27.02.2023

Çepgirî û kurd

 Belkî bi nezanî, belkî jî bi zaneyî hinek kurd û tirk didin pêş û ji wan heye ku çepgirî, kominîstî, sosyalistî, hûmanistî, laisizm, sekulerizm û demokrasî, wekheviya zayendî û gelek huner û beşên zanistiyê, tenê di bin tekela tirkan-kemalîstan û ewropiyan de ye. Ku bahsa çepgirî an humanistiyê bê kirin, kemalist û tirk tê bîra wan û mirovan bi wî awayî sucdar dikin ku wek hemû demokrat kemalist bin. Ew kesên nezan an qaşo kone, bi vê idiayê wan girseyên tirk û w.d mezin jî xuya dikin an dixwazin wisa be û dikin xwediyê her tiştî û bi vî awayî propaxanda jî dikin. Û belkî van kesên ji aqilê xwe razî bi vê yekê re dixwazin an dikin hincet ku kurd û zarokên wan bi taybetî mexdûrên erdhejê, ji demokrat û çepgirên kurd, ji demokrasiyê, çepgirî, zanistî û azadiyê dûr bikevin û di bin bandora fikrên dijmirovî, oldarên radikal, terîqatan, şêx û şêxik û axayan de bimînin, li mafên xwe xwedî dernekevin û itaatkar bin, bê îrade û kole bimînin û her tim bi travmayan re bijîn. Naxwazin têkiliya wan zarokan bi saziyên kurd û demokrat re çêbibin.                                                                     

Belkî car bi car bê bibîrxistin û ku mirovên çenikek dîtin û bihîstina wan ya dinyayê hebe, zanin ku ev raman û têgehên wek demokratî, humanistî, çepgirî û w.d, gerdûnî ne, ideolojî û zanîn in, heq û huquq in, dad in, mafê mirovan û nêrîna li jiyana civakî û xwezayê ne. Ne kemalîst ne tirk û ne gelekî din tenê  xwediyê van raman û îdeolojiyanan in. Kurd bi xwe jî li Rojhilata Navîn parêzvan û pêşengên gelek ji van zanîn û ramanan yên herî qewîn û qedîm in. Tiştekî xwezayî ye ku her kes û her gel, partî û rêxistinên her gel-netewî dikare van raman û îdeolojiyana biecibînin û biparêzin. Beşeke mezin yê rêxistinên kurdan ji xwe hê jî wan zanînên gerdûnî diparêzin, diecibînin û heta formên nû jî didin û dane wan. Bawerî ew e ku bi van hişmendî û zanînan, kurd û gelên din karin bigihêjin mafên xwe î rewa û azad.


M.Ç.Mazî
                                                                  

5.02.2023

Hinek Klam ji Dengbêj Ehmedê Mavanî .


 Ev deng ji kasetek pir kevin ya 30 sal berê  hatiye girtin)
DENGBÊJ EHMEDÊ MAVANÎ KÎ YE:
Navê wî yê nasnameyê Ehmed Ecer e. Li Gundê Mavanê ya Şemrexa Mêrdînê di sala1962an de ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed navê diya wî Wesîle ye. Ehmed hê di dehsaliya xwe de bavê xwe winda kiriye. Bi dêya xwe, xwişkek û du birayê xwe re mezin bûye.
Ji zarokatî heta ku mezin bûye jî şivantî û cotkarî kiriye. Bi şivantiyê re hewesa wî ya stranê hebûye û klamên gelek dengbêjan bi salan sitra ye. Bi taybetî li gelek derdorên Çiyayê Mazî wek Ehmedê Weso jî tê naskirin. Belkî ji ber hin sedemên jiyanî be, bi awayekî domdar nestraye û kaset danegirtiye ji bilî van stranan yên ku di kasetekê de hatine tomarkirin. Piştî salên pêncî yî ji ber nexweşiya tansiyon û qelbê wî, çavên wî ji sedî 95 zêdetir roniyê winda kiriye û di sala 2018an de li Dêrika Çiyayê Mazî jiyana xwe ji dest daye. Du keç û pênc lawên Ehmed hene.
Me xwest dengê vî kesê ku dildarê dengbêjiyê bû winda nebe û me ji çend stranên ku wek mînak di kasetekê de cîh girtiye neqlî dijîtalê kir. Heke hinekên wî nas dikin û dengê wî î qeydkirî li ba wan hebe bila ji kerema xwe me an jî malbata wî agahdar bikin.  Bila ev video bibe wek îlanekê ji bo dengê dengbêjên winda.

*Ji ber ku kaset (band) ya 30 sal berê hatiye qeydkirin deng xerab xuya ye, biborin.

* Klamên ku dibêje: Zeynebê û Reşît Paşa, Aydo, Hesenê Musa Hedoka Qaso û W.D
Berbang

24.12.2022

Helbesta kurdî M.Çiya Mazî.Xwendin Bawer Berbang

 https://youtu.be/ccx8MAoazrw


                 ESARGE

li esargeya zemên asê bûme
li ber deriyekî
bêtevger
wek kevaleyek bêdeng
bendeyekî bengiyê ewran
biesil xwedîşar im
daketime li vir ji kihêlek rewan
û ji derî wê de xuyaye tiştên terka min kirine
kesk û şîn
di nava wan de kulîlkek
wek ku nas dikim
ew ber bi min bêhn dide ez pê ve girêk
matmayî
sal li pey hev hinek xemilî hinek stuxwar
wext nabînin silavê bidin
diherikin
şev wek şaqûlên reş
roj wek dilopên mezrîbê ne
bi lez in
em li vir nîrengiya erd û esman
dijîn bi hevkêşa çavan
çikandî li herdu aliyan
curmekî fediyok û mîrkutekî xiniz
li pey gurçikên li ser êgir in
şopê digerînin bi dor û baldarî
li wî bexçeyî
şax vedane mêwên tiriyê dilan
li bin her gurşîyekî şûşeyek devjihev
cejnek wek rêwresma pêşwaziya çiprîskan
li dar e her êvar li wir
li alî din ku nikarim tevlê bibim
û ew nikare bikene bêyî min

(Ji pirtûka M. Çiya Mazî 'Esargeya Şêmûgê' @wesanen_aryen )
  

30.08.2022

Helbestek ji 'Esargeya Şêmûgê'


  ji beqên tariya şevê û çiravê re 

ey beqên di şiklê mirovan de

reşik ji çavan bazdayî û nobedarê xefkan!

yên her tim bi dengên xwe asteng in 

ji bo kenên me yî bi maçên jiyanê re li hev in!

hûn ên bitirbûyî û di rûn de lêvan dialêsin!

hûn ê rojekê biqîrin bi ser hevdu de teqez

heta deng di we de hebin

ew ê qirrik û gewrî li we biqetin

hûn ê li xwe û li hev mikur werin

lê star nakeve we ne li ber dîwarê dêrê

ne jî yê mizgeftê bi qesem

hûn ê çiravê di rûyê hevdu bidin ji avgeniyên kûr

û fireh bikin koncalên navbera xwe

ji bo cihê hevalên we yî din jî hebe û têwer bin 

û hûn bi hev re bixwin û vexwin boximê

hûn ê kulmikan li poz û devên hevdu bidin

lêv û birû yê biteqin

biçirin destên perdeyî

ew ê rûyên we di xwîna ku we vexwariye 

û gemara ku we di xwezayê daye de bimînin

hûn ê dest têxin pêxîl û zengelorka kenên hev

ew ê kef bi devê we keve 

û çavên we mor û reşika we kor bibin

alem ê zanibin 

hûn jî vexwirên çemên gendav û xirêrê ne

tiştên ji ramanên we man li ser sergoyan

dê bibin xwarina tûleyên pûrtweşiyayî

û qijakên nikul ji berateyan sorbûyî

kurmên ji we çêbûyî misqalekê nahêlin 

ji berateyên we 

ey talankerên ava zelal!

ew ê li ser hûrik û qerqîtkên dirûşmên we bikin şahî 

ku belkî piştî we kulîlk vebin li ber çem û qiraxên golan


û teqez 

bavên mexdûran wê bangî we bikin 

de…! bav û kalên we bi qurbana we bin de!

û hûn ji dêleva ajalên bêguneh 

bi qurbana yên di esargeyan de mirine

yên winda bûne li çol û beyaran 

û bi qurbana dê û xwîşk û bavên wan 

û bi qurbana zarok û neviyên wan bin 

 de… de… de!

eyyyyy beqên tariya şev û çirav û gendavê!

(Ji pirtûka M. Çiya MAZÎ- Esargeya Şêmûgê - Weşanên Aryen )


28.08.2022

Di Diyarnameyê de Esargeya Şêmûgê

https://diyarname.com/news.php?Idx=53367

Ji kerema xwe re vê linkê vekin û hûn bixwazin hûn jî karin nivîsa li ser pirtûka M. Çiya Mazî 'Esargeya Şêmûgê' bixwînin.
Bi rêzda

../. Dewam di malpera www.diyarname.com de ye.

28.07.2022

DERKET !!!

 Helbestên çîrokî, çîrokên ku di eyarê xwe de hilnehatine û bûne helbest. Helbestên çîrokên jiyanan û welatekî... pirtûka helbestan Esrageya Şêmûgê ya M. Çiya Mazî ji weşanxaneya Aryenê derket...