5.02.2023
Hinek Klam ji Dengbêj Ehmedê Mavanî .
Ev deng ji kasetek pir kevin ya 30 sal berê hatiye girtin)
DENGBÊJ EHMEDÊ MAVANÎ KÎ YE:
Navê wî yê nasnameyê Ehmed Ecer e. Li Gundê Mavanê ya Şemrexa Mêrdînê di sala1962an de ji dayik bûye. Navê bavê wî Mihemed navê diya wî Wesîle ye. Ehmed hê di dehsaliya xwe de bavê xwe winda kiriye. Bi dêya xwe, xwişkek û du birayê xwe re mezin bûye.
Ji zarokatî heta ku mezin bûye jî şivantî û cotkarî kiriye. Bi şivantiyê re hewesa wî ya stranê hebûye û klamên gelek dengbêjan bi salan sitra ye. Bi taybetî li gelek derdorên Çiyayê Mazî wek Ehmedê Weso jî tê naskirin. Belkî ji ber hin sedemên jiyanî be, bi awayekî domdar nestraye û kaset danegirtiye ji bilî van stranan yên ku di kasetekê de hatine tomarkirin. Piştî salên pêncî yî ji ber nexweşiya tansiyon û qelbê wî, çavên wî ji sedî 95 zêdetir roniyê winda kiriye û di sala 2018an de li Dêrika Çiyayê Mazî jiyana xwe ji dest daye. Du keç û pênc lawên Ehmed hene.
Me xwest dengê vî kesê ku dildarê dengbêjiyê bû winda nebe û me ji çend stranên ku wek mînak di kasetekê de cîh girtiye neqlî dijîtalê kir. Heke hinekên wî nas dikin û dengê wî î qeydkirî li ba wan hebe bila ji kerema xwe me an jî malbata wî agahdar bikin. Bila ev video bibe wek îlanekê ji bo dengê dengbêjên winda.
*Ji ber ku kaset (band) ya 30 sal berê hatiye qeydkirin deng xerab xuya ye, biborin.
* Klamên ku dibêje: Zeynebê û Reşît Paşa, Aydo, Hesenê Musa Hedoka Qaso û W.D
Berbang
24.12.2022
Helbesta kurdî M.Çiya Mazî.Xwendin Bawer Berbang
https://youtu.be/ccx8MAoazrw
li esargeya zemên asê bûme
li ber deriyekî
bêtevger
wek kevaleyek bêdeng
bendeyekî bengiyê ewran
biesil xwedîşar im
daketime li vir ji kihêlek rewan
û ji derî wê de xuyaye tiştên terka min kirine
kesk û şîn
di nava wan de kulîlkek
wek ku nas dikim
ew ber bi min bêhn dide ez pê ve girêk
matmayî
sal li pey hev hinek xemilî hinek stuxwar
wext nabînin silavê bidin
diherikin
şev wek şaqûlên reş
roj wek dilopên mezrîbê ne
bi lez in
em li vir nîrengiya erd û esman
dijîn bi hevkêşa çavan
çikandî li herdu aliyan
curmekî fediyok û mîrkutekî xiniz
li pey gurçikên li ser êgir in
şopê digerînin bi dor û baldarî
li wî bexçeyî
şax vedane mêwên tiriyê dilan
li bin her gurşîyekî şûşeyek devjihev
cejnek wek rêwresma pêşwaziya çiprîskan
li dar e her êvar li wir
li alî din ku nikarim tevlê bibim
û ew nikare bikene bêyî min
(Ji pirtûka M. Çiya Mazî 'Esargeya Şêmûgê' @wesanen_aryen )
30.08.2022
Helbestek ji 'Esargeya Şêmûgê'
ji beqên tariya şevê û çiravê re
ey beqên di şiklê mirovan de
reşik ji çavan bazdayî û nobedarê xefkan!
yên her tim bi dengên xwe asteng in
ji bo kenên me yî bi maçên jiyanê re li hev in!
hûn ên bitirbûyî û di rûn de lêvan dialêsin!
hûn ê rojekê biqîrin bi ser hevdu de teqez
heta deng di we de hebin
ew ê qirrik û gewrî li we biqetin
hûn ê li xwe û li hev mikur werin
lê star nakeve we ne li ber dîwarê dêrê
ne jî yê mizgeftê bi qesem
hûn ê çiravê di rûyê hevdu bidin ji avgeniyên kûr
û fireh bikin koncalên navbera xwe
ji bo cihê hevalên we yî din jî hebe û têwer bin
û hûn bi hev re bixwin û vexwin boximê
hûn ê kulmikan li poz û devên hevdu bidin
lêv û birû yê biteqin
biçirin destên perdeyî
ew ê rûyên we di xwîna ku we vexwariye
û gemara ku we di xwezayê daye de bimînin
hûn ê dest têxin pêxîl û zengelorka kenên hev
ew ê kef bi devê we keve
û çavên we mor û reşika we kor bibin
alem ê zanibin
hûn jî vexwirên çemên gendav û xirêrê ne
tiştên ji ramanên we man li ser sergoyan
dê bibin xwarina tûleyên pûrtweşiyayî
û qijakên nikul ji berateyan sorbûyî
kurmên ji we çêbûyî misqalekê nahêlin
ji berateyên we
ey talankerên ava zelal!
ew ê li ser hûrik û qerqîtkên dirûşmên we bikin şahî
ku belkî piştî we kulîlk vebin li ber çem û qiraxên golan
û teqez
bavên mexdûran wê bangî we bikin
de…! bav û kalên we bi qurbana we bin de!
û hûn ji dêleva ajalên bêguneh
bi qurbana yên di esargeyan de mirine
yên winda bûne li çol û beyaran
û bi qurbana dê û xwîşk û bavên wan
û bi qurbana zarok û neviyên wan bin
de… de… de!
eyyyyy beqên tariya şev û çirav û gendavê!
(Ji pirtûka M. Çiya MAZÎ- Esargeya Şêmûgê - Weşanên Aryen )
28.08.2022
Di Diyarnameyê de Esargeya Şêmûgê
28.07.2022
DERKET !!!
Helbestên çîrokî, çîrokên ku di eyarê xwe de hilnehatine û bûne helbest. Helbestên çîrokên jiyanan û welatekî... pirtûka helbestan Esrageya Şêmûgê ya M. Çiya Mazî ji weşanxaneya Aryenê derket...



