1.05.2016


Ez Çûm Qada Yekê Gulanê Ya Stenbolê

Îsalyekê Gulanê ji bo min qet ne bi çoş bû û rewşa pîrozbahiyê jî wek rojek kuhinek tişt bên nîşandan an jî bê gotin bû. Ji xwe ev yek jî her roj li gelekdever û gelek di xwendinan de dihat gotin û tê gotin. Lê kombûna mirovan û hevdîtinawan giring e tabî, yê min jî hinekî wisa bû û bi vê mabestê min çend hevalên kubi salan e me hevdû nedîtibû dît.
Saet di 11an de ez ji Maltepeya Stenbolê bi rê ketim. Pêşî bi metroyê dû re bi metrobusê heta İncirliya Bakirkoy nava qada 1ê Gulanê. Bi rastî ku mirov mitîngên salên berê bide ber hevdû, ya îsal pir ne qelebalix bû. Hema mirov dikare bibêje bi qasî mirovan polîs hebûn. Dor bi dora qadê bi qasî 5 km belkî jî dorpêça polîsan û bariyer, ewlekariyek gellekî fireh hebû. Ji xwe korteja HDPê pir dereng hat, ji ber astengiya polisan.
Mirov dikare bibêje girseyên her rêxistinên çepgiran hebû. CHP jî bi girseya xwe li qadê bû. Aligirên Galatasaray Spor. Fenerbahçe û Beşiktaş jî hatibûn hemû jî hatin anonskirin.
Afişek mezin li nava qadê bi tirkî hebû “Cizre, yenî Çeltek, Caretepe, Berxwedan Jiyan e” Girseya herî pir û bi rêzek çêkirî li qadê ya TKH (Hereketa Kominist). Ya herî bi coş û deng ya HDPê bû. Hemû dirûşme bi kurdî tirkî hebûn. Heta bi diruşmeya “PKK gel e Gel li vir e” jî.
Broşurên PSK ku li ser “Bijî yek Gulan” hebû jî pir li erdê belavkirî bûn. Du-Sê alên Kurdistanê jî li qadê her tim digeriya. Axaftin bi kurdî tirkî hatin kirin. Hunermendên NÇMê jî deng dan qadê.
Mirov heta li dor saet 1 ê dihatin qadê. Ji saet 2an pê ve jî mirov bir bir derdiketin û sat dora 4an çalakî qediya.   
 Yekê Gulanê ji kedkarên cihanê yên azadixwaz, mirovhez, xwezayîhez û kurd û kurdîhezan re bibe hêz û ronî.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder