24.09.2009


PİŞOKÊN PAYÎZÎ

Îro dîsa payîz e belê… zer
Zeriyek zera tûtinê ya di dest min de pêçayî
Rûniştime çarmêrkî li kolikekî çûnehatkan
Difikirim li yên ku çûne û nehatine careke din ji vir
Li vir pişokên xwe dijmêrim
Yên ku li min hatine hev bi pêleke bayê qerejdax yeko yeko
Îro hênik e belê… hênik
Hênkahiyek rojeke ji tavê hatiye dizîn
Pirr in û ji kêfan li ba dibin li dor min… Pişok
Piloz dibin bi coş wekî zarokiya min
Pêlek li bîr û kêfa min xistin îro
Dengekî bangî wan dikim ji xwer bi nizmî û nerm wekî wecê wan
Wekî we bûm ez jî dibêjim bi fedîyokî
Wekî we bûm ez jî pişokno… pişokên payîzî
Wekî we difiriyam di ser striyan û keviran re heta newalên germ
Heta newalên kûr…
Heta bestên bi av nedisekinîm, li pirêzeyan, li pûşê geniman
Wek wan rojan û çûnehatkan
Ez jî ji hêlîna xwe diteriqîm ber bi bêhnekê ve
Wekî we ber bi çiyan ve diçûm… û ji bo hilmekê
Li hilmeke kesî nekişandî û bêhneke nepelandî
Hilmeke ku di bin tahtên qelişî de mayî digeriyam
Dibêjim…
Li şikeftekê wê rojê… belê
Li şikeftekê, li berqefekê digeriyam rojeke wisa
Li stargeheke ku min bihewîne heta bêhnê…
Heta ku bê ew hilm, bendewarbûm
Rojek payîzî bû dîsa… rojek bi ba û pişok
Û baran… barana ku li bende dimam hersal
Min dixwest û hê jî dixwazim bibare
Baran bibare… dixwazim
bila bibare hûrik hûrik di rojên wisa de
belê… lê dixwazim pişok jî şil nebin
Berî baran bê pişok… pişok giş bên
Bi hewara min de di berbanga zerî de
Bila pişok giş bên himbêza min
Giş li min kom bibin di stargeha xeyalên min de…
Bila ji min re bibin bêhn û hilm
ku hinekî din jî û bi dilê xwe bijîm.

Çiya Mazî- Îlon 2009 Mêrdîn

20.09.2009

NAMEYEK Jİ ŞAREDARÊN KURD RE
Hûn ji bo xwendekaran çi dikin? Têkoşîna mirovên kurd ji bo azadî û demokrasiyê çawa ye? Gelo mirovên kurd dema ku siyasetê dikin ji bo vê yekê tenê peyv, çalakî û hilbijartin hewce ye? Gavên ku ji bo vê yekê tên avêtin ji bo çi ne? Ji bo çi divê piştî gavên ku bên avêtin divê sekin tune be û hinek gavên din bêne avêtin? Gelo xwendekarên zankoyan ji bo têkoşîna kurd çi ne? Çi maneya wan heye ji civakê re?Ku mirov li bersiva van pirsan bigere mirov dê bibîne ku kêmasiyên kesên kurd û saziyên kurd ku di têkoşînê de derdikevin holê bibîne. Ezê tenê mînakekê ji van pirsgirêkan bidim. Ev mînak wezîfeya Şaredariyan e. Ev dema sisêyan e ku erka kurd li welatên kurdan li gelek bajar û bajarokan bi ser dikeve û gelek şaredarî dikevin destên wan. Pirsek ku bersiva wê firh e ev e: bi vê desthilatiyê çi hatiye kirin? Wê bê gotin ku; bi vê desthilatdariyê siyaset bi pêş ketiye, bajarvanî gihîştiye merheleyek pêşketî û bi vê re çand jî bi pêşketiye. Belê vana ne bi piranî be jî rastiya wan zêde ye. Lê belê li gelek bajar û bajarokan, hê jî mirov bi bajarvaniyê nehesiyane, li gelek deveran hê jî şaredarî tenê bi siyasetê re eleqedar in û xebatên xwe bi awayekî modern nameşînin. Li gelek deveran hê jî mirov ji gemar û geremolê gilî û gazinan dikin. Em dikarin van ji bo nîqaşek din hilînin û tenê behsa kêmasiya xizmetên çandê bikin.Wekî em dizanin şaredariyan pêşî dest bi festîvalan kirin û bi mîlyonan TL pere ji vê yekê re xerc kirin. Ev yek xweş bû. Erê xweş bû lê gelo baş bû? Divê mirov li bersiva vê pirsê jî bigere. Sûdeya festîvalan çiqasî ji bo pêşketin û bînîgirtina çand û ziman çêbû? Mirov dikare vê jî bibêje; wan festîvalan hinekî mirov têr kirin. Ji çi? Ji guhdarî û dîtina hinek hunermandan têr kirin. Ew hesreta dûrbûna ji hunermendên kurd qediya. Her kesî hunermendên ji derve bi salan stran digotin, dîtin û pelandin. Hatin û rû bi rû, li Amedê û li gelek deveran ji mirovan re stran gotin. Hesreta xwe bi cih anîn. Lê piştî ku ev hesret qediya êdî bi rastî gelek şareder nizanin wê çi bikin di vî warî de. Festîval êdî pûç derdikevin. Tenê ji qada siyasetê re dimînin. Divê ku siyaset bê kirin, lê bingeha festîvalan “çand” e. Di warê çandê de divê xebat hebe.Ji dêleva bi mîlyaran pere li festîvalan bê xerckirin û tenê peyv bê gotin, gelek tiştên din hene ku bê kirin. Şaredar dikarin festîvalan çênekin an bi awayekî din jî çêbikin. Wekî; şaredariyek dikare salê bangî deh nivîskaran bike û tu mesrefê jî neke. Tenê dikare îlan bike ku “filan nivîskar wê were bajêr û filan rojê pirtûkê xwe îmze bike.” Mirovan ji bo kirîna wan pirtûkan teşwîq bike. Ango dikare navê festîvalekê bike “xwendina pirtûkên kurdî”. Çapkirina pirtûkan jî tiştekî rast e.Dikare kampanyaya kirîna pirtûkan di demên din de jî lidar bixin. Bi van yekan wê mirov hînî xwendin û nivîsandina kurdî bibin û nivîskar, wêje û çand wê bingehekê bibîne.
Burs û wargeh (yûrt):Şaredar dikarin alîkariya xwendekarên ku diherin zanîngeahan jî bikin. Çima nikarin? An çima nakin? Gelo hewcedariya xwendekaran tune ye? Yan jî yê ku siyasetê dikin ne hewceyî ku herin zankoyan?. Her şaredariyek dikare 50 an 100 heb xwendekar xwedî bike. Mînak, Şaredariya Amedê dikare hezar xwendekarî jî xwedî bike. Ya Wanê jî heman karî dikare bike û ya Êlihê jî.Gelo Şaredarî nikarin wargehên (yurt) xwendekaran ava bikin û cihê mayîna wan temîn bikin? Belê karin, lê nakin, bi qasî ku ez dizanim.Şaredariya Amedê dikara wargehekê (yurt) çêbike ji 2000 xwendekarî re. Dikare ji bo qîzan jî çêbike. Lê nake. Çima? Gelo haya birêz Baydemir ji van tiştan heye an na? Min wargehek Şaredariyê nebihîstiye li Amedê. Xwendekarên ku diherin Amedê, bawer bikin li bin guhê dîwaran dikevin. Ev pirs ji birêz Bekir Kaya û yên din jî re ye. Li bajarê Wanê û bajarên din jî heman tişt in. Pirê xwendekaran bi zorê pereyê nan dibînin. Bi kêf û şahiyekê diherin xwe li zanîngehê dinivîsin, lê piştî sê mehên din poşman dibin yan jî dikevin dahfika cemaetan û wekî din.
Çima? Qey ev ne zarokên me ne? Ma qey ev ne bajarên me ne? Ma qey ev ne şaredariyên ku warên hêviyên kurdan û xwendekarên wan in? Heke wê xwendekarek li sikakên Amedê û Wanê ji birçînan zikê xwe biguvêşe, ew şaredarî ne lazim e. Ew peyvên qelew jî ne lazim in. Heke şaredarî rûmeta van xwendekarên ku em dibêjin “pêşeroja me ne” nizanibin, ew şaredarî ne ji tiştekî re ye jî. Bi ya min ev ji siyasetê jî pêşdetir e. Ji ber ku yên siyaseta herî zanîstî bikin jî, dê ew xwendekar bin di pêşeroja kurdan de. Ji ber ku em dizanin yên siyaseta kurdî li dinyê belav kirine û anîne vê rojê jî xwendekar in. Ew xwendekarên zankoyan in. Zankoya Dîcleyê, Zankoya 100. Yilê, Zankoya Stenbolê, Zankoya Enqereyê. Xwendekarên van zankoyan bi hezar hetîketî û birçîbûniyê civaka kurd birine qadeke pir bilind li gorî berê.Civak jî bi xwendina dibistan û zankoyê re diguhere. Xwendevan pir bibin, nexweşiyên feodalî û toreyên qirêj jî ji holê radibin. Dema ku feodalî eşîrî, axatî, nezanî ji holê radibin jî; takekesî, demokratbûnî, netewîbûn û zanîn bi pêş dikevin. Wê demê jî mirov dikare behsa xelasbûna civaka kurd jî bike.Şaredarên kurd û siyasetmedarên kurd giş bi van yekan zanin û hinek ji wan dehqatî min jî dizanin. Lê belê zanîn tenê pere nake. Mirov wê zanînê tenê bilêv bike jî pere nake, ango peyv jî pere nake. Tenê bikaranîna zanînê û pratîkê pere dike. Gelo wê êdî Şaredariyên kurdan bibêjin “me heta niha ji bo xwendina kurdî û xwendekarên zankoyan çi kiriye?” yan jî wê kîjan demê vê pirsê ji xwe bikin? Heke ev pirs bê kirin ji xwe wê hinek jî hebin ku têxin pratîkê, ez bawer dikim.