ji beqên tariya şevê û çiravê re
ey beqên di şiklê mirovan de
reşik ji çavan bazdayî û nobedarê xefkan!
yên her tim bi dengên xwe asteng in
ji bo kenên me yî bi maçên jiyanê re li hev in!
hûn ên bitirbûyî û di rûn de lêvan dialêsin!
hûn ê rojekê biqîrin bi ser hevdu de teqez
heta deng di we de hebin
ew ê qirrik û gewrî li we biqetin
hûn ê li xwe û li hev mikur werin
lê star nakeve we ne li ber dîwarê dêrê
ne jî yê mizgeftê bi qesem
hûn ê çiravê di rûyê hevdu bidin ji avgeniyên kûr
û fireh bikin koncalên navbera xwe
ji bo cihê hevalên we yî din jî hebe û têwer bin
û hûn bi hev re bixwin û vexwin boximê
hûn ê kulmikan li poz û devên hevdu bidin
lêv û birû yê biteqin
biçirin destên perdeyî
ew ê rûyên we di xwîna ku we vexwariye
û gemara ku we di xwezayê daye de bimînin
hûn ê dest têxin pêxîl û zengelorka kenên hev
ew ê kef bi devê we keve
û çavên we mor û reşika we kor bibin
alem ê zanibin
hûn jî vexwirên çemên gendav û xirêrê ne
tiştên ji ramanên we man li ser sergoyan
dê bibin xwarina tûleyên pûrtweşiyayî
û qijakên nikul ji berateyan sorbûyî
kurmên ji we çêbûyî misqalekê nahêlin
ji berateyên we
ey talankerên ava zelal!
ew ê li ser hûrik û qerqîtkên dirûşmên we bikin şahî
ku belkî piştî we kulîlk vebin li ber çem û qiraxên golan
û teqez
bavên mexdûran wê bangî we bikin
de…! bav û kalên we bi qurbana we bin de!
û hûn ji dêleva ajalên bêguneh
bi qurbana yên di esargeyan de mirine
yên winda bûne li çol û beyaran
û bi qurbana dê û xwîşk û bavên wan
û bi qurbana zarok û neviyên wan bin
de… de… de!
eyyyyy beqên tariya şev û çirav û gendavê!
(Ji pirtûka M. Çiya MAZÎ- Esargeya Şêmûgê - Weşanên Aryen )