18.11.2018

Helbest: M. Çiya Mazî. Xwendin: Firat Ronî. Ji pirtûka Baranên Çilesrî.

 


NAVBERA ŞER Û EVÎNÊ          

Wan çavên te ez xwarim
Tu şaş mayî ji peroşiya min
Di bîst salên ku min taloq kiribû hezkirina xwe
Ba neliviya bêyî te
Bihêle ez wê heyfê hilînim
Ecêb nebîne maçîkirina min 
(…)
Îro di bin sewtên kevin de hildide janek
Rêwîtiyê divê dîsa giyanê min
Ezê navberek din bidim bêhnkirina keziyan
Û taloq bikim ramûsanên xwe çend sal û mehan
Bawer bike ji xatirê xilmaşbûna quncikên pixêriyan
Dîsa bêyî te nalive ba û deng bi pelan nakeve tu caran
                                    
         (Ji pirtûka Baranên Çilesrî, M.Çiya Mazî-  2002-2012) 

22.10.2018

JI SÊ MEHÊN HIŞÊ TWÎTTERÊ
(Yên di twîterê de min naşopînin kerem bikin.)

*Kar û xebat û jiyan û edebiyat: Heke yén li dû me tén, ji me çétir bikin, nexwe me li gor demé karé xwe baş kiriye. Nevî, zarok, şagirt û xwendekar sola kal, pîr, hoste û mamosteyén xwe di taqé re neavéjin péşketin jî çé nabe. Bawer im, yén guhdér bûn û li beriya xwe nérîn, bi péş ketin, pirtir in. Yén qet li beriya xwe nanérin jî henin lé ne pir.

*Şûr dibire lé xew nabire şevén min. Xweş dibe dewsa çeperan xweş nabe dewsa defteran.

*Wek héviyeké:Namzetén şaredariyan ji bo Hdpé, péşî durist bin, ne yén tené ji bo pereyan hene. Dû re yén zanibin bi zimané kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsînin hebin baştir e (ji bo bajarén kurdan teqez, wekî din li gor lihevkirinan). Ji ber ku Hdp partiyek ciddî, bi reh û kok û hémanén wé bi esl in.

*Bi sedan pirtûkê çîrokan yên kurdî henin. Bi hezaran çîrokên nûjen henin. Bawer nakim wî kesê gotî "di çîrokên kurdî de temaya kedê tune" nêvî ji vanan jî xwendiye û lêkolîn kiriye. Du çîrokên min bi xwe bi temaya kedê mişt in. Êdî adet e ku bibêjin "filan tiştî kurdî tune".xwestiye tiştekî din bibêje lê tevlihev kiriye. (bersiva brêz Dilawer Zeraq).

*Zanim tu dixwazî tenê goşt û hestî bim Bendeyê li ber kêrê û çongşikestî bim.

*Nadia Murad: sembola ji bo mirov zulma hatiye kirin ji bîr nekin û carek din neyé kirin tiştinan bikin. #NadiaMurad

Golşhifteh Farahanî, aktrista filmé "Keçén Rojé". Hema hema rojé filmeki temaşe dikim. Belkî min ji deh û zédetir filmén ku ew listikvan e temaşe kiriye, hemû xweş bûn. Hinek ji wan: "Derbarey Elly, Keviré Debré, Heyva Névî (Ghobadi) ". Nexwe wé jî ji me hez kiriye :)

*HERIN FÛARA PIRTÛKAN ya AMEDÉ ! Li gor her kesî pirtûk henin: yén hînbûné, yén qerfî û zarokan, çîrok roman, helbest; yén akademiyé, yén şoreşgeriyé, hemî henin, pir in... Ji bo hînbûné, piştgiriya weşanxane, nivîskar, ziman û tékoşîné herin û bikrin...
Bi taybetî kirîna pirtûkén kurdï bifikirin...
*Baweriya min bi gellek pirtûkén nû û nivîskarén nû heye ku héja û xweş bin. Yén nexweş jî dé hebin hilbet.

*Cudatiya péşengeha pirtûkan ya Amedé îro û yén beré pir baş xuya dibe û dé xuya bibe.Qedirbilindiya şaredar û şaredariyén me î kurd jî carek din dikeve û dé tékeve hunduré çavén me.Di hemû çalakiyén vé demé de rewş wisa ye. JI BO PIŞTGIRIYA KURDÎ MIROV HERE û PIRTÛKAN BIKIRE BAŞE

*Yén karibin li yén ji kar hatine avétin xwedî derkevin pir pir baş e.Wan li ba xwe bixebitînin, ji wan re kar bibînin, piştgiriyé bidin wan bila kargehan vekin.Lewre hinek ji wan xwedî zarokén hûr in, di xaniyén kiré de ne, deynén wan henin,birçî nin. BILA EVJÎ DI BÎRA ME DE BE !

*Teoriyén komplowarî: li dinyayé hertiştî Amerika dike, li Tirkiye hertiştî serokkomar dike, heta yén tevgerén me bi ré ve dibin jî ew in. Kar ji me re nema, hadé em razén :) (wek dibêjin li rojava hemî tiştî Amerika dike). Yén ku vé baweriyé belav dikin, bixwebaweriyé winda dikin û qederperestiyé di hişé mirovan de bi cih dikin, ji wan re dibéjin 'serdest'.

*Oxir be û hemû rehmetên dinyayê, yên bin erd û ser asîman li te bin brêz Îbrahim Ayhan...

*Di dema qedexebûna kurdî de kurdînivisandin çiqas zor bû,zanim û her hevokek nivîskî berberî dinyayé bû di salén 90î de. Lewma zanim Apé #MusaAnter çiqas qedirgiran bû. #ApéMûsa

*Hinek mirov temené xwe tené bi rexnekirina şaşiyan dibuhurînin, hinek jî piştî nirxandiné, pé li şaşiyan dikin, diheciqînin û dibezin serkeftinan.

*Karker mafdar in, ked pîroz e, maf pîroz e, dad mafé her kesî ye.

*Û yek é bibéje "em kurd wisa nebaş in", dû re her kes é érişî kurdbûna xwe bike. Bindestî bixwebaweriyé jî bi hinekan dide jibîrkirin.
Û ku we hinekan bi xafilî got 'kurd hemû nebaş in,tiştek ji bo xwe nekirine', tika ye devé bîra xwe vekin;hûn é,té de bi sedhezaran gorr,bi sedhezaran girtî,pîsporén çiya, çeperparéz û tékoşer û xebatkarén vé réyé bibînin ezbenî...Aha wé demé bejna xwe bitewînin ji kerema xwe re.

*#twitterakurdî Di roja twittera kurdî de jî dibéjim, pirtûkén kurdî bistînin û bixwînin!

*Hévî, xebata bésekin dé aştiyé bîne. Bila bé bihar, kulîk û zarok bé xem û bé tirs mezin bibin! #SosRamin #StopExecutionOfRamin #1Îlon #DayîkênŞemiyêHefteya701an #aştî
*Şewqa te kém nebe ey mamosteyé dil û çavan #RaminHosseinPanahi

*Dema hesp bide lotikan mirov dest pé dike û xwe bi dereké ve digire ji bo dema bide çargaviyé li erdé nekeve. Ev qeyran ne henek menek e, xwe bigrin ezbenî. Tedarik û tevdîr.

*Dixwazin yén li wendayan digerin jî wenda bikin. Lé belé dayik ji gera xwe venagerin, naqedin û ji a xwe danakevin! #DayikênŞemiyê

*Dérsim. Dérsim. Dérsim Kezeb e û dişewite. #DêrsimTêŞewitandin

*Teoriyén qomplowarî ji bo qeyrané li holé didin çirvîtkan, lé yé çil salé rastiyé zanin ew zanin, yén nizanin baqé nîska ye. (Tiştek bi xwe çê nabe li kaînatê)

*Keda te ya pîroz bibe ronî ji me û péşiya me re. Oxir be ji tere (şanoger M Emin Yalçin)

*'Jibîrnekirin', peyveke razber e, esil alîkariya dinyayé ya kardarî (pratîk) çareseriyé tîne. Disa jî ji bîr nakim, ji bîr nekin. #YazidiGenocideCommemoration #EzidiGenocide #Şingalê

*Prof. Koçer xuya kir ku mirov bi seré xwe jî, li mala xwe, li dibistana xwe, li kargeha xwe jî, bi rik û înaté, bi ked xebaté dikare bi ser keve û ji serkevtinén mezin re bibe alîkar. Dersek mezin e #KoçerBîrkar

*Hatina sibehé û hilatina rojé teqez e delala min, bi hemû heybeta xwe Ji bo kor nebin ev çav Rézé ji hemû çiruskan re digrim Cîhé şewqa heyvé li seré kanîya dilé min e Cîhé kézikén roniyén şevé li ser keviya çavén min e Cîhé stérkén asoyan li ser bîrika seré min e.

*Carinan bûyer, esl û feslê mirovan jî derdixin pêş; fikr û zikrê mirovan jî li bêjingê dixin û rastî weke bedenek şût î tazî derdikevin holê.

*Péşiyan tiştin gotinin li gor xwe û dema xwe. Feylesofan tiştin gotinin li gor xwe û dema xwe û me... Girîng e ku herkes tiştinan bibéjin li gor xwe û dema xwe.

*Medyaya civakî jî édî bûye medyaya kurd û kurdî. Hézek mezin e. Twitter, facebook û instagram ne tiştén biçuk in. (lê divê 24 saetan nebe asteng ji xebatan re).

*Em bibéjin Kamil Acar li ku ye, ji bona em zanibin em li ku nin û em hatinin kuderé... #KamilAcarNerede

*Nikarim pir tiştekî bibéjim îro li vir Lé bi bîr neynim yén ku nehiştin roj li wan biçe ava, bila dilé min bibe kevir. (Ji bo kes û bûyerên çûne)

*Bi rûmetgirtina zimané kurdî re, mirov ji bo azadî û bindestiyé tiştekî neke, ziman dîsa dé bi qedrxeyan re rûbirû bimîne. #CeladetElîBedirxan
Zimané kurdî, jiyana kurdî, folklora kurdî û çanda kurdî jî hémanén girîng in ji dîroka rojhilata navîn re. #WeWantKurdishTwitter

*Carinan mirov ji bo bûyerén pir biçûk bi hemû enerjiya xwe tofanan rake, ji bo lehiyén mezin tu héz di kana mirov de namîne.

*Heke mirov her fikir û rexneyé rast bibîne û lékolin neke, heke yek jî xwe otorîte bihesibîne û rexneyan belav bike û yé wek wî/wé nefikire tune bihesibîne; ew ne tené şaşiye binpékirin û tunehesibandina mafé kesén din én ku cuda difikirin in jî.

*Girédana bi sembolan û esas jibîrkirin gellek caran ne bi sûde ye.

*Berî 50 salî ji sedî 90é kurdan bi kurdî diaxivîn, belé statuyek çé nedibû. Ku di siyaseté de serkevtin tunebe, 50salén din jî em é dîsa van peyvana bibéjin "çima kurd bi kurdî nanivîsin?" Ji xwe van 30 salén dawiyé ev hevok her û her té bilévkirin. Xurtbûna siyaseté hewceyek e. Ku siyasetek xurt tune be ziman tené pere nake ji bo azadiyé, kes xwe nexapînin.

*Serkeftina siyasi baş nebe, hunermend-wéjevan jî berhemén wî jî dé bibin qirş û qal û ber bé herin. Îro tişté acil li ber derî ye, xizmet ji hijbijartiné re, Demirtaş xalek giring e.
*Peyva "kurdiya laboratuwaré" jî wek peyva "kurdiya aqademîk" bé wate û belasebep té bikaranîn, tené hişé mirovan tevlihev dikin û hew.

*Bi nebaşî bahsa zarokan û tahdeya li wan, bi xwe jî sûcekî mirovan e. Xerabûna civaké ev jî derbas kiriye. Îro zihn û nîqaşa erk û berpirsyaran û mejîkéman berbat e.

*Bila çalakiya herî hésan té kirin ya imzeya we ji bo #RaminHosseinPanah here.Îdam, li tu deré, ji tu pirsgirékan re nabe û nebûye çare, ji tu serkevtin, péşketin û tawanan re jî divé nebe ré û réç. HOVÎTÎ YE îdam. #RaminaHosseinPanahi

*Ya di dil de û ya rast ne ewqas e hilbet lé di bin ewqas zext û pékûtiyan de réjeya Hdpé serkevtinek e. Li xwediyé kedé , xireté û ji rojén bé re pîroz be.

*Ey yé ku hé jî dilé wan bi tasewas! HDP û Demirtaş réya serkevtinén mezin dé vekin; réya azadiyé, demokrasiyé û xweşiyé, ji bo poşmanî çé ne be, ji bo réyén mezin vebin Demirtaş û HDP firset e, ka desté xwe deynin ser aqil û wijdanén xwe.


*Yanî Amed dibéje, em hesabé bendavé nakin, bila bendav hesabé lehiya me bike, ne wilo? #BüyükAmedMitingi Ji mirovên nabihîzin re deng e ji yên nabînin re reng û ronî ye ji yên fêm nakin re fêm e ji yên nikarin biaxivin re ziman e ji yên ku êşiyane re derman e ji yên ku kedê didin re serkevtin e

16.07.2018


ÇÎROK

Çîroka ku di sala 1999an de xelat girtibû. Ji bo nivîs û ramanên wê demê hinekî bê pêş çavên mirov, min nivîs qet ne guherand û wek orjînaliya wê ez di blogê de jî bicîh dikim.


MISTEK JIYAN DIXWAZIM- M.Çiya Mazî 
Di gund de wî tenê çerçîtî dikir û li gundên dora xwe alav, pêlistikên zarokan û çerez digerand. Rewşa wî û malbata wî jî wekî mirovên gund ne pir baş bû. Ebora xwe û zarokên xwe dikarîbû bi vî karî bikira û ev yek jî, ew bi wê erdê ve girê dida û nedihişt ji warê xwe derkeve. Perçeyek erdê wî jî hebû ji bo debara salê. Du lawê wî û keçek wî î ji çûkaniya xwe de çavekî wê ji ber nexweşiyê şaşî, hebû. Malbatek ji malbatên herêmê î dilkeser bû.
Her sibeh barê xwe î bi xişxiş, morîk û xwarinên cûrbicûr li hespê xwe dikir û gund bi gund digeriya. Êdî gundîyên derdorê û zarokên wê herêmê giş hînî dengê wî bûbûn. Her ku nêzîkî li gundan dikir,bi rişma hespa xwe digirt û kuçe bi kuçe li nava gund digeriya. Wekî ji karê xwe pir dilxeş bû, bi dengê xwe î hînbûyî û awaza şêrîn bang dikir:
“Çerçî hat çereçîîîî...!
werin...!
werin nepoxan, werin benişt, werin hijîraaan !
Bikiriiin...!
Werin mewîjên şêrîîîn..!
Li tu derê din nemaye...!
Welleh nemaye billeh nemaye...!”

Bi vî dendî zarok ji nava malan derdiketin û li pey wî dibûn rêz. Jin û mêran jî li ber devê deriyên xwe û di şibakeyan re li wan peyvên wî î balkêş guhdarî dikirin. Her ku diçû banga xwe hê xweş dikir û ji bo balê bikişîne digot:

“Ev e jiyan. Werin jiyanê...!
Mistek maye haaa...!
Ji zarokên xwe re bistînin...!
Dilê wan şad bikin, bila bikemiliiiin...!”
Wê sibehê dîsa bi heman armancê li hespa xwe siwar bû û berê xwe da gundine din.Bi rojhilat re, di ser kolikê bi ser gund ve qulupî bû.Ji ber ku ji şeveqê de rabûbû, li ser hespa xwe xilmaş dibû û carinan bi fişîna hespê re ji xew çeng dibû. Dema li xalîbûna xwezayê dinêrî kêfa wî dihat û hinekî jî ji bo tenêtiya rêwîtiyê dest bi stranan dikir. Bi wê yekê nêzîkî li gundê cîran kiribû. Hê xwe bera besta gundê paş kolik nedabû dît ku tevgerek di nava deviyan de heye û piste pista mirovan tê. Hinekî saw pê re çêbû û mûyê porê wî teviz ketinê. Bêhneke din , çend mirovên bi cilên leşkeran, di nava toz û gemarê de, bi çek, xwe bera ser peyarêkê da û li pêşiya wî sekinîn. Piştî sawa xwe girt êdî qet neditirsiya û xwe ji rewşa xwe î asayî bêpar nehişt û bi bişirandinê nêzî wan bû. Lewre gelek carî mirovên wiha pêşî lê girtibûn. Gelek carî ew vegerandibûn û , gelek carî di van rêyanan de bi rêbiran re li hev kirbû . îjar jî ji xwe re digot: “ ma min çi kiriye. Ne min malê kesî dizî ye, ne min li talanê kesî xistiye û ne min ji mirîşka kesî re gotiye kiş .” Lê dema hat ber refê leşkeran ,ew sekinandin û yekî ji wan î sitû qelew î zikteşt, bi dengekî gûr û ziq li çavên wî nêrî û got::
- Tê bi kude herî kuro?
Mehmed Şerîfê çerçî bi nizmî peyvên xwe î jiber kirbû li dû hev rêz kirin:
Weleh ez çerçî me... ez van tiştana... ji xwer... li van gundana... digerînim.
Serleşker guhê xwe neda wî , destê xwe danî ser alîkî têrê û bi awayekî gumanî got:
Ev çi ne?
Ev mewîj in ,hijîrin ,sabûn e,pêlîstikên zarokan in.
Serleşker hinekî bi hêrs û bixeyd:
Kuro ev xwarine, ne?
Belê qomitan xwarin jî tê heye ji bo zarokan.
Serleşker wekî kîso serê xwe xist qalikê xwe û got:
Ji bo zarokan hi?!
Erê ji bo zarokên biçûk.
Min zanîbû! Min zanîbû tu çi melûn î. Ez zanim tu vana ji kê re dibî.
Her diçû dengê serleşker bilind dibû û wekî Mehmed Şerîf di hundirê xwe xe bi ser de diçû û got:
Zû! Zû dakeve kurê kerê.

Mehmed şerîf bi xeyda wî re xwêdaneke germ girtibû. Kumê wî î rizyayî ji xwêdana eniya wî şil bûbû. Destên xwe li sakoyê xwe î qerpalî gerand ku qumçikên xwe pevxe. Ji alîkî jî ji hespê dadiket û bi peyvên tevlihev digot:
Na weleh qomitan,ma...çi... min çi kiriye?
Serleşker bi çengûrê wî girt û daxist erdê. Çavê wî li simbêlê wî î gûr ket. Hê bêhtir bêhna wî teng bû. Destên xwe danî ser simbêlên wî , pê girt û bada got:
Ev çi simbêlin lan?
Mehmed Şerîfê çerçî wekî bê hişî xwe got:
Ev yê zilamanin, ma çi nin?
Hela tu lê binêre! Kuro ma em ne zilamin?
Na heşa qomitan, min werê negot.
Na weleh em ne zilamin. Ezê niha rê te bidim!
Him tilîkên xwe lê kil dikir û him çavên xwe li derdora barê hespê digerand. Çavê wî li hefsarê hespê ketibû ku sê rengên qedexekirî heye. Dîsa bi hêrseke mezin bi ser wî de vegerîya:
Hey ker lawê keran, ma tu nizanî me ev rengana qedexe kirine? Ev rengana ne li erd ,ne li ezman û ne di bin erdê de divê tune bin.
Mehmed şerîfê çerçî hê bi peroş û bi lez:
Qomitan weleh min nizanîbû, weleh ev ji serî de wiha ye, dema min kirî wiha bû.
Serleşker herdû destên xwe li qirika wî girt û şidand, bi bare bar got:
Divê tu nekirî. Temam!
Mehmed Şerîf jî bi xele xela qiriqa xwe bi zorê got:
Temam..! temam qomitan!
...
Gundê ku wê Mehmed Şerîf biçayê nêzîk bû. Zarok jî li bendê bûn ku nepoxan bikirin. Zanîbûn ku dereng maye.Giş li ser sergo kom bûbûn û banga wî wekî lîstikekê çêkiribûn. Li dora hevdû dizîvirîn û bi hev re bang dikirin. “ werin mewîjan...!, werin hejîran, jiyan e ... mistek maye..! mistek jiyan difroşiiim ! ”
...
Mehmed Şerîfê çerçî jî di bin piyên leşkeran de di nava xwîn û xwêdanê de, ji bo mistek jiyan vedigevizî. Barê wî ji hespê hatibû danîn û ji hevdû bela wela kirî, li erdê bû. Ramana wan ew bû ku wî ceza bikin. Mehmed Şerîf pir li ber wan geriya, lê qet fêde nekir. Serleşkerê bi kîn, bi alîkariya leşkerên din,dest û piyên wî bi piyên hespê ve girê dan. Mehmed Şerîf çiqas kir gazî û hewar jî, ew û hesp wekî hev kirin û li wê derê hiştin , bi qerf û ken paşê xwe danê û çûn.
Êdî ne ew karîbû tevbiliviya ne hesp. Li çola xwedê ne kes û ne kus. Carinan bi girî, carinan bi hewar û carinan bi gazî di ber xwe dida. Hetanî sibehê wî û hespê di ber hev dan lê ji ber ku pir zexm girêdabûn nikarîbû girêkan veke. Hetanî rêwîyên sibehê î gundan lê rast hatin û ew li hespa wî kirin û berê wî dane malê...
Dema hate malê, jina wî û zarokên wî , matmayî , ecêbmayî û bi girî li ser wî kirin hewar . Jina wî him digirîya û him digot:
-Haho li min kezî kurê! Haho li min hêsîrê! haho li min pepûka çiya me !
Mehmed Şerif dixwest pir gerxêl çênebe û rehet bisekinin, lê Çiqas wî digot “êdî hişin, ez baş im, şîn û girî bêfêde ye”. Lê giriyên zarokên wî gundî giş li ser serê xwe kom kiribûn. Ji ber ku gundî li bûyerên wiha ,li kuştin û girtinên wiha pir rasthatibûn qet şaş nedibûn. Lê gişan ji bo alîkariyê hewl didan. Hinekan jî jê re digotin:
“Ev çend carên te ye ku li te wiha dikin, ji xwere li çareyekê bigere.” Hinekên fesad ji digotin “ mirov rehet nesekine wiha ye” lê Mehmed Şerîfê çerçî jî digot “ min ji bo jiyaneke ku ez û zarokên xwe bê minet bijîn pê ve, tu tiştek nekiriye”. Ji xwe jiyana wî ne wekî yê mirovên dewlemend î temahkar bû, bi wî karê xwe tenê dihat ser.
Du sê roj derbas bûn. Mehmed Şerîf hinekî bi Ser xwe ve hatibû. Hê nû bûyer ji serî heta binî bi zarokên xwe dida fêmkirin. Qet nedigot ku ji bo çi jî wiha kiriye. Tenê li ser ku wê çawa ji vê jiyanê bi dûr keve an ji vê rewşê xelas bibe. Bi zarokên xwe û jina xwe re dikete nîqaşan û difikirî. Lê li alîkî jî dîsa dest bi karê xwe kiribû.
Ji ber ku hatibû neskirin, tu tiştek nedikir jî, du sê caran lê wiha dikirin û digirtin. êdî wekî kelemê çavan bû. Çi demê li dor gundê wan bûyerek çêbibûya mala wî dibû garan.
Dîsa rojeke ku dereng hatibû, jina wî pir bi ser de peyivî û wekî peyva xwe î dawiyê got:
Emê ji vir herin, Êdî tu jiyan ji me re nema.
Mehmed şerîf jî ji kezeba kûr de axînek kişand, berê xwe da jina xwe î çav bi hêsir û got:
ji vir pê ve jiyan hê ji me re nexweş e, jiyan ji me re tune ye. Ma emê bi ku de herin? Bi xwedê em ji vir herin, ezê bimirim. Ma ezê vê hewa xweş,vî erdê ku em lê şîn hatine bi ku de berdim. Em nezan û belengaz. Tu cîh û war ji vê derê pê ve tune ye ji me re.

Carinan hinek hêsir diketin çavên wî û dîsa dizîvirî ser jina xwe û bi dengekî nizm, peyva ji ber kiribû û li nava gundan digot ji wê re jî digot:
- Mistek jiyan difroşim... weriin.. werin... Ma qey mistek jiyanê pir dibînin?
Dema wiha got, dîsa keserek kûr ji hundirê jina wî jî hat û wekî ku ji qedera xwe re çêran bikin, kelekel ji hundirê herduyan bilind bû. Bi nêrînên binîkûr, axînên ji kezebê û bi niçe niç, bêyî peyvên ji rêzê fikirandina ji bo jiyana pêşerojê dom dikirin.

Rojên ku derbas dibûn wekî ezebê qebrê bû ji wan re. Her dem wekî li ser êgir bûn. Hê jî leşker dihatine gund. Hê jî her tim mala wan sax dikirin. Her carê bi berger, bi bersivên derew, leşker bi rê dikir an bi wan re diçû û çend rojên din dihat. Her carê jî tiştek ji zarokên xwe re digot û ew qanih dikir.
Lê roja ku wê jiyana wî serobin bibûya, dema ku pir jê ditirsiya, wê roja ku leşkerekî destên xwe ber bi jina wî biribû. Ramanên wî î ne terkirinê ji binî de guherandibûn. Tiştê ku qet nedixwest çêbibe, tiştê ku pir jê diqehirî qewimîbû û tedarikên xwe î barkirinê dikirin êdî. Ji wê rojê û pê ve ji peyvê jî qut bûbû. Êdî hindikî bi zarokên xwe re jî dipeyîvî. Dinya li serî teng bûbû. Girêkek ketibû qirika wî û dernediket. Zarokên wî û jina wî pir li ber digeriyan lê nikarîbûn wî bipeyîvînin û bikenînin.
...
Dema birêketinê hatibû û qemyon li ber derî sekinî bû. Qaf û kodên xwe bar kir , mala xwe li ser kemyonê girê da ,erz û eyalê xwe da hev û li qemyonê siwar bûn.
Mehmed Şerif, dema ku wê bi rê ketana, bêhnekê fikirî , çavên xwe li dora xwe li kîsekî naylonî gerand. Ji ber deriyê hewşê kîsekî kevn rahiştê û bi binya malan de berjêr bû. Zarokên wî û gundiyan gişan bi awayekî matmayî lê dinêrîn. Ji axa sor bi kasî du sê kulman xiste kîs û hate li pêşiya qemyonê siwar bû û kîs jî danî ber lingên xwe. Dema bi giregirê qemyon bi rê ket mirîşk û kuçikên gund gişan wekî deng bi hevdû xin, qîje wîj kete nava wan. Lê wî qet li gund nedinêrî û nedipeyîvî. Serê wî di nava herdû destên wî de dest bi êşa xwe kiribû. Ya pir hêsir dibarand jina wî î diltenik bû dîsa.
Du rojan û şevekê bi rê de çûn. Dema ku bêhna welat winda bû û xerîbî jê ve xuya bû,hê nû hêsirên wî niqut bi nuqut hatin xwarê. Di van her du rojên bi rê de ji çend peyvên bê wate pê ve ji deva derneket. Wekî mirovên here ber sêdarê û peyvên wî î dawiyê jê bixwazin. Bersiva ajovan ku jê re gotibû “mirov têkeve dawetê divê mirov xwe kil bike” Bi du peyvan da:
-Dawetên me jî ne wekî yê alemê ne, ma tim şer ji me re dawet e qey? Di daweta rastîn de emê çi wextê xwe kil bikin?
...
Qemyon li ba xaniyê ku berê kirê kiribûn sekinî. Mirovên wê taxê giş lê kom bûbûn. Her yekî ji alîkî alavek dikişandin. Lê kesî ji wan jî nedigot ,hûn ji bo çi ji gund derketine. Tenê digotin “hûn bi xêr hatine” û alî wan dikirin. Ji xwe giş xwedî heman qederê bûn û di metrepola Îzmîtê re derketibûn.
Kêfa zarokan dihat,ji ber ku hatibûn cîhekî biyan ê tije erebe. Ew westandina du rojan bi wan nexuyabû lê bi şaş û metalî li zarokên dora xwe dinêrîn. Pir dem derbas nebû ew awirên wan î xerîb winda bûn û bi zarokên wekî xwe re dilgerm bûn.
Piştî ku alavên xwe bi cîh kirin, ew kîsê axa xwe xist bêrîka dolabê û kilîta derî xiste bêrîka xwe. Ji du sê rojên mêvaniyê pê ve diviyabû ku Mehmed Şerîfê çerçî karekî ji xwe re bibîne û bibe karker. Bi saya nasan di kargeheke feyansan kar ji xwe re dît. Çiqas pereyên didanê hindik bû jî,di vê gola koçberiyê de ji xwe re dişikirand.
Digot qey her ku dem di navberê keve ewê welat ji bîr bike. Lê ew helwesta gelê wê derê û jiyana wan qet ber bi jiyana gund ve nediçû. Roj û şev lê giran dibû, jiyan jê re wekî ezab bû. Her diçû hê bêhtir di hundirê xwe de dipiçpiçî û hê pir dev dihate girtin. Her tişt jê re biyan. Kar bê xwê,pere bê xwê,nan û av bê xwê bû. Ku mêvanên wî qala welêt dikirin jî pê nexweş dihat. Pê pir sivik dihat. Ji xwe li jiyana wan î her dem li hewa dinêrî û bê pergaliya mirovan ew dîn dikir. Tew ku qala têkoşînê dikirin porê serê xwe radikir. Her tişt wekî qalikê vala bû jê re. Hişê wî diçû newalên çiyayên dora Mêrdîn îne serî û ne dawî, birêveçûna di ber çeman re,bêhna darên mazî û berû,hevdana kuvarikan di bihara şilo de,derbasbûna mîh û bizinan di ser avzêmkan re, kêfa wî hildidan. Dengê wî î “mistek jiyan difroşim” û qîre qîra zarokên li dorê kom dibûn hê jî dihate guhên wî û wekî cardin olan didan geliyan û wî dengî bedena wî her tim diricifand.
Her diçû ji mirovan bi dûr diket û her diçû hinekî din bêdeng dibû.Êdî hinakan digot: “ Mehemed Şerîf aqil berdaye” hinakan digot “nexweş e”. Lê wî jî di hundirê xwe de digot “vana dînin”.
Tiştekî tenê ew bêhnfireh dikir û bi jiyanê ve girê dida mabû. Her ku ji kar bihata malê, pêşî deriyê dolavê bi hisret vedikir û kîsê axê datanî ber xwe. Bi seetan lê dinêrî. Ew ax dibû mejî û dikete serê wî. Dibû xwîn dikete nava rehên wî. Dibû cixare û dikete nava tiliyên wî. Dibû xewna şevên biyan û dihate ser balîfa wî. Te digot qey çavên wî hê pir ronî dibû dema li axê dinêrî.
Bi şabûna axê re zarokên wî dihatin bîra wî,bangî wan dikir û ew maçî dikirin. Êdî zarok jî hîn bûbûn,dema bavê wan kîsê axê datanî ber xwe, wan jî şekir û nepox jê dixwestin. Jina wî jî piştî nêrîna wî î axê şîv datanî ber wî. Diayên xwe jî dema ax li ber bû dikirin.
Qutîkek li ba xerat çêkiribû. Yeke bi qufle. Dilê wî bi dolavê tenê rehet nedibû. Piştî şabûnê dixiste wê qutîkê , dîsa dixist dolavê û ew jî qufle dikir.
Mistek ew axa sor bû ew bi jiyanê ve girê dida. Mistek axa sorxwîn bû jiyana wî. Dîlan û şahiyên taxê qet bala wî nedikişand. Şadî û şahîya wî ew bû. Heke bibûya wê desmalek di destê xwe xista û li dora wê axê dîlan bikira.

Rojekê kîsê axê xiste destên xwe û çû ba dikandarekî. Kîsê xwe danî ser mêzînê. Axa wî çar kîlo û sêsed xiram derketibû. Mirovê dikandar pir şaş mabû û bala wî kişandibû. Lê wî qet guh nedida kesî. Giranbûna axa xwe jî fêm kiribû êdî. Digot “ezê êdî her meh biwezinînim”. Dilê wî hebû ku qirş û bixuşkên nava wê derxe lê destê wî lê negeriya û digot “ax bê kirş û qal nabe”. Tevlî wan qirşan,tevlî wan bixuşkan hê xwezayî û bêhna wê jî hê xweş bû jê re.
Wê şevê dîsa bi heman xem û xeyalan raketibû. Tirsa wê jiyanê, tirsa, tengezariya ji warê xwe dûrketin hatibû xewnê dîsa. Dîsa zarokên dihatin pêşiyê û dîsa banga wî î “ mistek jiyan e .. nemaye.. bikirin”, bi lêvikên wî re bi deng dibû. Bi wê yekê re, di xwêdanê de vedigevizî.
Di kûrbûna xewê de,bi şeheşeha dengê biyan re bi xwe hesiya. Dengê têlsiz û peyvên tirkî hundir malê tije kiribû. Polês ketibûn nava malê û wekî her demên xwe, alav giş saxdikirin û tevlî hev dikirin.Lê van tiştana qet ew nediêşand. Çavên wî tim li dolavê bû. Ricifa girtibû bedena wî radipelikî mejiyê wî û çavên wî her diçû sor dibûn.
Pir nema, polês ber bi dolavê jî çûn.Dema polês ber bi dolavê ve çûn gum gum ji nava wî dihat. Hêrsa wî gur bû ,tarîyê xwe bera ser çavên wî dabû. Destên wî bi kulmik li paş wî girêdayî û dikira hevdû bixwarana.Tew ku kilîta dolavê jê xwestin, çavên wî dikira ji serê wî bazdana. Girêkek wekî keviran kete qirika wî û çîrke çîrka diranên wî herkes bi peroşiya wî hesandibû.
Ji xwe polês jî pir li bende kilîtê nesekinîn û deriyê dolavê şikenandin. Bi dengê şikenandina derî re alavên êgir di ser serî re diqulipîn. Dest û piyên wî wekî hêlekanê diricifîn. Dengê qêrîna zarokan û îske îska jina wî qet nediket guhên wî. Tenê dengê qutîkê ku ji destên polêsan de ketibû, guhên wî perçe kiribû , cegera wî guvaştibû. Yekî ji wan bi dengê tije hêrs:
- Hah ! Ya em lê digeriyan ev e.
Mehmed Şerîf êdî xwe zeft nekir û bi dengekî bê hemdî xwe got:
- Çi ye ya hûn lê digeriyan? Axa min e law ! Jiyana min e law ! Xwîna min e,sebra min e!
- Yekî got:
- Eroîn !
Hişê wî tevlî hev bûbû, bi dengê xwe î herî bilind got:
- Eroîna çi laaaaw ! Ew axa mi neee... ax, aaax!
Polêsan tiştek jê fêm nedikir. Destên wî xistin qeydê û axa wî di dest wan de ,di wê şeva tarî ,derî li wî û axa wî qefilandin.
...
Zarokên wî li dora diya xwe kom bûbûn. Piştî demekê cîran jî li wan kom bûbûn. Ji ber ku girtin di serê gişan re derbas bûbû. Giş ketibûn hewldana dilxweşkirina wan. Lê “yê ne di malekê debin nizanin hewalekê”. Tenê wan bi rewşa xwe û sermiyanê malê zanîbûn.
...
Mehmed Şerîf ,çavên xwe di bin betona çar dîwar de vekir. Başokeyên li hewa disekinîn. Çivîkên li dora wî diçûn û dihatin. Dengê berxik û barana ku li pelê daran dikir. Mija ku li dora keleha Mêrdîn kom dibû. Bêhna axa sor,xume xuma çem,hoke hoka şivanan ku olan li geliyan dikir û bayê bi fîze fîz giş li wê hucraeya teng bi Mehmed Şerîf re bûbûn heval ...

Ji nifşka hişê wî hate serê wî û bi lezgînî li dora xwe nêrî. Inte inta ji ber birînan ku nedikete guhên wî jî, sekinî. Xofeke mezin kete dilê wî ,wekî perçeyek ji kezeba wî qetiya be, wekî tiştek ji bedena wî kêm be. Dixwest rewşa xwe fêm bike. Lê tiştek nedihat bîrê. Dema ku bi carekê axa wî hate bîra wî jî, hêdî hêdî hêsir ji çavan herikîn nava dev û diranên wî. Fêm kir ku axa wî jê qetandine û ew bi termikî xistine nava diwarên ji beton. Wê demê jî dengekî bi xîze xîz ji qirikê derdiket û digot:
axa min ,bidine min... ew axa min e... ew mistek jiyana min e.
Nizanîbû çend seet e ku li wê derê ye , tenê û her diçû bêsebir dibû. Tiştek tunebû ku xwe pê biştaxilîne jî. Lê Bi xirte xirta di bin textê wî de, xwîn lê sar bû. Textê ku di bin wî de bû,çar tiliyan ji erdê bilind bû. Tiştek di bin de diçû û dihat. Tiştekî wekî ku dîlan dikir. Bala wî giş çû ser wî dengî. Guhê xwe danî ser text û guhdarî kir. Carê digot “xirt,xirt...!” û disekinî. Fêmkiribû ku mişk e. Di wê hucreya ku ew tenê tê de ye, wekî ku hevalek jê re çê bibe û êdî wekî pê şa dibû. Heta ku hinekî wekî zebaniyan, jê re xwarina wekî verşiyê tanî an jî mîza wî bihata û wan kesana bi çengûran bigirtana bibirana daşirê, xwe bi mişk diştaxiland.
Dema wî xwe tev dida mişk xwe dixist quncikekê û disekinî. Dema mişk xwe tev dida îjar ew disekinî û lê guhdarî dikir. Êdî carinan bi seetan li benda mişk dima. Dema dereng dihat bêhna wî teng dibû û bi kulmikan li text dixist.
Jiyana ku li ber dengê çeman, li ber dengê civîkan derbas bûbû, êdî li benda liv û dengê mişk bû di hucreya sar û tarî de. Du giyanewer her yek bi awayekî ketibûn binê betonê. Tu kes û tu rewş nedihate ser bala wî, tenê ew mişk û Carinan axa wî jî dihat bîrê û wekî lorîkan digot :“ axa min eee, jiyana min eee. Mistek jiyana min ee, bidin min”. Carinan hawar ji mişk jî dixwest û digot: “mişkooo ji min neqete,êdî bêyî te sebra min nayê li rûyê erdê, îro tenê tu mayî nêzîkî min”.

Çend rojan bi wî awayî jî derbas bû dema wî. Lê demeke dirêj bû ku deng ji mişk nehat. Pir ket fikaran ku mişk çima nehatibû. Rabû û xwe da qoziyê, text bilind kir, çavên xwe li mişk digerand ku çi bibîne. Mistek axa sor û di bin text de kom kirî. Bi carekê text ji dest de ket û hêdî hêdî xwe bera erdê da. Bi ricifandina piyên xwe destên xwe da ber rûyê xwe û sekinî. Fêm kir ku ne mişk e jî ,xilt e. Bi kelogirî li axa ku xilt kom kiribû nihêrî, fikirî û got “ hey bêxwediyo te ji ku anî, ev axa min e... Lêê... Lê çima wisa rengê xwe guheriye? Çima bêhna nexweş jê tê? Te çi kir xiltê melûn? Ka.. Ka kirş û bixuşkên te,ka bêhna te... çi bû ji te jiyana min? Belasebeb negotine “dijminê te mişk be jî hesabê wî bike bavooo!”
Polêsan kîsê axê li quncikekê hiştibûn. Bi rojan li ber qulika xilt mabû û xilt û mişkan ew ji hev bela wela kiribûn. Her kulmek li ber qulika mişk û xiltekî de kom bûbû. Hinek jî para xiltê hucreya wî ketibû. Ew di bin dîwarê betonî de girtî û axa wî jî ji alî giyanewerê herî pîs ve parî parî bûbû. Mejî lê dihat guvaştin. Her ku text bilind dikir û li axa xwe dinerî,wekî horsan bi ser sera de were, zingînî ji serê wî dihat. Qêrîna wî barîna wî ji Çar dîwaran pê ve nediçû tu kesî. Ev yek digot û dibiland “ qey kesekî min tune ye,qey dengê min naçe kesî.” Lê carînan jî digot: “diya min ji me re digot , guhên erdê jî hene ,de ka ma çima deng naçe kesî.” Êdî mişk jî li ber çavan reş bûbû û digot: “ min got qey mişk e û ez pê şa dibûm,min digot qey di nava van dîwaran de hevalek ji min re çê bû ye. Lê yarebî ew jî te ji min re zêde dît? Qey herkes ,her giyanewer ji bo xwe tenê dijî,kê kir kê, kê bir kê? Qey wiha ye!”
Tu hêza jiyanê pê re nemabû. Roj û şev bê hejmar derbas dibûn. Carinan bêdengî bi hingizên polêsan xera dibû . Yek hildihat yek dadiket. Serê wî tije otik bûbûn.her otikekê janek didan bedena wî. Porê wî evolî ,rîha wî wekî ya dîna bûbû. Çavên wî,devê wî,destên wî bi birîn bûn. Dîsa peyv ji bîr kiribû, tu tiştek ji polêsan jî re nedigot. Çavên wî tim li xew bû. Giran bûbû xemsar bûbû,poşman bûbû ji jiyanê. Rehek ku wî bi jiyanê ve girê bide jî nema bû,bê hêvî wekî termekî li ser text bû.
Çend rojan polêsan ew ji bîr kiribûn û bi şev û roj razayî bû. Xewnên tevlihev didîtin. Kurê wî hat xewna wî û jê re digot: “ bavo min û diya xwe bêriya te kiriye”.
Bi vê gotinê re çengî ser xwe bû. Bi çeng bûnê re serê wî li dîwarê himber wî ket. Çirûsk ji ber çavan çû. Wekî ji xeweke hezar salan rabe ,xwe sivik dît û hişê wî li serî bû. Matmayî li dîwarê hucreyê dinêrî. Çavên wî li roniya ku di dîwêr de xuya dibû, ket. Ziq li roniyê nêrî. Çû, çavên xwe da ber qulikê. Li derve xaniyên xerabûyî, zîndana xerabûyî ,mirovên bi peroş û çar dîwarên hucreya wî tenê li ser piyan. Û awazên tevlihev ji derve dihat. Lê ew awaz bi awayekî din dikete guhên wî û wekî berê wî têkeve gund. Bişirandinekê girt ser rûyê wî, germiyeke bi peroş laşê wî ji kûr de ricifand , zimanê wî livîya û ew jî bi kelogirî tevlî wê awazê bû:
“Kulîlkên welat sor bûn
Bilbil bi gulan şa bûn”.
.....
1999
*Ev çîrok di sala 1999 an de di pêşbaziya çîrokan ya NÇM ê de bûye yekemîn. Herwiha ev çîrok di pirtûka "Mistek Jiyan-M.Çiya Mazî" de heye.

15.07.2018

NIVÎSÊN DU SAL BERÊ
M Çiya Mazî

-Bi sedhezaran kurdên baş û fedekar, di zindanan de ne, li derve xebatê dikin. Bi sedhezaran mirine. Peyva 'kurd xerab in' ya serdestan e. Bêbawerî ye.
-Ey mirovê bê bawerî! Kêmasiyên ku li hemû dinyayê hene neke para kurdan tenê û nebêje "em kurd wisa ne", bi milyonan kurdên jêhatî hene.
-Carekê jî nebêjin"em kurd nebaş in, ji tiştekî re nabin" Bila bawerî hinekî hebe; bi sedhezaran kurdên fedekar,leheng,baş,biaqil,serkeftî henin.
***
-Rojavayê Kurdistanê, rêbaza xwendinê seranser dike kurdî. Nexwe hemû xebat ji bo Kurdistaneke demokratîk e.Dîsa xuya bû
-Pêşî here bibîne rewş û arîşeya gellekî mezin, dû re bibêje ez rewşenbîr im û kurd nezan in.
***
KONE :
-Kone, ji hertiştî piçik piçik zane, ji bo ku li her derê tiştekî bibêje, da ku xuya be...
-Kone mexlûqatekî wisa ye ku 6 çavên wî hene; dudu li pêş, dudu li paş, dudu li asîmanan dinêre, ji bilî qulên di derên din de...
-Ji ber ku her roj piyên koneyî li saziya ziman a tirkî (TDK) ye, çi peyvên nû jî hebin bikar tîne li himber gundiyên (!) kurdînûs.
-Tabî gellek camêrên kone serxwebûnê dixwazin, loma her tim bi zimanê biyan dinivîsin û zimanê xwe zanin jî naxwînin û pê nanivîsin...
-Kone, bi êrişa xwe ya ser çepgiriyê re jî dixwaze puanan bigire, wek ku yên herî pir kurdan dikujin ne rastgir bin...
-Li Rojava feriştehên kurd diçin azadiya di dil de; yên kone hê jî dibêjin çima hûn jahrê jî venaxwin...
-Yên kone gellek carî ehmeq in jî, dibêjin qey kes bi me nizane; belkî jî haya herkesî ji wan heye... (tenê ya wî ji wî tune ye).
-Roja ku hinguv hebe, yên kone li bendê dimînin ku tilîka xwe têda kin, lê ku mêş bên; nigo qurban!!!
-Neyarê hevalê xwe di rojên giran de li firsetek din digere ji bo nig neşemite...
-Kone bi mizawiriyên xwe yî cur bi cur ji pişta millet dixwe û qelew dibe....
-Meqsed ev be belaş e aqil, "min gellek tişt da te çima te tiştek neda min?"
(Ji Twitterê @cmazi )

7.06.2018

JI BO HILBIJARTINÊ. M.Çiya Mazî


JI BO HILBIJARTINÊ
*Serkevtina HDP û Demirtaş dé gellek réyan veke, ji bo wé yeké dengek jî giring e, xiret e, îro zéré zer e, wijdan e, biparézin.
*Samimiyet ew e ku mirov îro ji bo serkevtina siyaseté tiştekî bike, ku sibe ji bo şaşiyén wé xwedîpeyv be. Ne ku mirov di kozikan de bi çar lepan li bendî şaşiyan bimîne.
*Mijar ne tené çepgirî û çepgirén tirk in, heke wisa be aha way bi sedan çepgirén tirk ji bo Demirtaş dixebitin, hinekî mirov bi vî awayî jî bifikire. Gellek rastgirén kurd jî niha piştgiriyé didin ké jî xuya ye. Révebûn û révekirin giring e. Her tim peyva "çepgirén tirk me dixapînin", bixwenebawerî ye jî.
*Mirov dikare gellek xebatan bist rojan taloq bike.Wéje û huner jî bi dereké de naçin taloq dibin an dikarin bén bikaranîn. Lé belé hilbijartin bé veger e,xebat û piştgiriya ji bo wé baş e, serkeftin nebe, gellek kar dé xisaré bibînin.
*Kîjan réxistinén kurd deng nedin Demirtaş, ewé édî biherifin. Hek wisa bin biherifin bi xértir e ji xwe. Kes û kesokén berjewendîst jî dé biherifin.Belkî ew jî bi xér be.
*Yekîtiya li ser Demirtaş ji perçebûnén salén 70 û 80 yî xelasbûn e jî. Berevajî wé dîsa bi şûnde çûyîn e ji kurdan re.
*Ku siyasetek xurt tune be ziman tené pere nake ji bo azadiyé, kes xwe nexapînin.
*Rexne, analîz, hêvî, çalakbûn, berxwedêrî, têkoşerî tiştek in; reşbînî, bedbînî, pêşdarazî, bêhêvîtî, giyantêkçûyîn jî tiştekî din in. Demirtaş hêvî ye, ronî ye, berxwedêr e, têkoşer e, rêber e...
*Édî ne ew dem e ku kes aqil bidin kurdan. Her ferdé welathezé kurd û demokrat zanin dé çawa ji tengasiyan xelas bin. Di tura yekemin de jî, di ya duyemîn de jî, ji bo wan çi baş be, dé wé bikin. Siyaset jî hinekî dayin û stendina bi féde ye.
*Ku dengek-Rayek jî giring be,teknîka bikaranîné jî pir giring e.Hinek deng bi şaşî berhewa diçin.Perwerdeyî û ravekirin jî pir giring in.Cih dîtin û çûyina ser sindoqan a hemî dilxwazan û ji bajaran neqilkirina wan jî giring in.Her kes dikare di vî warî de hişyar be û hişyar bike.
*Mirov peyam û vidyoyan bişîne ji yén guman heye ku dengé xwe nadin Demirtaş û Hdpé baştir e bekî.
*Pirsgiréka kurd tune hilbet, binpékirina mafé kurdan heye. Demirtaş parastina mafan e! 'Moyqot' mirov dike robot! Hereket dike bereket!
*Ji ber ku ken dermané her dilan e... #DemirtaşSerbestKalmalıAYM.  Ji évar de ye ku payam û wéneyén nameya #Demirtaş diecibînim, naqedin. Peroşî û xebata we zéde bibe xwezî.
*Dibéjin li WANé û ÉLIHÉ ji şéniyan kes neçûne ser xwarina fitaré a Kayyiman û gotine: "MA QEY ME ROJIYA XWE XWARIYE!?" 
*Van rojana her sibeh bi guhdariya stranek ku Demirtaş dibêje dest bi rojê dikim û twiteke li ser hilbijartinê dinivîsim. Ji ber bawer dikim ku kurd dengê xwe û destê xwe nedin Demirtaş ew ê nerine pêş, herin paş... 
*Dibéjin pékûtî nadome, ne wisa ye; ku mirov tiştekî neke, didome. 
Dibéjin rojén bi xér, tiştekî wisa jî tune; ku azadî û dadî hebe, xéra her rojé ew e.
*Carinan sebir û sebat hemû neyiniyén derdoré dike serkevtin ji mirov re. 
Sebr û sebat, dem û xebat.
Ne bi tundîtî, bi aramî.


(Ji twîtterê guncavkirin: 10.06.2018), M.Çiya Mazî.

29.05.2018

PEYVÉN KU LI CÎHEKÎ DIN HATINE GOTIN 
*Tevlî,girtinan, surgunan, jikaravétinan,şer û pevçûnan çare naqedin, biryar û çalakiyén siyasî ré vedikin, hilbijartin jî wisa.Û tevlî dibe ku hé baş bûya jî baş e lîsteya HDPé bi ya min.Héviya ku ré ji azadî û serkevtinan re veke,pîroz be.
*Belkî hemû namzetén HDPé bi rûmet û baş bin, lé yén bi kurdî diaxivin, dinivîsin û dixwînin dé béhtir min dilxweş bikin.
*Bé çiv û dûv, bé tasewas dengé min him ji Demirtaş re û him ji HDPé re ye, hûn jî bidin. Kémasî ne asteng in. Ji ber ku serkevtina wan dé gelek réyén serkevtinén din veke ji kurdan re jî.
*Dibêjin, bernamzetên (AdayAdayi) HDP yên bajarê WANê, biryar dane ku her yek 20 pirtûkên kurdî bikirin. Detpêkek baş e, aqûbet li serê yên bajarê din be.
*Teqez dé Hdp di danasîn û propagandayan de li rastnivîsandina kurdî jî miqate be, ji mamosteyén kurdî bipirse û sûdeyé bigire #HDP#SelahattinDemirtaş
*Carinan hewce dike, ji déleva kes û bûyerén té rexnekirin, mirov yén rexne dikin niqaş bike û jiyana wan bikole.
Belkî rexneya mirov li siyaset, kes û bûyeran dike ji mafdarî û başî be.
Belki ew rexne ji betilbûnî be.
Bekî ji tiralî be.
Belkî ji hesûsî be.
Belkî ji rikberî be
Û tew bekî jî haya mirov jé tunebe ku bi rexneya xwe çiqas mirov xerabiyé jî dike.
Û belkî ji qurretî be.
Belkî ji nezanî û béhaydarî be
Belkî hinek sïxur bin û ji bo xerakiriné rexneyén bé bingeh dikin û rexneyén baş berhewa diherin.
Welhasil mirov li rexneyén xwe baş bifikire, û li yé dike jî bikole baş e.
Ev gotinén li jor ne rexne ye li kesekî/é. Tené dema mirov rexne kir, li çi be jî, mirov baş bifikire û saxlem rexneyan bike, bingehan ava bike baştir e dibéjim. Ku kesek bi rexneya xwe bawer be ew jî normal e û baş e, parastina wê rexneyê hewce .
*Dilawer Zeraq; ew kes e ku di salén 90î de li Amedé Egitim-Sené yé péşî qursa zimané kurdî daye destpékirin û hé jî bérawestan xebatén kurdî didomîne. Derbasî be jé re. @dilawerzeraq #DilawerZeraq
*Tu bêrî û bihar î di nav hisretên zarokiya min de zîldayî...
Tu ken û coş î her dem li ser dev û lêvên me mayî...
#BiTeDiguhereDinya #SelahattinDemirtaş #Demirtaş:
#seninledeğişir #selahattindemirtasıserbestbırakın #CbAdayimDemirtaş#DemirtaşıBırakın.
*Li ser meseleya hestiyén 'gayé wé salé' jiyan naherike (salén 70-80). Demirtaş sembolek mezin e, piştgirî hewce ye.
*Bi qasî sé hilbijartinan peyvén qerrase, qerf û henek hiştine li derve, di hundur de be çi ye, ji xwe her tiştî dide fémkirin #Demirtaş
*T A M A M jî bayekî hênik e, her kes ji bo xwe dibêje #tamam, ne malê kesî ye, dibéjin, ku ba hat tu jî hilmê-oksîjenê jê bistîne #TAMAM
*Her kes bila îro pirtûkek kurdî bikirin û bibéjin #CejnaZimanêKurdîPîrozB
M.Çiya Mazî 23.5.2018 ( Ji Twitteré)

24.05.2018

Li ser Dûrikên Mêrdînê (Manî) gotûbêja M.Çiya Mazî, li Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî, Stenbol)

Li ser Dûrikên Mêrdînê (Manî) gotûbêja M.Çiya Mazî, li Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî, Stenbol)

Li ser Dûrikên Mêrdînê gotûbêj-semînerek ji aliyê M.Çiya Mazî ve tê lidarxistin. Wek tê zanin pirtûkek M.Çiya Mazî bi navê "Baxek ji Folklora kurdî- Ji Derdora Mêrdîn heye.
Di vê pirtûkê de ji bilî biwêj, efsane û ferhengokên pîşekariyê, dûrikên kurdî ên bûkan û govendan (gelin manileri) ji Çiyayê Mazî ku li herêma Mêrdînê ye têde cîh digirin û ev di pirtûkê de beşeke giring û sereke ye.
M.Çiya Mazî dê li ser vê beşê bisekine. Ev dûrik bi taybetî li, kîjan herêman tê gotin? Taybetiyên wan çi ne? Ji alî kê û kîjan dema bûkanînê têne gotin? Çima têne gotin? Wateyaên wan çi ne? Li gor herêmên kurdan ên din cudatiya wan çi ne? Jin an mêr dibêjin? Di dûrikan de têkiliya jin û mêran û ya civakê çawa xuya dibe?
Bersivên van hemû pirsan dê bê dayin û dûrik dê bê xwendin. Herwiha di dîlan û anîna bûkan de bi çi meqam û melodiyan tên gotin jî dê ji dengê jinan bê nişandan.

Gotûbêj dê li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja yekşemê 27.5.2018an bê lidarxistin.
Komele li ber Pira ûnkapani ye. (Enstîtuya Kurdî ya Berê)

Cih: Kuloglu Mah. Turnacibaşi Sok. Tuner İş Hani No: 39 kat 6 Beyoglu - Stenbol

25.04.2018

Elîkê Cibo (Kurteçîrok - Çiya Mazî)


Elîkê Cibo
(Kurteçîrok - Çiya Mazî)
    Wî jî şûşeya xwe danîbû ser dîwarê beton. Kaxezek li bin pêxwarina xwe raxistibû û hêk, bacanê sor û xiyar hûr kiribû û dixwar. Ku dît ez jî rûniştim û min alavên xwe ji kîsik derxist û alav wekî yê wî bûn, ji deh mîtro dûrî min bi baldarî li min nêrî û wekî girnijînekê li ser rûyê wî xwe da der.
    Min jî lê dinêrî û di kêlîka pêşî de tiştekî nepen di hişê min de xwe livandibû; dişibiya yekî ku min pirê caran dîtiye û min pê re beşek jiyana xwe bihurandiye. Teqez yekî wisa ye ku bi nêrîna pêşî re awirê dilê min bi baldarî dageriya alî wî. Pozê pahn î gumokî li nava du gepên sor û hildayî û çavên şîn yê ku di bin birûyên hej hejî de windayî. Piştî ku min qedeha xwe tije kir û li alî wî nêrî wî bi xwe qedeha xwe bilind kir, got noşî can be ! Min jî bê dilî xwe bilind kir û berê xwe jê guherî. Lê ji alîkî jî diponijîm bi nêrîna xwe ya li bahrê re.  Piştî ku min bi qurta ewilî qirika xwe şil kir, min alavê xwe yê zêde danî ser beton, bi qedehekê û hinek bihîv û sêv re bêdeng mam. Di wê kêlîkê de bi carekê re min dît tiştekî xwe çengî nava avê kir û hêdî hêdî bi ji peravê dûr ket. Kevcal bû û ji nava kevza ku li gomeyekî mezin kom bûbû xwe çeng kiribû û bala min jî çûbû ser wê kevzê û wî gomeyî.
      Bi ponijîn û nêrîna min re kevjalekî din jî xwe çeng kiribû, ji ser kevirê birka Mêtsagê, nav ava bi kevz û bi dengê xwe yî stûr û çiyayî bangî me dikir Elîkê Cibo; kuroooo! Hûn li ku nin kuroooo?. Bangî min û Şerîf dikir li Mêtsagê, li rexê Şemrex pala Çiyayê Şêxmihemed ku me jê re digot Gîharê Şêx Mihemed. Tenê serê wî çiyayî bi dar bû ji çiyayên ku li dora Şemrexê ne. Ew jî ji ber ku digotin ziyaret û parestgeh e, ji ber mekanê ku li serê qotê wî bû ku kesî nizanîbû çi demê çê bûye, tenê digotin mekanê Şêxekî bi navê Mihemmed e û hew. Ji xwe her ku ji qot de ber bi jêr de dihat darê berrî û mazî jî kêm dibûn û darê guwîj û dirrîkên bi strî dest pê dikirin û ku digihaşt rastê, dar mar nediman û tenê rez diman, rezên mirovên Taxa Beroj û bi taybetî rezên mala Axê. Kanî û birka Mêtsagê jî di nava bexçe û rezên Mala Heneşê Osman de bû ango Heneş Axa.   
      Elîko bacan ji me re anîbû wê rojê, qey zanîbû ku em herdu jî birçînin û dikin ji nêza bê terp û bikevin erdê. Destê xwe bir cuherê ku qet ji milê xwe danedixist û bi ken digot, ka hûn çi dikin kurooo?! Bila golikên we neçin nav cinênê haaa? Him henekê xwe bi me dikir û him bi wî ken û henekê xwe em hişyar jî dikir Elîkê Cibo û pê re jî ji cuherê xwe du bacanên sor û du xiyar derdixistin û dida me.
   Min li wî dinêrî wî li min û tevgerên wî di hişê min de diçûn Mêtsagê û dihat; esil navê vê giravê Halkî ye, îjar navê wê kirine Heybelî, cîhê filehan e, cîhê Rûman. Berî bi çil pêncî salî, çûyina wan dest pê kiriye ji van deran. Aniha bi qasî tiliyên destan jî nemane li vê giravê. Ez gihaştim ser wan, wê demê me ji xwe re xaniyek zeft kir û ji wê rojê de li vir im, bi bazirganiyê û karkeriyê heta teqewît bûm li vir û hero têm vir. Aha berê ev cihê ku tu lê rûniştiyî jî xaniyên wan bûn, van dorana giş milkê wan bûn, digot, mirovê li himber min ku qedeha xwe dibir devê xwe, qurt lê dixist û pişt re jî dîlimê bacan û hêkan yeko yeko dixist nav diranên xwe, weke ku me Elîko carekê li nava xirbeyê nêzî bexçe dîtibû ku li ser kevirekî mezin yê qoziyan rûniştibû û nan û bacan dixwarin û gepên wî dinepixîn.
Di serî de ji me re gotibû neyên aliyê birkê. Lê belê ew qedexebûna vê yekê wekî peywîreke wî bû, ne ku biryareke ji dilê Elîkê Ciboyê bi tenê û bê zarok hatibû. Ku em ji ber qedexeyê bi dizî ber bi birkê nediçûn jî, çend roj derbas dibûn ew dihat û dubare digot, qet nerin bi alî birkê de haaa. Bi me wekî bibêje, hûn herin haa û ew qedexekirina wî bi me şêrîn dibû, ya jî wî bi xwe bi zaneyî bi me şêrîn dikir. Me miraq dikir pê re, gelo çi hebû li wê derê, li derdora birkê? Min û Şerîf biryar da ku rojekê emê dîsa herin û der û dorên birkê gişî bihost bi bihost sax bikin. 
Me texmîn dikir ku tiştekî wî yê ku veşêre yê bi nirx tuneye ji bilî cuherê wî. Milkê wî wekî din çibû? Wekî din… haa..., milkê wî kûçikê wî bû esil û cuher jî, ku mala axê wekî zîmetî wî kiribû ew jî nîvmilk bû. Kûçikê wî ji serê biharan heta dawiya payîzan pê re dima, diçû ku li dû wî bû ew milkê wî, dinyaya wî, xizmê wî, yê herî nêzîkî wî, kûçikê wî. Navê wî kûçikî Malê Mino bû ji xwe. Em piştî demeke dirêj bi wateya wî hesiyan. Ku bangî wî dikir digot Malê Minooo! Malê Minooo! Malê Minooo! Carinan jî digot Malo, Malo Malo Malo' Heta ku Malo dihat xwe li ber wî dimelisand, dom dikir ev bang.
Dema ku me holîka aşê heriyê temam kiribû û çenikek nisla ava ji birkê dihat ber bi aşê xwe rast kiribû û me nanê xwe ji naylon derxistibû ku bixwin û pêxwarin tunebû, me biryara çûyîna birkê dabû.
Piştî xûzbûneke dirêj di nava dirîreşk û darên sincan re me nêzîkî li birkê kiribû. Kesek tunebû li derdorê. Ji dengê req û beqan pê ve tu deng nedihat. Jorê birkê bi dêliyeke li ser dara tehewa mezin girtîbû. Aliyekî biçûk bê dar bû lê ew jî bi tahteke mezin girtî bû. Her du aliyê kêlekê jî bi dirîreşkên bilind girtî bûn. Bi qasî kûrbûna birkê wan dirîreşkana jî birk hê kûr xuya dikir. Bi nêrîna me re bi carekê me dît kû li nêz me Elîko bi dengê wekî zengilê stûr û bi hela hela çivîkan diqewirîne ji ser mêwan, çûk çûk çûk! Hurrre! Hurreee! Bi dengê wî re me xwe di nava dirîkan de melisand.
Min xwe xistibû bin dirîreşkên dora tehewê. Şerîf jî ji min wê de xwe melisandibû. Dema min xwe vir de wê de livandibû destê min çûbû ser tiştekî nerm ku nedişibiya dar û gihayan. Hinekî min bi baldarî lê nêrî, min nêrî ku di nava kîsikekî cabûn de tiştek heye. Hêdîka bervê çûm û min vekir. Ku hinek bacan û hinek xiyar di nav de ye. Di nava naylonekî de jî seriyek penêrê şor heye. Aliyê tehewê yê din holika wî bû û wisa çêkiribû ku mirov nedidît, ji dirîreşkan dorpêçkiri bû ew holik. Her roj û havînan jî bi şev û roj li vir radibû rûdinişt, radiket. Qey ji bo penêr germ nebe xistibû nava dirîreşkan, cihê ku her tim sî bû.
Şerîf bi peroşiya xwe got; ev viya ne ji bo ku me di vir de zeft bike law?! Û pê re jî li dora xwe fitilî û dor qoleçan kir. Lê dîsa li min nêrî bê deng ma û me herduyan jî bi hev re gotibû, belkî jî wî ji bo me danîbe vê derê, ji bo xwarina me. Lê dîsa jî bi tirs me ew anî û piştî ku me têr li ber birkê xwe hênik kir û li req û beqên ku ji ber kevir û dîwarê betonî çengî nava avê dikir û di nava avê de digeriyan temaşe kir, hêdî hêdî di rêya ku em tê re hatibûn dîsa berjêr bûn. Berjêrî nava bexçeyê gewre yê bi av û cinên yê mala axê bûn.
Aha em jî di nava vî bexçeyî de li ber golikan bûn. Ji ber ku salên par mala me û mala Şerîf cinên çêkiribûn di nava vî bexçeyî de, Elîko jî em nas dikir û dihişt em tenê bên û golikên xwe li nava bexçe aliyê giha lê heye biçêrînin û ji xwe re bilîzin.  
Ku keştî di ber peravê Halkî re derbas dibûn alî îskeleyê, pêlên avê pir dikir û ew pêl bi hêz dibûn û dihat li peravê ber min li tahtan diket û dengekî bilind î bêhempa derdixist û dihişt ku dêhna min ji birka Mêtsagê biqete û dîsa were ser Halkî û vî zilamê ku hey bi çingîna qedeha xwe re dipeyîve û dibêje qey ez jî lê guhdarî dikim.
  Ez tenê li vê giravê dimînim, zarokê min giş çûne Ewrûpa, Elmanya û vir de wê de. piştî ku ez teqawît bûm min xaniyê xwe li gor xwe tamîr kir û ez û xanima xwe me biryar da ku heta mirinê li vê derê bimînin, çok şikir halê me xweş e.
Min dixwest ku ji vî mirovê sor î enîsemitî re bibêjim tu ji ku hatiyî vê derê û tu çi kes î, êl û mêla te ji ku nin? Belkî wî jî nizanîbû û belkî zanîbûya jî dê negota ji min re, çima wê bigota ma, ji yekî ku deh kêlîk berê hatiye û rûniştiye li himber wî û bi serê xwe yî xweş çima wê bigota esl û feslê xwe û secereya ebûk û ecdadê xwe. Ji min re jî bigota, minê jî bigota nizanim ji ku hatime, hema hazir bixwaze…
   Nizanîbûn ew ji êla kê ye, ji ku ye Elîko. Tenê zanîbûn mala Heneş Axa ew ji qefleyê ku ji alî Çiyayê Mazî dihatin û diçûn Diyarbekirê girtine û bi tenê zanîbûn navê bavê wî Cibo ye û wan jî nav lêkiribûn Elî, Elîko, Elîkê Cibo û bûbû berdestkê wan. Û li vê derê li nava van bexçeyana ji me re bûbû şitaxilîk, ku min bi henekan digot; kuro Elîko hat, her carê jî Şerîf bi peroşî digot; kanî law, kanî kuro? Û radibû ku binêre aha wê demê piştî kenê min ew jî dikeniya.           
   Min hizir dikir ku tenê li ba me, wî bi dilekî rihetî ew kenê xwe yî ji dil û hinavan derdiket dikir. Wekî wisa bi hisreta zarokan bû û wisa bi hisreta ku hinek wî jî bi tiştekî bihesibînin û wî jî wekî mirovekî normal bibînin û tew hinek, wî wekî zane, wekî mezin, wekî yê ku mirov guhdariya wî bike bi nav bikin. Min û Şerîf me guhdariya wî dikir her tim. Qey me wisa pê dida xuyakirin ku ew ji me zanetir e û ew mezinê me ye û ew zilamekî bi qedr e ango wisa ji alî wî ve  em xuya dibûn. Tabî me nizanîbû fileh e, ku bi wê çûkaniya xwe me jî zanibûya ku fileh e û me zanibûya ku em misilman divê ji wan bibehecin, dibe ku me jî ew bi tiştekî nehesibanda. Lê em hê di vê hizrê re negihiştibûn û me ew ji xwe re wekî alîkar dihesiband, me ew wekî zilamekî ku ji tiştekî re dibe dihesiband, loma wî jî ji me hez kiribû û alîkariya me dikir. Tevlî ku xwediyê bexçe nedihişt em golikên xwe bînin nav mêrga bexçe jî, wî rêyek ji me re vedikir, cih rê me dida û bi ser de jî tirî, bacan, xiyar û nan jî gelek carî dida me û li ba me tenê wisa bi mestbûnekê dikeniya dikeniya heta ku lal dibû. 
     Belê carinan li ba jinên xwediyê bexçe jî dikeniya, lê ne ewqas, ne bi wî awayî. Dema li ba wan bû û ku jinên axa ango xwediyên bexçe jê neditirsiyan ku tiştekî an xerabiyekê bi wan bike û nedihizirîn ku bi şaşî û bi dilekî evînî cinsî li wan binêre, henek pê dikirin, bi peyv û tevgerên wî dikeniyan û pê çîrok didan gotin. Gelek carî jinan tiştên ku nedihat gotin jî li ba wî digotin, qala hezkirinên xwe, qala têkiliyên cinsî bi awayê argo dikirin. Ji ber ku zanîbûn Elîkê Cibo nikare nepeniya wan belav bike, zanîbûn ku xisara wî jî nikare bigihêje wan, ma ji bavê wî ne zêde bû ku dilê xwe têxe jinekê, qîzekê ango bi çavekî xerab li wan binêre, li malbata axa an jî yê xeyrî ola wî.
 Ji wan jineke bî û henekçî, Weso, her tim dihat û wekî tetirxana ken û henekan dest bi peyv avêtina Elîko dikir û digot; Elîko bila mêrê min be, ezê wî bikim. Herkesê li dorê bi vê pevê dikeniyan û digotin de ka em daweta we çêkin û bira jî radibûn û dîlan dikirin. Wê demê Elîko jî dikeniya, lê kenekî tenê ji dev û diranan ji rû û çavan derdiket. Bi wî kenî re jî paşê xwe dida Weso û dimizicî tenê. Qet ne kenekî ji dil, kenekî ji rehên can û cegerên wî derdiket; kenekî bi sînor, kenekî di qefesê de zîndankirî li dardiket. Jinên ku Elîko ji wan re digot "dê" nizanîbûn bi wî kenî, nizanîbûn ku ew kenê derewîn e. Me tenê zanîbû, ji ber ku li ba me kenekî din yê Elîkê Cibo hebû. Kenekî ku dinyaya wî gişî li ser rûyê wî kom dikir, kenekî ku hew dima ji kêfan bifire Elîko. Çima ew ken li ba me wisa bû nîzanim, dibe ku zanibû em bi paşeroja wî nizanin an em wî wekî mezinekî xwe dihesibînin, wekî bav û birayê xwe dihesibînin û zane ku, em hurmetê ji wî re xuya dikin. Nizanim, ez difikirim ku wî gelek carî ji bo wî kenî bangî me dikir, pêkenok digotin û dikeniya û carinan jî çîroka xwe digot. 
Aha ez ji destê eskerekî wekî wiyê ku li ber hefsa biniya mala axê nobetê digre reviyam û hatim nava vî bajarî. Em ji dereke dûr ku diya min digot ji Edenê, hatibûn van derana û di Dêrika Çiyayê Mazî re tevlî hinekî Dêrikê, di rêya Şamê re emê biçûna Diyarbekirê. Em hatibûn li biniya keleha ku li Çiyayên Mazî dinêre Keleha Şemrexê sekinîbûn. Eskerê ku destê min î bi ben pê ve girêdayî bû, ji bo avê vexwe çû ser kaniya ku ava wê ji tahtê berjêr dibû û destê min berdabû. Pê re jî çavê diya min ziq bûbû bi alî min de û bi çarlepkî xwe gihand heta hinda min û got, bireve. Ez ji tirsan  diricifîm û ramana bidûrketina ji diya xwe pirpirek di hundurê min de çêdikir. Lê diya min, bi xwarkirina dev û rûyekî bi min re xeyidî ku heta wê demê min qet nêrîn û awirên wisa tahl li ser rûyê wê nedîtibû. Bi çavên xwe taht û gomeyên ku nêzî me bi awayekî berger û xeyd nîşanî min jî dikir. Ji xwe bêyî vîna xwe hêdî hêdî û paşpaşkî ber bi wan herikîbûm bi xeyda diya xwe re. Ku nêzî wan bûm jî min xwe mîtroyekê çeng kir, reviyam heta paş wan û qet min li paş xwe nenêrî êdî.
Hinekan nêzî wê derê paleyî dikirin û ji dûranî ve qefleyê me temaşe dikirin. Hema min xwe li wan girt û beziyam. Ku gihajtim ba wan devê min î ziha hişk bûbû û hema li nava erda sor veketim û min got, av! Jineke bi kitan û kofiya bi şahra sor û mor, bi lezgînî tas ji kunê avê tije kir û anî ji min re. Min bi qurtequrtekê vexwaribû ku herkesî bi metalmayin li min dinêrîn. Piştî ku min hilma xwe veda, yekî ku li bin holika çilo pala xwe dabû stûnê holikê, bangî jinan kir ku min bibin hinda wî. Ez birim. Yekî serê wî mezin û rût, wecê wî sor û gewr tevlî hev û bi lêvên mezin, got tu ji ku tê kuro? Min got ez ji wan merivana qetiyam, wanê ku bêhnek berê di ser wê rêyê de çûn û min pê re li aliyê rêya diya xwe nêrîbû, wekî mijekê dixan tenê xuya dibû. Yekê ji wan jinana got, axa ez bawer dikim ew qefleyê filehan bû, bêhnek berê di wê rêyê re bihurîbûn. Aha wê demê wî zilamî got, wî veşêrin zû, bilezînin. Dîsa ez tirsiyam lê ew li ber min digeriyan û gotin em tiştekî bi te nakin. Lawikekî da pêşiya min û ez hinekî ji nava erd bi dûr xistim. Me xwe di nava deviyên ku tibabekî dûrî erdê paleyî lê dihat kirin de veşart. Lê belê wîyê ku navê wî Gênco bû û ez pê re hatibûm, carinan radibû û li alî erd dinêrî, got, way esker hatine nava erd. Cardin jî xwêdanek germ girt ser bedena min û ji lephinanîn de ketim. Qey lêwik fêm kiribû ku pir ditirsim û got, qet netirse bavê min axayê vê derê ye û esker çi bikin jî ew te nade wan. Adeta me ya kurmancan jî ku yek xwe bavêje bextê me, em bimirin jî nahêlin kes xisarekê bigihîne wî, tu dixwazî bila dijminê me be jî, ku ket bextê me, hew. Bi van peyvana ez rehet bûm û êdî me her ji bîstekê carekê li nava wî erdî dinêrî heta ku esker ji wir bi rê ketin û êdî min qet diya xwe nedît li vê dinyayê, li wê dinya din ew jî belkî dibêjin. Çîroka min û Şemrexê ji wê derê ango ji gundê Xirbê Heynder ku niha kesek tê tune ye, yê li biniya Keleha Şemrexê ye dest pê kir û êdî ji wê rojê pê ve xêzikek girover li dora min çêbû û min qet ew xêzik derbas nekir û jê derneketim, ne min karîbû û ne min dixwest ji xwe.
Belê qalikekî pir qalind li dora jiyana wî û bedena wî çêbûbû û li ser rûyê wî jî xuya dibû bi çermê sor, stûr û bi damarên reş re. Tu hestên ku wî ji cîhê wî bileqîne û ji wê xêzikê derkeve derve an wî qalikî biderizîne jî qet lê pêde nebûbûn.  
 Biharan, havînan û payîzan li ber bexçe û rez bû, ew û Malêmino û zivistanî jî li ber tewla hespan ya di zaroktiya wî de tije hesp dibûn. Ew tîmar dikir, alifê wan tije çeh û ka dikir. Lê demên dawiyê ku hesp neman êdî zivistanî dîsa li wê tewla hespan li çend mirîşk, elok, ker, dahşik û dermaleyan miqate bû. Nobedarî ji beşên wê tewlê ku ji alî dikandaran ve wekî embar hatibû kirêkirin jî dikir. Her wiha zivistanan, gundorkirin û avêtina berfa ser xaniyan û suxreyên din yên mala axê jî dikir. Her ku diçû sûkê û tiştek dikirî jî teqez carekê li dora xirbeyê nêzî qesra mala axê digeriya û dû re diçû karê xwe. Heta carinan av jî dikişand ji ser kaniyan û bi wî barê giran jî serdana xirbeyê xerabe û kavil ji bîr nedikir, debokê avê li ser curmê mezin datanî û bi nêrîna kavilî re bêhna xwe vedikir. Ew wekî koleyê herkesî bû, yê axa jî yê jinên axa jî û yê derdora axa û yê hemwelatiyên axa gişan, heta ku bimre… Heta ku mir jî wisa mabû Elîkê Cibo, ne zewicî û ne bû xwedî mal û zarok.
Me tenê bihîstibû ku miriye. Jê û pê ve me tiştek nizanîbû, kesî jî ji me re tiştek nedigot ku çi pê hatiye. Ji sihalbûna rez û bexçe jî xuyabû çûyîna wî. Dû re bi pirsa me re, tenê ji devê pîrekî dihat gotin, Elîkê ku ji kambaxê êdî pişta wî xûl bûbû û heta mirinê jî li ber bexçe bû û roja dawiyê ku li ber birkê serê wî li ser kevirekî bi xew ve çûbû û sibehê zû jinên ku çûbûn bacanan biçinin ew dîtibûn. Ev bû agahî ji me du zarokên dostên wî re.
Ez û Şerîf bi dizîka çûn camiyê ber kevirê mirîşuştinê ango kevirê nahşê û me di bin paçikê ku li dorê hatibû pêçan re li ser kevir nêrîbû û hêj cilên wî lê bûn, melle amadeyî dikir û jê dikir. Dirêjkirî bû û destê wî li ser zikê wî bi hevdû ve zeliqî bûn, xwe tev nedida, ji dûranî ve mirov digot qey raketî ye…
Gora wî jî bûbû arîşe û rojekê sax li ser gora wî fikirîbûn, gelo dê li ku veşêrin? Lewre li navçeyê goristana filehan jî tunebû, fileh jî di nava misilmanan de nedihat binaxkirin. Heta hinekan gotibû ku emê bibin derek din, wek Mêrdîn, Dêrikê filan, lê çê nebûbu. Mele hatibûn li hev kom bûbûn, rîsipiyan nîqaşên mezin dikirin û digotin ew mirovekî ku em nizanin çawa hatiye vê derê, tenê mala axê dibêjin, ew yekî ku ji refê xwe qetiyeye, refê ku ji alî hukûmetê ve mişextî hatibû kirin û me jî ew aniye xwedî kiriye û nan dayê û av dayê û me nivîn dayê û me kar dayê û me anî heta vê derê, êdî ji niha û pê ve karê mele û şêxan e. Lê kesekî, şêxekî, meleyekî ku lê bi xwedî derkeve û wî jî weke mirovên navçeyê bi rêwresmê têxin bin axê tunebû. Dawî dawî ji mala axê yek derket û got ku, ew bûye misilman û min dîtiye ku nimêj kiriye. Di dû vê gotinê re pirsgirêk çareser bû û ew jî di nava goristana misilmanan lê belê li rexê goristanê û hinekî dûr, dîsa ji ref qetiyayî, bû xwedî gorek bi tenê Elîkê Cibo…
Ku min li rexê vê bahrê alavên xwe da hevdû û rabûm ser xwe, ew jî rabûbû û li min nêrî bê deng. Berî ku minê xatir ji vî mirovê ku min dişiband dostê xwe yî dema zarokî bixwesta, pirsek li ser lêvên min peyde bû.
Navê te çi bû ezbenî?
Navê min Elî ye.
Aha! Nexwe navê bavê te Cibo ye?
Na, navê min Elî ye û navê bavê min jî Muhemmed e.

Bêyî ku wekî din tiştekî bipirsim û piştî miziçînekê min rahişt çenteyê xwe û montê xwe avêt ser milê xwe û di nava bixuşkên perê bahrê re, him min li qalikê midyeyan û fosîlên ajalên bahrê ku tevlî bixuşkan bûbû dinêrî û him jî guhê xwe dida dengê qaqlîbazên li ser min difiriyan û qijakên li ser hesinê îskeleya xerabe û kundê ku carinan li ser tehewa ber holika Elîkê Cibo guhdarî dikir. Ku min hinekî serê xwe rakir jî dengê orîna keştiyê û melayê mixurbe wekî tevlî ewrê bi rengê gwînî di ser min re dibuhurî. Bi meşa di nava dirîk û daran re ber bi îskeleyê ve jî, her û her damarên xwînê ku êdî reş bûbû li ser rûyê Elîkê Cibo, yê di nava dirrîkên Mêtsagê de xuya dibûn difikirîm û min dengê sixêfa wî ya herî tûj ku ji hinek dizê bexçe û rezan re dida,bi niçeniçê re dianî bîra xwe;kurrê kerêêê !

(JI PIRTÛKA PEYARÊKê)