8.04.2020

TÊBINIYÊN ROJÊN DI HUNDUR DE - M.Çiya Mazî



TÊBINIYÊN ROJÊN DI HUNDUR DE 
                                                                          M.Çiya Mazî

Îro roja nozdehan e ku hema hema bi temamî ji malê derneketime. Mala coronayê ne ava be. Gellek kes aniha wekî min dibêjin ez zanim û zanim gellek kesan tiştekî wisa di jiyana xwe de nedîtine. Erê bi rastî, min jî wek herkesê hevçaxê xwe û belkî nifşekî du nifşan berî me jî, bobelatek wisa nedîtine. Ji xwe nifşên piştî me jî ango zarokên min û neviyên min jî tiştekî wisa nedîtine. Çawa dinya hemî bi di nava sê mehan de bê girtin û kes newiribe derkeve derveyî malê. Çi bobelatek nedîtî, çi keresatek ecêb û mezin bi ser mirovahiyê de hatiye, şaş û metal im. Ji alîkî jî bêçare û bê sebr aram im.

 Ez di nava sala şêstî de me. Zarokên min mezin bûne, zewicîne û neviyên min hene. Bala xwe bidinê îro roja nozdehan e ango pêncê Nîsana 2020an e. Ew neviya ku ji çend rojan carekê dikhat ba min û me û zarokan bi hev re roj û şev derbas dikirin, îro bi erebeyê, piştî deh rojan dîsa hatiye û li kuçeyê li ber paceyê tenê ji min re destê xwe li ba dike û hew. Lawê min, ji mala xwe ji me re hinek xwarina ku wan çêkiriye û hinek jî hevîrtirş aniye ji bo em pê hevîr çêkin û di firneya malê de bikin nan. Pêşî hatiye poşetê xwarinê li devê derî daniye, li zengilê derî xistiye û deh metreyan bi dûrî deriyê me sekiniye. Me derî vekir, me dît ji dûranî destê xwe bilind kir û bi dengê ku di bin rûbergê de derdikeve got ‘hûn çawa nin, baş in?’ Him ji alî ken û heyîrîmayina serdaneke wisa, him jî ji bobelat û metirsiya ku em tê de ne wêneyekî dîrokî bû ev rewş. Piştî pênc deqîqeyan got min zarok jî anîne û di erebeyê de ne, li kolanê. Emê di ber paceyê re derbas bin hûn karin wan bibînin û destên xwe li wan kil bikin. Me jî wisa kir.

Niha rojek bûya du roj bûya, sê roj û mehek bûya û piştî wê ev bobelat xelas bibûya, dîsa mirov dê bigota tiştek nabe, roja ku xelas bû em ê hevdû bibînin. Lê ne wisa ye. Kes nizane dê çawa bibe, çi demê dê biqede? Kî yê bi vê şewbê keve kî yê pê nekeve.

Ev şewba coronayê ku ji Çînê li dinyayê belav bûye ev sê meh in, hemû çûn û hatinên dinyayê, siyaset û çalakiyên hemû tiştî sekinandiye. Tenê qala wê ye. Vîrus û hey vîrus! Heta li Çînê bû her kesî henekê xwe pê dikir û mîzah li her derê li dar bû. Tenê di tv yan de, me temaşe dikir û carinan jî hinek kesan henekê xwe jî bi wan dikirin û digotin “goştê mar û mişkan dixwin lewa li wan wisa hatiye”. Piştî ku peşka vîrusê çû welatên din êdî  hêdî hêdî wek ku tirsek bi ser mirovan di dihat. Û ji bo me mirovên li nav sînorê Tirkiyeyê ku vîrus derbasî Îranê bû, êdî bi giranî tirsê beden dorpêç kiribû. Lê hê jî wekî ku ji ber pergala wan a tenduristiyê ne baş e û rûmeta mirovan nizanin lewma li wan belav bûye, dihat gotin.

Pê re jî li der û dorê wek ku saziya me a tenduristiyê tiştinan vedişêre, dihat gotin û bi pistepist belav dibû. Teqez li nava Tirkiyeyê heye, digotin û teqez hinek mirine. Ne dûrî aqilan bû jî. Ji ber ku di sînorê Îranê û Iraqê re bi sedan û hezaran mirov diçûn û dihatin.

Belkî ji ber vê pistepistê be, belkî jî rast be ku roja wezîrê tenduristiye yek kesê bi coronayê ketibû, eşkere kir. Aha wê demê êdî herkesî bi pirs û bersivên coronayê guhê hevdû qul dikirin êdî. Hêdî hêdî rojev diguherî û herkesî guman ji gellek kesên ku bi şewbê ketine, dikirin. Roja din gotin çar kes pê ketine. Rojek din deh kes, rojek din çil û sed. Pê re jî rojev ji bilî guherandinê her tiştê di jiyana mirovan de wek tofanek qewimî be qulipî û serobino bû. Di tv’yan de qal ew bû hata ku hat ragihandin, kesek ji şewbê miriye. Piştî wê êdî mirov bi tirs derdiketin derve, wezîrê tenduristiyê pêşniyarên qedexeya derve û kolanan dikir. Her ku diçû mirin jî pir dibû roja duduyan yeke din, roja din zêdetir bû; bû çar û pênc û deh, ya çaran bû ..., ya pêncan bû…. Û îro bûye 574 êdî pir balê jî nakişîne hejmara miriyan. Belkî sibe bibe heftsed û pêncî, belkî rojek din bibe hezar mirîyî. Mirov êdî pir tirsiyan e û kes bi hêsanî newêre derkeve derve, lê ku hînbûna hejmara miriyan çêbibe, mezinbûna keresatê jî dê pir bibe.

Niha taxek bûya mirov dê bigota ez dê herim taxek din, navçeyek an bajarek bûya, mirov dê biçûya bajarekî din, welatek bûya, mirov dê biçûya welatekî an dewleteke din. Li ser heyvê jî cîh hebûya û derfet hebûna belkî mirov biçûnayê. Lê her bajar, her dewletên dinyayê di bin metirsiya coronayê de ne, mirov nikare ji cîh bileqe, ew jî xisar e, nabe. Kes nikare bibêje ez dê herim filan dewletê. Her kes dibêje hema ez karibim li malê bimînim bes e. Ku yên dewlemend an xwedî meqam pê neketana mirov dê bigota ev neheqî ye. An jî hinekan dê biçûna li talanê dewlemendan bixistana û xwe bi pereyan xelas bikirana. Hilbet rast e jî ku rewşa yekî ji alî aborî baş be, dikare neçe kar û xwe bi mehan biparêze, lê nayê wê wateyê ku kesên dewlemend bi vê şewbê nakevin, ew jî pê dikevin. Gellekên bixwazin li mal bin jî nikarin dernekevin derve. Wek karmendan, karkeran û hinek esnafan. Ji xwe kafe, kahwe, AVM û hemû cihê kêfê hatine girtin. Mirovan konser, civîn, konferans, panel ji bîra kirine. Dawet, dîlan, taziya û serdan bûne wekî êgir, kes newêre qal jî bikin. Çar kesên li mala me ne, hemiyan destûra ji kar stendine an jî li malê di kompîturê-internetê de karê xwe dimeşînin. 

Ez serê sibehê radibim, pêşî diçim destê xwe bi sabûnê baş dişom. Dû re ew jî wek ku min ji xwe re kiribe peywîrekê, hemû destikên deriyan, bişkokên cereyanê û destikên dolaban bi peçeteya dezenfektekirî paqij dikim. Heta ku ez destê xwe bi çemilê çaydan, çemilê firaxan, vanayên muslixan, berçavk û pênûsa xwe, telefon û compîtur û klavyeya wê, poşetê neskafe dikim jî, ya dezenfekte dikim ya jî kolonya. Êdî bi peçeteyê destê xwe diavêjim derî û vedikim. Berê, her daîm ez diçûm bufeyê û min nan û lazimî  ji malê re dikirîn û dianîn. Lê niha kurê min î bîst û du salî diçe dikire. Ew jî bêyî rûberg û lepikan naçe bufeyê. Ku tê malê em poşetên alavan, yan dezenfekte dikin ya jî diavêjin. Em hemî anbalajan diavêjin qutiya gemarê, destê kê jî pê bûbe, dişon. Me her kesî li odeya xwe an jî li cîhekî şûşeyek avê û qedehek daniye û em her tim ji wê avê û bi wê qedehê avê vedixwin. Gellek carî, em cihê cihê xwarinê dixwin. An jî du heb tenê bi hev re dixwin, ji bo em ji hev dûr bin. Ji xwe destdana hevdû qet tune ye. Li hêwana Tv yê jî em her yekê li ser kanapeyekê rûdinin û du mitroyan dûrî hev in. Û ev 20 roj in min otobos, minibus û metro ji bîr kirine. Kesek dernakeve der, ku ji bêgavî be jî rûberg û lepik amade ne. Heta her kesek şûşeyek biçûk a kolonya di bêrîka wî/wê de ye û bi xwe re digerîne.

Ji xwe berê jî betal û teqawîtbûyî bûm û dema min, pirtir ji xwendinê û tiştên wekî wê re hebû Lê van rojana dema vala zêdetir bûye. Ji ber ku ji bilî bi şevê saet di yazdehan de li ser peyarêka ber malê birêveçûna nîvsaetê pê ve, qet dernakevim derve. Gellek pirtûkên ku min nêvcî hiştibûn û yên ku min xwendina wan taloq kiribûn jî yeko yeko ketine ber destên min û dixwînim. Filîmên sinema jî ji berê bêhtir temaşe dikim. Guhdarkirina muzîka kurdî jî zêde bûye û stranên kevin wek yên Koma Çiya, Koma Amed, Koma Agirê Jiyan, Aram Tigran û w.d jî nostaljiyeke bêhempa bi min re çê dike. Ji xwe hindik maye ku ez û em stranên nû yên wek Mem Ararat, Jahrmar, Mehmet Atlî, Ayfer Duztaş, Babetna  û yên komên din ji ber bikin. 

Gelo hûn dibêjin em bûne paranoyak? An jî bi vî awayî here em ê nebin paranoyak? Yan jî bi  vî awayî here em ê bi nexweşiyek din nekevin? Wek depresyon, wek alerjî, wek nexweşiyên giran. Ev jî di bîra me de ye hilbet. Heke bi demek pir dirêj wisa dom bike divê mirov tedbîrên nexweşiyên din jî û tedbîrên aborî ji bi zexmî bigire bawer im.  

Dibe ku ev şerekî biyolojîk be û  ji alî mirovan hatibe çêkirin. Ez ji vê yekê bawer dikim. Lê wisa be jî zanim ku çare tune ye ji tunekirina wê re û li serê yên ku çêkirine jî bûye bela, bawer im. Çawa bawer dikim ku belkî bi zanîn û zanistê ev çêbûbe an ji tiştekî din, mînak wek ji gemarîkirina xwezayê çêbûbe jî, dê dîsa bi zanist û zanînê ev vîrus ji holê bê rakirin. Baweriyên wekî din ji bo jiholêrakirina wê, bê fêde ne.

Ji ku û bi çi awayî hatibe, bila be, ev keresatek ciddî ye û divê mirov li bijîşkan guhdar bike û tedbîrên xwe zexm bike. Ne hewce ye ku mirov li bendî kesî bimîne û bi hêviya hinekî din be ku ji bo mirov tiştekî bike, mirov bi xwe kare gellek tedbîran bistîne. Dibe ku dema nexweşî pir û pir berbalav bibe, û bi rojan pir dom bike, kes nikaribe alîkariya mirov jî bike. Mirov xwe û civaka xwe biparêze, bi rastî ev peywîrek welarparêzî ye jî.

M.Çiya Mazî  05.04.2020 Stenbol


31.03.2020


JI SÊ MEHÊN TWÎTERÊ  Rêbendan-Reşemî-Adar 2020
*Rojekê kêl û serkêlên gorên me yî perçekirî, kom bi kom dê bimeşin û we yek bi yek radestî axiriya we bikin.
*Neteweyên Yekbûyî jî gotiye bila girtîgeh vala bibin... Em ê li mala xwe bin û bila girtî jî bên mala xwe! Bi hezaran mirovên kurd ji bo ramanên xwe di girtîgehê de ne. Bila bi vîrusê nekevin. Di zagona înfazê de wekhevî mafê wan e.
*Di van demên di hundur de, mirov bi hêsanî dikare empatiya girtîyan bike û girtîgehan jî fêhm bike...

*Türkçe yazarken veya okurken bi kasılmalar, koltuk kabarmaları, T: Dil kurumunun kapısını aşındırmalar; çat pat kürtçe olunca, masal havaları, köy ayakları, ‘dayik’ güzellemeleri. Bu günlerde biraz kürtçe de okuyun kaçaklar, fıyakanızdan bir şey eksilmez, aksine taaa kendinizi bulursunuz. :) 
*Sağlıklı günler dostların, barışseverlerin, özgürlüğü ve insanı sevenlerin olsun. Kendinizi ailenizi halkınızı coronadan koruyun!
* Bir taziye ilanına 'Rehma Xwedê lê be' diyemeyip 'Allah rahmet eylesin' sözlerini kopyala yapıştır yapmak için koca koca kürt yurtsever/aydin/okumuş insanlarının, sıraya dizilmeleri ne acı bir şey. En hafif kürtçe yazıya 'Akademik kürtçe' safsatasına hiç araştırmadan inanıp kürtçe yazı öğrenmeye birkaç saat ayıramamak, öte yandan en mükemmel bir türkçe ile yazmak için veya okuma amacıyla, türkçe kitapları sıraya dizmek de unutulmazlar cinsinden. Türkçe veya diğer dillerden kitap okunması yaşam gerçekliğimizde normaldir elbette, ancak, %15 kürtçe kitap,yazı okumak bile kaybolmayı önler, kürt dili ve kültürüne katkı sağlar, genel asimilasyonu önlemede yardımcı olur. Bunun bilinmesi gerekir. Eğitim olmadan bu işin tam anlamiyla olmayacağını savunanlardanım, ancak çok kısa sürede öğrenebileceği halde öğrenmeyen veya hala kürtçe eserlerden bihaber ve küçümsyenler için söylüyorum. Bilindiği gibi son 15 yılda her yıl ortalama 250 kürtçe kitap çıkıyor ve yarısı roman-öykü. (Facebooka ve kürtçe okumayanlara tözel)

Corona
*Vîrus ne li reşo dinere ne li beşo!Li her civakê peyde dibe êdî.Henekan li alîkî bihêlin.Tevdîrên xwe yên tenduristî û aborî bigirin. Li her derê dinyayê bûye şerekî mezin. Parastin welatparêzî ye.Ji çi çê bûbe bila be, îro xweparastin civakparastin tiştekî mecbûrî ye
*Hê jî hinek li bendê ne ku hinekî din bên û li wan xwedî derkevin. Her kes kare tiştekî ji bo xwe û civakê bike. *Û li xwe miqate bin *Li civaka xwe miqate bin.
*Dîwarekî dinyayê niha xera dibe. Kî li ber wî diwarî be dinya hemî ji bo wî xera dibe. Li xwe miqate bin!
*Çûn ser miriyan herkes li miriyê xwe giriyan". Ev e. Çîn hat jibîrkirin. Şerekî ku herkesî dişewitîne, herkes bi xwe ketiye. Li xwe miqate bin...
*Şopek girîng bû. Oxirbe ji brêz Keyo Cegerxwîn re. Serê hemû hezkiriyên wî sax be.
*Ma ne berê cafe hebûn, qahwe hebûn, gerr hebû, perav hebû. Berê konferans, civîn, mitîng hebûn. Berê hevdîtin, mêvanî, serdan û dîlan hebûn. Çûn. Ka vegerin venegerin nizanim. Dinya xera bûye haya me jê tune ye. *Li xwe miqate bin !
*Dawiya dinyayê jî bê qey dê ev ambargo ranebe ji ser Mexmûrê?Ambargoyê rakin! Ev daxwazek ji bo tenduristiya mirovên kurd û kurdî ye. Ji kerema xwe bala xwe bidinê.
*Şaredarî di xewna xwe de dîtine. Ev jî firsetek bû qey. Lê belê beyhûde ye.
Xebatkarên marketan di metirsyê de ne. Risk di xebata wan de heye. Bila tedbîr bên stendin. Mafê wan binpê nebe. Prîmê rîskê mafê wan e. TEDBİR ALINSIN, ÇALIŞMA KOŞULLARI DUZENLENSİN.
*Û îsal ji kerba salan, ji bo tarî nebe dinya, bila di pace û şaneşînan de bi çiruskên Newrozê ronî bibe kolan û bajar û welat. Newroz pîroz be!
*Jin, nêviyê dinyayê û civakê ne. Ne azad bin, tarîtiya kapîtalî û saziyên feodalî jî dê hebin her tim. Ev roj li wan jinên ji bo azadiya civaka xwe, xwe avêtine çeperên jiyanê pîroz be #8êAdarêPîrozBe 'Jin û mêr tevr û bêr'. Bextewarî û serkeftin di wekheviya jin û mêran de ye...
*Gellek gotin, biryar, qewimîn û tişt, illehîm ne reş an spî ne.Di nava reş û spî de bi dehan rengê cûn hene. Gellek carî mirov nikare biryar, gotin û bersivên qet î bide, pê re mirov illehîm dibêje 'lê belê'. Ne wisa be jiyan dixetime, nameşe.
*Tevlî ku ez dibêjim ji Seid Yusif û Zeynel Abidin Han re oxir be, ez ji kongre û têkoşîna HDPê re jî dibêjim bila bi xêr be û serkeftinê bîne. Jiyan ev e, diherike û diferike...
*Zimanê kurdî yê azad, mirovê kurd yê azad, bila li ser axek azad be. #herrojkurdi Perwerdehiya kurdî ji dibistana seretayî dest pê dike heta bi zanîngehan lazim e.
*Tenê perwerdehiya zimanê kurdî dê bibe bingeha azadiya zimanê kurdî. Hemû hewldanên ji bo kurdî aniha tê kirin, dibin gavên rêya xwestina mafê perwerdehiyê.
*Xizir ilyas qereqotik xelas. Berê ev gotin digotin di dawiya zivistanê de, li herêma Mêrdînê-Çiyayê Mazî. Wek ku kotik (êzin-ardû) qet nemaye û hê jî serma ye. Niha ev gotin li dar e û Xidir Ilyas jî Hat û çû. Pîroz be. (Di Gulanê de jî cejnek wisa heye)
*Berf;birêçûna kalekî ye ku di bin kuliyên wê de ji çarşiya Şemrexê,bi bûrizanê re,bi destekî şewqeyê xwe girtiye,bi destê din kiloyek pirteqal. Dixwaze qumçikên qapûtê xwe bi hevdû xe kalo,lê her car kujê qapût bi ber bê dikeve,nahêle wî li xwe bipêçe Ba û berf bêîman in carinan
*Di zarokiya me de her der Palandoken bû,Kartepe bû, Ûlûdax bû, Qerejdax bû.(1960-70) Hema li kî derê Şemrexê me tilmek bidîta kêf û seyranê seqem winda dikir,şemetok dibû cemed di bin piyên me de,heta êvarî me mal nedidît,kes jî li me nedigeriya ku em tî ne an birçî ne Werhasili
*Di vê barana hûrik hûrik tê de;mirov li perê bajarekî li bin berqefa tahtekê,bi hinek pejikên deviyên berrî agirekî dade û hinek kuvarikên xwêkirî bibirêje û bi sohbeteke hevalekî/ê û bêhna pûşê rizyayî û nêrîna li gihaya nûderketî re pêşwaziyê li biharê bike.Belkî jî evBe jiyan.

*Ji ber gellek bûyeran mirov carinan di hûrguliyan de difetise, nabeje ka ez ji aliyekî din de li bûyerê binerim. Heta ku hiş tê serê mirovî, hasil di mûsilê re derbas dibe. Carinan jî mirov egoya xwe û hûrguliyan dide alîkî, başî jî nêzîk dibe, rê jî fireh dibe...
*Rexneya herî erzan, ku mirov zanibe muxatabê rexneyê dê nikaribe bersivê bide. Ya derfet tune be, ya jî qedexe li ser fikra wî be.

*Yên dibêjin 'li kurdî xwedî derkevin, yên dibêjin 'bila kurd bibin yek', yên dibêjin em Kurdistanî ne' jî pirtûkên kurdî bistînin û bixwînin ne xera be, bes e. :) (Ji çaran yekê wan jî bixwînin baş e.)
*Ne ji bo sûcdarkirinê ye, ev tesbît û daxwazek e. Ez vê fikrê jî diparêzim, heta ku mafê perwerdehiyê neyê bidestxistin, kar û barê zimanê kurdî dê pir bi zahmetî detbas bibe. Ji ber wê jî mirov nikare bi hêsanî mirovan jî sûcdar bike.
*Belkî jî mar bi rêdana zimanê xwe yî tûj jahra xwe vedişêrin û pê jiyana xwe dimeşînin. Û belkî hinek mirov jî bi zimanê xwe yî tûj li ser piyan disekinin û qelpiya xwe vedişêrin.. Ku ziman ji devan bê derxistin, dimirin hinek giyanewer...
*... Û hinekên jî bixwazin,wekî firset, di ser zimanê kurdî re êrişî Demîrtaş bikin, wek ku nizanibin ew rûmet, hêvî û pêşengê azadî û rûmeta bi milyonan kurdî ye û mirovên wisa bi sedsalan carekê tên dinyayê. Demirtaş ji bo tokoşîn û azadiya kurd û kurdî tiştekî din e.
*Ji wan re bibêjin ! Bi van dek û dolabên xwe Bi van ayn û oynên xwe Bi van virr û derewên xwe Bi van rîp û çîpên xwe Bi van dexsî û murriyên xwe Bi van hesûsî û çorsiyên xwe Hûn nagihêjin tu derê Û hûn bi doxa tu kevçîyî jî nagirin. ( Hûn ji kê re dixwazin,ji wan re bibêjin :))

*Bi qasî nikarim bahsa mirina zarokan bikim hez dikim ji wan. Mixabin ev ba, bayê reş e ku wan jî bi xwe re dibe.
*Mirovên ji bo azadî û başiya civaka kurd ji dil biryarên qet î didin û xebatan dikin, heta dawiyê; Yên ji bo meqam û mal û milk xwe wek xebatkarên civakê didin xuyakirin, zû dikin çizevizû jahra xwe li dora xwe direşînin.
*Pesindayina nivîskarekî belkî baş be û ji dilê mirovan tê. Lê belê kirîn û xwendina pirtûkên wî nivîskarî, pir û pir kêfa wî tîne. :) Fêde, ji nivîskêr û ji zimanê kurdî re bêhtir çêdibe.
*Gelo helbestkarek, ji herkes û ramanê re bibêje 'ser çavan, tu rast dibêjî' dibe? Belê dibe, yên wisa henin. Hûn hez dikin pirsan ji wan bikin. Bekî jî naxwaze fiyaqeya wî/wê bişeqite, an jî ji rexneyan ditirse, ji popileriyê hez dike, kariyerê dixe pêşiya ramanê, an jî ramanek wî/wê tune ye. Li her derê dinyayê mirovên wisa henin.
*Qey heta yekîtî çênebe mirov dê razê? Her kes tiştekî bike, ew jî diçe yekîtiyê. Wek xwendin û rûmetgirtina kurdî. Wek piştgiriya pêşketina siyasetê. Carinan tevgera mirovan dibin gol û ji bêgavî yekîtiyê jî tîne.
*Min hîs kir ji hin mirovan, newêrin pirtûkên kurdî li mala xwe bihêlin. Newêrin bi nivîskarekî kurd re bibin heval û heta newêrin nivîsên kurdî di medya civakî de biecibînin û parve bikin. Belkî rewşa beşek biçûk a civaka kurd ev be mixabin. Û belkî jî mafdar bin di vê serdema qir û qeşayê de...
*Kurdek dikare bi tirkî biaxive û binivîse, belkî ji rastiya civak û dîrokê ev normal be. Lê belê kurdek tirkî teşvîk bike, aha pirsgirêk ji wir dest pê dike.

*Bi qasî ku mirov ji ezberên xwe biqete, mirov ji partiya xwe wêdetir; di ser nivîskarî û edebiyata xwe û jiyana xwe ya asayî re jî bifikire.Di ser hesabên neyînî yên doh,rêbaz û taktîkên berê nefikire û bi temamî hişê nû li gor rewşa nû biafirîne,girîng e rewşa kurdan ya îro.
*Temenê min dibe şêstê qut î gurover.Mirovekî ji azadiyê hez dikim. Çiqas difirim,best û newalan dipîvim,esmanan spî dikim,mirov û hêzan teqle dikim,diwezinînim,fitlekan dizîvirim, baweriya min nayê cîh.Dawî dîsa têm û li ser hêza bakur a mezin datînim.Wekî din bawerî çênabe.
*Tenêtî wêrekî ye û dema fikir û ponojînê pir dike, lê pir biha jî li ser giyanê mirov rûdinê.
*Bi qasî tenekeyek vala fêdeya wî/wê ji civakê re çênabe (hema em bibêjin yek). Ewqas xwe dinepixîne, xwe digurripîne, Ji bo alem bibêjin 'yekî giran e, mezinê malan e'. Teqez ew jî dixwaze bibe serokeşîr. :) Lehengên wisa sembolîk hêjayî lêkolînan in.
M.Çiya MazÎ, 01.01.2020. 29.03.2020


21.03.2020

WELATYA -Û Newroz



WELATYA Baran dibare li welatê min Carinan bêyî çandinî û bayê bênderan Li zeviyê zad diafirîne seranser Zad dibarin li welatê min Carinan bêyî qatix û rûn û nifqê salê Giyanan diafirînin li kepir û beyaran Giyan dibarin qet qetî li welatê min Carinan bêyî çeng û beden bêyî dest û tilî Temenên dirêj dimeyin li keviyên sînoran Bêyî nav û av û xwê Bi havênê ji ceger û hezê Qut dibin temen di biharan de ji carên sedcaran Dibin karwanên xelek xelekî Temen û tilîkên cot Agirên kerbê Hêviyên sincirî û kewandî dikelînin bê navber Di ser re diçin dilên rohn û kehrîbar Av û karwan mil bi mil diherikin Her yek di cihoka xwe de serûber li welatê min

M.Çiya Mazî. Ji pirtûka Bayê Zewêdiyan...

16.12.2019

Du pirtûkên M.Çiya Mazî derketin !!!

DERKETIN !!!
Bila ev jî du gavên ji peyvan pêk hatine û li vê derê bin, wek bertek li himber bişavtinê, bindestiyé, gend û gemaré. Belkî ji têkoşîna jiyanek xweş, hevkarî û azadiya kurdan re jî bibin du dulop.

XOŞEVÎSTNO !
Yên xwendekarên zimanê kurdî karin çend rûpelên din bivêjin tûrikên xwe û pê şa bibin. Û ji bo hemû kurdîaxêvan;
Heke hûn jî bixwazin gavekê ji peyvan wêdetir biavêjin û heke hûn dixwazin alîkariyek zimanê kurdî ji we re çêbibe an alîkariya we ji zimanê kurdî re çê bibe, ji kerema xwe ji van deran bixwazin an jî herin û bistînin, bixwînin.

( Bulabileceğiniz yerler) :
Amed- internet www.pirtukakurdi.com û bi dest- maxazaya pirtukakurdî ( tlf: 0412 223 6171 Ofis)
Stenbol: Kuçukçekmece- SetoTeto Şahaf
Beyoglu - Medya Kitabevi. (Roja duşemê digihêje van deran).


DOSTLAR !
Eğer kürtçenin size bir katkısının olmasını istiyorsanız, ya da sizin kürtçeye bir katkınızın olmasını istiyorsanız. Birer tane bulundurun…
Yukarıda belirtilen yerlerden isteyebilirsiniz.

M.Çiya Mazî - Berbang.







TEBATÎ: Pirtûka M.Çiya Mazî  a çîrokan a 5emîn e. Çîrokên vê pirtûkê ji bûyerên rastiya jiyanê sûdeyê werdigrin û wek rêzeçîrokan di pirtûkê de hatine bicîhkirin. Ji zaroktiya mirovekî heta mezinbûna wî, ji salên 70yî heta salên piştî 2000î, ji gund heta bi bajarê navîn û metrepolên mezin; bûyerên bi tabat û peroşiya jiyanî û bandora wan a li ser mirovan çêdikin, bi awayê rêz, bûne çîrok û derdikevin pêşberî mirov. BERBANG  

(..) Nîzanim ez çawa razabûm wê şevê. Di xew de min dît ku ez di nava Gola Cimha de dikim bifetisim. Goleke ji gewma ava çem bû ku di navbera gundê şerqiyan Xirbê Mîrsimo û gundê me Qerpalhênikê de bû. Ava biharî tê de digewimî û dema ku çem nediherikî jî ew dima heta havînî jî. Ew çemê ku kendalên qiraxên wî bi qasî sîh gavî kûr û belkî ji hezar salan vir ve wisa bûye. Di xewna xwe de min didît ku ser gola wî çemî, ser gola Cimha cemed girtibû û ez jî ji bo avjeniyê ketibûmê û di bin tebeqeya cemedê de mabûm û dikirama bifetisiyama. Vir de wê de diperpitîm. Serê min li cemedê diket û av diçû qirika min. Di bin cemedê re xuya bû ku çend heb mirov ji alî gundê şerqiyan ber bi min ve dihatin û dema ku nêzîkî min dibûn, min lê dinêrî birakê min ê şerqî Eyup di nava wan de bû. Ji xwe me her yekê ji xwe re birakek ango hevalek hilbijartibû ji gundê wan, ji dibistanê. Bi henekan me ji Eyub re digot Eyubê Kurmaxwarî. Îjar, wî hat cemed bi kulmikan şikand û bi destê min girt û ez ji nava avê derxistim. Ez diricifîm û wî jî paltoyê xwe ji xwe kir û avêt ser milên min. Ji alîkî jî bangî bavê xwe Seydo dikir. Yabo Seydooo!! Aha bi wî dengî ez çeng bûm û li ser nivînê xwe rûniştim. (…)



BAYÊ ZEWÊDIYAN: Pirtûka helbestan ya M.Çiya Mazî a sêyemîn e. Helbestên vê
pirtûkê hinekî hisreta welêt, ya keresatên civaka kurd û bendemana serkeftinan
dihewînin. Hest û tevna helbestên vê pirtûkê li ser felsefeya bê (ba) hatiye hûnandin.
Nivîskarê van helbestan bi hisreta ba ye ku were û jiyanê biguherînen ye.
(…)
Bavên ji xwêdana havînên das û qalûçkan de
Li bendî kenên paş simbêlan çavqerimî ne
Kalên por û rû spî ji serdema quncikên payizên pixêriyan
Şabûna wan e vizîna te ya di qelşên deriyan re kêfxweşiya maliyan
Bila bi hisreta xunçebaxan çavvekirî nebêjin kevir û aaax!
Û bi xweşûbêş kabên kêfê biavêjin ser kulav û xalîçeyan
Cot bi cot li ser nig bisekinînin berî ku binax bibin ey baaa!
De bixerbile ey baaa!
Zerdolekên zincîrkirî di bergorên nava xerabeyan de
Dibin şahidê hiş li yên bêyan û çavlirêyan
De mizgînan bîne ji şabûna xortên biharan re
Bila kulîlkên xwe berbayî esmanên te î ron û sayî bikin
Qîzên dest û dev girêdayî ji esargeyên serdema zorzilaman
Bila bi dûrikên bûkanî bask û zendên xwe hine bikin, ey baaa!
(…)