11.08.2023
Dengbêj Fadilê KUFRAGÎ Nas bikin: Biyografî û Stranek.
Fadilê KUFRAGÎ Nas bikin: Malbata wan di sala 1810-20an de ji Meletiyê ji nava Eşîra Îzolî diçe gundê Kufragê ya ku niha girêdayî Şemrexa Mêrdînê ye. Lê ji ber çi bar dikin nayê zanîn. Du bira û xwişkek Fadil heye. Di 1948ê de hatiye dinyayê. Di çilrojiya xwe de çavên xwe wenda dike. Di 18-20 saliya xwe de xwişka xwe ji xwe re dike berdêlî û dizewice. Ji xeynî keç û lawekî ku wenda kiriye, niha bavê 4 law û 3 keçan e. Hevjina wî berî bi çend salan jiyana xwe ji dest daye. Zarokên wî zewicîne û ew jî niha xwedîzarok in. Di 1993yan de ji Kufragê bar kiriye û çûye Qosera Mêrdînê. Fadil di 13 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike, di 15 saliya xwe de fêm dike ku çavên wî nabîne. Gundê Kufragê di navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê de ye û gund ji her du navçeyan jî zêde ne dûr e. Xwendin û nivîsandina wî tune ye. Çavkaniyên ku wî ev berhem jê girtine û hînî dengbêjiyê bûye: Hesenê Cêzwê, Etmanê Kufragî, Dawidê Gir, Fehmiyê Elê (Fehmiyê Borbore), Osmanê Qanêhevsê, Hemîdê Huseynê Şemrexî, Evdilayê Şêxoyê Ziznî, Ehmedê Sebriyê Sêwsê… Bi piranî bi guhdarkirinek baş gihiştiye asta dengbêjiyê ya herî jor. Li ser Fadilê Kufragî pirtûkek bi navê “JI DENGBÊJ FADILÊ KUFRAGÎ DESTAN û ÇÎROKÊN KURDΔ ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê derketiye. Ev berhem ji çîrok û hinek kilamên Fadilê Kufragî hatiye pê. Ango ji çîrok û kilamên ku ji ber dengê wî hatine nivîsîn pêk tê. Çîrokên ku di vê pirtûkê de ne, ji aliyê gelek dengbêjan ve hatine gotin û hîna jî tên gotin, dibe ku gelek kesan li herêmên cihê cihê ev kilam û çîrok bihîstibin. Lê her dengbêj bi awayê xwe dibêje û li her herêmê cihê cihê tên gotin. Jixwe gava ku hûn pirtûkê bixwînin hûn ê hem rastî taybetiyên herêmê û hem jî rastî yên dengbêj bên. Pirtûk bi hevpeyvînek dest pê dike. Berhevkarê pirtûkê Hogir Berbir hevpeyvînek bi sernavê Dengbêjî Hunera Vegotinê ye, bi Fadilê Kufragî re kiriye û ev wekî pêşgotin di pirtûkê de cih girtiye. Destan û Çîrokên ji dengbêj hatine guhdarî kirin û hatine deşîfrekirin ji gencîneya Zargotina Kurdî ne. Ji “Îslim Xatûna Qereçî û Cefer Efendî” heta “Tahar û Zahar”, “Eşqa Zeroya File û Mehmed Eliyê Girover”, “Xezal û Teyar Axa”, “Şerê Kûrana Bişêriyê”, “Gulîzera Kurda û Elê Melê”, “Xezalê û Husên Axayê Botî” di vêpirtûkê de cîh digirin. Her wiha Zeynebê û Reşît Paşa ku gellek stranbêj dibêjin û Teyarê Qereçolî jî stranê navdar yên dengbêj in û wekî vanan 18 destan û çîrokên ku di Zargotina Kurdî de cihêrengiya wan heye di pirtûkê de cih girtine. Ji bilî vê pirtûkê, di pirtûka M. Çiya Mazî bi navê “Baxek ji Folklora Kurdî ji derdora Mêrdîn” sê heb destan-klamên wî bi awayekî dirêj nivîskî cîh girtiye. Pirtûk Ji weşanxaneya Berbangê di sala 2015an de li Stenbolê hatiye weşandin. Herwiha M. Çiya Mazî û Fadil ji heman gundî ne. Etmanê Dengbêj, Pîroyê Şêxmûsê Elî jî ji Kufragê ne. Herwiha Fadilê kufragî beşdarî gelek bernameyên tv’yên kurdî, festîval, konser û civînên çandî bûye. Û gelek stranên Fadil di qanalên Youtubeyê yên cur be cur û platformên wekî din de cîh digirin. Di klamên ku Fadil distirê de jiyana civakê, têkiliya jin û mêr, evindarî û zewaca berê û tahdeya li jinan hatiye kirin, nêrîna civakê li wan, diyalog û şerê mirovên kurd xwe bi xwe û têkiliya mirovan bi hev re (bi taybetî yê herêma Çiyayê Mazî û derdora Mêrdîn û w.d.) gelekî baş derdikeve holê. Hêjayî ku lêkolînerên dîrok, civakî, û derûnî li ser stranên wî lêkolînên piralî bikin û belgeyan ji dîrokê re bikin diyarî. Fadil hê jî li Qoser-Mêrdînê dijî. 05.08.2023. (M. Çiya Mazî) Çavkanî: Hogir Berbir. Ji pirtûka “Ji Dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî” Weşanên Enstîtiya Kurdî ya Amedê M.Çiya Mazî: Baxek Ji Folklora Kurdî Ji Derdora Mêrdîn. Weşanên Berbang. Stenbol. Têbinî: Ev video tenê beşek strana Hedoka Qaso ye ji bo danasîna dengê wî. (M.Ç.Mazî).
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)