERKET :Navê Berhemê-Eser Adı: Baranên Çilesrî
Nivîsakr-Yazar adı : M. Çiya Mazî
Ziman-Orijinal dil: Kurdî-Kürtçe
Lewnê Wê-Türü : Şiir- Helbest
Berg,Mizanpaj-Kapak tasarım:Hasan İbrahim Berzencî.
Cilt : Berga Karton kapak,
Kaxet -Kağıt: 2. Hamur
Çap-Basım : Ekim 2017 Cotmeh
Çap-Basım Bilgisi: 1. Basım- Çap 1
Rûpel-Sayfa Sayısı: 104
Pîvanên Pirtûkê-Boyutları:13,5x19,5 cm
Giranî-Kitap Ağırlığı : 100 gr
ISBN No: 978-605-85753-2-5
Barkod No: ISBN No: 978-605-66971-0-4
Buha-Etiket Fiyatı: 10.00 TL
Derketin-Çıkış tarihi : 2017 Cotmeh- Ekîm
Naverok : Baranên Çilesrî’, pirtûka helbestan ya M.Çiya Mazî ye. ‘Baranên Çilesrî’ ji 71 helbest û çarînên deh salên vê dawiyê pêk tên. Pirtûka helbestan pêşî ya nivîskêr ‘Palûte’ di sala 2008an de derketibû.
JI ÇEND HELBESTAN :
…Li jêr û jorê axa xwe bi temî be
Û li bin hawaran binax bike tuxûbên birînkirî
Tevlî têlikên ku kurm ketine wan …
Û derabeyên qulqulî yên dikanên qaçaxê
Bila nexwiyabin kuçe û kolanên talankirî
Dilê xwe bidize ji pirêzeyan
Bipêçe bi bêhna reh û axê
Bîranînên xwe bike xişre ji rojên bê re
Li wîjdanê te jî hatine xezebê
Veşêre di şeveqên paxila xwe de …(Ji helbestek pirtûkê)
***
…Li ser striyên rêya min xwe avêtin erdê hewariyan
Fîkandinên rojhilatî bi newayan newalên kemanjenan dagirtin
Ji şaxan ber bi lûtkeyan firiyan balindeyên bajarî
Bi wan re kevokan ji ser kumbetan û sariyên deriyên mêşinî
49 pêlik serjêkirin li ser kevirên keviyên kolanan
Navnîşana min ji wan bipirs…(Ji helbestek pirtûkê)
|
4.09.2017
DÎSA JI TWITTERÊ…*Gellek kes bi serkeftina hinekî din xwe 'Brahîm' dihesibînin,
DÎSA JI
TWITTERÊ…*Gellek kes bi serkeftina hinekî din xwe 'Brahîm' dihesibînin, lê esil
nikarin tasek av bibin devê xwe. Ku qurteké jî vedixwin, xwe Evdirehman dihesibînin
ew Brahîm.
*Çil sal e li Almanya ye, hatiye ji niştecîhan re dibéje"çima we wisa nekiriye,
hûn nezanin",dé bibéjin “de wé de her ji xwe re karekî bik”(De gît îşîne
derler adama)
*Bawer bikin ji bo referandûma serxwebûnê kesek nabêje NA, lê nokerên erêparêz
ji dil û can dixwazin hinek rêxistin bibêjin NA. Lêgerîn û têkoşîna wan
e ji wan re. (Ji desthilatdariya Başûr ya niha re NA bûn heye hilbet, ji bo
erêparêzan tenê tiştên dişibin NA yê ne, peyveke 'na' tê de hebe bibînin, çejn
kurd ji serxwebûnê re nabêje na. Belsabep pûş neşewitîn. Li himber vî bayî
dema wé û tékiliyén wé jî fikir hene, ew niqaşeke din e, mafdarin jî.) Ango tu
sekinandin fédé nade kesî. Féde jégirtin xurtbûné tîne. (09.09.2017)
*Ji her hevpeyvînê yek dikare tiştê ku jê re bibe bibîne û bibêje, yê jê re
nebe nebîne. Ev tebîetê ezberhezan e. Ezberhez her tim li peyvekê digere ku
cimbiz bike, wekî din çi hatibe gotin ne giring e. Xwestin, dewlet, erê, na.
Wekî din çi çebûbe, çi gotibe, kor e dinya mor e dinya.
*Mamosteyên bîrbir, mamosteyên rastî ji xwe re kirine rê, gellek silav li we.
Bi kîjan zimanî perwerde dikin jî. Ji xwe sirgûn rûmeta wan a bilind xuya dike.
*Ji bo baş bimeşe tu rexne bikî amenna, lê ji bo nemeşe tu rexne bikî divê tu
bimeşî an çareyekê bibînî, ku tu dibêjî meş hewce ye hilbet.
*Berê gotiye, xelasî û azadiya her netewê di demokratikbûyinê de ye.
*Gotina li péş ne eyb e, paşgotin xeyb e.
*Tabi bakur ne welaté partiyén kurdan e Afganistan e û Çolemérg jî ji xwe
bostan e.
*Ji bilî kéf û romantizmé, li rojhilata navîn bûyerén girîng dibe ku biqewimin,
kî dé çi bike, kî haydar be, ew é bi ser keve, ev e siyaset. (21.09):
*Dem dema siyaseta kélîk bi kélîk e.
*Her dem "tuyé çi bikî,kî berx e kî berane, de were ha !" nabe, karin
bikin, kirine. Heke bikin té çi bikî, ew e mesele.
*Ne dema qebeqebén beradayîne jî, alîkariya navnetewî pir girîng e.
*Ecéb e, yén herî pir şer dixwazin, şérén(!) dûrî welét in.
*Fîtnekar li ser kar in...
*Referandûm heq e, fîtnekarî ne heq e.
*Li Rojava jî hilbijartinek girîng heye...
*Ji sosyalistén Tirkiyeyé, Emep û ESP referandûma kurd wek mafekî rewa dibînin.
Rastgir hemî bi tundî li himber in. Ev jî notek e.
*HDP bi giranî referandumé rewa dibîne û piştgiriyé dike ji xwe.
*Hinek kesayet jî henin hilbet.
*Erê biryara gelê kurd e li başûr, pîroz be. (25.09)
*Erê biryara gelê kurd e li başûr, pîroz be. (25.09)
Hilbijartina rojava rewa ye, pîroz be.
Bi hêviya aştî û aramiyê.Bi hêviya rêveberiyek demokratîk.
Bi hêviya serxwebûn û yekîtiya gelê kurd.
17.08.2017
Ji heyvek tiwîtteré:
*Beré gotiye, xelasî û azadiya her netewé di demokratikbûyiné de ye
*Salé teqrîben 40 romanén kurdî, ji sedî zédetir pirtûkên kurdî én din derdikevin, lé asta zanebûna zimanê kurdî a hinek kurdén nexasim-mixabin hayjihertiştî heye, çirokén 'Eyşo-Fato'ye. Dibéjin qey asta kurdî tené pékenok in hé jî.*Yılda ortalama 40 adet kürtçe roman , yüzden fazla da diğer kürtçe kitap çıkıyor; dili savunduğunu iddia eden bazılarının kürtçeden anladığı 'Eyşo,Fato' fıkraları düzeyidir. Kürtçenin şû ankî düzeyî sadece köy fikralarıdır sanıyorlar.*Tu çi dixwazî bixwazî; bingeh tune be bémiraz î, bingeh hebe serfiraz î. Tu li bakur bî an başûr an rojava; li asîman an li erd, te ked û kar dabiyé dé were.*Nivîskar Şivan Zeren bi agiré ku li mala wî derketiye, metirsiyek mezin derbas kiriye. Derbasî be jé re.*Her kesé ku mexdûr bibin û bibéjin "kurd wisa ne, kurd divé wisa bikin" û hemû kurdan bikin yek jî nabe. Kurdek xetayé bike, wey li halé yé din...*Piştî bi diziya çanda kurdî hesandiné, xwendina kurdî ferz dibe ne wilo? :)Piştî wé, kî dimre ji bo çi, ew zane.*Bersiva buxtanan elzem e, ji bo kes derewén xwe nefroşin. Û bila xumam neçe ser kedkaré kurd î rojava
*Bila welatekî azad û demokratîk bibe para her kurdî.Réveberiyek demokratîk herî pir mafé kurdan e.
*Salé teqrîben 40 romanén kurdî, ji sedî zédetir pirtûkên kurdî én din derdikevin, lé asta zanebûna zimanê kurdî a hinek kurdén nexasim-mixabin hayjihertiştî heye, çirokén 'Eyşo-Fato'ye. Dibéjin qey asta kurdî tené pékenok in hé jî.*Yılda ortalama 40 adet kürtçe roman , yüzden fazla da diğer kürtçe kitap çıkıyor; dili savunduğunu iddia eden bazılarının kürtçeden anladığı 'Eyşo,Fato' fıkraları düzeyidir. Kürtçenin şû ankî düzeyî sadece köy fikralarıdır sanıyorlar.*Tu çi dixwazî bixwazî; bingeh tune be bémiraz î, bingeh hebe serfiraz î. Tu li bakur bî an başûr an rojava; li asîman an li erd, te ked û kar dabiyé dé were.*Nivîskar Şivan Zeren bi agiré ku li mala wî derketiye, metirsiyek mezin derbas kiriye. Derbasî be jé re.*Her kesé ku mexdûr bibin û bibéjin "kurd wisa ne, kurd divé wisa bikin" û hemû kurdan bikin yek jî nabe. Kurdek xetayé bike, wey li halé yé din...*Piştî bi diziya çanda kurdî hesandiné, xwendina kurdî ferz dibe ne wilo? :)Piştî wé, kî dimre ji bo çi, ew zane.*Bersiva buxtanan elzem e, ji bo kes derewén xwe nefroşin. Û bila xumam neçe ser kedkaré kurd î rojava
*Bila welatekî azad û demokratîk bibe para her kurdî.Réveberiyek demokratîk herî pir mafé kurdan e.
*Li ser kendél e ew û dibéje qey ga ketiye erdé, kéra xwe tûj dike; hay jé tune gé qloç di bin kendél rakiriye.
*Dev jé berdin bila bimeşin, heta seré wan diéşe. Belkî av tékeve dewla me jî. Tiştin hene divé ew bikin, şîmaqin hene divé ew li hevdû xin.
*Belkî jî divé mirov wan li meşan sor bike. Nakokiya di dawiya meşé de derkeve holé ji kurdan re lazım e, wekî din ne tiştek. Bila bimeşin belkî tiştekî kém temam bikin.
*Pirs li ba hinekan qelihiye, tené şîrove ji hertiştî re. :)
*Nexwe ne'Ahmedî Hanî'bû,Ehmedé Xanî bû.We ev fém kir loma we xera kir sûreté béhna wî.Lé bawer bikin xameya wî maliké li neqencan xera dike.
*Ji bo Efrîné ders na, piştgirî divé. Yén li ser wé xaké her tiştî bi xwîn û xwédana xwe dipîvin û diwezinin. Ew zanin réya mahşer û dîlané. Û zeytûnén sedsale biparéze erd û ezman û jiyna wé. *Belkî gefén li Efrîné, ji bo meşé winda bike û belkî berevajî be.
Yén pir dipeyîvîn peyva xwe zéde kirine, yén şer dikirin şeré xwe gûr kirine, yén pir xebat dikrin girtîne. (Rewşa welaté min).
*Haya égir jé tune ye yekbûna hesin û kevir ji pola jî zexmtir e.
*Ne ji békérî ye, ji asébûna neqeban serkeftin dereng dikeve gellek caran di jiyané de.Dema buhur teng bin navé ceribandinén derbasbûné dibin şaşî.
*Herkes diçin qahwe û kafeyén mirovén îxrackirî. Çiqas xweş e ne wilo? (Herin wir)Mijar rojén giran in. Ne qebeqeb alîkarî.
*Belkî jî divé heyfa me li wan neyé ji bo şîmaqén me li leşkeriyé xwarî û w.d. Ma ne ew bûn, ew in hé jî.
*Serkeftin tune be, 'derdor rexnekirin' dibe benîşté moda.Kî ye bi tevr û bér, ew e bi xér û bér. Kî ye famkor ew e nankor, kî ye famdar ew e nandar.
*Li ba me jî hinek henin gunehén xwe bi olé, tawanén xwe bi alé dinuxumînin bréz. Lé belé dawî 'kuçeçekmez' e.
*Berî ku mirov nexwendina pirtukén kurdî bike sûc û eyb, divé mirov lébikole ka çiqas felaketén mezin hatine û té seré kurdan.
*Mirov rewşa niha wek 'normalî' bibîne û normaliyé bixwaze ev ne normal e.
*Ma qey li dinyayé hindik kesan wisa kiriye;ji bo piştgiriyé hinek mirov karin,10,20,30,40,50,100 pirtûkén kurdî bikirin û bidin yén dixwînin. Ne eyb û ne guneh e.
*Ne kesî teqlit bikin û ne ji kesî bixwazin ku bila wek hinekî din bin.
*Kurdén ku ji referandûma Başûr re piştgiriyé, lé ji hilbijartina Rojava re astengiyé dixwazin, DEW TEV MEJIYÉ WAN BÛYE. (Dewê Ezîne).
M.Çiya Mazî
20.07.2017
9.07.2017
Li mitînga CHPê ya piştî meşa Kiliçdaroglu.
Li mitînga CHPê ya piştî meşa Kiliçdaroglu
Ji bo çavdêriyê îro çûm mitînga CHPê. Ji xwe navbera mala
min û qada mitîngê 2 km bû. ji zûde ye Şaredariya Maltepeya Stenbolê amadekarî
dikir. Bi rastî min meraq dikir ka piştî 25 rojên meşa Kiliçdaroglu pêşwazî dê
çawa be. Saet di 3 yê piştî nîvro de ez derketim derve. Ji ber ku mala me
hinekî li serê kolikekî ye birêveçûna ber bi jêr ve hê pir hêsan bû. Bi derketinê re qefleyek
ji jorê taxê bi durişmeyan berjêr dibû. Hetin û di min re derbas bûn. Nêzî
navenda navçeya Maltepeyê qefleyên ji deverên din dihatin jî xuya dibûn di
kuçeyan de. Herwiha otobozên ji Ankara û Îzmîrê û deverên din li qadên vala
bicîh dibûn. Kilometreyek nêzî qadê, hemû kuçe êdî xetimîbûn û hê saet 4 bû. Ji
vê rewşê jî xuya bû ku mitîng dê mezin bibe. Dema ez çûm rêya ber peravê bahrê,
bi dehhezaran mirov sekinî û li vî alî wî alî hinek digerin û hinek ber bi qadê
ve diherikîn. Bi hezaran mirov jî li ser rê li bendî Kiliçdaroglu bûn.
Bi rastî min li Stenbolê heta niha mitîngek wisa mezin
nedîtibû. Belkî yê salek du salên Newroza Stenbolê wisa bû, wekî din çê nebûye
bi baweriya min. Xuya bû CHPê gellek hewl daye ku mitîng baş be. Gellek
girseyên çepgir yên ne bi CHPê re bûn jî hatibûn û li gorî propagandaya di nava
bajêr de jî û li gor afişên dîwaran. Wek tevgera Hazîranê, Emep, Halkevi, HDP,
Dîsk, Odeya Tabîban û yên din. Wek ku Kiliçdaroglu li dilê gellekan ji wan
xistibû û ew jî bi peroşî hatibûn. Xuya bû ku gellek girseyan dixwestin
muhalefeta li himber AKPê mezin bibe û hatibûn an jî piştgirî didanê.
Remzên tu partiyan nexuyabûn. Li derveyî qadê remzên Odeya
Tabîban, ya Diskê, Kaldiraç, Akader û Parêzgeran xuya bû. Di tevlêbûna qefleyan
de, herî pir ji bo parezêran çapik hat lêxistin. Yên CHPyî hemî bi şebqeyên
DADî (Edalet)ê hatibûn. Bawerim yên din bi piranî ne CHPyî bûn, yên pir durişme
diavêtin û li çepikan didan jî ew bûn. Peroşiyek mezin di nava wan de hebû bi
qasî min dît. Pir kesan digot “helal be ji te re Kiliçdaroğlu”.
Ji xwe tenê çend durişme dihatin berzkirin. “Heq Huquq
Edalet. Xelasî tune ye bi tena serê xwe, ya bi hev re ya ne yek ji me. Ev hê
destpêk e, dê bidome têkoşîn. Jin jiyan Azadî.”
Lê belê gellek cure pankart û dovîz hebûn: Aştî, dadî, biratî. Dadî dê bi destê gelan bê. Bila OHAL (rewşa awarte) rabe. Kar, nan, azadî. Ji
Caratepe re azadî. Ji bo zarokan azadî. Bila siyasetmedar û rojnamegerên girtî
bên berdan. Laîktî, dadî, demokrasî. Ji qedexekirinên grevan re na. Ji bo Ugur,
Ceylan, Berkîn, û hemû zarokên hatine qetilkirin re dadî. Em dê Nuriye û Semîh
bidin jiyandin. Ji bo 10ê cotmehê, Amedê, Cizîrê, Reyhanli, Sêwazê, Dêrsimê,
Surucê, Roboskiyê dadî (Edalet).
Rengê kurdî, durişmên ji bilî (jin jiyan azadî ew jî du
caran hat bihîstin) kurdî û pankartên bi kurdî qet tunebûn. Heke hebin jî min
nedîtin.
Ewlekariya mitîngê ji alî dehhezaran polîsan dihat kirin.
Gellek alîkariya şaredariyên CHPê çêbûbû, ji zabitayan bigirin heta karkerên
paqijiyê. Astengiyên dewletê qet nexuyabû. Ku ez bi mitîngên kurdan an jî yên
HDPê re bînim ber hev, wek ku rêyên tevlêbûnê hemû hatibûn vekirin û hemû
astengî ji holê rabûbûn.
Belkî ji demokrasiya Tirkiyeyê re bibe gavek biçûk ku bi
rastî ji herkesî re ‘edalet’ -bi taybetî ji bo kurdan- û gelên din bê xwestin, ji ber ku gellek kes ne ji bo CHPê hatibûn
û rêvebirên mitîng û partiyê bawer im ji serî de zanibûn. Lê ji CHPê re gavek
mezin e li gor peroşiya girseyê û dîroka vê partiyê. CHP dê moralekî bide endam
û piştgirên xwe bi vê meşê re bi baweriya min.
(09.07.2017 M.Çiya Mazî. Maltepe-Stenbol).
6.06.2017
BILA PEYV
BELASEBEB NEÇIN
(Ji
Twitên Salekê)
-Dest bi
tiştekî dike dest bi minetan jî dike. Hê te kevirek daniye ser dîwêr lê avakarê
wî dîwarî hene ji bîr neke. Kevirê xwe ji diwêr mezintir dibîne egoîst.
-Bi gavê,
bi saetê, bi rojê peyvên hinekî din dubarekirin çi ye? Xwendin, lêkolîn, peyvên
ezber dirizîne. Bingeha şaşiyê û rastiyê çi ye, lê biger.
-Ehmed
Huseynî û Helîm Yûsiv du rûmetên mezin in... Nivîskar in, wêjevan in.
-Li kîjan
welatê ku di bin zordestiyê de ye, wêjevanekî, tenê wêjevaniya yar û evînê
kiriye ku ji yên kurd wisa tê xwestin?
-Mafê
nivîskarekî hebe ji girseyekê hez neke, yê girseyê jî heye ku qet jê hez neke.
Mijar ne 'edebiyatek' e, mijar helwesta nivîskarekî ya ji bo girseyekê ye. Ma
kurd, xwendekar, nivîskar; dar in, kevir in, êzing in ku bertekê û itirazê
nekin? Îtiraza haqaretê.
-Belê, ez
jî dibêjim jê neminîn (Bûn An Nebûn). Min hinek ji wan temaşe kirine. Mirov fêm
dike ku Şanoya kurdî, huner û zimanê kurdî gihaştiye kîjan astê... (Şanoya
Bajêr a Amedê li Stenbolbû)
-Dibêjin bila
kevir tunebin, ji bo em rehet bimeşin...
-Brêz
Newşîrwan afrînerê rêyek cûda ku ezber xera kiribû di siyaseta başûr de. Oxir
be jê re. Û ramana wî dom bibe.
-Dawiya
'yek bin, yek bin' qet nayê. Na, nebin yek, bi dijmin re jî nebin yek û
dijminahiya hev nekin bes.
-Kerê
fesadan jî li wan dide zîtikan êdî. Û heta niha digotin, çima alîkariya DYA
nastînin, dinya bi niyeta we jî hesiya.
-Tu yî
dermanê xak û sema. Lewre tu yî cewhera jiyanî hewa.
-Ey bayê
kur ! Aha wisa melheman bîne û şayik şayik li birînan bike.
Derew e
"kurd û ciwanan Şêx Seid û Sey Riza ji bîr kirine". Qet ji bîra xwe
dernexistine. Armanca hinekan tiştekî din e.
-Lê çi?
We digot qey di şerê cîhanê de gul tê çandin û kulîlk bêhn didin? We nizanîbû
diqurmiçin beybûn û tarî dibe dinya? (Ji bo di şerê li nav Sûrî ku zarok
hatibûn kuştin)
-Qurt bi
qurt vexwir im li seyrangeha eşqê, nizanim roj e an şev stêrik li ser golê xuya
ne.
-Îro CHP
jî hatibû qada Yekê Gulanê, gelo hinek nebêjin "boyqot 1 Gulan" :)
Yekê
Gulanê li kedkarên ku ji binxetê heta serxetê ji bo jiyanek nû ji jiyana xwe
fedekariyê dikin û kedkarên dinyayê pîroz be.
-Kar û
emel tenê pere be, ji azadiyê jî, ji demokrasiyê jî, ji xoşavê jî fêm nake
hilbet(!). Ma çi bi kelbeşê hatiye dibêje hêşer. Û romantîzm tenê nêrika pîvazê
ye jê re.
-Dîwarekî
stûr di navbera Bakur û Başûr de tê lêkirin û dibe çîrok biratî-yekîtiya
kurdan. Hesab Û lîstikên qirêj felaketan tîne. Bira bira ye bazar li dera ha li
berçava ye.
-Ku
"rê bi sitrî be armanc rast be" yên herî pir li keleman rast hatine
pirtir xwediyê armanca rast in. Yên keleman nabînin li ber çi nin? Rêya kê bi
sitrî ye?
-Herkes
karin sûcê bêkêriya xwe, tiraliya xwe biavêjin ser HDPê û kurdên berxwedêr,
hadê, serbest e. Hûn serbest in...
-Kurdên
berxwedêr dîsa a xwe gotin, na. Tevî hemû zor û zahmetî, kend û bendan,
serkeftin e
-Çarşema
Sor dilên birîn rehet bike, çavên şil paqij bike, roniya rojê li Şingalê pir
bike.
--Birçiyên
azadiyê tiştekî dibêjin, bi birçîhiştina bedenên xwe. Ji tariyê re. Bila mirin
neyê... Jiyan herî pir mafê wan e... (Grevên birçîbûnê)
-Rûniştina
dem û dezgehên demokrasiyê giring in ne fermanên kesane, ji bo parastina
Ferhadan (Ferhad Pirbal).
-Pîroz
be... Serkeftin ji brêz Narîn re... Encamên pêşbirka helbestê ya Arjen Arî
diyar bûn...
-"Îktîdara
pastoral" hilbet dê hemû mirovan wek sewal-ajal bibîne...
-Bi hev
re xebat, dostanî û xwestina azadiya hemû axa kurdan li himber dagirkeran, pêşî
li cihê wek Kerkukê dê xuya bibe, wisa xuyaye.
-Daleqandina
alê li Kerkukê, ji bo kê metirsî be, ew nerehet in hilbet. Belkî jî erka wan li
Kurdistanê bi dawî dibe loma...
-Oxir be
ji te re... Evîna Delal.
-Bi kurdî
nivîsandin baş e, lê gellek mirovên ku carinan bi kurdî dinivîsin haya wan jê
tune ku (ı) di kurdî de tune, (ü) tune, (ğ) tune, (ö) tune, (q) ne ya ingilîzî
ye, (e) jî heye (ê) jî heye, (w) jî heye (v) jî heye. Heke kesek ranehêje
pirtûkek kurdî, nîv saeta xwe nede û vana hîn nebe, nexwe bi qasî niv saetê jî
rûmetê nade kurdî.
-Nûjiyan
û Kemal Kurkut du windahiyên ku agir bi dilan xistin û çûn... Baydemîr: Gelo bi
vê înfazê xwestin Newrozê nedin pîrozkirin?
-Hinek
kurd hene dema xwe bi lêgerîna peyvên cuda derbas dikin ji bo rê biber kurdan
bixin; hay jê tune ne ku ew li çola xwedê mane.
-Dîsa
mirov bibêje bûyerên dewletê û Ewropa lîstik in û têkoşîna navbera wan a kûr
nebîne, fêde ji kurdan re çê nabe.Teqez fêdeyek heye lê çi ye?
-Komeleya
Lêkolînên Kurdî ava bû li Stenbolê. Pîroz be!
-Kî mafê
Kurdên Êzdî binpê bikin her du aliyê rûyê wan dê reş be qet sipî nabe. Bîra xwe
a oldarî bikolin,hûn dê fêm bikin wateya vê gotinê çi ye.
-Ji alîkî
jî 'NA':ji bo 366 deriyên ku hatine girtin li Zîna Zêdan e li bajarê Muxrîbê;
bê çiv û dûv, bê tasewas, bêyî bi Elo-Welo bê girêdan.
-Nexwe
gulleya pêşî ya pêşmergeyên roj dê li kurdan bûya. Ev jî dîrok e.
-Yekî tevlî ku firtûneyan lehiyan û zelzeleyan
dibîne jî bibêje"çima av şêlû ye? Çima şîr û hunguv tuneye ez
bixwim?"Aha ev îmana mirov dibe.
-Ji
sibehê heta êvarê 'Yekîtî Yekîtî'; lê Xerabê Bava aha li wir e, bi tenê. Çend
partî çûn wê derê?
-Mirov ji
kevirê ber gorân û nivîsên li ser bitirse, çi nexweşiye?
-Belkî ji
bo pêşerojê baş be bikaranîna zimanê dayikê. Lê ku mafê jiyanek azad a dayikê
tunebe ziman li ezmanan be dê çi bike ezbenî...
(...)
-Heye ku buxtanan di qiraxa xîreta mirov re bişemitînin
Bi çiprîskekê
Heye ku peyveke ji peyvên reş bifirînin nav neyaran
Bi pifekê
Heye ku bibêjin konê we ji nav kona danîn
Bi sewtekê
Heye ku bibêjin ji lephilanîn de ketin
Bi awireke xinizî
-Heye ku buxtanan di qiraxa xîreta mirov re bişemitînin
Bi çiprîskekê
Heye ku peyveke ji peyvên reş bifirînin nav neyaran
Bi pifekê
Heye ku bibêjin konê we ji nav kona danîn
Bi sewtekê
Heye ku bibêjin ji lephilanîn de ketin
Bi awireke xinizî
Aha ew…
Aha ew awirana heyfa mirov li jiyanê tîne
Aha heyfa jiyana ku aniha ew mirov xwediyê wê ne.(Ç.Mazî)
Aha heyfa jiyana ku aniha ew mirov xwediyê wê ne.(Ç.Mazî)
-Carinan
mirov dibêje"ka filankes li ku ye", mirov ne haydar e ku girtî ye. Carinan
mirov dibêje"çima filan bersivê nade", lê hay ji qedexeyan tune.
-Pirtûkên
kurdî jibîr nekin ji bo hûn zimanê kurdî jibîr nekin.
-Ey
evîndar ! Ku dilekî we yî pola hebe di bin kevirekî bilindahiyan de, netirsin,
axa bin piyên we pê ve zeliqiye, naşemite.
-Pirtûka
Şivan Zeren "Li Bin Siya Welatekî" ya çîrokên geşt û gerê
derketiye... Bila bi xêr be...
-Nivîskar,
Romannûs Mamoste Yaqob Tilermenî jî ji kar hatiye derxistin. Sİlav û rêz ji te
re ezbenî.
-Brêz
Mahmût Onder ! Oxir be ji te re ezbenî..
-Mirov bi
xwe bawer be, mirov dibêje 'ew li pey me tên', lê bawerî tunebe 'em li pey wan
diherin' e. Belkî 'Na' ya me be û ew li pey me tên.
-Sal pir dirêj,
sersal winda ye... Ev çi ye brayê Einstein?
-Hinek bi
canê xwe alê bilind dikin, hinek alê dikin pêlik û xwe bilind dikin...
-Îro
gellek bûyerên giring dûrî hev lê bi hevdû ve girêdayî rû dan. Dinya li ser
textê kişikê ye, ponijîn û fikir pir buha ye.
-Êdî stop
ji bikaranîna peyva 'rewşenbîr'. Her kesê xebatkar rewşenbîr e.
-Ku
firtûne radibe, gellek tişt di bin toz û qûmê de dimînin, lê gellek tiştê
nuxumandî jî derkevin ser rûyê erdê.
-Bi
hêreşan bû, bi pîkol û beza hespeke kehêl kê dîtiye, westiyayî nekete tu
qeydan, merbedan negirt.(A.Arî)
-Jinên ku
ji dojehê jî natirsin peyde bûne li vê xakê.
-Îro ji
doh de diyar be, sibe jî ji îro de diyar e. Ne xewn e tariya îro, roniya sibê
jî dê ne xewn be.
-Bar, her
tim dawî dawî li ser milê mirovên ji dil dixebitin dimîne.
-Peyva
'nikare bi rêve bibe' (yönetemiyor) bi pirsgirêk e. Herkes li gor xwe bi rêve
dibe.
-Kiliçdaroxlu:"Li
Sûrî çi karê me heye? li Mûsilê çima karê me tune ye?"
-Ku çi
bûyer çêbibe mirov tevgera hinekan bike sedem, ji xwe mirov tu car nabe
sedem-berpirs mirov dibe yekî/e ji sedîsed baş û pak. Rehetî Ev e.
-Xwezi
wêneyên ev 20 sal in li ber dayikên şemiyê ne jî zindî bûna û kê digot çi bila
bigotana...
-Çima
hinek axaftina Selahattin Demirtaş bi kurmancî ferz dikin û Dimilkî (zazakî) Kurdî
NAHESIBÎNIN?
-Yê ku çanda kurdî herimandine yek bi yek divê
wisa bibe... (Îbo tezmînat da Beytocan ji bo strana wî dizîbû)
-Mirov bi xwe bawer be ne hewceyî dinyayê ye.
-Ew "hawar" a ku hûn dibêjin di enfalê de ma, çû û
nayê, dîsa hûn derng man fesadno...
-Ziman û çanda kurdî li Apê Mûsa dihat, ew dibû kurdî bi
xwe...
-Hilbet mamoste vegerin kar baş e, heke asîmilasyon be, hemî
kes û pîşekar di nava wê de ne. Rojek dê were hilbet ku herkes neçin.
-Carinan yê nikare tiştekî bike, di hundurê xwe de dibehece,dipiçpiçe,
tirş dibe û berê xwe dide yê tiştekî dike û bi hesûsî dev davêjê. Ev mirovîye.
-Çend kesan zanîbû li Sînop ê çend muxtariyên kurdan hene?!
-Ez ji zimanê we î kurdî hez nakim; ji zimanê xwe î kurdî hez
dikim.
-Hinek kurdên Ewropa jî ji şîretan pê ve, çi ?
-Ji bo tiştinan mirov pir diêşe, wek mijara mamosteyên ku
dest û piyên me ne. Gellek tiştên wisa me dît, ev e qey jiyan. Silav û rêz ji
we re gelî mamosteyan.
-Tiştekî nenivîsim ezê biteqim. Ji bo tiştinan mirov pir
diêşe, wek mijara mamosteyan. Gellek tiştên wisa me dît ev e qey jiyan. Silav
gelî mamosteyan
-Peyvên 2 sal berê diviyabû te bigota, tu nikarî niha bibêjî,
kes bawer nake, xwe neêşîne.
-Ku berjewendîst tiştê dixwaze bi dest nexe har dibe, jê bi
dûrkevin :)
-Xayîntî jî çîrokek ezber e, çi li hesabê kê tê wê dike.
-Rast e, gellek kes ji rexneyan hez nakin, lê gellek rexnegir
jî ji bersiva rexneya xwe hez nakin.
-Îro aştî tune ye ku pîroz be, BILA BÊ !
-Vedat Turkali dostekî kurdan bû... Oxir be jê re...
-Belkî jî haya hinekan ji dinyayê, ji Rojhilata Navîn û ji
welatê wî tune be.
-TV yên Amedê ji alî nûçeyan de pir dereng dimînin.
-Hemi dinya di amadekariya dû şeran de ye.
-Eren Keskin sembola têkoşîna mafê mirovan e li Anadolê, li
dinyayê û li Kurdistanê.
-Dest datînin ser hemû mal û milkên yên alikariya feto
kiribin.
-Dîsa mirov li ber deriyê benqeyan ketine dora ku pereyên xwe
bikşînin
-Gelo mirov dikare li ber tevkujiya Dîlokê nekeve û ji xwe re
qulpekê zeft bike û pê biştaxile bêyî xemgîniyê?
-Firotin û kirîn çi ye ya ho? Siyaseta dinyayê ev e. Hemû
dinamîkên kurd zanin.
-Ew jî baweriya wan jî wisa ye; dema bindest bin koleyên herî
pîs, dema serdest bin zalimên herî pîs
û bêrehm...
-Mirovekî di wêjeyê de pir serkeftî be, nayê wê wateyê ku
siyasetê baş zanibe an bike.
-Belê, carinan hinek bi rexneyên tûj li çapemeniya kurd re
dixwazin xuya bibin. mirov guhê xwe medê dê biteqe di eyarê xwe de.
-Siyaseta "Beko"yan û hûnandina sanaryoya
"dijminên derve". Ezber e, ezber...
-Cergî Daiş, Mabûk(Minbîç)dagir kiribû cixare jî qedexe
kiribû. Çalakiya ewil a jinan ji bo serkeftinê cixarevexwarin e.
-Berê bi hesabê nisla çeman bûm / Rûbaran ez dame ber xwe
îro...
-Yên ku ji alî xwe de li bûyeran nanêrin, carekê jî derbasî
alî xwe bibin û bizîvirin bê çi û çawa xuya dibe.
-Yên ku bi kurdî navdar dibin û dîsa dest bi tirkînivîsandinê
dikin! Xweda dê we efû bike gelo? :) Dê nebêje, çi tunebû li alî din, tu hat vî
alî?
-#Şingal û Laleş bîr û dîroka netewa kurd in. Şingal reh e, DIYARÎ YE
ji dê û bavên me, ji me re. Lêmiqatebûna Şingalê û ÊZDATIYÊ, peywîrek ferz e.
-Ma ne Şirnex jî bi heman armancê bûbû Wilayet? Nexwe wisa
dom bike dem, belkî her der bibe Wilayet.
-Hesp bi çargavî dibeze, ew jî ruh tê de nemayî li ber rê ye
û li bendê ye ku şekirek bikeve ji siwarî.
-Yên dimeşin (li Rojava) dema wan tune ye ku fesadiyê bikin.
Yên bêkêr dewam.
-Dê her tiştî bibêjin bêbext. Nebêjin jî ez zanim dê bibêjin.
Negotibin jî ez zanim dê bigotana. Lewre nav 'bêbext' e. Guhê xwe medê...
-Hingî wisa dinya tevlihev e, kes nizane dê saetek din çi
bibe wellehî billehî :) Rojê tiştek derdikeve...
-1-Mirov li ser miriyan bigirî baş e, lê mirov tenê negirî
tiştekî bike baştir e. Tenê girî mirov tune dike.
-2- Di vê bobelatê de jî kesên ku bibêjin "hah ma me
negot", yan jî "bi ya me nakin loma dimirin" peyde bûn, şabaş ji
wan re.
-3-Ya giring mirov hevdû tevli fikrê wan qebûl bike, ne ku
piştî ket bin emrê min dû re.
-4- Rojava nêzî
xwebirêvebirinê dibe, loma êriş pir dibin, lê hê jî hinek dibêjin "dewlet
bixwesta wisa nedibî", şabaş!
-5-Û hê jî hinek dibêjin"kurd nizanin siyasetê bikin
loma dimirin".Lê belê nizanin ku têkoşîna li dinyayê ya herî mezin û
zalimên mezin dikin jî kurd in.
-Hemû stranên bi mirinê dest pê dikin û dom dikin û diqedin
li Rojavayê Kurdistanê hatin gotin. Ev peyv têrê neke jî dibêjim derbasî be
QAMIŞLO...
-... Û hemû stranên bi "baran"ê dest pê dikin, dom
dikin û pê diqedin...
-Dil hê jî li Rojavayê Kurdistanê dişewite. Xuyaye ewlekariyên
gellekî bi hêz lazim in ji bo tiştên ku tê kirin û piştgirî.
-1-Gellek agahîyên hûn dibêjin,di pirtûkên kurdî de bi
berfirehî hene, bi înat çavkanî ji derve ye, ev15sal in, salê takriben 200 pirtûkên
kurdî derdikevin. Lê binerin ji kerema xwe.
-Nexwe bukalemûn bûye mirov û hemwelatî...
-"Ga dikeve erdê kêr pir dibin"... Herkes kêra xwe
tûj dike ku perçeyekî ji xwe re jê bike...
-Bûyer esl û feslê mirovan jî derdixe pêş; fikr û zikrê
mirovan jî li bêjingê dixe û rastî weke bedenek şûtî tazî derdikeve holê.
-Mirov ji hin tiştan bitirse baş e carinan...
-Ji bo gellek tiştan bandora Ohalê tune ye, lê ji bo gellek
tiştan jî heye ji kurdan re; wek Weşan û siyasetê û gellek tiştên demokratîk...
-Bi ya min ku mirov bibêje (darbe) "Lîstika Erdogan
e", pir biçûk dîtin e; xuya ye ku resmen artêj bûye du perçeyan û li hevdû
xistine û hê jî didome
-"Pêşkeşvanên porzer û lêvmor" dîsa li ser kar
in...
(Ji Twîterê. M.Çiya Mazî. Tebax 2016-Pûşper 2017)
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)