24.12.2022

Helbesta kurdî M.Çiya Mazî.Xwendin Bawer Berbang

 https://youtu.be/ccx8MAoazrw


                 ESARGE

li esargeya zemên asê bûme
li ber deriyekî
bêtevger
wek kevaleyek bêdeng
bendeyekî bengiyê ewran
biesil xwedîşar im
daketime li vir ji kihêlek rewan
û ji derî wê de xuyaye tiştên terka min kirine
kesk û şîn
di nava wan de kulîlkek
wek ku nas dikim
ew ber bi min bêhn dide ez pê ve girêk
matmayî
sal li pey hev hinek xemilî hinek stuxwar
wext nabînin silavê bidin
diherikin
şev wek şaqûlên reş
roj wek dilopên mezrîbê ne
bi lez in
em li vir nîrengiya erd û esman
dijîn bi hevkêşa çavan
çikandî li herdu aliyan
curmekî fediyok û mîrkutekî xiniz
li pey gurçikên li ser êgir in
şopê digerînin bi dor û baldarî
li wî bexçeyî
şax vedane mêwên tiriyê dilan
li bin her gurşîyekî şûşeyek devjihev
cejnek wek rêwresma pêşwaziya çiprîskan
li dar e her êvar li wir
li alî din ku nikarim tevlê bibim
û ew nikare bikene bêyî min

(Ji pirtûka M. Çiya Mazî 'Esargeya Şêmûgê' @wesanen_aryen )
  

30.08.2022

Helbestek ji 'Esargeya Şêmûgê'


  ji beqên tariya şevê û çiravê re 

ey beqên di şiklê mirovan de

reşik ji çavan bazdayî û nobedarê xefkan!

yên her tim bi dengên xwe asteng in 

ji bo kenên me yî bi maçên jiyanê re li hev in!

hûn ên bitirbûyî û di rûn de lêvan dialêsin!

hûn ê rojekê biqîrin bi ser hevdu de teqez

heta deng di we de hebin

ew ê qirrik û gewrî li we biqetin

hûn ê li xwe û li hev mikur werin

lê star nakeve we ne li ber dîwarê dêrê

ne jî yê mizgeftê bi qesem

hûn ê çiravê di rûyê hevdu bidin ji avgeniyên kûr

û fireh bikin koncalên navbera xwe

ji bo cihê hevalên we yî din jî hebe û têwer bin 

û hûn bi hev re bixwin û vexwin boximê

hûn ê kulmikan li poz û devên hevdu bidin

lêv û birû yê biteqin

biçirin destên perdeyî

ew ê rûyên we di xwîna ku we vexwariye 

û gemara ku we di xwezayê daye de bimînin

hûn ê dest têxin pêxîl û zengelorka kenên hev

ew ê kef bi devê we keve 

û çavên we mor û reşika we kor bibin

alem ê zanibin 

hûn jî vexwirên çemên gendav û xirêrê ne

tiştên ji ramanên we man li ser sergoyan

dê bibin xwarina tûleyên pûrtweşiyayî

û qijakên nikul ji berateyan sorbûyî

kurmên ji we çêbûyî misqalekê nahêlin 

ji berateyên we 

ey talankerên ava zelal!

ew ê li ser hûrik û qerqîtkên dirûşmên we bikin şahî 

ku belkî piştî we kulîlk vebin li ber çem û qiraxên golan


û teqez 

bavên mexdûran wê bangî we bikin 

de…! bav û kalên we bi qurbana we bin de!

û hûn ji dêleva ajalên bêguneh 

bi qurbana yên di esargeyan de mirine

yên winda bûne li çol û beyaran 

û bi qurbana dê û xwîşk û bavên wan 

û bi qurbana zarok û neviyên wan bin 

 de… de… de!

eyyyyy beqên tariya şev û çirav û gendavê!

(Ji pirtûka M. Çiya MAZÎ- Esargeya Şêmûgê - Weşanên Aryen )


28.08.2022

Di Diyarnameyê de Esargeya Şêmûgê

https://diyarname.com/news.php?Idx=53367

Ji kerema xwe re vê linkê vekin û hûn bixwazin hûn jî karin nivîsa li ser pirtûka M. Çiya Mazî 'Esargeya Şêmûgê' bixwînin.
Bi rêzda

../. Dewam di malpera www.diyarname.com de ye.

28.07.2022

DERKET !!!

 Helbestên çîrokî, çîrokên ku di eyarê xwe de hilnehatine û bûne helbest. Helbestên çîrokên jiyanan û welatekî... pirtûka helbestan Esrageya Şêmûgê ya M. Çiya Mazî ji weşanxaneya Aryenê derket...


26.01.2021

Hevpeyvîn (bila yên nexwendibin nemînin)

M.Çiya Mazî: Gotina “Ziman hebûna me ye”, tespîtek ji teoriya civak û netewan e, a ji dîroka wan mayî. Civak bi hinek tiştên bingehîn dibin xwedî nav û nasneme. Lê belê pratîk tiştekî din e. Di gellek waran de, gellek mirov xwe bi tespîtan têr dikin, xwe dixapînin û tenê wê dibêjin û disekinin, tiştekî ji bo wê nakin mixabin. Ji ber ku wek têgeh ji dîrokê hatiye ber dev û ji wan re hazir e û ne hewce ye li ser bifikirin, tiştekî ji bo wê bikin an jî lê zêde bikin. Tespît û têgehên zexm, wek vê gotinê ku di piratîkê de qet neyên dîtin, genî dibin û ne hêjayî qirşekî pûş in jî. Mirov nikare heta hetayê li ber wan kesên tiral, çors, fenek û pozbilind bigere û parsa zimanê kurdî ji wan bike. Ya giring, sîstema perwerdeyê ye ku bê bidestxistin û kurd bi xwe wê sîstemê bi rê ve bibin. Heke bi xwe bi rê ve nebin û ji derî wan bê birêvebirin; metirsiya asîmilasyona sîstematîk ji bo ziman, çand û nasnemeyê dîsa dê hebe. (...) Dewama wê : (Ji kerema xwe re bixwînin. pir dirêj e, lê beş bi beş mirov kare bixwîne.) https://avanivisgeh.wordpress.com/2020/09/17/hevpeyvina-roni-war-bi-m-ciya-mazi-re/ https://avanivisgeh.files.wordpress.com/2020/09/kapak.jpg

5.12.2020

Ji Mem Ararat perçeyek dil...



Helbest, muzîk û deng. Bobelat e.
Mem Ararat - Dîlber- (Mêvan)




DILBER Dilbera xewn û xeyalan Cêwiya ciwanşepalan Piştî kerb û jana salan  Îro li min mêvan e ew Hatî di destan de gul e  Danî li gereva dil e Manendê kevoka sil e  Di nav mij û moran e ew Gotin û awaz : Miraz Ronî BEAUTIFUL, Beauty of dreams and imaginations, Twin of lioness, Is my guest today after years of pain and sorrow Arrived with a rose in the hand, She replaced it with heart Like an offended dove, Is inside the fog and smoke... Dilber Rüya ve hayallerin dilberi (Dişi)Yavru aslanların ikizi Yılların acısı ve kederinden sonra Bugün bende misafirdir o ..... Geldi elinde gül ile Rehin bıraktı gönül yerine(gönül karşılığında) Ürkek bir güvercîn misalidir Sis ve pus içinde o Söz ve Müzik : Miraz Ronî Aranje : Mem Ararat,Azad Yilmaz Gîtara Klasîk û Gîtara Elektrîk: Denîz Kaya Bilûr,Kopûz : Îbrahîm Zencîrcî Bass : Haşim Dogrûl Tembûr : Azad Yilmaz Perkusyon: Azad Yilmaz Vokalên Bas : Azad Yilmaz,Mem Ararat Mîx û Masterîng : Xebat Aşmî Wegera gotinên stranê li îngilîzî : Sîdar Jîr,Asrîn Sar Wergera li tirkî: Miraz Ronî