Kurdsat TV- Di Bernameya Layen de, Berfîn Zerya, bi nivîskar, lêkolîner û helbestvan M.Çiya Mazî re li ser berhem, jiyan û nivîskariya wî sohbetek delal kiriye. Sal : 2014
10.04.2020
M. Çiya Mazî Kurdsat TV- Bernameya Layen
Kurdsat TV- Di Bernameya Layen de, Berfîn Zerya, bi nivîskar, lêkolîner û helbestvan M.Çiya Mazî re li ser berhem, jiyan û nivîskariya wî sohbetek delal kiriye. Sal : 2014
8.04.2020
TÊBINIYÊN ROJÊN DI HUNDUR DE - M.Çiya Mazî
TÊBINIYÊN ROJÊN DI HUNDUR DE
M.Çiya Mazî
Îro roja nozdehan e ku hema hema bi
temamî ji malê derneketime. Mala coronayê ne ava be. Gellek kes aniha wekî min
dibêjin ez zanim û zanim gellek kesan tiştekî wisa di jiyana xwe de nedîtine.
Erê bi rastî, min jî wek herkesê hevçaxê xwe û belkî nifşekî du nifşan berî me
jî, bobelatek wisa nedîtine. Ji xwe nifşên piştî me jî ango zarokên min û neviyên
min jî tiştekî wisa nedîtine. Çawa dinya hemî bi di nava sê mehan de bê girtin
û kes newiribe derkeve derveyî malê. Çi bobelatek nedîtî, çi keresatek ecêb û
mezin bi ser mirovahiyê de hatiye, şaş û metal im. Ji alîkî jî bêçare û bê
sebr aram im.
Ez di nava sala şêstî de me. Zarokên min mezin
bûne, zewicîne û neviyên min hene. Bala xwe bidinê îro roja nozdehan e ango
pêncê Nîsana 2020an e. Ew neviya ku ji çend rojan carekê dikhat ba min û me û
zarokan bi hev re roj û şev derbas dikirin, îro bi erebeyê, piştî deh rojan dîsa hatiye
û li kuçeyê li ber paceyê tenê ji min re destê xwe li ba dike û hew. Lawê min,
ji mala xwe ji me re hinek xwarina ku wan çêkiriye û hinek jî hevîrtirş aniye
ji bo em pê hevîr çêkin û di firneya malê de bikin nan. Pêşî hatiye poşetê
xwarinê li devê derî daniye, li zengilê derî xistiye û deh metreyan bi dûrî
deriyê me sekiniye. Me derî vekir, me dît ji dûranî destê xwe bilind kir û bi
dengê ku di bin rûbergê de derdikeve got ‘hûn çawa nin, baş in?’ Him ji alî ken
û heyîrîmayina serdaneke wisa, him jî ji bobelat û metirsiya ku em tê de ne
wêneyekî dîrokî bû ev rewş. Piştî pênc deqîqeyan got min zarok jî anîne û di
erebeyê de ne, li kolanê. Emê di ber paceyê re derbas bin hûn karin wan bibînin
û destên xwe li wan kil bikin. Me jî wisa kir.
Niha rojek bûya du roj bûya, sê roj û
mehek bûya û piştî wê ev bobelat xelas bibûya, dîsa mirov dê bigota tiştek nabe,
roja ku xelas bû em ê hevdû bibînin. Lê ne wisa ye. Kes nizane dê çawa bibe, çi
demê dê biqede? Kî yê bi vê şewbê keve kî yê pê nekeve.
Ev şewba coronayê ku ji Çînê li
dinyayê belav bûye ev sê meh in, hemû çûn û hatinên dinyayê, siyaset û çalakiyên
hemû tiştî sekinandiye. Tenê qala wê ye. Vîrus û hey vîrus! Heta li Çînê bû her
kesî henekê xwe pê dikir û mîzah li her derê li dar bû. Tenê di tv yan de, me
temaşe dikir û carinan jî hinek kesan henekê xwe jî bi wan dikirin û digotin
“goştê mar û mişkan dixwin lewa li wan wisa hatiye”. Piştî ku peşka vîrusê çû
welatên din êdî hêdî hêdî wek ku tirsek
bi ser mirovan di dihat. Û ji bo me mirovên li nav sînorê Tirkiyeyê ku vîrus
derbasî Îranê bû, êdî bi giranî tirsê beden dorpêç kiribû. Lê hê jî wekî ku ji
ber pergala wan a tenduristiyê ne baş e û rûmeta mirovan nizanin lewma li wan belav
bûye, dihat gotin.
Pê re jî li der û dorê wek ku saziya
me a tenduristiyê tiştinan vedişêre, dihat gotin û bi pistepist belav dibû.
Teqez li nava Tirkiyeyê heye, digotin û teqez hinek mirine. Ne dûrî aqilan bû
jî. Ji ber ku di sînorê Îranê û Iraqê re bi sedan û hezaran mirov diçûn û
dihatin.
Belkî ji ber vê pistepistê be, belkî
jî rast be ku roja wezîrê tenduristiye yek kesê bi coronayê ketibû, eşkere kir.
Aha wê demê êdî herkesî bi pirs û bersivên coronayê guhê hevdû qul dikirin êdî.
Hêdî hêdî rojev diguherî û herkesî guman ji gellek kesên ku bi şewbê ketine, dikirin. Roja din gotin çar kes pê ketine. Rojek din deh kes, rojek din çil û
sed. Pê re jî rojev ji bilî guherandinê her tiştê di jiyana mirovan de wek
tofanek qewimî be qulipî û serobino bû. Di tv’yan de qal ew bû hata ku hat
ragihandin, kesek ji şewbê miriye. Piştî
wê êdî mirov bi tirs derdiketin derve, wezîrê tenduristiyê pêşniyarên qedexeya
derve û kolanan dikir. Her ku diçû mirin jî pir dibû roja duduyan yeke din, roja din zêdetir bû; bû çar û pênc û deh, ya çaran bû ..., ya pêncan bû…. Û îro bûye 574 êdî pir balê jî
nakişîne hejmara miriyan. Belkî sibe bibe heftsed û pêncî, belkî rojek din bibe hezar mirîyî. Mirov êdî pir tirsiyan e û kes bi hêsanî newêre
derkeve derve, lê ku hînbûna hejmara miriyan çêbibe, mezinbûna keresatê jî dê pir bibe.
Niha taxek bûya mirov dê bigota ez dê herim taxek din, navçeyek an bajarek bûya, mirov dê biçûya bajarekî din, welatek bûya, mirov dê biçûya welatekî an dewleteke din. Li ser heyvê jî cîh hebûya û derfet hebûna belkî mirov biçûnayê. Lê her bajar, her dewletên dinyayê di bin metirsiya coronayê de ne, mirov nikare ji cîh bileqe, ew jî xisar e, nabe. Kes nikare bibêje ez dê herim filan dewletê. Her kes dibêje hema ez karibim li malê bimînim bes e. Ku yên dewlemend an xwedî meqam pê neketana mirov dê bigota ev neheqî ye. An jî hinekan dê biçûna li talanê dewlemendan bixistana û xwe bi pereyan xelas bikirana. Hilbet rast e jî ku rewşa yekî ji alî aborî baş be, dikare neçe kar û xwe bi mehan biparêze, lê nayê wê wateyê ku kesên dewlemend bi vê şewbê nakevin, ew jî pê dikevin. Gellekên bixwazin li mal bin jî nikarin dernekevin derve. Wek karmendan, karkeran û hinek esnafan. Ji xwe kafe, kahwe, AVM û hemû cihê kêfê hatine girtin. Mirovan konser, civîn, konferans, panel ji bîra kirine. Dawet, dîlan, taziya û serdan bûne wekî êgir, kes newêre qal jî bikin. Çar kesên li mala me ne, hemiyan destûra ji kar stendine an jî li malê di kompîturê-internetê de karê xwe dimeşînin.
Ez serê sibehê radibim, pêşî diçim
destê xwe bi sabûnê baş dişom. Dû re ew jî wek ku min ji xwe re kiribe
peywîrekê, hemû destikên deriyan, bişkokên cereyanê û destikên dolaban bi
peçeteya dezenfektekirî paqij dikim. Heta ku ez destê xwe bi çemilê çaydan,
çemilê firaxan, vanayên muslixan, berçavk û pênûsa xwe, telefon û compîtur û
klavyeya wê, poşetê neskafe dikim jî, ya dezenfekte dikim ya jî kolonya. Êdî bi
peçeteyê destê xwe diavêjim derî û vedikim. Berê, her daîm ez diçûm bufeyê û
min nan û lazimî ji malê re dikirîn û
dianîn. Lê niha kurê min î bîst û du salî diçe dikire. Ew jî bêyî rûberg û lepikan
naçe bufeyê. Ku tê malê em poşetên alavan, yan dezenfekte dikin ya jî diavêjin.
Em hemî anbalajan diavêjin qutiya gemarê, destê kê jî pê bûbe, dişon. Me her kesî li odeya
xwe an jî li cîhekî şûşeyek avê û qedehek daniye û em her tim ji wê avê û bi wê qedehê avê vedixwin. Gellek
carî, em cihê cihê xwarinê dixwin. An jî du heb tenê bi hev re dixwin, ji bo em
ji hev dûr bin. Ji xwe destdana hevdû qet tune ye. Li hêwana Tv yê jî em her
yekê li ser kanapeyekê rûdinin û du mitroyan dûrî hev in. Û ev 20 roj in
min otobos, minibus û metro ji bîr kirine. Kesek dernakeve der, ku ji bêgavî be
jî rûberg û lepik amade ne. Heta her kesek şûşeyek biçûk a kolonya di bêrîka wî/wê de ye û bi xwe re digerîne.
Ji xwe berê jî betal û teqawîtbûyî
bûm û dema min, pirtir ji xwendinê û tiştên wekî wê re hebû Lê van rojana dema
vala zêdetir bûye. Ji ber ku ji bilî bi şevê saet di yazdehan de li ser peyarêka
ber malê birêveçûna nîvsaetê pê ve, qet dernakevim derve. Gellek pirtûkên ku
min nêvcî hiştibûn û yên ku min xwendina wan taloq kiribûn jî yeko yeko ketine
ber destên min û dixwînim. Filîmên sinema jî ji berê bêhtir temaşe dikim.
Guhdarkirina muzîka kurdî jî zêde bûye û stranên kevin wek yên Koma Çiya, Koma
Amed, Koma Agirê Jiyan, Aram Tigran û w.d jî nostaljiyeke bêhempa bi min re çê
dike. Ji xwe hindik maye ku ez û em stranên nû yên wek Mem Ararat, Jahrmar,
Mehmet Atlî, Ayfer Duztaş, Babetna û yên
komên din ji ber bikin.
Gelo hûn dibêjin em bûne paranoyak?
An jî bi vî awayî here em ê nebin paranoyak? Yan jî bi vî awayî here em ê bi nexweşiyek din nekevin?
Wek depresyon, wek alerjî, wek nexweşiyên giran. Ev jî di bîra me de ye hilbet.
Heke bi demek pir dirêj wisa dom bike divê mirov tedbîrên nexweşiyên din jî û
tedbîrên aborî ji bi zexmî bigire bawer im.
Dibe ku ev şerekî biyolojîk be û ji alî mirovan hatibe çêkirin. Ez ji vê yekê
bawer dikim. Lê wisa be jî zanim ku çare tune ye ji tunekirina wê re û li serê
yên ku çêkirine jî bûye bela, bawer im. Çawa bawer dikim ku belkî bi zanîn û
zanistê ev çêbûbe an ji tiştekî din, mînak wek ji gemarîkirina xwezayê çêbûbe
jî, dê dîsa bi zanist û zanînê ev vîrus ji holê bê rakirin. Baweriyên wekî din ji bo
jiholêrakirina wê, bê fêde ne.
Ji ku û bi çi awayî hatibe, bila be,
ev keresatek ciddî ye û divê mirov li bijîşkan guhdar bike û tedbîrên xwe zexm
bike. Ne hewce ye ku mirov li bendî kesî bimîne û bi hêviya hinekî din be ku ji
bo mirov tiştekî bike, mirov bi xwe kare gellek tedbîran bistîne. Dibe ku dema
nexweşî pir û pir berbalav bibe, û bi rojan pir dom bike, kes nikaribe alîkariya mirov jî bike. Mirov
xwe û civaka xwe biparêze, bi rastî ev peywîrek welarparêzî ye jî.
M.Çiya Mazî 05.04.2020 Stenbol
31.03.2020
JI SÊ MEHÊN TWÎTERÊ Rêbendan-Reşemî-Adar 2020
*Rojekê kêl û serkêlên gorên me yî perçekirî,
kom bi kom dê bimeşin û we yek bi yek radestî axiriya we bikin.
*Neteweyên
Yekbûyî jî gotiye bila girtîgeh vala bibin... Em ê li mala xwe bin û bila girtî
jî bên mala xwe! Bi hezaran mirovên kurd ji bo ramanên xwe di girtîgehê de ne.
Bila bi vîrusê nekevin. Di zagona înfazê de wekhevî mafê wan e.
*Di
van demên di hundur de, mirov bi hêsanî dikare empatiya girtîyan bike û
girtîgehan jî fêhm bike...
*Türkçe
yazarken veya okurken bi kasılmalar, koltuk kabarmaları, T: Dil kurumunun kapısını
aşındırmalar; çat pat kürtçe olunca, masal havaları, köy ayakları, ‘dayik’
güzellemeleri. Bu günlerde biraz kürtçe de okuyun kaçaklar, fıyakanızdan bir şey eksilmez,
aksine taaa kendinizi bulursunuz. :)
*Sağlıklı günler dostların, barışseverlerin,
özgürlüğü ve insanı sevenlerin olsun. Kendinizi ailenizi halkınızı coronadan
koruyun!
* Bir taziye ilanına 'Rehma Xwedê lê be' diyemeyip 'Allah rahmet eylesin' sözlerini kopyala yapıştır yapmak için koca koca kürt yurtsever/aydin/okumuş insanlarının, sıraya dizilmeleri ne acı bir şey. En hafif kürtçe yazıya 'Akademik kürtçe' safsatasına hiç araştırmadan inanıp kürtçe yazı öğrenmeye birkaç saat ayıramamak, öte yandan en mükemmel bir türkçe ile yazmak için veya okuma amacıyla, türkçe kitapları sıraya dizmek de unutulmazlar cinsinden. Türkçe veya diğer dillerden kitap okunması yaşam gerçekliğimizde normaldir elbette, ancak, %15 kürtçe kitap,yazı okumak bile kaybolmayı önler, kürt dili ve kültürüne katkı sağlar, genel asimilasyonu önlemede yardımcı olur. Bunun bilinmesi gerekir. Eğitim olmadan bu işin tam anlamiyla olmayacağını savunanlardanım, ancak çok kısa sürede öğrenebileceği halde öğrenmeyen veya hala kürtçe eserlerden bihaber ve küçümsyenler için söylüyorum. Bilindiği gibi son 15 yılda her yıl ortalama 250 kürtçe kitap çıkıyor ve yarısı roman-öykü. (Facebooka ve kürtçe okumayanlara tözel)
Corona
*Vîrus ne li reşo dinere
ne li beşo!Li her civakê peyde dibe êdî.Henekan li alîkî bihêlin.Tevdîrên xwe
yên tenduristî û aborî bigirin. Li her derê dinyayê bûye
şerekî mezin. Parastin welatparêzî ye.Ji çi çê bûbe bila be, îro xweparastin
civakparastin tiştekî mecbûrî ye
*Hê
jî hinek li bendê ne ku hinekî din bên û li wan xwedî derkevin. Her kes kare
tiştekî ji bo xwe û civakê bike. *Û li xwe miqate bin *Li civaka xwe miqate
bin.
*Dîwarekî
dinyayê niha xera dibe. Kî li ber wî diwarî be dinya hemî ji bo wî xera dibe.
Li xwe miqate bin!
*Çûn
ser miriyan herkes li miriyê xwe giriyan". Ev e. Çîn hat jibîrkirin.
Şerekî ku herkesî dişewitîne, herkes bi xwe ketiye. Li xwe miqate bin...
*Şopek
girîng bû. Oxirbe ji brêz Keyo Cegerxwîn re. Serê hemû hezkiriyên wî sax be.
*Ma
ne berê cafe hebûn, qahwe hebûn, gerr hebû, perav hebû. Berê konferans, civîn,
mitîng hebûn. Berê hevdîtin, mêvanî, serdan û dîlan hebûn. Çûn. Ka vegerin
venegerin nizanim. Dinya xera bûye haya me jê tune ye. *Li xwe miqate bin !
*Dawiya
dinyayê jî bê qey dê ev ambargo ranebe ji ser Mexmûrê?Ambargoyê rakin! Ev
daxwazek ji bo tenduristiya mirovên kurd û kurdî ye. Ji kerema xwe bala xwe
bidinê.
*Şaredarî
di xewna xwe de dîtine. Ev jî firsetek bû qey. Lê belê beyhûde ye.
Xebatkarên marketan di metirsyê de ne. Risk
di xebata wan de heye. Bila tedbîr bên stendin. Mafê wan binpê nebe. Prîmê
rîskê mafê wan e. TEDBİR ALINSIN, ÇALIŞMA KOŞULLARI DUZENLENSİN.
*Û îsal ji kerba salan, ji bo tarî nebe
dinya, bila di pace û şaneşînan de bi çiruskên Newrozê ronî bibe kolan û bajar
û welat. Newroz pîroz be!
*Jin,
nêviyê dinyayê û civakê ne. Ne azad bin, tarîtiya kapîtalî û saziyên feodalî jî
dê hebin her tim. Ev roj li wan jinên ji bo azadiya civaka xwe, xwe avêtine
çeperên jiyanê pîroz be #8êAdarêPîrozBe 'Jin û mêr tevr û bêr'. Bextewarî û serkeftin di
wekheviya jin û mêran de ye...
*Gellek gotin, biryar, qewimîn û tişt,
illehîm ne reş an spî ne.Di nava reş û spî de bi dehan rengê cûn hene. Gellek
carî mirov nikare biryar, gotin û bersivên qet î bide, pê re mirov illehîm
dibêje 'lê belê'. Ne wisa be jiyan dixetime, nameşe.
*Tevlî
ku ez dibêjim ji Seid Yusif û Zeynel Abidin Han re oxir be, ez ji kongre û têkoşîna
HDPê re jî dibêjim bila bi xêr be û serkeftinê bîne. Jiyan ev e, diherike û
diferike...
*Zimanê kurdî yê azad, mirovê
kurd yê azad, bila li ser axek azad be. #herrojkurdi
Perwerdehiya kurdî ji dibistana seretayî dest pê dike heta bi zanîngehan lazim
e.
*Tenê perwerdehiya zimanê kurdî dê bibe
bingeha azadiya zimanê kurdî. Hemû hewldanên ji bo kurdî aniha tê kirin, dibin
gavên rêya xwestina mafê perwerdehiyê.
*Xizir
ilyas qereqotik xelas. Berê ev gotin digotin di dawiya zivistanê de, li herêma
Mêrdînê-Çiyayê Mazî. Wek ku kotik (êzin-ardû) qet nemaye û hê jî serma ye. Niha
ev gotin li dar e û Xidir Ilyas jî Hat û çû. Pîroz be. (Di Gulanê de jî cejnek
wisa heye)
*Berf;birêçûna
kalekî ye ku di bin kuliyên wê de ji çarşiya Şemrexê,bi bûrizanê re,bi destekî
şewqeyê xwe girtiye,bi destê din kiloyek pirteqal. Dixwaze qumçikên qapûtê xwe
bi hevdû xe kalo,lê her car kujê qapût bi ber bê dikeve,nahêle wî li xwe bipêçe
Ba û berf bêîman in carinan
*Di
zarokiya me de her der Palandoken bû,Kartepe bû, Ûlûdax bû, Qerejdax
bû.(1960-70) Hema li kî derê Şemrexê me tilmek bidîta kêf û seyranê seqem winda
dikir,şemetok dibû cemed di bin piyên me de,heta êvarî me mal nedidît,kes jî li
me nedigeriya ku em tî ne an birçî ne Werhasili
*Di vê barana hûrik hûrik tê de;mirov li perê bajarekî li
bin berqefa tahtekê,bi hinek pejikên deviyên berrî agirekî dade û hinek
kuvarikên xwêkirî bibirêje û bi sohbeteke hevalekî/ê û bêhna pûşê rizyayî û
nêrîna li gihaya nûderketî re pêşwaziyê li biharê bike.Belkî jî evBe jiyan.
*Ji
ber gellek bûyeran mirov carinan di hûrguliyan de difetise, nabeje ka ez ji
aliyekî din de li bûyerê binerim. Heta ku hiş tê serê mirovî, hasil di mûsilê
re derbas dibe. Carinan jî mirov egoya xwe û hûrguliyan dide alîkî, başî jî
nêzîk dibe, rê jî fireh dibe...
*Rexneya herî erzan, ku
mirov zanibe muxatabê rexneyê dê nikaribe bersivê bide. Ya derfet tune be, ya
jî qedexe li ser fikra wî be.
*Yên dibêjin 'li kurdî xwedî derkevin, yên dibêjin 'bila kurd bibin yek', yên dibêjin em Kurdistanî ne' jî pirtûkên kurdî bistînin û bixwînin ne xera be, bes e. :) (Ji çaran yekê wan jî bixwînin baş e.)
*Yên dibêjin 'li kurdî xwedî derkevin, yên dibêjin 'bila kurd bibin yek', yên dibêjin em Kurdistanî ne' jî pirtûkên kurdî bistînin û bixwînin ne xera be, bes e. :) (Ji çaran yekê wan jî bixwînin baş e.)
*Ne
ji bo sûcdarkirinê ye, ev tesbît û daxwazek e. Ez vê fikrê jî diparêzim, heta
ku mafê perwerdehiyê neyê bidestxistin, kar û barê zimanê kurdî dê pir bi
zahmetî detbas bibe. Ji ber wê jî mirov nikare bi hêsanî mirovan jî sûcdar
bike.
*Belkî
jî mar bi rêdana zimanê xwe yî tûj jahra xwe vedişêrin û pê jiyana xwe
dimeşînin. Û belkî hinek mirov jî bi zimanê xwe yî tûj li ser piyan disekinin û
qelpiya xwe vedişêrin.. Ku ziman ji devan bê derxistin, dimirin hinek
giyanewer...
*... Û hinekên jî bixwazin,wekî firset, di
ser zimanê kurdî re êrişî Demîrtaş bikin, wek ku nizanibin ew rûmet, hêvî û
pêşengê azadî û rûmeta bi milyonan kurdî ye û mirovên wisa bi sedsalan carekê
tên dinyayê. Demirtaş ji bo tokoşîn û azadiya kurd û kurdî tiştekî din e.
*Ji wan re bibêjin ! Bi van dek û dolabên xwe
Bi van ayn û oynên xwe Bi van virr û derewên xwe Bi van rîp û çîpên xwe Bi van
dexsî û murriyên xwe Bi van hesûsî û çorsiyên xwe Hûn nagihêjin tu derê Û hûn
bi doxa tu kevçîyî jî nagirin. ( Hûn ji kê re dixwazin,ji wan re bibêjin :))
*Bi
qasî nikarim bahsa mirina zarokan bikim hez dikim ji wan. Mixabin ev ba, bayê
reş e ku wan jî bi xwe re dibe.
*Mirovên ji bo azadî û başiya civaka kurd ji
dil biryarên qet î didin û xebatan dikin, heta dawiyê; Yên ji bo meqam û mal û
milk xwe wek xebatkarên civakê didin xuyakirin, zû dikin çizevizû jahra xwe li
dora xwe direşînin.
*Pesindayina
nivîskarekî belkî baş be û ji dilê mirovan tê. Lê belê kirîn û xwendina
pirtûkên wî nivîskarî, pir û pir kêfa wî tîne. :) Fêde, ji nivîskêr û ji zimanê
kurdî re bêhtir çêdibe.
*Gelo
helbestkarek, ji herkes û ramanê re bibêje 'ser çavan, tu rast dibêjî' dibe?
Belê dibe, yên wisa henin. Hûn hez dikin pirsan ji wan bikin. Bekî jî naxwaze
fiyaqeya wî/wê bişeqite, an jî ji rexneyan ditirse, ji popileriyê hez dike,
kariyerê dixe pêşiya ramanê, an jî ramanek wî/wê tune ye. Li her derê dinyayê
mirovên wisa henin.
*Qey
heta yekîtî çênebe mirov dê razê? Her kes tiştekî bike, ew jî diçe yekîtiyê.
Wek xwendin û rûmetgirtina kurdî. Wek piştgiriya pêşketina siyasetê. Carinan
tevgera mirovan dibin gol û ji bêgavî yekîtiyê jî tîne.
*Min
hîs kir ji hin mirovan, newêrin pirtûkên kurdî li mala xwe bihêlin. Newêrin bi
nivîskarekî kurd re bibin heval û heta newêrin nivîsên kurdî di medya civakî de
biecibînin û parve bikin. Belkî rewşa beşek biçûk a civaka kurd ev be mixabin.
Û belkî jî mafdar bin di vê serdema qir û qeşayê de...
*Kurdek
dikare bi tirkî biaxive û binivîse, belkî ji rastiya civak û dîrokê ev normal
be. Lê belê kurdek tirkî teşvîk bike, aha pirsgirêk ji wir dest pê dike.
*Bi qasî ku mirov ji ezberên xwe biqete, mirov
ji partiya xwe wêdetir; di ser nivîskarî û edebiyata xwe û jiyana xwe ya asayî
re jî bifikire.Di ser hesabên neyînî yên doh,rêbaz û taktîkên berê nefikire û
bi temamî hişê nû li gor rewşa nû biafirîne,girîng e rewşa kurdan ya îro.
*Temenê min dibe şêstê qut î gurover.Mirovekî
ji azadiyê hez dikim. Çiqas difirim,best û newalan dipîvim,esmanan spî
dikim,mirov û hêzan teqle dikim,diwezinînim,fitlekan dizîvirim, baweriya min
nayê cîh.Dawî dîsa têm û li ser hêza bakur a mezin datînim.Wekî din bawerî
çênabe.
*Tenêtî wêrekî ye û dema fikir û ponojînê pir
dike, lê pir biha jî li ser giyanê mirov rûdinê.
*Bi qasî tenekeyek vala fêdeya wî/wê ji
civakê re çênabe (hema em bibêjin yek). Ewqas xwe dinepixîne, xwe digurripîne,
Ji bo alem bibêjin 'yekî giran e, mezinê malan e'. Teqez ew jî dixwaze bibe
serokeşîr. :) Lehengên wisa sembolîk hêjayî lêkolînan in.
M.Çiya MazÎ, 01.01.2020. 29.03.2020
27.03.2020
21.03.2020
WELATYA -Û Newroz
WELATYA Baran dibare li welatê min Carinan bêyî çandinî û bayê bênderan Li zeviyê zad diafirîne seranser Zad dibarin li welatê min Carinan bêyî qatix û rûn û nifqê salê Giyanan diafirînin li kepir û beyaran Giyan dibarin qet qetî li welatê min Carinan bêyî çeng û beden bêyî dest û tilî Temenên dirêj dimeyin li keviyên sînoran Bêyî nav û av û xwê Bi havênê ji ceger û hezê Qut dibin temen di biharan de ji carên sedcaran Dibin karwanên xelek xelekî Temen û tilîkên cot Agirên kerbê Hêviyên sincirî û kewandî dikelînin bê navber Di ser re diçin dilên rohn û kehrîbar Av û karwan mil bi mil diherikin Her yek di cihoka xwe de serûber li welatê min
M.Çiya Mazî. Ji pirtûka Bayê Zewêdiyan...
16.03.2020
13.03.2020
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)